Salnameya Kurdî ya Nûbiharê ya 2026ê Hate Weşandin

Weşanxaneya Nûbiharê Salnameya Kurdî (Kurmancî) ya sala 2026ê bi xwîneran re parve kir. Ev salname bi formata takvîma pelpelî ya kevneşopî hatiye amadekirin û bi dewlemendiya naverokê û aliyê xwe yê çandî balê dikşîne.

Li rûyê piştî yên takvîma pelpelî ya Nûbiharê; agahiyên dînî, biyografiyên kurt ên kesayetên navdar ên Kurd û cîhanê, hilbijartinên ji edebiyata cîhanê, bûyerên dîrokî yên girîng, çîrokên xweş yên Kurdî û helbestên klasîk ên edebiyata Kurdî cîh digirin. Li rûyê pêşî yên takvîmê jî gotinên pêşiyan, gotinên vecîz, agahiyên “di dîrokê de îro”, meala ayet û hadîsan û demên nimêjê yên bajare hene.

Bi Salnameyê re her weha 8 qapaxên kartonî yên cuda tên pêşkêşkirin ku tê de wêneyên nav û cihên ku li dîrok û çanda Kurdî yên bihêz hiştine cîh digirin. Di van qapaxan de wêneyên Ehmedê Xanî, Şêx Seîd, Medresa Sor (Cizîr), Qesra Îshaq Paşa (Bazîda/Doğubayazıt), Bediüzzaman Saidê Kurdî, Selahaddînê Eyyûbî û Şerefxanê Bedlîsî yên li gel wan jî, di dizaynek taybet de, pênc edîbên Kurd: Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî û Baba Tahirê Uryan bi hev re cîh digirin.

Salnameya Nûbiharê ya 2026ê ku bi Kurdî (Kurmancî) hatiye amadekirin, ji rêya malpera fermî ya serhêl a Nûbiharê an jî li her bajarê ji Nûbihar Komelê û nûnerên kovara Nûbiharê tê temînkirin

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Nivîskar Faîk Ocal pirtûka xwe ya nû ya Kurdî ya bi navê “Çîrokên Axa Min” çap kir.

  Ev pirtûk ji aliyê Weşanên Sîtavê ve hat çapkirin û edîtoriya wê Îsmaîl Dîndar kiriye. Pirtûk ji 60 kurteçîrokan pêk tê. Faîk Ocal ji Semsûrê ye û di vê berhemê de xwendevanan dibe herêma xwe. Di çîrokan de çanda Semsûrê, jiyana eşîra Kosan, xwezaya Çiyayê Spî, kevneşopî, folklor û bîranînên herêmê cih digirin. Di çîrokên “Xweziyên Çiyayê Spî”, “Rêwiyê Çiyayê Spî” û “Hevalê Çiyayê Spî” de Çiyayê Spî derdikeve pêş. Her wiha çîrokên “Giloka Ferêt”, “Pîj”, “Kirkît” û “Teşirêse” çand û mîrata Semsûrê nîşan didin. Ocal tiştên ku li deşta Semsûrê û li Çiyayê Spî dîtine û jiyane, di forma kurteçîrokan de vegotine. Di her çîrokê de bîranîn, hest û êşeke mirovî heye. Taybetiyeke din jî ev e ku hemû çîrok li gorî devoka Kurmanciya Semsûrê hatine nivîsandin. Pirtûkên Kurdî yên Faîk Ocal ev in: 101 Romanên Kurdî (Cilda 1, 2022) 101 Romanên Kurdî (Cilda 2, 2024) 101 Çîrokên Kurdî (2024) Asmîn (2025) 4 Başar 45 Çîrok (2026) Çîrokên Axa Min (2026)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *