Nirxandina pirtûka ‘Çîrokên Wenda’ I Lokman Polat

Pirtûka birêz Emîn Sarî ya bi nave ”Kayip Oykuler / Çîrokên Wenda” di nav weşanên ”Sîtav” de li bajarê Wanê derketiye. Pirtûk 131 rûpel e. Berga pirtûkê balkêş e.

Di bin sernavê pirtûkê de ”Zeryandan Kaçiş / Reva ji Zeryanê yan jî Ji Zeryanê rev” hatiye nivîsîn. Ev nav mirov dixe meraqê. Ka gelo kê ji Zeryanê reviyaye? Zeryan likur e?

Pirtûka çîrokan du car hatiye çapkirin, carek di sala 2019 û cara duyem di sala 2021ê de çap bûye. Nivîskarê pirtûkê Emîn Sarî ji navçeya Geverê/Yuksekova ya girêdayê Hekariyê/Çolamergê ye. Wî karê wênekişiyê kiriye û di komeleya ”Kurdî-Der”ê de û di HDPê de xebat kiriye, xebitiye. Niha jî ew li bajarê Wanê kar û xebata weşangeriyê pêk tine. Pirtûka wî ya bi nave ”Kurşunlu Yillar/Salên Guleyan” ji alî dadgeha dewleta dagirker a kemalîst ve hatiye qedexe kirin û civandin.

Di pirtûkê de 8 çîrok hene. Ez ê bi kurtahî behsa naveroka pirtûkê û herweha behsa wan çîrokan bikim. Çîroka yekemîn a di pirtûkê de çîroka sernavê wê ”Kêm dibin”e.

Di vê çîrokê de malbateke gundî û jiyana malbatê a zahmet di gund de û herweha bi berferehî qala gund tê kirin. Di gund de hinek gundî ji ber neçariya aborî bi hespan û qantiran qaçaxgerî dikin. Qaçaxgerekî tê girtin û di qereqolê de bi wî şkence dikin. Çîrokek rastiya qaçaxgeran û gundên nêzîkê sînor rave dike.

Kayıp Öyküler Zeryan'dan Kaçış : Emin Sarı: Amazon.com.tr: KitapDi çîroka sernavê wê ”Mirina Dirêj” de alegorî heye. Ev çîrok tam ligor ekola edebî/wêjeyî ya berhemên alegorîk e. Taswîra navçeyek heye, lê ev navçe weke du welatên ji hevûdu bi her awayî cuda ne. Vebêjê pirtûka ”çîrokên wenda” weha dibêje : ”Ev navçe zivistanê ciheke taybet bû. Tu çiqas berbi rojava ve biçûna ewqas roj û germahî, çiqas ber bi rojhilat ve biçûna ewqas berf û serma. Zivistana navçeyê mirov nediwestand,bêbarîn derbas dibû……. Rojava welatê tav û behrê bû, cihê kêfê bû, rojhilat jî welatê serma û çiyayan bû, cihê têkoşînê bû.” Binêr rûpel: 27.

Ahmed û Rûbar hevalên hev in û diçine rêwîtiyê. Li serê riyan leşkerên dewleta dagirker arebeyan didine seknandin û kontrol dikin. Serpêhatiyên wan ên rêwîtiya gera welat tê qal kirin. Dema herdu heval bi araba xwe di kendalê çiyayek de derin, aşîda berfê radibe û ew di bin aşîda berfê de dimînin. Ew bi arebeya xwe ve di bin berfê de ne. Gelo ew paşê çawa xilas dibin? Yan jî gelo ew ji bin berfê xilas dibin yan na? Lêbelê çi heyf ku ew xilas nabin. Herdu jî di bin aşîda berfê de diçine ser heqiya xwe.

Di çîroka ”Tunebûna Eşqiyatiyê” yan jî Eşqiyatiya Tunebûnê” de çîrokbêj/nivîskar xwendevanan dibe salên 1946 û 1947an. Ev herdu sal di dîroka nêzîk a Kurd û Kurdistanê de du salên gelek girîng in. Sala 1946 damezrandin û têkçûna Komara Kurd a Mahabatê û darvekirina serokê nemir Qazî Muhamed e. Sala 1947 jî rêveçûna meşa dirêj a çûyina serokê nemir Molla Mistefa Barzanî a Sovyeta berê ye. Ev rêveçûn li cîhanê piştî rêveçûna herî dirêj a hêzên çekdar yên rizgarîxwazên Çînê û serokê wan Mao Zedung, rêveçûna herê dirêj a duyem ya serok Mistefa Barzanî û pêşmergeyên rizgarîxwazên kurd e. Van herdu rêveçûnên dirêj di dîroka cîhanê de cihên xwe girtine û ketine nav rûpelên dîrokê.

Serlehengê vê çîrokê Bapîr e. Bûyera ku hatiye serê wî tam drama ye. Bi êş e. Dilê mirov dişewite, dipirpite. Çîrokên ku di pirtûkê de ne, çîrokên realîzma civakî ne. Naveroka wan, mijarên ku di çîrokan de hatine qal kirin, ji nav jiyana civaka kurd, ji jiyan, serpêhatî û serboriyên kurdan hatine wergirtin. Û nivîskarê pirtûkê Emîn Sarî bi zimanekî edebî/wêjeyî li hevûdu hunandiye û pêşkêşê xwendevanan kiriye. Çîrokên balkêş in, yên ku di jiyana însanan/mirovan de pêk hatiye û pêk tên, tiştên ku têne serê mirov di nav naveroka çîrokan de hatine qal kirin.

Çîroka ”ji Zeryanê rev” yan jî ”Reva ji Zeryanê” çîrokeke ku qada wê rojhilatê Kurdistanê ye. Zeryan navê gundek Kurdan e. Gund girêdayê bajarê ”Xoy”ê ye. Ev bajar li rojhilatê Kurdistanê ye. Li nêzîkê gund kampeke girtiyan heye. Girtî hemû kurd in. Yek jê jî Sirp/Yoguslav e. Girtiyên kampê di nav hewldana ku ji kampê birevin de ne. Lehengê çîrokê navê wî Senar e.

Dema min vê çîrokê xwend û vî navê Senar dît, Senarê Mamedî û dema min a ku ez(Lokman Polat) li rojhilatê Kurdistanê bum û di herêma eşîra Şikakan de li başurê bajarê Xoyê 90 kîlometer bi lingan peyatî meşiyam, peya di nav berfê de meşiyam di ber gundê Senarê Mamedî de û diber gelek gundên kurdan de derbas bum û bi gundiyên Senar Mamedî re axifîm hate bîra min.

Senar Mamedî endamê komîteya  navendî a PDK/Î (Xizba Demokrat a Kurdistana Îranê) bû. Ew jî wek min hate Swêdê bi cih û war bû û paşê li Swêdê çû ser heqiya xwe, wefat kir. Mezelê wî li gorîstanek bajarê Stockholmê ye.

Li kampa Zeryanê çar girtî, Senar, Bager, Îsmet û Beyhan ji kampê direvin. Ev çar kes kîne? Çi bi serê wan de hatiye? Çima hatine girtin û di vê kampê de ne? Piştî reva herçaran çi tê serê wan? Çi diqewime? Ez bahs nakim. Bila wek meraq bimîne. Di çîrokê de tê qal kirin. Ez bahs bikim, nivîsa min ji xwe dirêje dê hîn dirêjtir bibe, loma ez bahs nakim. Bila wek meraq bimîne. Bersîva van pirsên min ji xwe di çîrokê de hene û divê xwendevan pirtûkê bixwînin ku bersîvan fêr bibin, bizanibin.

Ez vê bibêjim; di vê çîrokê de hevaltî û dostaniyek wisa germ û bi fedekarî heye ku, yek ji bo jiyana ê din xilas bike, xwe dike feda, Di vê çîrokê de ez gelek li ber bûyera ku hate serê Bager dikevim.

Çîroka sernavê wê ”Gola Sat”ê de gund, xweza, gol, gul û bêhna nanê tenûrê heye. Jiyan û xebata mamosteyek di gund de tê qal kirin. Di vê çîrokê de du jinên biyanî/xerîb hene. Ew têne gund û pirsa cihê zinarê barereş dikin. Hatina wir û pirsa wan mirov dixe meraqê û mirov dixwaze hetanî dawî çîrokê bixwîne û fêr bibe ev herdu jin çima hatine gund û li çi digerin?

Di çîroka sernavê wê ”Topal” de zahmetiya jiyana jineka topal ku kedkarê seksê, şadimaniyê ye, tê qal kirin. Jineka bi tena serê xwe ji bo debara xwe, aboriya xwe, ji bo berdewamiya jiyana xwe çi zahmetî dibîne, çi şêwe derd û kulê xelkê dikşîne, çi tê serî û çi nayê serî di çîrokê de tê rave kirin.

Di jiyana însanan/mirovan de tişteke herî xweş û pêwîst jî şadimaniye, pevşabûn e. Şadimanî xweşiya jiyanê ye. Sernavê çîrokek  ”Şadimanî” ye. Ev sernavê çîrokê li xweşa min çû. Min ji vê sernavî hez kir. Naveroka çîrokê jî xweş e, balkêş e. Di çîrokê de dîlan/dawet, berf, pêşmerge Kerîm û hwd, hene. Çîrokek pirhêlî ye, pir cure ye. Zahmetiyên xwezayê/naturê, berf, aşîd, di bin barandina berfê de welidandina jina pêşmerge Kerîm naveroka çîrokê dewlemend kiriye.

Çîrokên di pirtûka birêz Emîn Sarî de çîrokên ji jiyana rasteqîn a kurdan hatine wergirtin û mijarên di çîrokan de hatine qalkirin mijarên rastîn in. Kes û lehengên ku di çîrokan de ne jî rastîn in. Di çîroka ”Şadimanî” de navên çend pêşmergeyan hene ku min bi xwe jî ji wan du pêşmergeyan nas dikir. Yek Têmûr û yê din jî Rustem e. Têmûr niha li Swêdê ye û Rustem (ku di çîrokê de jî tê gotin) li Hewlêrê ye. Ew li wir berpirsiyarê PDK/Î ye. Dema ez çûbûm başurê Kurdistanê, min wî li Hewlêrê dît. Ew berpirsê PDK/Î bû û herweha berpirsiyarê kovara ”Agrî” bû. Ev kovar bi tîpên Latînî/Kurdî derdikeve. Çend nivîsên min jî tê de derketibû.

Çîroka dawî jî sernavê wê ”Sir / Raz” e. Ev sernav jî bala mirov dikşîne, mirov meraq dike ku ev sir/raz, ev nehênî çiye, çi nîn e? Di vê çîrokê de Nasturî hene. Li Kurdistanê digel kurdan hinek gelên/xelkên din jî hene, hindik bin jî her weke areb, asurî/suryanî, azerî, tirkmen hene. Li Kurdistanê digel ola/dînê misilmaniyê/îslamê, xirîstiyan, êzîdî, cihu/yahudî jî hene. Nasturî herçiqas xirîstiyan/xaçperest/Îsewî bin jî wek netew, nîjad kurd in. Ew xelkek, miletek/neteweyek din nîn in. Asurî/Suryanî neteweyek din in. Ji xwe zimanê ku Nasturî diaxifinû hemû duayê wan ên olî bi tevahî kurdî/kurmancîne.

Di qetlîama/komkujiya êzîdiyan û xirîstiyanan de ji alî dewleta dagirker ve gelek Nasturî ji bo ku xirîstiyan bû weke ermeniyan hatin kuştin, hatin qertilkirin. Di çîrokê de kuştina nasturiyên Elbeqê/Başkaleyê tê qal kirin. Bûyera di çîrokê de, di dema sala 1914 ku ew sal sala qetlîama/komkujiya ermeniyan û xirîstiyanên din her weke asrurî/suryanî  û nasturî pêk hatibû. Di wan salan de gelek xirîstiyan ji alî kurdan ve ji kuştinê xilas bûn. Kurdan ew parastibû, wan di malên xwe de verşê dabû. Şahîn Beg jî yek ji kesayetiyên kurd bû ku wî gelek xirîstiyan/xaçperest ji kuştinê, ji mirinê xilas/rizgar kiribû. Wî helek keldaniyên Îsewî jî di mala xwe de hewandibû, wan berşê dabû.

Dengbêjekî kurd jî keçeka nasturî ya bi nave Esterê ku keçik hêj biçûke, xwedî dike, mezin dike û wê bikurê xwe re dizewicîne. Sira/raza ku di çîrokê de tê qal kirin, tenê ji alî Esterê ve tê zanîn. Nasturiyên din yên ku vê sire/raze zanin hemû jî ji alî leşkerên artêşa dagirker ve hatine kuştin. Lêbelê diyare yek jê nehatiye kuştin yan jî ji wan ên ku hatine kuştin ve sirê/raze ji yekî din ê Nasturî re gotiye. Rojeke yekî kalepîr tê gundê ku Ester li wir e û bi muxtar re têne mala Esterê. Yê kalepîr û muxtar dibêjin ”Di vî gundî de xezîneyek Nasturiyan hatiye veşartin, cihê wê jî Ester dizane.” Muxtar zorê, zixtê dide ser Esterê ku ew cihê xezîneyê bibêje.

Lêbelê Ester cihê xezîneyê nabêje. Muxtarê bêwijdan jî wê ango Esterê û malbata wê ji gund diqewirîne. Ew koçê gundek din dikin. Ester wê sira/raza Nasturiyan  ji mêrê xwe û kurê xwe re jî nabêje. Bi ya min yê ku van çîrokan nivîsiye û dinivîsînê de taswîrên baş û zimanê edebî bi kar aniye  (ango birêz Emîn Sari) dikare ji çîrokan derbasê romanê bibe û romaneke baş binivîse.

Di pirtûka birêz Emîn Sarî ya bi navê ”Çîrokên Wenda /Ji Zeryanê Rev” de çîrokên baş hene. Hêjayê xwendinê ne. Qada çîrokan, leheng û fîgurên çîrokan, mijar û dîmenên ku di çîrokan de hatine pêşkêş kirin, werhasil her tiştê çîrokan ji bilî zimanê wan, hemû ango bi tevahî kurd û Kurdistan e. Xwezî ev çîrok bi kurdî bihatana nivîsîn û ev berhema hêja bi kurdî bana ku wêjeya kurdî hîn pirtir dewlemend bikira û li refên pirtûkên kurdî pirtûkek din zêde bikira.

Lokman Polat

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *