Di sala 1944an li gundê Melle Osman ya Qereyazî yê ji dayik bû. Di 14’ê Adara 2025’an de li Îzmîrê jiyana xwe ji dest da. Di sala 1970î de li Zanîngeha Erziromê Fakûlteya Îktîsadê beşa aborînasiyê qedand. Di salên 1965-66an de ji ber sedemên siyasî haten girtin.
Di sala 1969´î de dest bi nivîskariya pisporî kir û di hin rojname û kovarên girîng yên wê demê de li ser kêşeya kurd nivîsaran nivîsand. Piştî damezrandina Partiya Karkerên Tirkiyê (TİP), dest bi xebatên siyasî kir. Piştî 12ê adara 1970î da ji ber îdareya leşkerî çû derveyî welêt û li Swêd bi cîh bû. Heta sala 1978an li wê derê mamostetiyê kir. Di sala 1977´î de vegeriya welêt. Di sala 1979an mala xwe bir Îzmîrê.
Berhem
Şairê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê, Lêkolîn, Weşanên Deng, Çiriya pêşîn 1996, Stenbol, 216 rûpel.
Ker û Kulîlk, Destan, 1993 (Li Swîsreyê bi zimanê Almanî hatiye çapkirin.)
Siyabend û Xecê, Destan, Îzmîr, 1993, 77 rûpel.
Serhildana Seyîdan û Berazan, Weşanên Pêrî, 2009, 167 rûpel.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…