NAVEROKA JIMARA 173
100 Saliya Serhildana Şêx Seîd Efendî / Süleyman Çevik
Malbata Şêx Seîd Efendî / Kasım Fırat
Şêx Seîd: Pira di navbera duh û îro de /Vahap Coşkun
Roportaja Şêx Mehdî ji Sala 1925an /M. Malmîsanij
Di derdora Serhildana Şêx Seîd de Dêrsim /Mahmut Akyürekli
Di Tevgera 1925an de rola Xalid Begê Cibrî /Tahsin Sever
Li ber tirba Şêx Seîd /Kamiran Alî Bedirxan
Biyografiya Serhildêrekî: Şêx Evdillahê Melekanî /Fırat Aydınkaya
şêxêm /mahsûn reşçelan
Mersiyeya Seîdê Pîranî /Fehmî Begê Pêçarî / Amadekar: Yunus Demir
Serhildana Şêx Seîd Efendî Altan Tan
Çewlîg de Aktorê 1925î /Nurettin Beltekin
Yado /Kemal Burkay
Portreyek ji Hereketa Şêx Seîd a 1925an: Şêx Seîdzade Şêx Elî Riza Palûyî:Serokê Hikûmetali Kurdistanê Hatî Damezrandin /Merve Firat
Min navê xwe kola Li bircên Diyarbekir /Rojen Barnas
Nirxandina Çepgiran li ser Tevgera Şêx Seîd /Ruşen Arslan – Wergera ji Tirkî: Aydın Üneşi
Li ser Serhildana Şêx Seîd, TKP û Meseleya Kurdan Muhasebeyeke Şexsî / Ali Haydar Üzülmez / Wergera ji Tirkî: İbrahim Atmaca
Serhildana Şêx Seîd di Çapemeniya Tirkiyeyê de (1925) /Ercan Çağlayan
Di Rojnameyên Almanî de Tevgera Şêx Seîd Efendî / Abdullah Încekan
baladek ji bo rabûn û ketina şehîd şêx seîd û hevalên wî yên nedar /yehya omerî
Sedsaliya Tevgera Şêx Seîd /Salih Cemal
Ji bo kalikê min ê şehîd Mihemed Salih Axayê Zaxûrî /Yildiz Çakar
Di Navbera Salên 1924-1926an de Xeta Siyasî ya Seîdê Kurdî /Muhyiddin Zinar
Şêxên Çanê: 1 Serhildan, 5 Îdam, 5 Kuştin /Îlyas Mîrza Korkutata
Di şîn û pesn û bîranîna Şêx Seîdê Paloyî de /Seydayê Xelatî
Sedsaliya Serhildana Şêx Seîd û Hêza Bîra Edebî /Xezala Redkanî
Derweş /Selîm Temo
Bandora Hereketa Şêx Seîd li ser Rojava /Konê Reş
Serhildana Şêx Seîd, Wêjeya Dengbêjiyê û Avakirina Bîra Netewî /İbrahim Şahin & Ömer Güneş
Gavek pêş de sê gav paş de: Di pêvajoya Serhildana Şêx Seîd de Bûyera Beytuşebabê / Ekrem Malbat
Yek ji Serkirdeyên Tevgera Neteweyî ya 1925an: Şêx Evdirehîm /Seîd Veroj
Salih Begê Hênî (1873-1925) /Bilal Zilan
Şêx Seîd Şêxî ma wo /Mela Huseynê Hênî (Dilbî) / Transkrîbekerdox: Mehmet S. Uzun
Şêx Seîdê Kal Dahûrîneke Derûnkolînerî (Psychoanalysis) /Brahîmê Alûcî
Kekê Xiyasedîn: Bîra Miletekî /Muhammed Sabir Firat
Avakirina Edebî ya Trajediyê di Helbesta Mela Ehmedê Palo, Şoreşa 1925-1927an de / Mehmet Yıldırımçakar
Ji Arşîva me hevpeyvîna Abdulmelik Fırat /Hevpeyvin: Süleyman Çevik
Destana Derwêşekî /Abdullah Încekan
Bayê Sibehê /M. Zahir Kayan
Siwarê Spî /Tahir Dilnas Koçeran
Kanî Kalê Şêx Seîd /Seydayê Tîrêj

100 saliya Serhildana Şêx Seîd Efendî
Süleyman Çevik
Ji jimara 173yan merheba.
Bi jimareke têr û tije em li pêşberî we ne.
Bi munasebata 100 saliya Serhildana Şêx Seîd Efendî me jimareke taybet amade kir.
Vê serhildanê sed sal berê, di 13ê Sibata 1925an de dest pê kir, di 15 Nîsanê de jî bi girtina Şêx Seîd Efendî bi dawî bû.
Serhildanê bi temamî du meh û nîv dewam kiribû. Lêbelê ji bermayiyên serhildanê gelek kesan du-sê salan li çiya û gundan berxwedana xwe domandin û teslîm nebûn.
Bi ser serhildanê re esrek derbas bûye, lê hîna jî em li ser diaxifin û dinivîsin.
Bi çi sebebê ev serhildana ewqas wexte di rojeva me de ye û jibîr nabe?
Bi min sebeba herî mezin, ji aliyê can û mal ve, wê demê Kurdan bedelên mezin dane û kesên canê xwe dane, navdarên wekî şêx, mela, serokeşîr, rewşenbîr, axa û yên naskirî û hezkirî bûne. Li ser xelkê tesîra wan hebûye.
Sebebek din jî pirsgirêka Kurd e; îro li meydanê pirsgirêkek çareser
nebûyî heye.
Pirsgirêka Kurdan çiqas hatiye rojevê Şêx Seîd jî, Seyid Riza û kesên din jî ku ji eynî meselê bedel dane, têne rojevê û jibîr nabin.
Jixwe nivîsên ku di vê jimarê de weşiyane, bi awayekî bersiva vê pirsê ne.
***
Wekî em dizanin, dewleta Tirkiyê li ser mîrasa Osmanî ava bûye, lêbelê bi fikr û kirinên xwe ev mîrasa red kiriye. Bi qanûnên derxistine û bi kirinên xwe, xwestiye dîn ji heyata însana derxe û dewleta xwe jî li ser fikra Tirkçîtiyê ava bike û kiriye.
Di rejîmeke weha de jibîlî Tirkan, tu netewî nikarîbû hebûna xwe bidomanda.
Ev siyaseta dewleta nû, di nav hin mela, şêx, zana, rewşenbîr û welatparêzên Kurdan de dibû sedema eciziyê. Dewlet, weke dewleta xwe nedîtin û îtîat nekirin.
Di nav Kurdan de zanayên ku ev siyaseta Tirkiyê didîtin jî organîze nebûn; di navbera wan de tîfaq tunebû. Li gelek deveran berjewendiyên eşîrî, malbatî, mezhebî û hwd beriya berjewendiyên millî dihatin. Mixabin têra xwe bîreke netewî jî, di nav Kurdan de tunebû.
Ew kesên weha ji xwe haydar kêm bûn; piraniya Kurdan jî haya wan ji vê siyaseta xapînok tunebû.
Li hemberî vê helwesta dewleta nû, eciziyek hebû; vê eciziyê wê çawa xwe bida der, plan û projeyek esasî jî tunebû.
Serhildana Şêx Seîd di atmosfereke weha de, bû bertek û li hemberî vê siyaseta xapînok derket.
***
Serhildana sala 1925an bi encamên xwe tesîrek mezin li ser siberoja me kiriye.
Wek em dizanin, li pey serhildanê bi derxistina Rapora Islahatê ya Şerqê, Qanûna Teqrîrî Sikûnê, qedexeyên zimanî û sirgûnkirina malbatan bi her awayî heyat li Kurdan teng kiriye.
Serhildanê li pey xwe bi hezaran kuştî, sirgûn û koçkirinên trajîk hiştine.
Sirgûn mecbûrî bû; dewletê li pey serhildanê gelek malbat sirgûnî nav Tirkan kirine û ew malbat mecbûren bi salan li wan derên xerîb jiyane.
Koçberî jî mecbûriyet bû; ji kuştinê, ji hepiskirinê û ji sirgûnê mecbûr bûn birevin.
Ev kes belkî ji kesên sirgûnkirî siûdtir bûn. Lewra Kurdên weke mihacir ku çûbûn hin ciha, eger îmkan hebana, dikarîbûn li hin deveran sitar bibin.
Ev kes yan çûne deverên ku serhildan lê belav nebûye; yan jî çûne Binxetê.
Di nav kesên çûne Binxetê de rewşenbîr hebûn. Van kesana li wir jî xizmeta gelê xwe kirin. Komel ava kirin, bi zimanê xwe karê weşangeriyê kirin. Kovar û rojname weşandin.
Îro jî li Rojava gelek malbat hene ku ji ber Serhildana Şêx Seîd koçî vê derê kirine.
Çend taybetiyên di Serhildanê de derketine pêş:
-Di serhildanê de pênc cephe hene. Ji vana çarên wan, qumandanên wan şêx û mela ne.
-Serhildana Şêx Seîd, loqal û herêmî ye; li temamê Bakur belav nebûye.
-Serhildan bi giranî di herêma Zazayan de bûye û piranî Zaza beşdar bûne.
-Kurdên Elewî kêm beşdar bûne, li hin cihan jî li hemberî hereketê şer kirine.
-Serhildana Şêx Seîd proveke bûye, ji nişkave derketiye.
-Şêx Seîd Şêxekî Neqşebendî û dewlemend bû.
Çend sebebên têkçûnê:
-Serhildan ji kesên esker mehrûm e. Hin kesên ku di eskeriyê de wezîfe girtine ji aliyê dewletê ve hatine girtin. Ew barê qumandaniyê li ser pişta şêx û mela maye.
-Serhildan ji teqtîkên eskerî mehrûm bû. Qezayên biçûk bi dest xistin, mesela Xalid Beg esker bû, neçûn li Bîtlîsê ew xelas nekirin.
-Serhildan bê wext, ji nişkave, bêyî ku organîze bibe derketiye. Her kes li ku derê bûye, bi serê xwe hereket kiriye… Ev awa jî li hinek ciha bûye sebebê îstîsmarê…
-Çekên dewletê zêde bûn. Li hemberî wan di destê Kurdan de sîleh pir kêm bûn. Ji derve, ji Îranê û Iraqê sîleh nehatin. Jixwe rê jî tunebû.
-Li gelek deveran berjewendiyên eşîrî, malbatî, mezhebî û hwd beriya berjewendiyên netewî dihatin; evê jî nehîşt di navbera Kurdan de tîfaqek çêbibe.
-Mixabin bîreke têr û bes ya netewî, di nav Kurdan de jî bi cih nebûbû.
– Fransayê destûr da Tirkiyê, ji aliyê Mêrdînê ve esker û cepxane anîn hundirê Diyarbekirê. Eger Diyarbekir bigirtana, rengê serhildanê vedigeriya awayekî din. Mixabin ji hundirê Diyarbekirê, wan malbatên mezin jî alîkariya hêzên serhildanê nekirin.
***
Belê ev dosyaya dewlemend niha li ber destê we ye.
Cara ewil e ku bi vê hecmê, em jimareke wesa taybet amade dikin.
Kovar bi tevahî li ser mijarekê ye û me rûpelên wê jî zêde kirine.
Ji texmîna min zêdetir nivîs hatin. Hema çend kes xarîç, me ji kê nivîs xwest şandin. Hin kesên bihîstin em dosyayeke weha amade dikin, wan jî bi xwe nivîs şandin.
Van kesana di dosyaya “Di 100 saliya xwe de Serhildana Şêx Seîd Efendî” de tiştên gelek bi qîmet gotine.
Helbestên vê jimarê jî tev ji mijara dosyayê ne.
Me di bijartina helbestan de usûleke weha kir: Ev helbestên me bijartine, gelek ji wan di kovar û pirtûkan de weşiyane; ji ber ku li ser mijarê bûn, me çavkaniya wan da û daxilî dosyayê kirin.
Ji ber ku me dosyayek
wiha amade kiriye ez gelek
bextewar im.
Li vê derê spasiya wan kesan dikim ku bi nivîsên xwe, keda xwe kirin vê jimarê. Bi taybetî Abdullah İncekan çend kes û çend mijar tawsiye kirin, gelek spasiya wî dikim.
Bi vê nivîsa pêşkeşiyê deriyê kovarê li we vedikim.
We keremî hundirê kovarê dikim, kerem bikin.
Bimînin di xêr û xweşiyê de…
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…