Dilopek ji Behra Tewhîdê: Qetr-1

Îfadeya Meramê

 

   Melûm e ku însan hesbel qeder dikeve gelek rêyan û pê de diçe û di wan de rastê gelek musîbet û neyaran tê. Hin caran xelas bibe jî, carna jî difetise. Ez jî, bi sewqa qedera Îlahî, ketibûm rêyeke pir ecêb. Û rastê gelek bela û neyaran hatim. Feqet min ecz û feqra xwe kir wesîle û min dexaletê Rebbê xwe kir. Înayeta ezelî, ez teslîmê Qur’anê kirim û Qur’an, ji min re kir muellim. Va ye bi saya dersên ku min ji Qur’anê girtin, ez ji wan belayan xilas bûm, her wusa jî, şer û qîtala ku min bi nefs û şeytan re kir, tê de bi serketim. Şer û pevçûna ewil a bi nefs û şeytan re ku wekîlê hemû ehlê dalaletê ye, di van lefz û kelaman de qewimî:

سُبْحَانَ اللّٰهِ وَالْحَمْدُ لِلّٰهِ وَلاَ اِلٰهَ اِلاَّاللّٰهُ وَاللّٰهُ اَكْبَرُ وَلاَحَوْلَ وَلاَ قُوَّةَ اِلاَّ بِاللّٰهِ

   Ez ketim kelha van kelîmeyan û min dest bi nîqaş û munaqeşeya bi neyaran re kir. Di her kelîmekî de, sî carî şerekî bêeman çêbû û em ketin pêsîra hev. Her qeydek, her kelîmeke ku di vê risaleyê de hatiye nivîsîn, îşaretê bi bal muzaferiyeteke min dike.

   Heqîqetên di vê rîsaleyê de, bi awakî wusa hatine nivîsîn ku ji ziddê xwe re, îmkaneke wehmî jî, nehiştine. Bi qeydekê û yan jî bi sifatekê ve, îşaretê bi bal heqîqeteke dirêj û delîla wê dike.

   Îxtar: Hedîse û cereyanên vî zemanî, pir kesan –mîna min– avêtiye nav tehlîkeyên wehmî. Ez hêvîdarim ku înşaallah ev esera, bi îzna Xwedê, dê wana xelas bike.

 

بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّح۪يمِ

اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ وَالصَّلاَةُ عَلٰى نَبِيِّهِ

(Tertîba evê risaleyê, li ser çar baban û xatîmeyekî û muqeddîmekê ye.)

Muqeddîme

 

Ez di umrê xwe yê çil salî de û tehsîla xwe ya sîh salî de, çar kelîme û çar kelaman hîn bûme. Tefsîla wê, dê bête beyan kirinê. Feqet niha bi kurtayî ewê işaret bê kirinê. Meqsed ji her çar kelîmeyan, maneya herfî, maneya îsmî, niyet û nezer e. Wuha ku:

Lazim e ku li masîwa Xwedê Teala, yanî li kaînatê, bi maneya herfî û li ser hesabê Wî, bête nihêrîn. Nihêrîna bi maneya îsmî û li ser hesabê sebeban, xeta û xelet e.

Belê her tiştek, du rûyê wî hene. Rûyek li Heqê dinêre; rûyê din, li xelkê mêze dike. Aliyê ku li xelkê dinêre, lazim e ku wek perdeyeke bi tentene, yan jî wek perçeke cam a şeffaf be ku wek perdeyekê, di bin de, aliyê îsnad û binyada ku heqê dinêre, bide nîşandanê. Ji ber vê qasê, gava ku li nî’met bê nihêrîn, divê Nîmetbexş, dema dêna xwe bide sen’et, lazim e ku Sanî, wexta ku bala xwe bide sebeban, gere Muessîrê Heqîqî, bête hiş û fikra mirov.

Û dîsa, nezer û niyet, mahiyeta eşya diguherînin. Gunehan, diqulibînin xêrê û xêran dikin guneh. Belê, niyet karekî edetî, dike îbadet. Û îbadetekî bi riyakarî, diqulibîne gunehê. Gava li ser hesabê sebeban, li maddeyê bête nihêrîn, dibe cehalet. Li ser hesabê Xweda bête nihêrîn, dibe merîfeta Îlahî.

 

(Berdewam dike)

Seîd Kurdî-Mesnewiya Kurdî

Weşanxaneya Zehrayê

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *