✍️Lokman Polat
Felemez Akad PDKTyiyekî berê ye ango kevne PDKTyî ye. Ew di sala 1969an de bûye endamê PDKTyê. Ew di pirtûka xwe ya bîranînê de behsa damezrandina PDKTê, pêkanîna du kongreyên wê dike û herweha orîjînala bername û destûra/program û tuzuka wê diweşîne.
F. Akad li Uppsala/Swêdê dijî û pirtûka wî jî li Swêdê derketiye. Navê pirtûkê ”Du Pismam – Bîranîn”e. Pirtûk 298 rûpel e. Navê weşanxaneyê li ser berga pirtûkê tune, wî li ser navê xwe pirtûkê weşandiye.
F. Akad di pirtûka xwe ya bîranînê de behsa gundê xwe Çalê, eşîra xwe Omeriyan û behsa kar û xebatên siyasî û rêxistinî dike. Ez ê çend tiştên ku di pirtûkê de gelek bala min kişand, qal bikim, behsa wan bikim.
F. Akad di pirtûka xwe de orîjînala program û destûra PDKTê diweşîne. Di vê programê de xala parastina sînorên ”Mîsakê Millî” ê tirkan bala min kişand. Di programa PDKTê de dibêje : ”Partî, parastiyê mîsaqa millî ye. Lewre partî baweriyê bi yekîtî û birayetîtiyê himberiya kurd û tirka tîne.” Partiyek îlegal, kurdperwer, welatparêz, neteweperest biratiya kurdan û tirkan diparêze û li ser navê vê biratiyê sînorên mîsakê millî ya tirkan parastiye. Ji bilî vê xalê xalên din ên bernameya PDKTê hemû jî daxwazên maqûl ên netewî û demokratîk in. Ji bo çareserkirina pirsa netewa kurd daxwazên baş in û li gor şertûşûtên wê demê daxwazên pêşketî ne, pêngavek baş e. Lêbelê helbet ev daxwaz bi serê xwe ne helkirina pirsa kurd û Kurdistanê ye, neçareseriya bingehîn a doza netewa kurd e.
Di pirtûkê de, di bîranînên Felemez Akad de, di qalkirina herdu kongreyên PDKTê de tiştê ku bala min kişand û ji min re ecêb hat hilbijartina serok/sekreterê partiyê ye. Di kongreyê de ji alî nûnerên/delegeyên kongreyê ve ji bo were hilbijartin nûner ray davêjin, dengê xwe didin namzetan. Lêbelê di pêvajoya kongreyê de û di encama hilbijartinê de tiştek ecêb pêk tê!.
Kongreya PDKTê di sala 1975an de li gundeke navbera Batman û Bedlîsê pêk tê. Beriya kongreyê di nav endamên PDKTê de hinek rexne li PDKI û malbata Barzanî dikin, hinek jî rêbaza Barzanî diparêzin. Yên rexnegir kesên ku di meyla çepgiriyê de ne. Di kongreyê de di navbera Derwêşê Sado û Mistefa Fîslî de minaqeşeyên tûj tê kirin. Ez van tiştên ku li jor û li jêr dibêjim hemû jî di pirtûka F. Akad de hene. Lewre jî mihatabê rastî û nerastiya wê nez im, mihatab nivîskarê pirtûkê Felemez Akad e.
Di kongreyê de ji bo sekreteriya/serokatiya partiyê kandîdatên ji bo birêvebiriya partiyê dubendî, du serîtî dest pê dike. Ji bo sekreteriyê du kes xwe wek namzetê sekreteriyê destnîşan dikin. Yek Derwêşê Sado ye û ê din jî Mistefa Fîslî ye. Ji bo van herduyan hilbijartina bi dizî tê kirin. Di encama hilbijartinê de dengên ji bo Derwêşê Sado pir e û li gorê dengan divê D. Sado bibe sekreter, lewre di hilbijartinê de wî ji M. Fîslî pirtir deng wergirtiye. Lêbelê M. Fîslî ji encama hilbijartinê razî nîn e û qebûl nake. Di navbera herdu namzetên sekreteriyê de gengeşe û minaqeşeyên tûj pêk tê.
Nûnerên kongreyê daxwaza ji nû ve carek din hilbijartin bê kirin pêşkêş dikin. Di hilbijartina duyem de dîsa dengên ku didine Derwêşê Sado ji yê M. Fîslî pirtir e. M. Fîslî carek din dîsa vê encamê qebûl nake. Di vê rewşê de, ji hêla hiquqî de sekreterî heqê D. Sado ye. Digel ji hêla hiquqî, ji hêla heqî û neheqiyê de jî mirov binêre D. Sado bi heq e û M. Fîslî neheq e. Baş e, dawî çi dibe? Çi formula çareseriyê tê dîtin ku kongre têk neçe û bi serketî dawî bibe. Ji bo vê Felemez Akad weha dibêje : ”Piştî got û bêj carekê din hatin dereceya têkbirina kongireyê û atmosfer gelekî nexweş bû. Em ketin hewildana ji bo dîtina formîlekî din. Me hemûyan, li ser yekî bê alî ku bibe sekreterê partiyê li hev kir. Kesê ku me li ser li hev kir wek kesekî bê alî Av. Mehmet Alî Dînler bû. M. Alî Dînler bi dengên timamên delegeyan wek sekreterê partiyê hat qebûlkirin û bû sekreterê PDKT yê. Ez jî di nav de endamên komîteya merkezî jî bi dengên delegeyên kongreyê hatin hilbijartin….li gor ku tê bîra min, endamên komîteya merkezî ji van kesan pêk hatibû. Derwêşê Sado, Mehmed Alî Dînler, Mistefa Fîslî, Felemez Akad, Hesenê ji Ceyhanê, Muhlîs Melîk, Ramazanê Haşîm û Mele Letîfê Batmanî bû. Ên di nayên bîra min.” Rûpel : 150. Ji van kesên endamên komîteya navendî a PDKTê Muhsîn Melîk li Urfayê ji alî dewleta kûr ve hate kuştin, şehîd ket. Derwêşê Sado xelata Barzanî wergirt û paşê çû ser heqiya xwe, wefat kir. Ramazanê Haşîm ji alî KUKê ve hate kuştin. Mele Letîf û Hesenê Ceyhanê çibûn ez nizanim. Felemez Akad û Mistefa Fîslî hêj jî li Swêdê dijîn. Herduyan jî dev ji siyasetê, ji xebata rêxistinî berdane.
F. Akat di pirtûka bîranînên xwe de ji bo kongreya PDKTê ya sala 1977an dibêje ku; ”Piştî kongreya partiyê (ya sala 1975) lept û tevgerek ne li gor rêbaza partiyê, di nava tevgera partiyê de û bi tendesek çepîtî li ser esasê parastina berjewendiya çînê krêkar û tebaqa gundiyên jar û kesên bê ax dest pê kir….di nava partiyê de tendestek ku nema rêbaza partiyê qebûl kir û li dijî tevgera partiyê hino hino îdeolojiya ”marksîst û lenînîstî” Ji bo di nava endamên partiyê de bi cih bibe xebat kir….Vê tendestê ji bo însîyatîfekê ku partiyê têxe bin kontrola xwe û piştre jî bi navekî din xwe organîze bike dest bi xebatekê dijwar kiribû…” Rûpel : 158.
Wê demê ev meyla çep a di nav PDKTê de digotin em ê partiya proleteryayê pêk bînin. PDKT partiya welatparêzên kurd û bi giranî partiya gundiyan û mellayên welatparêz bû. Hinek ciwanên nav PDKTê çepkir bû û wan dixwest PDKTê bikine partiyek çînayetî ya karkeran ango ya proleteryayê. Ji xwe wan xortên PDKTê bi çavên soreşgerên proleter li xwe dinêriya.
Hêj beriya kongreya PDKTê di nav wê de du meyl eşkere dibin. Yek jê meyla li ser rêbaza Barzanî û ya din meyla çepgiran. Komîteya navendî a PDKTê biryara kongreyê digre. Çar endamên komîteyê wezîfeya amadekirina kongrê digrin ser xwe. Felemez Akad jî yek ji wan e. Lêbelê nahêlin ku F. Akad û Mele Mihemed beşdarê kongreyê bibin. Di esasê xwe de herdu jî endamê komîteya navendî ne û wek delegeyên tebiî ê kongreyê ne. Û herdu jî di komîteya amadekirina kongreyê de ne. Lêbelê nahêlin ew beşdar bibin. Wan di malek de hepis dikin û çekdarekî datînin ser serê wan, çekdar dikine nobedarê wan ku nerevin, neyên beşdarê kongreyê nebin.
Di kongreya 1977an de gruba çepgir bi ser dikeve û destura partiyê digehurîne û hedefa Kurdistanek serbixwe, yekgirtî û sosyalîst diparêze. Dîtina çep rêveberiya partiyê bi şêweyeke antîdemokratîk, neyasayî, nehiqûqî dixe destê xwe û bi formeke nû û navê KUKê derdixin pêş. Û herweha dest bi tasfîyeya endamên partiyê ên ku neçep in dikin.
Felemez Akad di pirtûka xwe ya bîranînê de behsa şerê KUK û PKKê/Apoyiyan dike. Li gorê agahdariyên ku di pirtûkê de ye, di şerê KUK û PKKê de 57 xortên KUKê ji alî Apoyiyan ve têne kuştin. Lê hejmara Apoyiyên ku ji teref KUKê ve hatine kuştin, çend kes in, wê nizane, lewre jî reqem nade. Hinek dibêjin ji sedî/100 zêdetir Apoyî ji alî KUKçiyan ve hatine kuştin. Lê rastî çiye, çiqas e? Ez nizanim.
Felemez Akad dibêje : ”Bi derketina Apoyiyan re, şer û pevçûn li Kurdistanê roj bi roj gelektir û dijwartir bû.Şer û pevçûn li her aliyê welêt belav bû….ev fêde û berjewendiya siyaseta dewleta tirkiyê û bi taybetî li gor dilê MÎT(Teşkîlata îstixbarata neteweyî) û generalên leşkerî bûn. Xortên kurdan di wê şer û pevçûnê de hem dihatin kuştin û hem jî dihatin girtin….Kurdan şerê hev dikir û hevdû dikujtin, dewletê jî ji xwe re li wan temaşe dikir…Kurdan xwe bi xwe hevdû dikujtin û dewletê ew digirtin û tavêtin zîndanan…” Rûpel : 168,169.
Piştî darbeya 12 Îlonê a kemalîstfaşîst F. Akad digrin. Ekîba Cem Ersever ku fermandarekî leşkerî ê birêvebirê Jîtemê bû, ew digre. Cem Ersever bi eslê xwe kurdekî Dêrsimî bû. Ew kemalîstfaşîstekî birêvebirê Jîtemê bû. Wî gelek kurd kuşt û bi gelekan şkence kir. Romanivîserê rahmetî Mehmed Uzun li ser wî romaneke nivîsî. Di romanê de behsa Cem Ersever dike ku çawa li dijê kurdan zilm û zordarî kiriye û dawî ji alî hêzeke din ê dewletê ango ji alî Ergenekonê ve bi destê kurdekî din ku qod navî ”Yeşîl” bû û peyayekî mêrkûj ê dewleta kûr bû, bi fermandariya dewleta kûr Ergenekonê Cem Ersever dikujin. Dema F. Akad tê girtin qumandarê alaya Nisêrbînê Velî Kuçuk e. Ev jî generalekî birêvebirê Ergenekonê bû. Paşê ji alî dozgerekî Fetoyî ve hate girtin û di doza Ergenekonê de hate mahkemekirin. Lêbelê paşê Ergenekon û AKPê li hev kirin û V. Kuçuk û Ergenekoniyên din hatin berdan,
Piştî girtina F. Akad pê gelek şkenceyên giran dikin. Pêşî li Nisêbînê pê şkence dikin û paşê wî dibine li Mêrdînê pê şkence dikin. Ji Mêrdînê jî wî dibine zîndana Amedê. F. Akad dûr û dirêj qala zîndana Amedê, wahşeta ku li wir li ser girtiyan tê pêk anîn û hevûdu nasîna bi Mehdî Zana re qal dike.
F. Akad piştî ku ji hepisxaneyê derdikeve wî dibine leşkeriyê. Ew leşkerî dike û paşê diçe Swêdê. Ji bli kesên ji Riya Azadî/PSKê, gelek kesên din piştî ku têne girtin û ji hepisxaneyê têne berdan berê xwe didin Ewropayê. Madama ku hûn hatin girtin, li hepisxaneyê razan û paşê hatin berdan, we çû leşkerî jî kir, êdî ji bo çi derine Ewropayê?!.
Çûyina F. Akad ya Suriyê û paşê ji wir çûyina Ewropayê jî bala min kişand. F. Akad bi fermî paşaport derdixe, li Ankarayê ji konsolosxaneya Suriyê wîze werdigre û ji Nisêbînê di deriyê Qamuşluyê de derbasê Qamuşluyê dibe. Di wê demê de ji bo çûyin û derbasbûna sînorê/hidûdê Suriyê û Îranê riya organîzekirî a Riya Azadî/PSKê hebû. F. Akad ji Riya Azadî re bigota dê wî di nav nîv saetan de derbasê Qamuşluyê bikirana. Wê demê hewceyê paşaport û sendina wîzeya Suriyê jî nedikir. Niha dema mirov li wê serdema di navbera salên 1980 û 1983 dinêre li bakurê Kurdistanê ew dem wek rêxistinî yê ku li ser lingan bû tenê Riya Azadî/PSK bû. Li Amedê buroya Avukatên kurd ku li doza siyasî yên girtiyên kurdan dinêriya hebû. Riya Azadî/PSKê her meh heqê avukatiyê didane van avukatan. Min bi destê xwe pere/diraf dibir didan wan. Rojeke dîsa ez çûm wir ku pere bidime wan, avukat Erdînç Uzunoglu û Hecî Akyol li wir bû. Min pere da wan û me hinek sohbet kir, wan got : ”Diyare wek rêxistin tenê Ozgurlikçî li ser lingan mane. Û tenê ew pere didine me. Yên din tu rêxistinek heqê avukatiya hevalên xwe naynin nadin. Ji xwe em jî ji wan naxwazin. We jî neaniyana me ji we jî nedixwest.” Ev anakodek bû ku hate bîra min û min rave kir.
Baş bû ku min pirtûka F. Akad xwend. Ez ji pirtûkê derbarê dema çûyî de gelek tiştên ku nizanibûm bi taybetî jî derbarê herdu kongreyên PDKTê de gelek tişt fêr bûm. Diyare di pirtûkên bîranînan de tiştên ku nayêne zanîn têne qal kirin û mirov fêr dibe.
Di beşa dawî ya pirtûka bîranînên F. Akad de ew behsa jiyana xwe ya li Swêdê, karê ku li Swêdê kiriye, li Swêdê rewşa zimanê kurdî, li Swêdê xebata wî ya komelayetî, siyasî û rêxistinî ya di komeleya kurdan de û çend dîmenên ji bîranînên wî hene.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…