Seta Hîkayeyên Zarokan Ji Sîdarê Çapa 2yem Derket

10 pirtûkên zarokan yên nivîskarê navdar Evdilqadîr Gok, ku di forma setekê de bi navê “Seta Hîkayê Zarokan” hatine amadekirin, niha bi çapa duyemîn ji Weşanxaneya Sîdarê derketine û bûne mijara dilxweşiyek mezin di nav xwendevanên Kurdî de, bi taybetî ji bo zarokan.

Ev set, ku di sala 2025an de bi çapa yekemîn hatibû weşandin, ji ber eleqeya mezin a xwendevanan zû bi dawî bû û niha bi çapa duyemîn careke din gihîşte destê zarokan. Evdilqadîr Gok, mamoste û civaknasê ji herêma Rihayê, bi xebatên xwe yên li ser folklora Kurdî tê nasîn. Ew çîrokên kevnare yên ji devê rûspiyan û dengbêjan berhev dike, wan latînîze dike û bi awayekî pedagojîk ji bo zarokan vediguherîne çîrokên xweş û hînker.

Di vê setê de 10 pirtûk hene, ku her yek ji wan li ser çîrokên folklorîk ên Kurdî hatine nivîsîn û bi zimanekî sivik, hêsan û balkêş hatine amadekirin. Ev çîrok ne tenê zarokan dilşad dikin, lê di heman demê de nirxên çandî, exlaqî û civakî yên Kurdan jî radigihînin nifşên nû.

Hin ji navên pirtûkan ên di setê de ev in (li gorî berhemên din ên nivîskar, ku bi heman awayî hatine weşandin):

  • Pirtûka Hevaliya Azad û Beqê
  • Pirtûka Memê Alan
  • Pirtûka Jiyana Pisika Malê 
  • Pirtûka Navdarên Kurdan
  • Pirtûka Demsal û Hewa

û pirtûkên din ên bi vî awayî, ku hemû li gorî prensîbên perwerdeya zarokan hatine honandin.

Weşanxaneya Sîdarê, ku di van salên dawî de gelek xebatên giranbiha yên li ser edebiyata Kurdî dike, bi vê çapa duyemîn careke din balê dikişîne ser giringiya pirtûkên zarokan bi zimanê dayikê. Di qada edebiyata zarokan a Kurdî de hîn kêmasî hene, lê berhemên wekî vê setê alîkariyek mezin dikin ku zarok bi çanda xwe mezin bibin, zimanê xwe xurt bikin û bi çîrokên bav û kalên xwe nas bibin.

Ev çapa duyemîn nîşana serkeftina vê setê ye û dilxweşiyek mezin ji bo nivîskar, weşanxaneyê û hemû evîndarên edebiyata Kurdî ye. Ger hûn li pirtûkên zarokan digerin ku hem xweş bin hem jî hînker, ev set bijardeyek bêhempa ye. Bila ev çîrokên bedew bigihîjin hemû zarokên Kurd û nifşên nû bi mîrateya xwe ya çandî dewlemend bibin!

Naveroka pirtûkan:

MEMÊ ALAN
Destan û çîroka Memê Alan, serokê welatê Mexribiyê û sultanê Kurdan e. Keça bi navê Zîna Zêdan ji alî periyan ve, şev nîvê şevê radikin, dibin li ber yataxa Memê datînin. Memê Alan û Zîna Zêdan dilê xwe dikevin hev, eşq û evîna bêhempa destpê dike.

Eşqa Memê Alan û Zîna Zêdan, gelekî balkêş e. Lê, ya herî muhîm ku, Bekoyê şeytan kete navbera wan, fîtne û fesadî ji bo wan dikirin. Mîrê Botan, bi sedema fîtneyên Şeytan Beko jî kuşt ema Memê Alan û Zîna Zêdan jî negihîştin mirazê xwe.

HEVALIYA AZAD Û BEQÊ
Dibistana Azad, ketibû tehtîlê/betlanê. Azad, her mehên Tîrmeh/Temûzê û Tebaxê dihat gundê xwe û li ba kalikê xwe dima. Azad, li ser çemê gund bi beqeke kesk ra bûbû heval. Azad û beqê, gelekî ji hev hez dikirin.

Azad, hevala xwe bi Duçemê re got:
– Binêre hele! Ev beqa, hevala min e, pir delal e, pir zîrek e û dema xwe ji nişkava çedike meriv dibê qey difire. Ev beqa delal, dike qurequrrr û bi qasî mihekê bû, ku em her roj hevûdin dibînin. Em, hevalên hev in. Beqa kesk, hevala min ya herî sadiq e.

ZIMANÊ MIN KURDÎ YE
Rojda, Perwîn, Azad û Mazlûm diçûn dibistana bi navê Seîdê Kurdî. Dibistana bi navê Seîdê Kurdî li ser beşa Ziman, Wêje û Dîrokê bû. Rojda, ji Azad re li ser zimên weha got:
– Meriv, bi zimanê dayikê rind perwerde nebe, vê çaxê hebûna mêjiyê gelan jî pêşda nare. Her saziyên perwerdeyê, pêwîst e ku bêje û têgehên zimên hînkirin bide. Perwerdeya ziman pêwîst e, ku di zarokatiyê de destpê bike.

Ji bo zarokan, perwerdeya seratayî şert e/misoger e, ku bi zimanê zikmakî werê dayîn. Ev sed sal e, perwerde û zimanê zikmakî dûrî hev in. Ji ber vê têgîhîştin û hişmendiya zarokan di alî perwerdeya fermî da gelek pirsgirêkan derdixe nav civakê. Ji bo zarokan, hînbûn û hobûn gelekî bi zehmet derbas dibe. Zimanê kurdî, şîrîn û xweş e û xweş awaz e!

MASIYÊ REŞ
Masiyê navsal û kal, bi deh hezaran zarok û neviyên xwe hebûn. çîroka Masiyê Reş ji zarok û neviyên xwe ra dibêje. Masiyê Reş, ji dayika xwe ra weha got:
– Dayê! Ez dixwazim herim û dawiya vê nevalê û ji bin kontara çiyê derkevim û cihê dûz û kûr bibînim. Me, ti caran heyva çardehê jî qet nedîtiye!

Masiyê Reş, ji cîh û warê xwe derket, ber bi çemê mezin, gol û dawiyê çû deryaya mezin. Gelek masîxur û birekmasî dîtin. Bi wan ra kire şer. Gelek çêşîdên masisiyan û heywanên din dîtin û dawiya dawiyê jiyana xwe bi ger û tecrûbeyên nav çem û dengizan bi dawî kir.

TAHIR Û ZAHIR
Çîroka Tahir û Zahir, yek ji çîrokên evînî yên kilasîk ên wêjeya gelêrî ya kurdî ye û di nav gelê Kurd de jî bi şêweyên cihê tên gotin.

Zahir, qîza Mîrê bajarê Palê ye û Tahir jî kurê wezîrê mîr e. Tahir û Zahir, bi hev ra darin mektebê/dibistanê. Zahir, di dilê xwe da ji Tahir hez dike. Ereb Xoce, şîkayeta hezkirina Tahir û Zahirê dike.
Mîrê Palê, Tahir û malbata wî nefiye Mûsilê dike. Zahir, mektûbê dişîne Mûsilê, Tahir dîsa tê hezkiriya xwe dibîne. Ereb Xoca, dîsa şîkayet dike. Mîr, cezayê sed salî dide Tahir û Tahir dikine zîndana Mêrdînê. Bi destê Xocê Xizir xilas dibe. Dîsa tê cem Zahirê. Ereb Xoce, dîsa şîayeta Tahir dike, Mîr cezayê çekirina behrê didêkê. Bi destê Xocê Xizir xilas dibe. Dawiyê, Mîr cezayê îdamê dide Tahir. Li meydana bajarê Palê, li ber îdamkirina Tahir, Xocê Xizir xwe digîhîne wan. Nifirekê li Ereb Xoce dike û dibe kevir. Zahir û Tahir, bi şilfû tazî hevûdu hembêz dikin, dibin du kewên sipî û ber bi ezmanan difirin. Fîtneya Ereb xoce, dibe sedema astengiya eşqa Tahir û Zahirê.

NAVDARÊN KURDAN
Navdarên Kurdan, wek hunermend, nivîskar, şervan, rewşenbîr û dîrokzan, desthilatdar, çand, ziman û nasnameya kurdî li cîhanê belav dikin û diparêzin. Mînak, navên wek Zîryap, Selhedînê Eyûbî, Elî Herîrî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Şerefxan, Şex Seîd, Qazî Mihemed, Baqiyê Xido, Marûf Xiznedar û Kadrî yildirim… sembola berxwedan û çanda kurdî ne. Dibê her Kurd li navdar û pêşengên xwe xwedî derkeve û zani be.

Navdarên gelê Kurd, bi xebatên xwe dîroka Kurdan zindî dihêlin, qehremanî û têkoşîna gelê Kurd li hemberî bindestiyê nîşan didin.

JIYANA PISÎKA MALÊ
Jiyana pisîkên malê û xwedîkirina pisîkan gelekî baldar e. Xeyalên pisîkan jî mîna ya însanan hene. Heta meriv kane bibêje; di nav heywanan de yên pir xeyalan dikin pisîk in. Gelek çêşîdên pisîkan hene. Her pisîkên malê, bi reng û cîhêbûnên xwe û teybetiyên xwe ji hev cihê ne. “Pisîka Wanê” çêşîdeke pisîka malê ya taybet e, ku li herêma Gola Wanê tên dîtin.

Gotinên kurdî; pisîkê guyê te derman e. Reva pisîkê, hetanî kadinê ye. Gotin; pisîkê guyê te derman e. Pisîk, li kû derê be, lê mişk ji wir direve. Pisîk, bi qasî mezinahiya xwe nêçîrên xwe digre.

JIYANA MÎRZA Û EVÎNÊ
Evîn û Mîrza, di hişmendiyê de û di baqiliyê de mîna hev bûn. Mîrza û Evîn, her tim sibe û êvarê dû xwarinê diranên xwe firçe dikin.

Pola/sinifa wan sefê 5an bû. Pola Evîn û Mîrza yek bû. Ji ber ku herdu tacêwî bûn. Her roj, bi serwîsê diçûn dibistana xwe. Evîn û Mîrza, bi destê hev digirtin û li derûdorê parkê doş dibûn. Kêfê wan pir bi hebûna parkê dihat.
Malbata Evîn û Mîrza, bi hev ra diçûne ser sifreya şîva êvarê û dest bi xwarinê dikirin.
Evîn û Mîrza, di odeya xwe da dersên xwe dikirin. Berî raketinê dayika wan şîrê wan didayê kê. Evîn û Mîrza, dolaba xwe dikirin dûzenê.

Mîrza û Evînê xwastin, herin çarşiya AWMyan. Dayik û bavê wan bi gotina wan kir. Evîn û Mîrza jî, bi kewên Camiya Îbrahîm Xelîl ra mijûl bûn. Êmê kewan kirîn, çekirin ber kewan.

Xwendekarno, zarokno! We jiyana Evîn û Mîrza ya rojene dît. Her zarokekî û her kesî jiyaneke xwe ya rojane heye. Me xwest, ku em jiyana xwe bi çi wextê û bi çi mijûlbûnê derbas dikin, rabene we kin.

PARKA MEZIN
Bavê Firat û Dijleyê, texsiya xwe ji garajê derxist, ajot anî li ber apartimana xwe sekinand. Sepeta pîknikê, sawan/cil û ketila çayê giş kirin bagaca texsiyê. Firat û Dijle jî, bi dayik û bavê xwe ra bûn alîkar.
Parka Mezin, bi qasî 5 km dûrî bajêr bû. Dewiya hefteyê li Parka Mezin, Dijle û Firat, bi malbata xwe ra pîknîk kirin. Gelek xwarin û kebab çê kiribûn.

Li Parka Mezin, lîstokên zarokan hebûn, Firat û Dijleyê, li gor kêfa xwe lîstin. Gola di nav Parka Mezin da jî gelek heywan têde hebûn. Dayik û bavê wan teybetiyên heywanan ji zarokên xwe ra gotin. Berbe êvarê malbata Firat û Dijleyê, hatin mala xwe. Dijle û Firat, kêfê dawiya hefteyê ya li Parka mezin qet ji bîr nakin.

DEMSAL Û HEWA
Demsal û heva, ji bo jiyanê guhertin û veguhertineke cîhanê tînin. Demsal û heva, her yekî teybetiyên xwe hene. Mîrza, Çinar, Dijle û Firat her çar hevalên hev in. Her çaran apartimana xwe yek in. Her çar jî darin dibistana bi navê Cîgerxwîn û pola wan jî ya 4an bû.

Mîrza, ji demsala havînê hez dikir. Çinar, ji demsala payizê hez dikir. Dijleyê, ji demsala zivistanê hez dikir û Firat jî, ji demsala biharê hez dikir. Her yekî bi reng û kêfa demsalê heziya xwe dianîn.
“Xwendekarno! Dem û demsal, bihar-zivistan, havîn û payiz li pey hev tên guhertin û veguhertin. Lê, însan jî tê guhertin. Bi tenê guhertin nê guhertin.”
Mamosteyê wan jî, her yekî dewra demsala ku jê hez dikirin dida wan û derstpêkirin dida.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *