Silav. Her tim ji me re wiha digotin: Têkoşîn, şer, filan û bêvan hemû ji bedewiyê ducanî ne. Dûre sal derbas bûn û ev têkoşîn û şer tenê barekî qelew î mezin ji me re anîn. Ne mimkûn e ku meriv bi vî barî bimeşe xwînerên ezîz. Di heman pirtûkê de Kampmann wisa dibêje: “Dibe ku hûn dema dimeşin pê bihesin, wek ku di ber xwe re derbas dibin.” Bi qasî nivîsandin û gotinê ne hêsan e, lê carna divê meriv di ber xwe re derbas bibe, herçend xetereya bi dû hiştina beşek ji xwe hebe jî. Hûn her hebin.
Pirtûkzade
![]()
Behra ku xwe bi şevê re pêçandiye, tarîtirîn tişt e mirov dikare lê rast were. Heyv li pişt ewrên bahozê winda bûbû, û aso ji reşahiya ku pêlên wek çiyan tê de bilind dibûn, bi zorê dihate cudakirin, wê hingê ba jî, hemî kefên bi pêlan di behrê re diqewirand. Li herî jêr, platform li ser dawiya werîsên pola û dirêj dihejiya, lingên pola yên ku yek mitro hebû qalindiya wan li binê behrê dileqiyan û ronahiya xwe ya geş bi çemberokî di ser pêlan re vedixistin.
Heşt saet ji destpêka wardiyayê re derbas bûbû; li ser îskeleya teng kembera xwe ya ewlehiyê li xwe aland û bi her du destan bi lengerên sondajê girt. Nêma şor mîna girdaveke qewîn û gurr dora wî girtibû û ew demeke dirêj li benda îşareta dawiya kar bû. Ger Pippo bûya, dê zû de wan kiribû hundir, lê gerînendeyê nû qet xem nedikir; bi ya wan xeniqîn çêtir bû ji rawestandina sondajê. Waclaw bi zinginiya baranê dihesiya ji lingên îskeleyê pêjna peşkan dihat, fikirî, belkî platformê vala bikin, lê êdî nedibû, hew tenê dikariya li bendê bimîne; ji ber ku baran hema hema dirêjkirî di ber projektoran re derbas dibû û xalên cebirandî dihejiyan û hey dihejiyan; behr wek qefleyeke dîn û har êrîşî platformê dikir, pêl ji bahozê direviyan û her tişt ber bi wan ve dihat. Li herî jêr zilamên ku li ser tableya zivronekî disekinin, dît ku tiştek digotin, devê wan vedibû dihat girtin, lê tenê tiştê ku dihat bihîstin ba û pêlên kefketî bûn; Dûr li jêr wî zilamên ku li ser maseya zivirandinê rawestabûn dît ku tiştek digotin, devê wan dihejiya, lê tiştê ku dihat bihîstin tenê ba û pêlên kefketî bûn; qaqlîbazek baskên xwe yên ku binê wê spî dikirin, çend caran belasebeb lêda.
Bi ser zengila dawiya kar ve nîv saet derbas bûbû lê bi zorê karîn dev jê berdin. Aniha tenê hewl dida ku xwe bigire, hişk li ser pêlika tengok sekinî û li bendê ma. Sondagerên din zû winda bûbûn, yekî deriyê giran ê kozikan vekiribû; tîrêjeke rohniyê dît û koma yekem kete hundir. Ji ber sermayê hestiyên wî qerisîbûn, gavên wî giran û hişk, lingên wî pêlikên şil dizanibû, navbera wan nas dikir. Ji zû de av ketibû binê çermika petrolê, û Waclaw dicemidî, lê piştî ku hatibû binê platformê jî, xwe hişk digirt.
Rohniya hundir geş, germahiya wê xweş bû, tewra ew cihê piçûk ku pêlavên xwe datanîn ser refikan û kincên xwe dadileqandin ji bo zuwa bibin, ne sar bû. Heta dikare bê gotin dilxweş bû ji ber ku dawiya dawî ligel ewên din di ciheke germ de bû. Tîmeke nû bû, tenê çend hebên wan ji demeke dirêj ve nas dikir, mîna Albert, ku berpirsiyarê ew tableya jêrîn a zivronek bû. Ba û bahoz hîn dijwartir bûbûn. Bêyî ku biaxive, Waclaw şimikên serşokê li piyê xwe kir û di korîdora teng de ber bi kozika xwe meşiya. Ronahî ji hundir de dibiriqî, lê nivîna Mátyás vala bû. Lihêf li textika xwarê bûn, û ji bo bîskekê fikirî ku Mátyás di binê wan de bi xew ve çûye, lê kes tune bû. Guhdank daleqandî bûn, Walkman li tenişta balîfê bû. Waclaw kabloyê bi destê xwe gerand. “Mátyás,” got, bi dengekî meraqdar. Bêyî ku li benda bersivê bimîne, deriyê hemamê vekir. Saet çarê sibê bû. Ava germ vekir.
Anja Kampmann – Her ku Av Bilind Dibin
Wie hoch die Wasser steigen, Weşanên Hanser, r. 13-15, Wergera Ji Almanî: Bariş H. Karan
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…