Dibêjin; Rojekê zilamekî extiyar tevlî kurê xwe diçine rêwîtiyê (seferê) bi qonaxa du sê (2-3) rojan ji gundê xwe dûr dibin. Kerekî wan hebû alavê (barê) xwe tev li kerê kirin, wî extiyarî tim peyvek li ser zimanê wî hebû dubare dikir, ji kurê xwe re di got: Lawo Xweda me ji tifaq (qeza) û teşqelê mestir dûr bike. Gîhan wargeha xwe piştî wê dageryan barê xwe tev li ser pişta kerê girêdan û ketin rêwîtiyê (seferê) dageryan hatin werin gundê xwe di nîvê rê da nigê kerê wan li kevirekî hilkumî û nigê kerê wan şikest. Dîsa vî zilamê extiyar got; Xweda me ji tifaq (qeza) û teşqelê mestir dûr bike. Piştî ku nigê kerê wan şikest, barê li ser pişta kerê, hildan avêtin ser milê xwe dîsa bi rêya xwe va meşiyan. Çendekî wilo bi rê ve çûn, nigê vî extiyarî li kevirekî ket perpitî li erdê ket û nigê wî jî şikest. Dîsa di wî halê xwe da got; Xweda me ji tifaq (qeza) û teşqelê mestir dûr bike.
Kurê wî barê kerê û barê bavê xwe tev danî ser milê xwe û ket bin milê bavê û bi rêya xwe va meşiyan û çûn, çendekî ku wilo bi rê va çûn êdî westiyan (betilîn) gotin; Emê ji xwe ra dibin sîberka darekê rûnên û bênvedanekê bidin xwe, heta ku em parîkî bi ser hişê xwe va bên, gava xwe dibin darê dirêj kirin, marek ji bin qûrmê darê derket û bi nigê Kurê wî veda qêrîn bi kurik ket, bavê wî hema zû, bi lez anî nigê wî girêda jehra wî marî mêt û derxist, nigê wî wilo di wî halî girêda. Dîsa gotina xwe got; Xweda me ji tifaq (qeza) û teşqelê mestir dûr bike. Piştî vê gotinê kurê wî berê xwe da bavê xwe gotê; her çi tê serê me tu dibêjî Xweda me tifaq (qeza) û teşqelê mestir dûr bike.
Nigê kerê şikest me bar hilda ser milê xwe, nigê te şikest me bar tev hilda ser milê xwe, mar bi min veda dîsa jî tu dibêjî; Xweda me ji tifaq (qeza) û teşqelê mestir dûr bike, ji vê tifaqê (qezê) mestir ka heye. Kurik kela dilê xwe bi wî hawayî anî ziman, rojekê du roja li wê derê man heta ku nigê kurik baş bû, car din rabûn barê xwe hildan ser milê xwe û rêya malê girtin û ketin rê û çûn. Piştî wê te’abû û eziyetê gîhan gundê xwe çi dîtin, dîtin wa gund laser û lehî serda hatiye koşk, xanî qonax, ajal (heywan), însan, dar û ber, û wekî din tev li ber xwe birine û paqij kirine tiştek nehiştîye. Zilam (extiyar) berê xwe da kurê xwe got: Lawo! Ewqas min digot: Xweda me tifaq (qeza) û teşqelê mestir dûr bike.
Ha dê ji xwe re binêre heger bi rê ve nigê kerê ne şikesta û nigê min ne şikesta û mar bi te venedaba û çend roja em di wê rêya nemaba heye ku em jî vêga tune bûn. Em jî helak bibiya wekî vanê din bila dombarî bawer û tewekeliya te li ser Xweda be çendî bê tar û teşqele, bê serê te jî ji vî ya mestir xwe bispêra Rebbê xwe …. Carina stirîyek di mirov da diçe mirov dibê qey dinya di serê mirov da xera bûye.
Seyda Mêrdînî
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…