XALÊ MIN

 

Xalê  min

Gava kûm û koloz dida serê xwe

Rextê çar perçe ber dida ser bejn û bala xwe

Siwar dibû li mihina kejî dêl hine

Mihîn dibeziya mîna tîrên birûskê

Erd ji hev diçû Ji bêr simên mihînê

Ji ber simên bi nal gava  kevir dipekiyan

Çirûsk mîna stêrkên asîman ji ber nal difiryan

 

Bi çavên hûr û simbêlên stûr

Berê xwe dida rêka dûr

Ji heybeta av diçikiya li çemê xêbûr

Xalê min xal

Ji car û cîrana re ax  

Ji pîs û nebaşa re xezeb û tofan

 

Li ser serê me civiyan ewrên reş û tarî

Tofan li serê me rabû mîna tavyên biharî

Ewan û fesadan bi hevre soz û peyman dan

Agirê şerê birakûjiyê tevdan

Di nava gelên me de lûlê çekan sar nekirin

Ji gel bi hezaran cangorî kirin

Di rûreşîyê de xalê min

cangorîyê  şerê birakûjî

Ji çavên me xwînrijî

Ew çû bi gullê

êm dimirin bi kûllê

Kesên bûye û bibe sebeba şerê birakujî

Hezar hezar lanet û tifk bibarî

 

Şoreş Xursî

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Ey Hevalo De Were

Ey Hevalo De Were Îşev dilê min li ba işqê  mest û serxweş e Roj, …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *