Hewş

Li van deran tu mal bê hewş tune bû, li vê deverê girîngiya ku wan didan hewşên xwe, nedidan hundirên malên xwe, ji ber ku piraniya dema wan di hewşan de derbas dibû. Lê tu hewş ne wek hewşa Mala Hecî Deham bû. Hewşeke pir mezin bû. Du deriyê wê hebûn, yek li rojhilat, yek li rojava dinihêrî.

Li başûrê wê jî ji bo rûniştin û raketinê, ji axê ve dikek hebû. Dora dikê bi gul û rihanan hatibû xemilandin. Li bakurê hewşê dareke hejîrê, dareke gwîzê û çend darên zeytûn û hinaran hebûn. Dêliya tirî, dora dîwarê ku li kêleka daran bû, giş girtibû, guliyên dêliyê xwe wek marekî li dîwêr gerandibûn. Dara tûyê ya li naverasta hewşî jî bi comerdiyeke mezin siya xwe pêşkêş dikir. Lavlavkan, bi bêariyeke nedîtî, bi dîwarên hewşê û bi dîwarên xaniyan rapelikîbûn.
Hewş, tim maltî bû, mîna hundirên xaniyan paqij bû, te bixuşkek, qirşikek jî çi bû, li erdê nedidît. Di hewşê de ji xeynî xaniyê Hecî Deham, ji bo şirîkan jî xanî hebûn. Hewşeke bixêr û bibereket bû. Hewşeke efsûnî bû. Mih û bizinên vê hewşê, salê du caran dizan û tim kahr û berxên cotik dianîn. Pitikên vê hewşê heftekê li wan nedixist, çel bi dora wan nediket!
Bê vê hewşa kê dîtibû, kê nedîtibû! Çend kes, çend mal di vê hewşê de derbas bûbûn, çend cotkar, çend şivan, çend cenan? Gelek mal di vê hewşê de derbas bûbûn. Hewşeke şên bû, mîna sûka sibê bû, te tu carî ew xalî nedidît, tim tije mirov bûn.

Ji xêra Xwedê û ji mîrê keremê re, ev hewş bihata ziman û bipeyiviya! Bê vê hewşê çi dîtibû, çi nedîtibû! Vê hewşê, di nav dem û dewranan de, gelek daw û doz, gelek şîn û şahî, gelek xweşî û ne xweşî dîtibû û ev hewş bûbû govanê, şahidê gelek razan!

Xwediyê hewşê Hecî Deham, yekî maqûl û ji xwe razî bû. Doz û dawên vê deverê li cem wî safî dibûn, çareser dibûn. Hecî Deham, zilamekî navsere bû, yekî dinya dîtibû, di odeyan de, di civatan de mezin bûbû. Wî her cureyên jiyanê tehm kiribû, jiyabû. Di gelek tengasiyan de derbas bûbû, hebûn jî dîtibû, tunebûn jî dîtibû. Hecî Deham, pez xwedî dikir, çandinî dikir. Ji bo van karan tim malin di hewşê de hebûn.

Serê sibeheke zû, rojeke serê biharê ya pir sar bû. Te digot qey zivistan, li çûna xwe poşman bûbû, bi şûn de vegeriyabû! Guregura ba bû, bayekî cemidî wek ku ji nav berfê dihat. Reşîdê Cenan bi dengê zîqezîqa derî û teqereqa paceyê şiyar bû. Odeya ku ew tê de razayîbû, ti cudahiya wê û derve ji hev nema bû, hundir bi qurbana derve be! Sobe vemirîbû û paceya li kêleka derî vebûbû. Ba ne ji paceya vekirî tenê dihat, ji qelîştekên derîyê darînî jî dihat. Her çi qas ew qelîştek bi hevîr seyandibûn, xwestibûn wan qelîştekan bigirin, lê tu kêr pê nekiribû, ba dîsa rêya xwe dîtibû.

Reşîd, hevparê Hecî Deham bû, cenaniya wî dikir. Sî salî bû, di çax û benga xwe de bû. Yekî bi zend û bend, yekî xurt ê karûbar bû. Pîreka wî li aliyê bixêrîkê li ser tifikê şorba nîska çêdikir, çû xwe da ber wî agirî. Pîştî hinekî xwe germ kir, derket hewşê. Simbêlên wî yî reş î qalind, tim badayî bûn, devdelingê şalwerê wî her tim yek hilkirî bû û wek ku tiştekî xwe wenda kiribe û lê digere, çavên wî wer li erdê bûn. Ji nişka ve du cewrikên serreş xwe avêtin nav nigên wî û çîpê wî yî tazî gezkirin. Di quncika hewşê de li bin dara zeytûnê dêlikek teliqîbû. Dêlika rebên ji bêhêzî veketibû, nikaribû tevbigeriya, lê cewrikên wê di cihê xwe de neditebitîn, geh diçûn şîr dimêtin, geh bi hev re dilîstin. Li bin dara tûyê, zarokan, bi xirecireke bêhawe xwe di hêlanan de kil dikirin. Li ser daran bi awayekî qerepere çiveçîva çûkan bû. Mîna bi hev re ketibin şerekî bênavber, dixwendin, diqîriyan û ji ser şaxekî xwe çeng dikirin ser şaxekî din. Reşîdê Cenan, ber bi Hecî Deham ve lezand.

Derîyê hewşê, ji bayê şeva borî ji ber ketibû, Hecî Deham, bi dora derî ketibû, ew çêdikir. Hecî Deham, her kar ji destan dihat. Dema li malê an li hewşê tiştek xira dibû, wî çêdikir. Sindoqeke xwe hebû, di wê sindoqê de, gelek alavên wî yî tamîrê hebûn, wek tefşo, kelbetan, çakûç, birek ,mevred… Reşîdê Cenan jî çû alî wî bike. Hecî Deham, bi ken silava Reşîd lêvegerand. Jixwe tim kenekî sivik li ser rûyê wî hebû. Lê te fêm nedikir, te pê dernedixist, ka bi te re dikene, ya bi te dikene!

Deriyê hewşê ji cihê xwe derketibû, nema dihat girtin. Kevirê di bin de şkestibû. Kevirekî pahn peyda kirin. Nava wî kevirî bi aliyê devê tûj ê çakûç, girover kolan, ax vedan, ew kevirê pan ku nava wî girover kiribûn, xistin nav axê û derî li ser siwar kirin. Derî ji text û tenekan hatibû çêkirin. Teneke û bizmarên ku ji cihê xwe rabûbûn, xwar bûbûn jî rast kirin û dîsa li şûna wan kutan. Piştî derî xistin cî û rûniştin, Hecî Deham qutiya xwe yî cixareyê derxist, yek ji xwe re, yek ji Reşîd re pêça:
“Reşîd, te hîn ew deynê xwe nedaye, kengî tê deynê xwe bide?”
Reşîd, serê xwe berda ber xwe:
“Bi îzna Xwedê, ez ê deynê xwe di vê havînê de bidim.”
Reşîd, her sal ji bo xebatê diçû Edeneyê, lê ji xerîbiyê bêzar bûbû, zivêr bûbû. Digot: “Ma çi kêmaniya Berriya Mêrdînê ji Çukurovayê heye û lê zêde dikir, digot, kevir, di cihê xwe de giran e.” Îsal sala sisiyan bû ku Reşîd, li vî gundî şirîkantiya Hecî Deham dikir, lê tiştek bi ser tiştekî nexistibû, ji ber vê yekê tebabek deynê Hecî Deham lê çêbûbû. Sal disipart salê, lê tu deyn nedida, sal bi sal, xwezî bi par! Hecî Deham jî fêm kiribû tevgereke wî yî berbiçav, ku deynê xwe bide xuya nedibû.
“Ger tu îsal jî deynê xwe nedî, dev ji karê min berde. Edî ji xwe re li karekî din bigere.”
Reşîdê Cenan, wê salê ji her salan bêhtir li baxçe miqateyî kir, nav leman baş tevrik kir, eşêv kir. Havîn bû. Reşîdê Cenan, rahişt bêrê û berê xwe da nav baxçe. Vê carê her du devdelingên wî jî hilkirî bûn. Ewilî çû nav mişarên bacanên sor. Kêfa wî ji wan re hat, lemên bacanên sor di bin kerikan de mabûn. Kerikên wî zergule bûbûn, vê carê jî av bidaya, dê di nav çend rojan de ji bo hevdanê û firotinê amade bibûna. Hema hema baxçe giş kiribû bacanên sor. Heta nêzîka nîvro ancax avdana bacanên sor qedand. Hîn avdana îsot û bacanên reş mabûn. Dê di hênikaya esir de wan jî av bidaya. Jixwe ne pir bûn, her yek çar-pênc mişar bûn.

Piştî pênc-şeş rojan, berê xwe yî pêşî bi bihayekî baş firot. Çend carên din jî wiha firot, lê piştî ku ji Edeneyê sebze hatin, bacan erzan bûn. Ew qas pir bûn, ku te biavêta ber kûçikan, kûçikan jî li rûyê wan nedinehêrîn. Îsal pîvazan baş pere dikirin. Par çandibû, tu pere nekiribûn, lê çi fêde îsal wî pîvaz neçandibû. Îsal jî keda wî bi avê de çûbû, disa nebûbû, taba xelef, çû ber telef, dîsa deynê wî derneketibû.

Hecî Deham, sibehekê rabû, ku xaniyê mala şirîkê wî vala ye! Reşîdê Cenan mala xwe bi şev, bi dizî bar kiribû, ji ber deyna reviyabû. Paşê pê hesiya ku mala xwe bar kiriye Edeneyê û dibêje: “Ku pere têkeve destê min, ez ê pereyê Hecî Deham bidimê, ez ê deynê xwe bidim.” Ji wê rojê û pê ve, Hecî Deham, careke din tu şirîk nexist hewşê.

Nivîskar: Weysî Çeper

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Çîrok | Karwan û Eşqiya

Tê gotin li ser axa Yewnanan pêşiya karwanek hat birîn. Dizan karwan şeland. Dest danîn …

One comment

  1. Weysî Gorgun

    Çîroka birêz Weyaî Çeper “Hewş” gelek xweş bu. Mi xwe di çîrokê de his kir. Dil û pênusa wî sax be.

    Rexnami ji bo we heye!
    Navê nivîskar çima we rast ne nivîsîyê? Gelo we Weysî Çeper binîvîsa ne dibu? We Veysî Çeper nivîsîye. Ev şaşîya rast bikin ji kerema xwe re. Bi silavên germ.

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *