Dîroka Folklorê

Her wekî ku tê zanîn, folklor bi xwe beşek ji çandê ye. Afirandina çandê wekî çalakiya mirovayiyê bi çêkirina aletên seretayî yên keviran dest pê dike.

Li gorî lêkolîn û çavkaniyên arkeolojîk ev afirandin cara yekem beriya 3 milyon salan li Rojhilata Navîna Efrîqayê dest pê kiriye. Lewra wan kevir bizanebûn bi kar anîne. (1) Mirovên wê demê ne tenê bi zanîn kevir bi kar anîne her wiha teşe jî dane keviran. Wan kevir tûj kiriye, pê goşt biriye an çermê lawirên kuştî ji ser wan kiriye. Çêkirina aletên kevir di heman demê de bû destpêka zanistiyê jî. Wekî ku dîroknasê zanistê John Desmond Bernal jî destnîşan dike heta beriya du sed salan, kesên sihêrbaz, aşpêj an nalbend di heman demê de wekî zana û karên wan jî beşek ji zanistê dihat pejirandin. (2) Hînbûn û veguhastina vê zanînê derfet da nifşên mirovan ên nûhatî ku bikarin wekî bavûkalên xwe ew jî aletan çêbikin û yên nû jî biafirînin.

Ji aliyekî din ve piştî ku mirov bi cudayiya xwe ya li ser rûyê erdê tê gihiştin, ketin nava hewldanan ku xwe ji bandora siruştê biparêzin. Demeke dirêj di şikeft û qulên çiyayan de jiyan. Her çiqas îro jî hîn ne diyar e bê kîjan demê bîreweriya di derbarê mirinê de bi mirovan re peyda bûye, hin belgeyên arkeolojîk nîşan didin ku bi kêmasî ji berî 60 hezar sal û vir ve mirov miriyên xwe vedişêrin. Wekî mînak li çiyayên Zagrosê, di şikefta Şanîdar de lêkolîneran tirba miriyekî ku beriya 60 hezar sal miribû kifş kirine. Bi heman rengî li Fransa û Îtalyayê, di hinek şikeftan de tirbên du kêsên ku beri 50 hezar salan miribûn hatin dîtin. (3) Binaxkirina miriyan di tirban de destpêka bîreweriya der bareyê axretê de nişan dide; yanî mirov êdî bawer dike ku piştî mirinê jiyaneke nû dest pê dike. Ev bawerî di heman demê de bingehên dînan jî pêk aniye. (4) Piştre ev her du çalakiyên mirovayiyê yanî afirandina keresteyan û bîreweriya der bareyê axretê de her pêş ketine û piştî niştecîbûna mirovan dewlemendtir bûne. Bi niştecîbûnê re, ku wekî destpêka cotkarî û pezxwedîkirinê tê zanîn, ji aliyekî ve aletên curbicur hatine afirandin, ji aliyekî din ve keşfkirin û naskirina siruştê ji hemû aliyan ve pêş ketiye, şirove û watedayîna der bareyê wê de her çûye zêde bûne. Ew şîrove û watedayînên di derbarê siruştê de ji destan û efsanêyên dîrokî re bûne bingeh.

Her wiha ev çalakiyên seretayî tevde bûne çavkaniyên zanîna gelan ku îro wekî folklor tê binavkirin. Dîn, felsefe, etîk, bawerî, huner, qanûnên civakî û gelek qadên din ku di jiyan û hişmendiya civakê de çanda civakî û atmosfera manewî pêk tînin, ji van çavkaniyên seretayî peyde bûne. Di vî warî de folklor, xwedî cihekî taybet e. Folklor, di pêkhatina çanda civakê de, xwedî rolekî bingehîn e. Lewra afirîneriya civakî, hîn di destpêkê de, di hêmanên folklorî de rû daye.

Dîroka berhevkirina keresteyên folklorê bi qasî dîroka neteweyên cihanê kevn e. Di avakirina neteweyên hemdem (bi taybetî yên Ewrûpî) û çandên neteweyî de folklor û xebatên folklorî roleke bingehî lîstine. (5) Her çend bi armancên curbicur hatibin amadekirin jî hemû belge, nivîstek, peyker, wêne û hwd. dikarin wek keresteyên folklorê bên bikaranîn û sûd ji wan bê girtin.

Di warê lêkolîna folklorê de nivîskarê yekem Pausanis (B.Z. sedsala II.) e ku wî li Yewnana Antîk, behsa jiyan û baweriyên welatê xwe kiriye. Berhema wî ya bi navê Perigosis Tes Ellades (Şayesa Yewnanîstanê) di warê lêkolîna folklorê de xebata yekem e. Her wiha di xebatên dîroknasên wek Herodot (B.Z. 425) û Strabon (B.Z. sedsala I.) de jî agahiyên der bareyê gelên din de hene. Lê belê ev ne bi armanca lêkolînî ya folklorî ne. Di sedsala X.an de gerzanên ereb, Îbnu Fazlan û Ebû Dulef; di sedsala XIIIan de Marco Polo, di sedsala XIVan de jî Îbnu Batûta di seyahatnameyên xwe de der bareyê welatên ku lê geriyane de gelek agahiyên folklorî dane.

1. Robert Clarke, Naissance de l’Homme, Weşanxana Editions du Seuil, Paris, 1980, r. 28-29.
2. John Desmond Bernal, Tarihte Bilim, wer. Tonguç Ok, weşanxaneya Evrensel, İstanbul, 2009, r. 44.
3. Robert Clarke, h.b. r. 97-98.
4. H.b. r. 99-101. 5. Bnr. Anne-Marie Thiesse, h.b.

Ji Pirtûka JI DESTPÊKÊ HETA NIHA FOLKLORA KURDÎ
Prof. Dr. Kadri YILDIRIM – Ramazan PERTEV – Mustafa ASLAN

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Hinek leyîstokên Kurdan ên kevnar

Kerkê Kerajo Kerkê kerajoyê di navbera du tîman de tê leyîstîn. Divê her timek ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *