Ji çiyayan tên di destê wan da simbilteber
Helbet dê ji çiya û kewşenan werin
Ne wiha be berêvar dê çawa bedew bibin
Hûn bibêjin dê çawa were ber xwe dayîn li hember dikan û depoyan
Bîna vê qetranê xêncî vê dê bi çi awayî derbas bibe.”
(Turgut Uyar / Kirlardan Geliyorlar, werger: Firat Keklik)
Van rojan navê pirtûkekê hema dihate bîra min û min ji malpera “Mak Pirtûk”ê xwest, heger ji min re bê ezê bixwînim. Ji bo min, pirî caran pirtûk li bendî roja xwe ne. Ez wan nabînim, ew tên min dibînin, û dibêjin:
– Me bixwîne.
Ez dengê wan dibihîsim û dibêjim:
– Ji xwendinê xweştir, helbet ezê we bixwînim.
Vê carê jî, “Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin” hat û got:
– Min bixwîn.
Rihê peyv û gotinan heye. Deriyên vekirî, li bendî hechecîkên xwe ne; lê gelo vê carê bi rastî jî wê hechecîk vegerin?
Hechecîk, ji hêlînên xwe derdiketin û li deriyan dixistin. Pariyek nan, qurtek av û cardin vedigeriyan hêlînên xwe. Lê gelek ji wan birîndar bûn, gelek ji wan bûbûn cangorî.
Cangoriyeke, ji wan hechecîkan jî Ş. Ferat bû. Ş. Ferat, hevalê Îrfan Amîda û pismamê bavê min bû. Amîda di salên nodî de, xwendekarekî welatparêz bû, li Zanîngeha Dîcleyê bû. Ş. Ferat jî, li Zanîngeha Hacatepeyê dixwend; lê zanîngeh nîvco hiştibû. Bûbû hechecîk.
Kesayeta wî ya bi rûmet, berê wî dabû hêlîna azadiyê. Sala wî neqediya bû li gundekî Dêrikê; li Xirarê bûbû cangorî. Bûbû êdî hişyariya gelê xwe. Me hemûyan çîroka wî bihîsti bû û me dixwest wî nasbikin; lê nebûbû. Digotin:
“Neheqî qebûl nedikir.”
Gora wî, aniha li gundê Xirarê ye.
Meriv dixwaze çîrokên pir hechecîkan hîn bibe û li ser lehengiya wan binivîse. Deng û awirên Ş. Ferat li welatê wî. Welatê xwe hembêz dike.
Jixwe, kesên dilên wan neheqiyan qebûl nakin, xwe feda dikin. Wî jî, xwe feda kiribû. Mîna bi hezaran hechecîkan.
Amîda, di pirtûka xwe ya “Şopên Neşûştî” de helbestek bi navê “Şahidek im” li ser wî nivîsandi bû.
Ji wê helbestê, ev ristik di bîra min de ma ye:
“Dest xwêdana min nedîn. Bêhna kefa dayika min jê tê. Şahidek im, û şehîdek im.”
Li zanîngehê, min ev helbest xwendibû; lê ez hatibûm darizandin.
Anha vê kêliyê jî, dîmenek diderize.
Wêneyê hechecîkekî di destê birayê wî de bû, hêsirên xwe dibarandin. Ev dîmen di zarokatiya min de diderize. Berî biçe, navê birayê xwe yê biçûk wî danîbû û gava çûbû navê wî li xwe kiribû.
Piştî ew qas salan, biraziyê Ş. Ferat berê xwe dabû şerê li hemberî DAIŞ’ê. Li Reqayê li hember DAIŞ’ê şer kiribû. Aniha gora wî, li Amûdê ye. Bi navê xwe Welat bû (Şervan Amara). Gora wî, li Binxetê. Ap û birazî, çîroka wan piştî ew qas salan bûbû yek. Bi wan awirên xwe Serxetê û Binxetê kiribûn yek.
Welat, dabû dû çîroka Apê xwe Ş. Ferat; lê aniha sînor di navbera wî û malbatê de.
Malbat bixwaze biçe ser gora wî jî, nikare biçe. Heger bi rastî jî, rê li ber aştiyê vebe, wê deriyê sînorê Binxetê jî vebin û bi hêsanî malbatên Serxetî biçin ser gorên hechecîkên xwe.
Em zarokên salên nodî, bi çîrokên wan mezin bûn, ji ber vê van rojan hestiyariya min pir zêde bû. Ji ber vê bû, hişê min çûbû ser romana Îrfan Amîda, “Derî Vekirî Bihêlin Wê Hececîk Vegerin”, Weşanên Lîsê.
Divê teqez pirtûkê bixwînim; lê min fikr û ramanên Amîda meraq dikir û xwest hîn bibim. Min jê re nivîsand. Gava diştexilî, dengê wî berê xwe dida ezmanê rihê wî.
Kî dizane bê ji hevalên wî kî çûbû û kî neçûbû?
Wî ew ji bîr nekiri bûn û berê qelema xwe dabû hechecîkan.
Her gotineke wî, tirsa dil derdixist holê. Ez li vir ew li wir.
Pirsek:
Bi te wê hechecîk vegerin?
Îrfan Amîda:
– Pirseke dijwar e. Ji bo min mesele ne vegera wan lê dema vegerin, wê çiqasî karibin li cihekî hêlîna xwe çêkin, wê çiqasî karibin azad bifirin li ser axa xwe.
Paşê berdewam dikir:
– Piştî serkeftinê, çiyayê Kurdistanê wê xweşiktir be. Lê tehma Kurdistanê ji çiyan neyê wê bibe zindan ew çiya. Lê bêyî serkeftinê hechecîk jî sêwî ne.
Mijara me li ser hechecîkan bû. Gava hechecîk vegerin, wê çiqasî dikaribin adaptasyonî bajaran bibin? An emê çiqasî karibin xwedî li wan derkevin? Ev e tirsa hezkiriyên hechecîkan.
Min pirsa xwe ya din pirsî bû û bersivê min pir hêstiyar kiribû.
Hezkiriyên hechecîkan pir hestiyar in. Ji aliyekî dixwazin hechecîk vegerin; lê gava çiyayan bê hechecîk difikirin, pir hestiyar dibin. Tu vê ya dikarî binirxînî?
Îrfan Amîda:
“Hezkiriyên hechecîkan didulî ne. Vê kêliyê rexne bêhtir li ser vê yekê dibe li wan; lê mesele ne ev e. Yên ku bi hawayekî hechecîk di bîra wan de cîh digire, hemû kes dixwazin hechecîk vegerin; lê ew xwîna wan, xwêdana wan, dengê wan, rihê wan bila ne birîn be.
Mesele hinekî ev e. Daxwaza hezkiriyên hechecîkan ne ew e ku çiya bê hechecîk bimînin, jixwe çiya warê wan e; lê bila ne şikestî bin. Gava vegerin, divê em di serî de, pêşî li ber hin sendroman bigirin, em nehêlin ku ew rûmeta wan, keda wan, xwîna wan, xwêdana wan, dengê wan bişkê.
Heger dengê wan bişkê, wê di nava vê civakê de, bi yên ma yî jî bişkên. Deng tenê namîne, awirên wan bişkên, bi şikestina awiran tenê namînin. Ji ber vê ez dibêjim, hezkiriyên hechecîkan hinekî didulî ne, lê ev didulî bûn ne ku ji ber vegera wan e. “
Di helbest û romanên Amîda de, wan hertimî dengê xwe girtibûn.
Çiya xwezayî ne, cihê xwe dîtinê ne; lê bajar cihê xwe windakirinê ne. Çiya û bajar, du dijberên hev in.
Piştî hechecîk vegerin, wê ev adaptasyona wan bibin mijarê wêjeyê.
Gava zarok bûm, min digot:
– Wê kengî ji çiya dakevin?
Bi bersiva pirseke din, sohbetê berdewam dikir. Amîda digot:
– Ew bi tena serê xwe ziman in; ew bi xwe metn in. Bi qasî zimanê neteweyekê; bi qasî zimanê kurdî xurt in jixwe; bi qasî zimanê dîrokekê xurt in. Gelek caran pêvidî pê tune ye jî, tu di derbarê wan de tiştekî bêjî. Metnên min jî, raste rast li zimanê wan, li dengê wan siwar nayê ji ber ew bixwe literatur in. Bi hezaran çûn, yên ji mala min, ên ji kêleka min çûn; yên vegeriyan yên ketin. Ji ber vê ez dikarim di derbarê hechecîkan de çi bibêjim? Pirs ew e; ne ku em di derbarê wan de çi bêjim, em dikarin ji bo wan çi bikin?
Tu şer hetanî hetayê nadome; helbet wê rojekê şer bi dawî bibe; lê mîna Amîda jî digot. Emê çiqasî xwedî li rûmeta wan derkevin an wê ew çiqasî xweşikbûna xwe li bajaran biparêzin? Belkî tirsa wanî mezin jî, ev be; lê berê çîroka şeva min vedigere awirên Ş. Ferat û Ş. Şervan.
Belê ew jî bûn çîrok yek li Bakur yek li Rojava di xewa ebedî de.

– Derî Vekirî Bihêlin Wê Hececîk Vegerin / Îrfan Amîda / Weşanên Lîs / 2020 / 208 rûpel
Kadir Stêra-Diyarname
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…