Romana navdar a Yaşar Kemal êdî bi Kurdî ye

Romana navdar a nivîskar, efsanebêj û romanivîsê navdar Yaşar Kemal “Ağrıdağı Efsanesi” li Kurdî hate wergerandin û weşandin. Berhema ku rojnameger û nivîskar Salih Kevirbirîji Tirkî wegerandiye Kurdî, li Stenbolê ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve bi navê “Efsaneya Çiyayê Agiriyê” hate weşandin û belavkirin. Kitêb bi bergekî xweşik hatiye çapkirin û ji 136 rûpelan pêk tê.

Naverok û karakterên sereke yên romanê

Romana “Efsaneya Çiyayê Agiriyê” herwekî ji navê xwe jî diyar e, berhemeke di navbera roman û efsaneyê de ye. Lehengê vê efsaneyê Ehmed e. Li gorî vê efsaneyê, hespek tê li ber deriyê Ehmed disekine. Li ser pêşniyara Sofî ku rîspiyê gund e, Ehmed sê caran hespê hatiye ber derî, dibe li cihekî dûr berdide. Lê her sê caran jî hesp vedigere û tê ber deriyê wî. Loma êdî hesp qismetê wî ye û nabe ku bê vegerandin, heger xweyê wî Mîr be, Beg be an jî Paşa be. Derdikeve holê ku hesp, hespê Mehmûd Xanê xweyê Kela Bazîdê ye. Hesp nîşaneya hêzê ye, lê li gorî erf û adetan êdî nabe ku hesp li Mehmûd Xan û Qesrê bê wergerandin. Mehmûd Xan, bi fen û fûtan Ehmed dixapîne û dikeve zîndana Qesra Bazîdê. Di vê navberê de eşq û evîna Ehmed û Gulbihara keça Mehmûd Xan destpê dike. Mehmûd Xan, berê Ehmed dide bilindciyê Çiyayê Agiriyê. Heger ew li serê Çiyayê Agiriyê agirek pêxe, wê keça xwe bidê. Heta wî çaxî ev nebûye para kesî, kesê hewl daye jî ji hêla çiyê ve hatiye daqurtandin. Lê Ehmed êgir pê dixe. 

Roman behsa têkoşîna gelê Bazîdê, Agiriyê û dorhêla wê dike ku li dijî Mehmûd Xan li kêleka Ehmed cihê xwe digire. Herwiha evîna efsaneyî ya Ehmed û Gulbiharê mijara sereke ya vê berhema navdar e. Ji bilî Ehmed û Gulbiharê; Mehmûd Xan, Sofî, Hisoyê Hesinkar, Memoyê Serdergevan, Şêxê Kerwanan û çend beg û axayên Serhedê karakterên sereke yên romanê ne.

Salih Kevirbirî yê wergêrê romanê, di kitêbê de nivîseke spasiyê nivîsandiye û tê de behsa serpêhatiya wergerê, hevnasiya xwe û Yaşar Kemal û spasiya çend kes û saziyan kiriye. Kevirbirîbi van gotinan wergera xwe diyarî nivîskarê mezin ê Kurd Yaşar Kemal kiriye:

Wekî gotina dawî, ez vê wergera Kurdî ya vê romana qerase diyarî rûhê pak ê hosteyê mezin Yaşar Kemal dikim. Wisa hîs dikim û di wê baweriyê de me ku ew niha ji bilindciyên Çiyayê Agiriyê û qeraxên Gola Wanê bi sê denga gazî me/gazî we dike û silavên germ ji hemû dengbêj û çîrokbêjên me dike ku heta niha bûne sedem ku zimanê me yê qedîm heta niha parastî bimîne…

Nivîskar Şeyhmus Diken ê ku Yaşar Kemal ji nêz ve nas dikir, bi navê “Qêrîna Çiyayê Agiriyê” pêşgotina romanê nivîsandiye û tê de bi van hevokan behsa romanê û nivîskarê wê dike:

Hosteyê mezin Yaşar Kemal destanbêjekî mezin e. “Heger ez ne nivîskar û romanivîs bûma, ezê bibûma destanbêjekî ku behsa efsaneyên milet dike.” Ew ji bo ‘Efsaneya Çiyayê Agiriyê’ dibêje: “Mijara kitêbê, mijara min bixwe ye. Li gorî hinekan min ew ji gel guhdarî nekiriye û nivîsiye. Bi her tiştên xwe, bi majara xwe, bi vegotina xwe ya min e. Ez di vê romanê de atmosfera destanê di romana modern de diceribînim.”

Portre ango xêzeke Ahmet Güneştekîn berga kitêbê dixemilîne. “Pêxemberê ku li Agiriyê Digere” navê portreya hunermend û ressamê Kurd ê navdar e. Xêz û nîgarên klasîk ên nava kitêbê ku êdî ew jî wekî kitêbê navdar in, xêz û nîgarên ressamê navdar Abîdîn Dîno ne.

Di dawiya kitêbê de nivîseke wergêrê kitêbê jî heye ku sernavê wê “Têbiniya Wergêr” e. Wergêr di vê nivîsa xwe de, tevî kurteanalîzekê, kilama ku di romanê de bi awayeke nivîskî derbas dibe, çawa ku ji devê dengbêjekî hatibe gotin honandiye û wekî kilam nivîsandiye.

Efsaneya Çiyayê Agiriyê cara yekê sala 1970yî ronahî dîtiye û li seranserê dinyayê li gelek zimanan hatiye wergerandin û çapkirin.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *