Ev çend roje ku pirsgirêka me yên biçin an jî neçin çareser bû. Xwesteka bavê min mayîn bû lê belê dayika min digot ku van deran ji bo me ne ewleh e. Bavê min digot çûyîn û wargeh dîtina me pir bi zehmet e, ditirsim ku jiyaneke pir dijwar li ber me be. Bavê min pir xemgîn bu lê belê ya bi xwesteka dayika min bû. Me dest bi amadekariya çûyinê kir.
Êvar bû û mêvanekî me hat. Ew şexsa yê ku dike me ji Kobaniyê bibe Pirsûsa Tirkiyê. Kesekî dev mezin, poz bilind û diranekî wî jî zêrîn, çavên xwe tarî bû; meriv jê xof digirt, ku dikeniya ew diranê xwe yên qirêj derdiketin holê û kef bi dev diket, bi hêl dipeyîvî. Wexta rabûnê gote, xwe amade bikin heya du roja ez ê werim we bibim, barî xwe sivik bigrin û derket û çû. Ew du rojên ku bi min bû ye du meh bi dawî bû. Ez rabûm û min lîstikên xwe kom kirin. Bi dengê teqereqa lîstokên min dayika min şiyar bû û ji min ra gote law tu çi dikî? Min jî got ez listokê xwe kom dikim. Dayika min gote ku tu gişkan nikarî bibî, jê du hebê xwe hilbijere, ji bo ku em nikarin barî xwe giran bikin. Gotina mêvanê me yî dev mezin hate bîra min û min heq da diya xwe û du listokê xwe hilbijartin.
Yek ji jê diyariya diya min erebeyeke sor bû û ya din jî diyariya bavê min bû ku ji min ra ji Helebê anîbû çekeke ku min pêla tetîkê dikir, çirayeke kesk di dêv da vêdiket bû. Siba din ji taştê jûn de dayîka min du tûr tiştên ku dê hewceyî me bike amade kir. Em her tiştî nikarin bibin ji ber ku şer heye, bes em ê demeke nêzik disa vegerin mala xwe.
Ew kesê devmezin hat, bi kamyoneteke biçûk em rakirin, du saet şûn ve em gihîştin Kobanîyê. Wekî me bi hezaran mirov hebûn. Li sinorê Tirkiyê her kesî dipa ku derbase hemberî sinor bin. Em jî derbase nêzî sinor bûn û li bende man ku rêza me were. Hewa pir germ bû û toz û ecaceke ne xweş hebû. Kesî kes nedidît. Diya min û bavê min pir xemgîn bûn. Yekcaran jî diya min digirîya, bavê min jî li rû da diyar bû ku pir xemgin e. Lê belê ez ne xemgîn bûm û bi kelecan bûm. Warêkî nû, hevalên nû bajarên nû… bi min xweş dihat. Dawiya dawî rêza me hat û em jî derbasî Tirkîyê bûn.
Nasên bavê min hebûn, nêzike sinor li gundekî ji bo mayînê odeyek dane me. Ew ode gelekî kevin bû û bêhneke ne xweş hebû. Diyar bû ku ji zûdava kes lê nemaye. Cihê xwe yê avdestxanê dûre malê bû, gund gelek mirov hebûn, ji ber wê yeke em pir ne rihet bûn.
Şer dirêj bû û hat li sinor sekinî me bi çavê xwe êdî şer didît. Bavê min gote ku ew şera naqede û em êdî nikarin herin gundê xwe. Hewceye ku em ji Tirkîyê herin cihekî ewleh û cihekî arambexş. Ji gund nasê yekî hebû ku mirovan ji Tirkiyê bi botan dibirin Yewnanistanê hebû. Bavê min gote divê em jî biçin. Pir wext derbas nebû ku em li otobusekê siwar bûn û bi rê ketin. Em hatine cihekî ku behr lê hebû. Behr pir xweş dihate xûya. Bêhna wê û nerîna wê jî pir xweş bû. Xêncî me gelek mirovên din jî hebûn. Hinekan digot cih tune em naçin, hinekan digot cih tenge em naçin… lê belê bavê min got ku çi dibe bila bibe divê em biçin. Şevûnîşev em li botekê kirin, lê belê di botê de gelek mirov hebûn. Cih pir bi zehmet dest me ket. Demeke ne dirêj bota me bi rêket. Şev tarîbû û bi rastî jî pir bi xof bû. Diya min û bavê min li cem min bûn, ji ber vê yekê ez qet neditirsiyam. Hewa sar bû, bot jî bilez diçû loma ez cemidîm û min dê ê bavê xwe hembêz kirin ku ez germ bibim dûra xewa min hat….
Dawî?
Dawîyê hûn gişkî dizanin…
Mistefa T.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…