Xutbeya Cejna Remezanê | Roja Biratiyê û Şahiyê

Dîrok: 30.03.2025

Gelî Musulmana!
Remezan a ku serê wê rehmet, nava wê mexfîret, dawiya wê azadbûna ji cehnemê ye, va ye bi xêr û xweşî derbas bû û em gîhîştin Cejna Remezanê, hemd û spasî ji Xweda ra. Ew pêxemberê ku qedrê wan cejnên ku şîarên İslamê ne bi me da hînkirinê selat û selam li wî û li al û eshabê wî bin. Cejna Remezanê li we pîrozbe.

Gelî Musulmana!
İro cejn e, roja kêf û şahiyê ye. Guh bidin vê agahdariya Cenabê Pêxember ku difermê: “Ji hev û din çavnebariyê nekin, pişta xwe bi hev da nekin, je hev nexeyidin, bera rikê we ji hev neyê. Gelî bendeyê Xweda! Ji hev ra bibin bira!” (1) roj ew roja ye deriyê dilê xwe ji hev ra vekin, xeydê xwe bidin alîkî, dest bidin hev.
İro cejn e. Cejn, ew roja ye ku; têda xweşikaya İslamê, exlaqê nişmî yê Cenabê Pêxember, ‘urf û ‘edet û çanda me ya ku ji Qur’an û sûnnetê hatine bi nesl û nifşê xwe yên nûw didin hînkirin. Ew roja ye ku; têda nirxê xwe yên me’newî û netewî dijîn û didin jiyandinê.

Gelî Musulmana!
İro cejn e. Rojê cejnan ne ew roj in ku; merû ji dê û bavê xwe, ji meriv û dost û heval û hogirê xwe, ji kesê hewcedar dûr dikeve, naxêr! Belkî rojê cejnan ew roj in ku; eger dê û bav hewcedar bin îhtiyaciyê wan pêk tînin, destê wan radimûsin, pê dibin naîlê dû’ayê wan. Cejn, ew roj in ku têda ji bermaliya xwe ra zarê xwe yê şîrin û rûyê xwe yê geş; ji zarûyê xwe yên ku çavronikayî malê ne hezkirin û dilbêşiya xwe nîşan didin. Cejn, ew roj in ku dibin mezherê mizgîniya Cenabê Pêxember ku difermê: “Gelî însana! Silavdanê nav xwe da belavkin, xwarinê bidin, miqateyi merivê xwe bin, (bi şev) xelk di xewê da be hûn li şevnimêjan bin daku bi silametî herin beheştê.” (2) Cejn, rojê dilxweşiyê û aramê ne, rojê sileyê rehmê ne, rojê pirsîna li cîranan in; vekirina deriyê jar û feqîr û kal û pîran in, rojê misdana serê sêwî û bêkesan in, rojê pêkanîna pêdiviyê wan in; rojê xweşkirina dilê wan in, rojê alîkariyê û parvekirinê ne. Rojê dûayê xêrê ne ji bona şehîd û xaziyên rêya heq û rojê yadkirina miriyên çûne diyarê axiretê.

Gelî Musulmana!
İro ‘eydî ye. Bi angorî fermana Xweda yê jorîn ku difermê: “İmandar bes bira ne; wekî wer e navbera birayê xwe çêkin, ji Xwedê bitirsin daku bibin mezherê rehmetê.” (3) roja cejnê ew roja ye gotî xeydê xwe yên ku sedemên bîhntengiyê ne bidin alîkî, destê xwe bidin hev û şahiya cejna xwe bikin bi kêfxweşî. Cejn, ew roja ye gotî ji hev ra dilbêş bin, bi hezkirin û bi evîn bin, çawa ku hedîsa Cenabê Pêxember difermê: “Bawermend, di hezkirina hev û din da, di dilbêşiya ji hev ra, fenanî termekî ne ku gava weslekî wî biêşe wesleyê mayi tev vêra diêşin.” (4) ‘Eydî, ew roja ye ku bi îcaba vê fermana Heq Te’ala dikin وَاَط۪يعُوا اللّٰهَ وَرَسُولَهُ وَلَا تَنَازَعُوا فَتَفْشَلُوا وَتَذْهَبَ ر۪يحُكُمْ “Bi ya Xwedê û Qasidê wî bikin, nekevin qirika hev da, hûnê şerpeze bin û ewê hêz û quweta we ji dest we here” (5) piştê didin hev, heqê hev û dinê diparêzin û miqateyê biratiya xwe dibin.

Gelî Musulmana!
Vê serê siba pîroz a cejnê da dilê me hemûyan tijî bi kêf û şahî ye; lê mixabin li Xezzeyê û li gelek deverê welatê musulmanan gelek musulman hene ji kêf û şahiya cejnê mehrûm in. Siyonîst û zalimên zordestên wek wan; jin û mêran, piçûk û mezinan dikujin. Nahêlin ew xwûşk û birayê me jî ji berê vê jiyana şîrin bixwun. Nahêlin ew belengazana loqek nan, qimek av bidest xwe bixînin. Tu carî ji bîr nekin; zulim nakudîne û zalimên zordest her ewê têkbiçin. وَاللّٰهُ مُتِمُّ نُورِه۪ وَلَوْ كَرِهَ الْـكَافِرُونَ “Gawir heznekin jî Xweda her dê nûra xwe bigîhîne serî.” (6) Rojên ku xwang û birangê me têda bi xweşî û bi aram cejna xwe bikin her dê werin. Ya li me ew e; wê destegîriya ku em ji wan ra dikin bidin dewamkirinê. Kezeba me dişewite û zimanê dilê me ewha feryad û fîxan dike:

Gelî Musulmana!
Li Xezzeyê û li deverên din xelk hene tên tunekirin; heyanî kînga emê ewha rawestin, emê kînga bibin yekdest û dawî li zulma zaliman bînin.

Gelî İnsana!
Li Xezzê mirovatî li ber mirinê ye; gotî çiqa zar-zêç bimirin ku bona rûmeta însaniyeta xwe li hemberî vê zulmê rabin serî hildin?
Vê siba cejnê da ji dil û can dûakin û bêjin: amîn daku di me da şi’ûra ummetperweriyê xurt be, birayê me yên dînî zexm bin, bona ew xwîn û hêsirên li Xezzeyê û li deverê din ên welatê musulmanan tê rêhtinê bisekinin. Cejna gelê me û ya hemî musulmanê cîhanê ji dil û can pîroz dikim!

1. Bûxarî, Edeb, 57.
2. Tirmizî, Sîfetû’l-Qiyame, 42.
3. Hûcûrat, 49/10.
4. Mûslim, Bîrr, 66.
5. Enfal, 8/46.
6. Seff, 61/8.

Mela ‘Ebdûsselamê Şadî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *