Ez û Çivîkê | Sadullah TAŞAN

Îro piştî limêja esrê dîya min telefonê min kir. Ji min re got: “Kurê min! Were qata jorê, çay hazir e. Were çaya xwe vexwe êdî tu herî ku derê serbest î.” Min jê re got: “Temam ez ê vêga werim.” Dema ez çûm balê min wêne û vîdeoyên ku min şevê din li ser çiyayên Eyndarê kişandibû nîşanê wê da. Gelek kêfxweş bû û got: Malbata te hindik ma were. Dema hatin êdî tu nikarî her roj herî derekî, li kêfa xwe binêrî. Ez û bavê te nikarin bigerin qena tu bigere û ji me re jî wêneyên wan derên xweş bikşîne. Înca ka bibêje îro tê herî ku derê?” Min got: “Dayê ya bi xêr. Ez ê bikevim rê êdî ka ku der û çi di nesîbê min de heye Xwedê dizanî.”

Min çaya xwe vexwar piştî li ereba xwe siwar bûm qena dîsa herim gundê Eyndarê. Eyndar girêdayî Misirca Sêrtê ye. Gundekî kevnar û dîrokî ye. Di navbera çiyayan de hatiye avakirin. Tê de zehf kanîyên xweş, zevî, bostan û rez hene bi taybetî tirî, heşîr û hinarên Eyndarê gelek xweş û bi tehm in. Dema ez zarok bûm bavê min li wir meletî dikir. Heta xortbûna xwe jiyana min li wir, li ser teht û çiyayan û di nav şikeftan de derbas bû. Carina ez û bavê xwe diçun nêçîrê, carina li rez û bostanan bûm. Carina min ji kaniyê av dianî. Geh li ser daran bûm geh li bin daran. Min û hevalên xwe bi hev re dileyizt. Me xaniyên bi kevir û herî çêdikir… Ji bo min ew rojên berê wek rojên ji bihuştê bûn.

Eva 27 sal e ji gund derketime. Lê dilê min, mejiyê min û xeyalên min li gund e. Kengê firset bibînin diçim Eyndarê. Li teht, çiya, kanî û bostanên wî digerim. Rojên berê yad dikim. Demekê kin be jî ji xirexir û ji cirecira bajar xilas dibim. Bi vî awayî behna min derdikeve.

Ka em dev ji berê berdin û werin ser çûyîna gund. Dema gihîştim nîvê rê min lê mêze kir çivîkeka biçûk û gelek xweşik li ser rê sekiniye. Jê re tê gotin çivîka şeytanok. (Çalı Bülbülü) Min sur’eta xwe kêm kim. Nêzîktir bûm dîsa ne firiya. Min di dilê xwe de wisa gerand: “Ev çivîk çima nafire? Gelo nexweş e? Derdekî wî heye? Bibêbextî lê hatiye kirin? Ji yarê xwe dûr ketiye? Ferxikên wî mirine? Li benda min e? Tîn bûye an jî perê wî şikestiye…”
Min erebê sekinand. Derîyê erebê vekir û peya bûm. Çum ber çivîkê dîsa ne firiya. Min bala xwe dayê taqet tê de nemaye. Devê wî ji tîna vekiri maye. Kezeba wî ji bêavbûnê peritiye. Min wî ji erdê hilda û da destê xwe. Di erebê de şuşeyek av hebû. Min hinek av xist devikê şuşê û min jê re got: “De hadê kerem bike! Vexwe heta kezeba te rehet be!” Civik, min ne şikand heta dilê xwe rehet kir ji ava Kewserê vexwar. Erê bi rastî ew av ne ya Kewserê bû lê ji bo wî ava jiyanê bû.

Piştî demekî kin hat ser hişê xwe. Kêfa wî hat û madê wî xweş bû. Bu wîçe wîça wî. Min jê fêm kir ku wisa dibêje: “Wey mala te ava mirovê birehm. Xwedê her tim bi te re be. ÎnşaEllah bi saya vê xêrê tê bikevî cennetê û ji ava Kewserê heta kezeba te rehet bibe vexwî. Ez ê jî hingî li ser dara Tûba gazî te bikim û ji te bibêjim: Afiyet û Noşîcan be!” Piştî ku gotinên wî qediya min jê re got: “Min tenê qurtek av da te. Tu henekê xwe bi min dikî?” Çivîkê got: “Na heyra Welleh ez tinaz nakim rastiyê dibêjim. Tu nizanî ka ê çi bibe wesîle ku tu ji dojejê azad bibî. Carina tiştekî biçûk jî dibe sedema bexşandina gunehan. Qey te seh nekiriye ku Pêxemberê Xwedê gotiye: “Bi nîv xurme be jî xwe ji agir biparêzin.” (1)

Ka bisekine ez ê di vî warî de meseleyeka din bibêjim. Qenc guhdarî bike qena carekê din tu tiştên xêr yên biçûk bêqîmet nebînî: Di demekê de mirovek di rê de diçû, pir tî bibû. Rastî bîrekê hat, çû di wê bîrê de av vexwar, paşê jê derket, dît ku seyek ji tîna heriya şil dialêse. Ew mirov ji xwe re got: Sond dixwim bi Xwedê ev kûçik jî wekî min tîn bûye. Wê çaxê dîsa çû kete bîrê sola xwe tijî av kir, xiste devê xwe û ji bîrê derket. Wê avê da se. Li ser vî karê wî, Xwedê Te’ala jê razî bû û wî mirovî ’efû kir.” Sehabiyan gotin: Ya Resulê Xwedê! Di der heqê heywanan de jî, ji bo me xêr heye? Got: “Di derbarê her heywanê ku kezeba wî heye ji we re xêr heye.”(2)

Piştî van gotinên wî yên rast û bi hîkmet min jê re got: “Çivîkê Xwedê te çiqas xweşik û şêrîn çêkiriye. Lîsanê te yê hal jî zehf heqîqetên xweş dibêje. Ez qurbana Xwedayê te bim. Li malê ez tenê me. Tu bibe mêvanê min. Piştî çend rojan zarokên min jî dê werin ê zehf ji te hez bikin. Tê bibî ronahiya çavên me. Ezê qefeseka ji zêran ji te re çêkim. Ji vêga pêve tu hevalê min î. Ezê hemû derd û keserên xwe ji te re bibêjim. Ezê xwarin û vexwarinên herî xweş bidime te. Tenê daxwazeka min ji te heye. Nebe yarê bê wefa, min tenê nehile bes e.”

Çivîkê bi lîsanê xwe got: “Malî ava mirovê dilxwaz. Te qurtek av da min înca tê min bixî êsîr û bindest. Qewmê min jî heye! Dê û bavê min, ferxikên min jî hene! Qey ez wek mirovan bê wefa me ku dev ji ax, welat, ziman û hezkiriyên xwe berdim! Ji kerema xwe min di nav lepên xwe de neêşîne. Baweriya min bi mirovan nemaye. Hema çi candarên xweşik bibînin ji xwe re dibin. Wan ji welat û qewmên wan cuda dikin. Wan dixin qefesan. Qefesa ku tu ji bo min çêkî ji mucewherên bihuştê be jî ji bo min ferq nake. Gava ez ji yar û hevalên xwe biqetim bihuştê jî naxwazim. Ji mirovan kirî dinya tenê yê wan e. Em jî hene. Mafê me yê jiyan û azadiyê jî heye. Em wek we li hemberê Rebbê xwe jî dernakevin. Her tim şikirdar in. Lê hûn mirov qenciyek dikin heta hetayiyê jibîr nakin. Ev car ez mecbûrê te bûm. Xwedê te kir wesîla rizqê min. Bi minnet û eziyet xêra xwe li haşê nebe. Ji kerema xwe min azad bike. Ferxikê min di hêlînê de li benda min in. Hêj ezê herim ji bo wan kuliyan bigrim û berim. Ma ku zarokên te birçî li malê li benda te bin qena tu pêdiviyên wan ji wan re berî lê lêşker te bigirin û berin girtîgehê dê xweşê te were? Hinek nefs û qiyas bike!

Vê yekê jî nebêjim dilê min rehet nabe: Delalî û xweşikbûn îmtîhana herî mezin e. Ev xweşikbûna ku Xwedê da ye me bûye bela serê me. Ger endam û dengê me wek qişikan bibûna kesî me nedixist qefesan û me ji welat û qewmên me cuda nedikir. Şîreta min ji we mirovan re jî ew e ku hûn meziyetên xwe biveşêrin. Qeşengî û delaliya xwe ji mirovên namehrem biparêzin qena hûn xwe ji hesûdî û ji xirabiya mirovan biparêzin. Qey hûn hizr dikin Xwedê beradayî û bila sebep tesettûrê emr kiriye? Nexêr zehf armancên tesettûrê hene yek ji wan jî ew e ku keç û hermet ji çavên xiraban, ji hesûdî û ji xirabiyê werin parastin. Belê Tesettûr, li hemberê rêşaşan mertala herî bi bandor e. Teşhirkirina laş mirov bêqîmet dike. Hûn bixwazin li dinyayê û li axîretê serbilind bin di heqê tesettûrê de gotina Xwedê û pêxemberê wî pêk bînin. Min ji were ya xêrê got. Êdî hûn bi qîma xwe ne.

Min ji çivîkê re got: Delalê! Tu xweş û rast dibêjî. Ev mesele muhîm e. Lewra her roj tiştên wusa diqewimin ku nayê gotin. Jin çi dikin jî xwe ji xirabiya rêşaşan xilas nakin. Ji kerema xwe ka di vê warê de hinekî din şîretan bike.
Çivîkê got: Belê mirovên xirab zehf in û zehf buyerên bijan diqewimin. Lê Jin jî ne bêguneh in. Hinek jin her derê xwe vedikin û dibin hevalên xiraban elbet dê ji wan zerar bibînin. Erê çi bibe bila bibe dîsa jî tiştên tînin serê hermetan nayê qebûlkirin. Lê divê hermet jî bi heya bin, nebin hevalê xiraban. Bi her awayî xwe ji civata xiraban biparêzin. Li gor şer’a Muhammed (s) jiyana xwe bidomînin.
Çivîkê domand: “Ka dêna xwe bide min ez ê serpêhatiyek ji te re bibêjim qena girîngiya xweparastinê bikeve serê te. Xezaleka gelek bedew hebû. Hêj yek salî bû. Bê îzna malbata xwe bi tena serê xwe diçû çolê. Çend caran dê û bavê wê hişyarî didanê û jê re digotin: “Delala malê û kezabê dilê me! Ji xwe re hevalên qenc bibîne. Bizabine ku Xwedê bi qencîkaran re ye. Bê îzna me dernekeve derva ku tu derketî jî bi serê xwe neçe daristanê. Li daristanê gelek gur û heywanên wehşî hene. Xirab û neyaran hemû deran dorpêç kiriye. Mezinên me jî wezîfeya xwe nakin. Yên xirab perwerde nakin. Ji bo dev ji xirabêyê berdin wan isleh nakin. Ji ber vê yekê zinhar tu miqate bî! Nexwe tê bibî xwarina ajalan.” Xezala biçûk ji dê û bavê xwe re digot baş e. Lê gotin û tevgerên wî hev nedigirt. Dema ji ber çavên wan wunda dibû direviya. Diçû daristanê. Di dilê xwe de jî wusa digot: “Dê û bavê min çiqas tirsonek in û nezanin! Nahêlin ez li gor dilê xwe bijîm. Bê azadî jiyan nabe. Bijî berxwedana azadiyê!”

Xezala biçûk rojek li daristanê laqî roviyek hat. Pê re bû heval. Hemû wextê xwe pê re derbas dikir. Bi hev re dileyistin, xwarinên xweş dixwarin û li eynî cîh radizan. Dilê xezalê gelek pak û saf bû lê rovî gelek fêlbaz bû. Dixwest xezalê ji bo karên xwe bikarbîne. Bi vê niyetê ji şevekî ji xezalê re got: “Delal û ruhê min! Were îro em herin mêvaniya hinek dostên min. Îro ziyafet didin. Xwarinên xweş û xelatên giranbûha belav dikin” Xezalê got: “Gelek baş e. Hema rabe em herin!”

Bi hev re ji şikeftê derketin. Di rê de rovî dît ku ji daristanê xişexiş tê. Dêna xwe dayê ku hinek gurên birçî mirîşkek girtine. Dixwazin di nav hev de parî bikin lê bi hev nakin. Rovî ji xezalê re got: “Cana min! Tu xwe li pişt vê darê biveşêre. Bila te nebînin ku te dîtin dê dîya te şîna te bike. Ez ê herim şerîeta wan. Mirîşkê di navbera wan de parî bikim. Heya ez werim ji cihê xwe nelebite vêga ez ê werim.” Xezalê got baş e. Rovî çû ba guran û ji wan re got: “Silav hevalên hêja! Ez lê dinihêrim ku hûn nikarin vê mirîşkê parî bikin. Ez zehf birçî bûme. Ku hûn mirîşkê bidin min ez ê jî cihê xezaleka gelek ciwan nîşanê we bidim. Goştê wê têra we hemûyan dike.” Guran got: “Ser seran û ser çavan. Ji xwe em jî tiştekî wusa dixwazin.”

Rovî cihê xezalê ji wan re got. Guran xezalê ji her aliyan dorpêç kirin. Piştî êriş kirin û wê zeft kirin. Dema guran xezalê anîn cem serokê xwe, serokê wan ji xezalê re got: “Em ê vêga te bi afiyet bixwin. Te vê yekê heq kiriye. Ji ber ku te xeberê dê û bavê xwe nekir, roviyê xirab û hîlebaz ji xwe re xist heval ev encam hat serê te. Dê û bavê te ji bo tu azad bijî û nebî bindestên stemkaran şîretan li te dikirin. Lê te vê yekê fêm nedikir.” Rovî jî ji dûr ve ji xezalê re got: “Serê dê û bavê te sax be. Zor spas ku tu bûyî wesîla rizqê min. Goştê te ji guran re noşîcan be!” Xezal gelek poşman bibû lê êdî tiştek ji destên wê nedihat. Xwe li ber guran dirêj kir û got: “Min vê yekê heq kiriye. Goştê min ji we re afîyet û noşîcan be.”
Piştî van gotinên çivîkê min jê re got: “Heyra Welleh tu mafdar î. Hemû gotinên te wek durr bi qîmet in. Ez naxwazim tu min tenê bihêlî lê ji ber van şîretên te yên gelek xweşik û watedar piştî çend deqîqeyên din ezê te azad bikim.” Çewa min wî di nav lepên xwe de sist kir lêda û firiya. Li ser çiqilekî darê danî. Li min mêze kir û got: Şikir ji Xwedê re ku min xwe ji destên te xilas kir. Belê dilê te dixwest ku tu min azad bikî lê nefsa te ji te te re digot çivîk zehf xweşik e. Wî ji xwe re bere malê û bixe qefesê. Baş bû min nehişt nefsa te biserkeve.” Bi dilekî xembar min jê re got: “Tu gelek rast diaxivî. Elhemdulillah ku ez neketim gunehên we. Oxira te jî ya xêrê be çivîka xweşik. Dîsa ez mam tenê lê canê te sax be. Hema tu û qewmên xwe bi selamet bin dilê min e. Ev jî qedera min e. Çivîkê! Ka bisekine ezê tiştekî din ji te re bibêjim: Tu dizanî Husna hebîb û lutfê yar avêtiye dilê min işqa xeddar. (3) Ruhê min li vê dinê xerîb e. Ji yarê xwe dûr ketiye. Di qefesa bedenê de zare zar dike. Dê roja min jî were. Rojekî ez ê jî wek te azad bibim. Selama Xwedê li ser te û li ser hemû dildaran be.”

1.Buxarî û Muslim
2.Buxarî, Enbiya
3.Melayê Cizîrî, Dîwan

02/08/2024
Sadullah TAŞAN

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Ey Hevalo De Were

Ey Hevalo De Were Îşev dilê min li ba işqê  mest û serxweş e Roj, …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *