Xalê min
Gava kûm û koloz dida serê xwe
Rextê çar perçe ber dida ser bejn û bala xwe
Siwar dibû li mihina kejî dêl hine
Mihîn dibeziya mîna tîrên birûskê
Erd ji hev diçû Ji bêr simên wê mihînê
Ji ber simên bi nal gava kevir dipekiyan
Çirûsk mîna stêrkên asîman ji ber nal difiryan
Bi çavên hûr û simbêlên stûr
Berê xwe dida rêka dûr
Ji heybeta wî av diçikiya li çemê xêbûr
Xalê min xal bû
Ji car û cîrana re ax bû
Ji pîs û nebaşa re xezeb û tofan bû
Li ser serê me civiyan ewrên reş û tarî
Tofan li serê me rabû mîna tavyên biharî
Ewan û fesadan bi hevre soz û peyman dan
Agirê şerê birakûjiyê tevdan
Di nava gelên me de lûlê çekan sar nekirin
Ji gel bi hezaran cangorî kirin
Di vê rûreşîyê de xalê min jî
Bû cangorîyê şerê birakûjî
Ji çavên me xwînrijî
Ew çû bi wê gullê
Dê êm dimirin bi wê kûllê
Kesên bûye û bibe sebeba şerê birakujî
Hezar bî hezar lanet û tifk lê bibarî
Şoreş Xursî
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…