Dilopek ji Behra Tewhîdê: Qetr-4

Û dîsa, sebebên zahirî, pir basît, mehdûd, feqîr, bêruh, bêhiş, bêîrade ne; qismê ku wek qanûn û nîzam têne xuyanê jî, tiştên mewhûm û îtîbarî ne. Ewan neqşên xerîqe, xeml û xêz, senetê xerîb û ecîb ên di musebebên ku encama sebeban e de, têne dîtinê, qetiyen munasebeta wan, bi wan sebebên wusa bêqîmet re tune. Ji ber vê qasê, mesela, çêbûna hucreyên bedena însan a bi nîzam û întizam, ku meriv bispêre nan xwarinê; û neqşên muntezem ên bêjimar ku di quwwa hafiza însan de hatine nivîsîn, ku meriv bide badek û qurmiçokên guh û serî; û xeberdan û fikr û ramanê, ku meriv hewaleyê teşekula herfan bike; û fikirîn û fealiyeta hiş û mêjî, ku bê sipartinê li hereketên ziman; hukmekî gellek ehmeqane ye. Lewra ev eser û encamên sebeban, ilim û îrade û qudreteke bêdawî dixwazin. Lewma, ev heqîqeteke sabît e ku di kewn û hebûnê de, muessîrê xwedî qudreta bêhed, Xaliqekî Qadîr e. Sebeb jî, bahane ne; û wesaît jî, perde ne. Hewas û hesiyet jî, ji cîlwe û cemal û şewq û şemal a qudreta ezelî re, nav û nîşan in.

Û hem, tiştê ku ji wan re tê gotinê “qanûn û namûs”, navê tecelliyên ilm û îrade û emrê ne ku li cins û newan de, têne xuyanê. Belê, qanûn ji emrê îlahî tê; namûs ji îradeyê ye. Va ye, kaînat bi zimanê musebeban, bi

اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

ê,  Xaliqê heqîqî îlan dike.

Û dîsa, ewan neqşên xarîqe yên ku di rûpelên kaînatê de, bi îtîna û îhtimameke pir mezin hatine nivîsîn, yek bi yek û bi hev re, ji ber ku qudreteke bêhed dixwazin; kaînat jî, bîzzarûre delaletê li ser hebûna Wacîbul Wucûdekî û Xaliqekî Qadir dike. Ji ber ku Qudreta wî Xaliqî re dawî tune ye, bi eyan û beyan, ji şirîkan mustexnî ye û ihtiyaca wî, bi bal wan ve tune ye.

Digel vê qasê, şirîk, di heddê zatê xwe de, mumtenî’ e, muhal e. Hebûna ferdekî wê, ne mumkun e. Lewra tesîra quwweta kamil, bêdawî ye. Weqta ku şirîk bête bawerkirin, ji qudretê re hudûd tê danîn. Qudret, tevî ku bênîhayet e, ew çax dibe mutenahî. Ev yeka jî, bi çend aliyan ve, muhal e. Ku wusa ne, înfîrad û îstiqlal/xweserbûn û serxwebûn, ji bo ûlûhiyetê, xasseyên zatî û xwedayî ne.

Digel vê qasê, ji şerîkan re ne cîh e, ne war e; û ne jî îmkaneke zatî heye. Û ji bo hebûna şirîkan, ne delîlek û ne jî îhtimaleke ku ji delîlekî derketiye û ne jî îşaretek heye. Û li tu aliyekî kaînatê, ji şirîkan re cîh û kozikek tune. Bîlakis tu li ku derê û li kîjan alî binêrî, sikkeya tewhîdê, tê xuyanê. Nexwe, muessirê heqîqî, tenê Xweda ye.

Belê, însan digel ku di kaînatê de, yê herî bi şeref e û di nav sebeban de, yê xwedî îrade û îxtiyara herî berfireh e; di nav fîil û kirinên xwe yê ku bi dest û îrada xwe ve dike de, di karekî xwe yê edetî yê wek xwarin û vexwarinê de, ji sed payê wê, bes parek tenê, aîdê însan e. Însanê ku sultanê sebeban e, gava dest û piyê wî, awha girêdayî be û bêtesîr be, ewan sebebên dinê yên camid, dê çi xeltê belav kin?

Wuhareng, kaînat bi zimanê hebûn û yekbûna ku ji vê heqîqetê dertê,

اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

yê mutale dike.

Û dîsa, ew tesanud û hevkariya di navbera esmayê îlahî de heye ku tecelliyê hemî beş û zerreyên kaînatê dikin û her wuha, ew eserên ku her wekî bi heft rengên tava rojê û bi cîlwe û cemala xwe ve diçilwilînin, çawa yek in; her wusa jî, şahidiyê didin ku xwediyê wan îsman jî, Wahid e, Ehed e. Û kaînat bi zimanê vê şehadetê dibêje

اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

û îlan dike.

Û dîsa, hikmeteke umûmî ku hemû bir û beşên kaînatê –kullî û cuzî–  îstîla kiriye, tê xuyanê. Û eva hikmeta giştî, xasse û sifatên qest û şuûr û îrade û îxtiyarê tazammûn dike. Ev sifet, delaletê wucûba wucûda Hekîmekî Mutlaq dikin. Lewra kaînat, mefûl e, çêbûye û hatiye çêkirinê. Çawa ku mefûl, bêfaîl nabe; wusan jî, perçekî ji mefûla camîd û bêruh jî, nabe faîl.

Û dîsa, li ser rûpelê kaînatê înayet û alîkariyeke tam, dibriqe û dibilise. Ev înayeta ku sifetê hikmet û lutf û xemilandinê tezemmûn dike,

delaletê li ser wucûba wucûda Xaliqekî Kerîm dike. Lewra nîmetdayîn û îhsan, bêyî nîmetbexş û xwedanekî, bêyî kerîm û letîfedanekî, nabin.

Û dîsa, merhemeteke xayet berfireh ku kaînatê bi tevî muştemîlatê wê, daye ber xwe, tê xuyanê. Ev merhemeta, gelek sifatên wek hikmet û înayet û înamê tezemmûn dike/dihundirîne. Evan sifatana, şehadetê wucûba wucûda Rehmanûr Rehîmekî dikin. Lewra sifet, bêmewsuf û bêxwedî, nabe.

Û dîsa, rizqekî umûmî ku li temamê jîndar û mexlûqê ruhber hatiye parvekirin, heye. Û ev rizqê giştî, çawa hemû wesfên ku me qal kir, dixwaze; wusan jî, delaletê hebûna Rezzaqekî Rehîm dike. Lewra fîîl, bê faîl nabe.

Û dîsa, heyateke ku li hemû kaînatê belav bûye, heye. Ev sifetê heyatê çawa hemû sifetên derbasbûyî, îqtiza dike û dixwaze; her wusan jî, delaletê wucûba wucûda Xaliqekî Heyy ê Qeyyûm û Muhyî û Mumît, dike.

Ey heval! Ev pênc heqîqetên ku wek heft rengên rojê hevkar in, bi eyan û beyan, delalet û şehadet dikin ku di kaînatê de Rebbekî Qedîr, Elîm, Hekîm, Kerîm, Rehîm, Rehman, Rezzaq, Heyy ul Qeyyûm, zerûrî ye. Û kaînat van şahidiyên xwe, bi

اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

ê, îlan dike.

Û dîsa, li ser rûyê kaînatê, rindî û xweşikayiyeke arizî ya ku xweşikayiyeke zatî nîşan dide, heye. Û cemal û rindiyeke xembar ku rindiyeke manewî rave dike, heye. Û eşqekî sadiqê ku îşaretê mehbûbê heqîqî dike, heye. Û cezbe û încizabeke ku îşaretê heqîqeteke cazîbedar ku cezba hemû esraran dike, heye. Evan heqîqetana, şehadet dikin ku ji kaînatê re Rebbekî Wacîbul wucûd lazim û zarûrî ye û wuhareng kaînat, bi

اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

ê dide zanîn û îlan dike.

Û dîsa, di hemû cuziyatê enwayê alemê de, teserrûfek heye. Ev teserrûfa, ji bo karên menfîetdar û meslehetan e. Û di nav heywan û nebat û gîhan de, guherîn û tehewwulek heye. Ev jî, ji bo gelek menfîetan e. Di kurreya erdê de, di hêla şev û rojê de, guherînek heye. Ev jî, ji bo xaye û armancên pir û pir mezin in. Her wuha, nîzam û întizama ku di kaînatê de hukumferma ye û evan heqîqetên ku di hêla fealiyetê de wek heft rengê rojê, xwe nîşan didin, bi eyan û eşkere, delaletê wucûba wucûda muteserrifekî û Xaliqekî Hekîm, Qedîr, Faîlê muxtar ku bi hemû wesfên kemalê ve wesifiye, dike. Û wuhareng, kaînat jî, bi

اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

ê, teblîx dike.

Û dîsa, ew hudûsa ku hemû enwa û ecza û zerratê kaînatê îstila kiriye, Muhdîs û Mucîdekî dixwaze.

Û dîsa kaînat bi hemû bir û beşên xwe ve, ji rewş û şeklê bêhed û bêhesab re, îmkan û îhtimal û qabiliyeta wê heye. Digel vê yekê, çêkirina wê ya bi vî şiklê hazir, helbet bi e’md û qest û îrade û tercîha Xaliqekî Wacibul wucûd ve ye.

Û dîsa, ew tişt û hacetên ku ji beş û birên kaînata ku di nav feqr û îhtiyaceke mezin de ye, lazim in, bi cîh anîna wan a di wextê de û bi awakî

مِنْ حَيْثُ لاَ يَحْتَسِبْ

, delaletê li ser wucûba wucûda Raziqekî Kerîm dike.

Û dîsa, kaînat di nav îhtiyacên pir mezin ên umûmî û xusûsî, maddî û manewî de ye. Ji pêkanîna kar û tiştên ku ji hebûn û dewama wê re lazim in, aciz e. Bêyî şuûr û haya wê, pêkhatina daxwaz û xwestekên wê yên bi vî rengî, helbet ji teref Sanîekî Hekîmê Rehman û Rehîm ve ye.

Û dîsa, di kewn û wucûdê de, mertebeyên îmkan û kesret û înfîalê hene. Mertebeya îmkanê, li merteba wucûbê dinêre û wê ya dixwaze. Mertebeya kesret û pirbûnê, li mertebeya wehdet û yekbûnê dinêre û îqtiza dike.

Merteba înfial û çêbûnê, girêdayê merteba failiyet û senetkarîyê ye. Ev îstilzam û îcaba di navbera van mertebeyan de, bizzarûre Xaliqekî Wacîb û Wahîd û Feal dixwaze û îqtiza û îcab dike.

Û dîsa, em bala xwe didinê ku, di kaînatê de, çi dibe bila bibe, hetta negihêje heddê kemalê, ji hereketa xwe, nayê xwarê. Weqta bigihêje heddê kemala xwe, terka hereketê dike û di sikûnê de disekine. Ji vê rewşê tête zanîn ku hebûn û wucûd, kemalê dixwaze. Kemal jî, subût û seknê îcab dike. Nexwe ew çax, hebûna hebûnê, bi kemalê ye. Kemala kemalê jî, bi dewamê ye. Êdî ku wusa ne, helbet Wacibekî sermedî, Kamilekî Mutlaq heye ku hemû kemalatê di mumkînatan; her yeke wî, siyeke cîlweya nûra kemala Wî ye. Nexwe ew çax, Xwedê Teala, di zat û sifat û efalê xwe de, kamilê mutlaq e.

Û dîsa, batin û hundurê her tiştî, ji zahir û derê wî, şefaftir û letîftir e. Ev jî, delalet dike ku Sanîê wan, dûr û dervayê wan tiştan, nîn e. Ji hêla ku bi terefê Sanî ve, nîzam û muwazeneya wî tiştî, bi eşyayê din re, tête danîn ve jî, lazim e ku Sanî, ne di hundurê wan tiştan de be. Ew çax weqta ku li zatê mesnûekî bête nêrîn, ilm û hikmetê Sanî, tê dîtin. Gava li hemû hêlên wê bête nêrîn, tê xuyanê ku Sanî, xwedî sem’ û beserekê, yanî dîtin û bihîstineke fewqel kull e û li ser her tiştî re ye. Ji vê heqîqetê hate fehmkirin ku Sanîê alemê, çawa di alemê de nîne, her wusa li dervayê alemê jî, nîne. Çawa ku bi ilm û qudreta xwe ve, di hundurê her tiştî de ye; wusan jî, li ser her tiştî ye. Çawan ku tiştekî dibîne, wusan jî her tiştî, bi hev re dibîne.

Ev heqîqetana, hin ayatê nûranî ne ku wek rengê keskesorê, di nav hev de ne. Kaînat, delalet û şehadetê îcaba hebûn û yekbûna Xaliqekî ku bi hemû wesfên kemalê ve muttessif e, dike. Belê kaînat, siya nûra wî Xaliqî û teceliyatê esmayê Wî û eserê efalê Wî ye.

Ey heval! Kaînat bi zimanê van heqîqetên derbasbûyî, dibêje

اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

û her wuha bi van delîlên xwe ve

لاَ حَوْلَ وَلاَ قُوَّةَ اِلاَّ بِاللّٰهِ

ê îspat dike.

Û dîsa, heqîqeta

فَاعْلَمْ اَنَّهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ اللّٰهُ

ê,

مُحَمَّدٌ رَسُولُ اللّٰهِ

ê îcab dike û dixwaze.

مُحَمَّدٌ رَسُولُ اللّٰهِ

jî, çawa her pênc ruknê îmanê tazammûn dike, her wusan jî, eyneya sifatê rubûbiyetê ye. Lewma

مُحَمَّدٌ رَسُولُ اللّٰهِ

di terazî û mîzana îmanê de, ji

لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

ê re bûye qerîn û hevalbend.

Nubûwwet, ji ber ku nazir û mezherê sifatê rubûbiyetê ye, xwedî camiiyeteke giştî ye. Lê welayet, xusûsî û cuzî ye. Nîspeta navbera wan, wek nîspeta di navbera

رَبُّ الْعَالَمِينَ  û

رَبِّى

ê ye. Di yekî de îzafe umûmî ye, di ya din de, xusûsî ye. Yan jî, wek nîspeta di navbera mîrac û secdeyê de ye û yan jî, ya di navbera erş û qelb de ye.

Ey heval! Delîl û burhanên ku me ji bo evê armanca bilind, qala wan kir, wek daîreyeke li dora armancê ye. Armanc û xaye ku îcaba hebûn û yekbûna Xweda ye, di navenda wê daîrê de ye. Ewan her yekî ji wan delîlên ku daîreyê pêk tînin, tiliya xwe dirêj kirine û heq û heqîqeta armanc û xayeyê, îmza dikin. Di navbera wan delîl û burhanan de –her çiqas yên zeîf hebin jî– hevkariya wan heye. Yanî bi teyîd û teqwiyeya yekî zeîf, ewê zeîfiya burhanê, ji holê radike. Zeîf bimîne jî, îtibara delîlê nakeve. Eger bikeve jî, daîre xerab nabe. Tenê daîre piçûk dibe.

Digel vê qasê, quwet û şîroveya ewê armanc û xayeya ku girêdayî heyeta hemû delîl û burhana ne, ku ji yek delîl û burhanekî bête xwestin, ev îşaretê bi bal nexweşîna aqil û piçûkaya hiş dike. Ji bo înkara armanc û xayeyê, zemîn hazir dike. Ji ber vê qasê, gava li yek burhanekî bête nihêrtin û ji ber zeîftiyê wehm dest pê bikin, wî weqtê desteka ku ji burhanê qewî û hêzdar tên, ewê zeîfiyê radikin û wehmê belav dikin.

Digel vê qasê, hinek burhan, wekî avê ne, hinek jî, wek hewayê ne, hinek jî, weke tavê ne. Lewma, gere evan burhanên bi vî rengî, bi fikreke letîf û bi dîqqet bêne lêgerîn û nirxandin û girtin; da ku nerijin, netefin, nefirin.

(Qediya)

Hûn karin berdewamiya vê ji mesnewîyê bixwînin

Seîd Kurdî-Mesnewiya Kurdî

Weşanxaneya Zehrayê

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *