Liqat/m. Berhevkirina simbilên genim û ceh ji pirêzeyê.
Liqatdorî/. Kesê li qat dike.
Şargî/m. Diz qulekê di nava qûç an şikêrê de çêdikin û bizinek an mîyekê ji keriyê pez dixin navê û şivan nabîne.
Şaxne/m. Xaniyê ku cil lê têne şûştin.
Şengûl/m. Boriya fîl, lûleya fîl.
Şênik/m. Çartell, çarguhê ku meriv pê xwarinên weke goşt û yên wisa dixwe.
Şep/m. Fersend, derfet, mecal.
Şepat/m. Tofan. Av ji erdê derdikeve û dibe mîna gol û derya.
Şepel/m. Şepol, barana pir gur û zêde.
Şeqeser/m. a) Qewlê Şeqeserê: Di ola Ezdatiyê de şirovekirina jiyana kesên xuyanî, bi piranî şîret û nesihetên wan, b) Cûreyeke serêşê ye ku di demarên xwînê yên mêjî de çêdibe (migraine), c) Sermaya pir zêde,
Sintaq/m. Tehdîd, di binê tirsê de: Neteweyên ku dewleta wan nebe, hertin di binê sintagê de ne.
Sitêl/m. Di erdê de qada ku her çar alî mîna hev in: Mala Xwedê sitêl e (Ke’be).
Sitew/m. Dagirtî, gehaştî, kametiya ji zanîn û tecrûbeyê: Ehmedê Xanî kesekî stew bû.
Sitirotêzk/m. Tilotêzk, boriya ku avê dipiskurtîne.
Sitm/m. Tîpa S qalind tê bilêvkirin: Reng, gûn.
Soneber/m. Bacana reş a zikqelaştî ku qîme dixin navê û dipijînin.
Sûman/m. Ser û çav bi temamî.
Suxme/m. a) Cîgir, b) Dema çandina şivikên daran xasma yên spîndaran ku diçînin, yek jî wek suxme zêde di navbera diduyan de tê çandin, eger yek ji yên esil şîn nebe û ya suxme şîn bibe, wê dihêlin, eger şivik tev şîn bibin, demek şûnde yên suxme radikin.
Sûzenek/m. Êşa piştê ji ber sermayê: Hoko sûzenekî bûye.
✍️ZeynelAbîdin Zinar
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…