Felsefeya sedsala 20an felsefeyeke nûjen e. Felsefe her dem dinav jiyanê de ye. Bandorê li jiyanê dike û dikevê bin bandora jiyanê. Sedsala 20an de mirovahî du şerê mezin yên ku mirov û civak serûbin kir jiya. Şerê Cîhanê ê Yekemîn û ê Duyemîn gelek pirsgirekên kesatî û civakî derxistin meydanê. Felsefeya sedsala 20an li çareseriya van pirsgirekan geriya. Felsefeya sedsala 20an ramanên xwe ji filozofên Serdema Ronahiye girtine.
Filozofên navdar yên serdema sedsala 20an ev in:
- Husserl, H. Bergson, A.N. Whitehead, B. Russell, H. Hartmann, L. Wittgenstein, M. Heidegger, K. Popper, J.P. Sartre, Albert Camus, T. Khun, J. Habermas.
Taybetmendiyên Felsefeya Sedsala 20an:
- Şîroveyên nû li ser pirsgirekên felsefê hatine vegotin.
- Di felsefê de pîsporî çêbûye.
- Rêbazê nû ketine nav felsefê.
- Di vê serdemê de pevajoyên bingehîn derketine.
- Mantiqa sembolîk derketiye.
- Li ser ziman û ramana ziman tezên nû derketine.
- Felsefeya zanistê avabûye.
- Berhemên felsefî zêdebûne.
- Felsefe li zaningeha wek ders hatiye dayîn.
Pirsgirekên Felsefeya Sedsala 20an:
- Pirsgireka Rastiye (Fenomenoloji)
- Pirsgireka Şîrove (Hermeneutik)
- Pirsgireka Xwe-Hebûn (Egzistansiyalizm)
- Pirsgireka Guhertinê (Materyalizma Diyalektik)
- Pirsgireka Zanîna Metafizikî (Pozitivizma Mantiqî)
- Pirsgireka Hebûnê (Ontolojiya Nû)
Fenomenoloji
Li gor Husserl ji bilî hebûnê di sirûştê de hebûnên dî jî hene. Ji bo vêna li gor Husserl divê li gor mantiqê rastiya hebûnê werê lêgerîn. Li gor fenomenoloji dive cewhera fenomena werê zanîn an kû divê hiş werê analîzkirin û çareserkirin. Ji bo ku mirov bigihişê rastiya fenomena li gor Husserl divê sê parantezan bikar binîn.
Paranteza Dîrokê; Divê mirov ji ramanên ku ji jiyana civakî tên durbikevê.
Paranteza Hebûnê; Tiştê li ser tê lêkolînkirin û niqaşkirin di rastiye de heye an nîne divê tê de gûman nebê.
Paranteza Îde; Divê obje ji tiştên wek renk, ava werê paqijkirin.
Bi saya van parantezan li gor Husserl mirov dikarê bigihijê rastiya cewhera fenomena.
Hermeneutik
Pevajoyeke felsefeya sedsala 20an hermeneutik e. Hermeneutik, şîrovekirina berhemên gotin û çalakiyên mirovan e. Hermeneutik bi taybetî di metnên dînî de xwe diyar dike. Li gor Gadamer ji bo ku kesek mirovên dî û di dawiyê de xwe nas bikê pêdivîya wî bi hermeneutik ê heye. Têgihiştin, jîrîtiya mirovan ya herî girîng e. Têgihiştin agahiyên berbiçav ji nûjen ve avakirine. Metn li gor dîrok û çand û tecrubeye tê şîrovekirin.
Ontolojiya Nû
Li gor Hartmann di felsefe de pirsgireka herî mezin mijarên metafizikî ne. Ev mijar tenê li gor mantiqê divê bên zelalkirin. Li gor Hartmann hebûn ji madê û can pêktê. Taybetmendiya can raman e. Li gor Hartmann di her şaxe zanistê dê kesên ku bi van zanistan re tekîldar e divê zanista ku li ser dixebitê baş nasbike.
Materyalizma Diyalektik
Materyalizm bingeha hebûne de madê dizanê. Karl Marx wek nûnerê materyalizma modern tê naskirin. Marx, teoriya tez – antitez – sentez bi madê destpêdike û bi hiş dawî dike. Marx teoriya xwe li ser tevger û guherînen civakî ava kiriye.
Pozitivizma Mantiqî
Li gor pozitivistê mantiqî ramanên metafizikî bêwate ne, ji ber ku îspatkirina wan çênabê. Li hember ramanên pozitivistê mantiqî Thomas Khun, bal kişandiye li ser dîroka çalakiyên zanistî. Li gor Khun, zanin, çalakiya zanistvan e û her zanistvan di bin bandora civak û jiyana kesayetiya xwe de ye. Khun, xebatê xwe bi têgeha Paradigma şîrove dike. Li gor paradigma zanist li gor rewşê nû tê guhertin.
Encam
Wek di vê xebatê de hate ditîn felsefeya sedsala 20an li gor jiyana civakê renkvedaye. Bi taybetî her dû şerê cîhanê û pêşketinên teknîqî di felsefe de mijar û pevajoyên nû derxistine pêş. Felsefe ketiye zaningeha û tene kesên xwedî diploma bûne felsefevan. Bi saya teknolojiye berhemên felsefî zede bûne. Di felsefeya sedsalan 20an de filozof ji bo çareserkirina pirsgirekên civakî û kesatî rawestiyane.
Hezîran 2024
Batman
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…