Gav, ku namînin ji bo avêtinê
Her du serbaz, weke karên wan qedîyabe, destên xwe xistinê bêrîkên xwe û bêzar rawestîyane. Yek ji wan destê xwe ji bêrikên xwe derdixe û ber bi Şêx ve diçe; dixwaze xeleka werîs têxe stûyê Şêx. Di vê kêlîyê da devê Şêx tije dibe, dixwaze bibêje: “ Hûn bi çi heqî gewrîyeke tî dixin werîs?” (hb.147) Lê gotineke Neqşîbendîyan: “Dema ku tu tîbûyî, avê di xeyalên xwe da sirgûn bike!” tê bîra wî û ji vê pirsê poşman dibe; xwezîya xwe dadiqurtîne û dibêje: “Dê tîbûna xwe, bi xwe ra bibim ba xwedê.” (hb.147) Şêx, bi van hevokan dîsa xwe dispêre tesewûfê û aram dibe. Di wê kêlîyê da şîreta ku wî li Şêx Elîyê Çanê kirîbû tê bîra wî û xwe ji ber werîs dide alî û dibêje: “Berxek jî dema tê serjêkirin, li ber xwe dide. Çima ez na!” (hb.147) Bi vê hevokê mirov têdigihêje ku Şêx, di mijara neteweperwerîyê da serhildêr e, di mijara dîn û dînayetê da qederparêz e. Weke her carê aş li xeyalekî, aşvan li xeyalekî ye. Serbazê din, yê ku hîn destê wî di berîka wî da ye, xwe dide kêleka Şêx ya din: “Metirse Şêx efendî metirse, ev werîs li gor we ye.” (hb.147) dibêje û destê xwe diavêje xeleka werîsê di destê hevalê xwe da, da ku bi zorê serê Şêx têra derbas bike. Êdî efsar û cendirmeyên li ber sêdaran sekinî, bi tevahî di temaşeya daliqandina Şêx da ne. Şêx, ji peyva serbaz dilteng dibe. Ji bo ku serbaz, efsar û cendirmeyên li dora wî kombûyî bizanibin ku ew natirse, dikene û her diçe dengê kenê xwe bilind dike. Şêx, him dikene him li ber xwe dide. Di vê kêliyê da, efsarek xwe digêhîne herdu serbazan û ji wan ra dibêje: “Ka hun ji min ra bi milên wî bigirin.” (hb.148) û bêrî ku şaşika wî ya spî ya li gundê Qolhîsara Xinûsê bi merasimeke dînî li serê wî hatibû gerandin jê daynin, serê Şêx, bi darê zorê di xeleka wî werîsê ku li Lozanê ji alîyê desthilatdaran va hatibû ristin ra derbas dikin. Şaşika ku di heftê rojên şer û heftê û pênc rojên di zîndana Amedê da ji serê wî nehatibû xwarê, ji serê wî dikeve û digindire ber lingên efser û serbazan. Nêrînên Şêx jî li pey şaşika wî digindire û çavên wî tijî hêsir dibê. Efser, çavên bihêsir ên li pê şaşikê dibîne û bi dilovanîyeke derewîn şaşika wî bêqîmet dike û tinazên xwe bi Şêx dike.
Tûrikê ezmanê Amedê, di vê şeva dirêj û tarî da, stêrkên di binî da mayî jî dadiweşîne. Ango rêhevalên Şêx, yeko yeko li ber çavên wî hatine daliqandin û ew bûye şahidê daliqandina tevekan. Çil û şeş caran hatîye daliqandin lê niha dora çil û heftan e, dora Şêxê kewara êş û eleman e. Şev her ku diçe dirêj û tarîtir, tîbûn zêdetir û mirin nêziktir dibe. Êdî termên çil û şeş rêhevalên Şêx, di sêdaran da giran giran libadibin. Hemû serbaz, efser, cendirme, heyeta mahkemê û doxtor li ber sêdara Şêx li hev civyane û bêyî axaftina bi tirkî deng û beng nîne. “Tenê termên daliqîyayî bi kurdîyekî xeniqî diaxivin.” (hb.154) Yek ji efseran dibêje, de ecele bikin şev dereng e û “seat ji diduyan ra deh deqe maye.” (hb.154) Ji vê fermanê Şêx têdigihêje ku seat nêzikî duduya ye. Serbazê tevlixew, bi dengê efsar, hildiceniqe destê xwe dîsan diavêje werîsê di stûyê Şêx da, girêka werîs hinekî dişidîne û xelekê tengtir dike û di ber ra jî bi awayekî bitinaz ji Şêx dipirse: “Ha Şêx Efendî! Diêşe?” (hb.155) Şêx Seîd, soberê deryayê xewn û xeyalan, bêyî dengên nefesên rêhevalên xwe yên dawî dengan nabîhîse û di xeyalên xwe yên şêrîn û pîroz da bextewar e.
?
Beşa ku bi pirsnîşanê destpêdike bi du awayî tê vegotin. Ji alîyekî da kurte dîroka serhildana Şêx û dîlketina wî tê vegotin; Ji alîyê din va meşa mirinê ya ber bi sêdarê ve tê vegotin. Nivîskar vê teknîka nivîsê, bi awayeke hostayane bikartîne û di encama romanê da Şêx tê girtin; serhildan têk diçe û rêwîtîya ber bi sêdarê, bi awayeke trajîk bidawî dibe.
Werîsê ku demeke berê li stûyê Şêx gerandî, zengeloka wî dişidîne, di gewrîya wî ya tî da, aveke tal, dibe çemeke ji bîranînên têkçûyî. Gwîzên Xidirê Botî û hevokên ji agirê eşqê dagirtî yên Xalisê Bedlîsî tên bîra wî. Gwîzên Şêx jî li ser qubê nerawestîyane û mixabin serhildana wî jî ji ber bêtifaqîyê tek çûye. Gotina Xidirê Botî ya ku bêtifaqîya kurdan kurte pênase dike, dubare tê bîra Şêx û mixabin rêberê gelekî bi vê axê diçe gorê: “Eger xwedîyên gwîzan bi hev ra li ber qubekê rawestin û gwîzên xwe biavêjin ser, dê qub di bin gwîza da bimîne.” (hb.175)
Şêx, stûyê xwe di xeleka werîsê tengbûyî da dizivirne û çavê wî li termê Çerkezê zaza dikeve. Serê wî bi alîyê Şêx ve xwar bûye û bayekî xemgîn termê wî bistûxwarî libadike. Dû ra xeleka werîsê rûnkirî qirika Şêx diêşîne, dike ku bikuxe lê dengeke mîna nalînê ji devê wî yê tî û zengeloka wî ya dorpêçkirî tê. Di vê kêlîyê da ji nişke va serbazek ber bi wî ve tê û dest diavêje werîs. Şêx, pirsa ku demekî dirêjbû dixwest ji xwedêyê xwe bike bipirse lê serbaz xeleka werîs hinekî sist dike, Şêx şaş dimîne û dibêje: “Gelo mumkin e ku mucîzeyek be û fermana berdana wî ji Enqerê hatibe? Pêkan e, ev tiştên ku di vê şeva reş da diqewimin bi tevahî xewn bin?”(hb.180) Lê mixabin rastîya tal… Fikir û ramanên Şêx, di dileke sincirî û binpêkirî da difetisin.
Serbaz bi lez stûyê wî ji xelekê derdixe û kirasekî spî yê bêberstûk dikişîne serê wî û dîsan xelekê diavêje stûyê wî û bi şûn va diçe. Di vê kêlîyê da tûka ku di devê Şêx da kombûyî, dadiwerive gewrîya wî û demeke kurt be jî tîbûnê wî ji bîra wî dibe. Di heman demê da dengê efsarekî bilind dibe û bitinaz dibêje: “Dê wî paçikê hanê jî li serê wî bigerînin.” (hb.180) Serbazê bêdeng, şaşika wî ya ku gindirîbû erdê bi awayekî lezgîn û serobero dipêçe û datîne serê wî. Cendirme û zabitên li dora wî kombûyî, dikenin û tilîyên xwe dirêjî kirasê spî yê bêberstûk dikin û bitinaz dibêjin: “Binêr, binêr Şêx efendî! Ew tam li te hat.” (hb.180) Di vê kêlîyê da bûyerên ku di destpêka serhildanê da li Pîranê bêwext pêkhatî tên bîra wî. Gilî û gazinên xwe ji bêpegalîyê dike. Dixwaze bûyera ku li Pîranê di navbera dewlêtê û fîraran da bêwext pêkhatî bi awayeke lezgîn li welat bela nebe. Lê ev bûyera ne bidilê Şêx, dibe fitîla şerê serhildanê û raperîneke bêwext û bêrêkûpêk dest pê dike. Şêx, xwe di nav dîlana agir da dibîne.
Şêx, êdî li bin werîsê rûnkirî û li ser sehpaya mirinê da ye, xwezîya xwe ya tal, dadiqurtîne û stûyê xwe li ber qedera xwe ditewîne wiha difikire: “Pira ku dê di ser ra biçim ba xwedê teala, ev sêdar e, yê ku dê niha pêva li ba bibim.” (hb.183) Nizane çend deqe, çend sanîye bi şûn da serbazê ku li ber sêdara wî, pêhna xwe li sehpaya ku ew li ser sekinî bixe, termê wî jî bike mîna elîfeke daliqandî û weke termên rêhevalên wî libabike. Hespê pirsa xwe ya derenghiştî zîn dike û dixwaze vî hespê ber bi vî ezmanê bêstêrik bibezîne. Lê weke her carê xwe radigire û şûna ku pirsa derenghiştî bipirse, bazên xeyalên xwe difirîne rojên borî û serpêhatîyên wî mîna rêze fîlmeke li ber çavê wî diherikin.
Xiçikê ku di şimika Şêx a çepê da, di seranserê romanê da weka sembola êş û nakokîyên bêtifaqîyê û bêpergalîyê hatîye bikaranîn. Sehpaya ku li ser sekinî, teng e û tenê têra herdu lingê wî dike, nikare xwe rabigire. Pêçîyên lingê xwe yên ku xîçik di nav da li hev dide, canê wî diêşe û bi awireke tije gazin, xişim û nîyaz li ezmanê reş û tarî dinêre. Pirsa wî ya derenghiştî disa dewê wî tije dike, dixwaze mîna gulleyeke berde kezeba ezmanê stewr. Têdigihêje hîn dilê wî lê dide, bêdeng dimîne. Xeyalên wî yên melevan, xwe diavêjin nav pêlên wê buhara ku sîya wî li Pîranê zer bûbû.
Şêxê ku di nav bîranînên xwe da soberîyê dike, li wan termên daliqandî dimeyzîne û dibêje: “Gelo çend sed zarok li du wan şehîdan sêwî mane?” (hb.189) Şewateke bi dil û canê wî dikeve û hêsir ji çavê wî dibarin di mijangên wî da asê dimînin. Çavên wî ji dîtina termên rêhevalên wî diêşin; her termekî wan dibe şûjinek û di bîbikên çavên wî da çik dibin.
Berîya ku Şêx here ser dilovanîya xwe, dîsan di nav xewn û xeyalan da ye û li ser Pira Evdirrahman Paşa ye. Parêzvanên Şêx, li nêzî pirê rastî dewrêşeke kal tên û wî dibin hizûra Şêx. Şêx, bi dîtina wî dewrêşê kal matmayî dimîne: “Wey! Xalis ev tu yî dîsa?” (hb.193) Kalo kêlîyeke bêdengê dimîne, dema ku tûrê xwe datîne dibe tequreqa gwîzan. Xalîs, li çavê Şêx dinêre. Şêx, jê dipirse: “Xalis, qey te ez nasnekirim! Ez Seîd im! Berê te li kû ye?” (hb.193) Kalo digîre û hêsrên çavê xwe bi kefa destê xwe dimalîne û dibêje: “Ez ji Bedlîsê têm berê min li çîyayê Şerefdînê ye, min nîyet heye ku li wir gwîzan biçînim, gwîz êdî nema têra me dikin.” (hb.194) Em bi vê hevokê têdigihêjin ku bi têkçûna serhildanê va îhtîmala ku kesekî rêberîyê ji gel ra bike jî nemeye, ji ber vê Xalis daxweza çandina şitilên nû yên gwîzan dike û gwîzên mayî êdî navêje ser quban, ji bo ku gwîzên zexm û navdar aj bidin û bikemilin wan di axa welat da diçîne û hêwîyên xwe bi mezinbûna van dar gwîzan diparêze û mezin dike. Ango Xalis, ji bo dahatûya miletekî, tovên azadîyê li axa welat direşîne û hêvîyan mezin dike. Lê gwîza Şêx jî qub negirtîye û serhildana wî bi îxaneta yekî ji malê têkçû ye, niha girtîyê dewletê ye û di demeke kurt da dê roja wî here ava.
Meha remezanê ye û Şêx û rêhevalên wî tî û birçî li ber Pira Evdirrehman Paşa ne. Her kes bi haleke tîbûyî û jihevketî, metereyên xwe bi ava cemidî dadigire û li benda fitarê dimîne. Mixabin Şêxê tîbûyî û rêhevalên wî li ser vê pirê dikevin dafika Qasoyê îxanetkar, bi vî awayî daxwaz û hêvîya fitarê berhewa dibe. Dîyar e ku metefora tîbûnê ne tenê tîbûna laşî ye di heman demê da tîbûna azadîyê ye. Tekoşîna ji bo rizgarîya gel û welat hatîye kirin, wek îbadet hatîye pejirandin lê her du îbadet jî negihiştine armanca xwe. Ango Şêx û rêhevalê wî rojîyeke bêfitar girtine.
Serbaz dîsa kirasê spî û bêberstûk dikişîne serê Şêx, xeleka werîsê rûnkirî dixe stûyê Şêx û şaşika ku li cem Şêx weke nîşana îlm û îrfanê dihat qebûlkirin dide serê wî, destê xwe dixe bêrîka pantolonê xwe yên leşkerî û ji wî dûr dikeve. Ev dîmên Qasim Begê Cibirî tîne bîra Şêx û keserek kûr dikişîne. Bûyerên ku li ser pira Evdirrahman Paşa pêkhatî tên bîra wî û dengê Çerkezê zaza di guhê wî da olan dide: “Ez benî çi ecêb e!” (hb.196) Kuro xêr e çi heye dîsan? “Ez benî sîya te, sîya te nînê.” (hb.196) Sîya wî ya zer a Pîranê jî tê bîra wî û bersivek zêrîn ji devê Şêx diherike ku ev bersiv sedema têkçûna serhildana wî jî vedihewîne: “Sî, hebûna tiştan e, eger ku tu hebî, sîya te heye ku nebî ew jî nîne. Niha ez nînim, wê çawa sîya min hebe Çerko!” (hb.196) Dîyar e ku rêber tune be raperîn jî nîne.
Serbazê ku berî deqeyekî werîs xistibû stûyê Şêx, bi fermana: “Tu li benda çi yî? Hadê bilezîne seat bû dudo.” (hb.199) dizivire ku sehpaya di bin lingê Şêx bikişîne. Di vê kêlîyê da Şêx, dîsa pirsa xwe ya derenghiştî, di devê xwe da digerîne, di heman demê da dengê hevlingê wî Qasim Begê di guhê wî da olan dide: “Ma ne bes e Şêx Seîd? Tu yê di kû da herî? Were berê xwe bide edaleta dewletê!” (hb.199) Şêx, weke wê pirsa ku dikir ji Xwedayê xwe bike, devê xwe tijî tûk dike û ji Qaso ra dibêje: “Qasimê Silêman! Min devê xwe tijî tûk kiribû ku li nav çav û rûyê te werkim lê bizanibe tu ne hêjayî tukirinê yî jî.” (hb.200) Şêx têdigihêje ku êdî roja wî jî çûye avan. Kewê ribat, kewtîya xwe kirîye û bi dehan kew ketine dafika Qasimê Silêmanî. Ji ber vê helwesta îxanetkar, laneta ku bi sed salan e li Beko Ewan hatîye kinin ji vê rojê bi şûn da li Qaso jî hatîye kirin dê heta hatayê bê kirin.
Gava Çarem
“Haydê zû wê kursîyê ji bin lingê wî bikişîne. Haydê, haydê!” (hb.211) Bi vê fermana tal û ziwa ra serbazê li ber sêdara Şêx, lingê xwe dixe navbera linge sehpaya di bin lingê Şêx da. Şêx, têdigihêje ku dê di nav çend sanîyan da jiyana wî bi dawî bibe. Di xafil da mij û moraneke tîr, havîrdora wî dorpêç dike û her tişt tarî dibe û êdî Şêx kesî nabîne. Xeyalên wî yên westîyayî hêdî hêdî bi dawî dibin, bêyî rûyê mirinê, her tîştî dide alîyekî û tenê li mirina xwe ya di paytexta dilan da dihat pêkanîn difikire. Nêrîna wî ya dawî li ser werîsê rûnkirî yê ku di stûyê wî da asê dimîne. Berê xwe dide ezmanê reş û tarî û di vê tarîyê da bi dehan gwîzên daliqandî dibîne.
Pêrîxan di nav wê mij û morana ku Şêx dorpêçkirî da, hêdî hêdî ji paş perdeyeke kesk derdikeve. Porê wê yên zêrîn, beredayî û şil e, av ji cilên wê diniqute, li ber kevîya bîrê rawestyayî ye û jidil dikene. Gavek pêş ve tê, tarî ji ber vê gava wê mîna refê qijikan difire û ronahîyeke dilovan hêdî hêdî ji ber şimikên wê ve bilind dibe. Du ra Pêrîxan qedeheke av, dide delalîkê dilê xwe û ew jî dikene û gaveke diavêje. Pêrîxan li gava wî dimêyzîne. Ji ber gava Şêx, gwîzên spî wekî gilokên ronahîyê digindirin. Her yek ji wan dibe çirayeke û der û dora xwe ronî dike. (hb.213s) Şêx û Pêrîxanê nêzî hev dibin û dibin yek beden. Em ji vê wislatê têdigihêjin ku Şêx û Pêrîxan di warê evîna beşerî da negihaştîne hev lê di serencamê da ev evîn veguhestîye evîneke îlahî û wislat pêkan bûye. Pêrîxan bi dengekî ji avê nermtir û xweştir delalîkê dilê xwe wiha pêşwazî dike:
“Ev gava te ya çarem bû, ez bi gorî, (hb.213) tu bi xêr hatî.”
Serwet Ornek-Amed
28 Berfanbara 2024an
Çandname
ÇAVKANÎ
1 Camus, Albert, Serhildêr, Trans. Tahsîn Yücel, Weşanên Can, Stenbol. 2012, rûp 305.
2 Çıkla, Selçuk, Di Romanê de Çîrok û Rastî, Siyasî/ Hejmara Taybet a Romana Tirkî, Sal 5, Hejmar, 53 /54 /55 r.104-123,2010
3 Acun, Roger, Rexneya Civakî, Siyasî û Dirokî di Romana Kurdî yan Diyaspora, Zaningeha Dicley, Beşa Ziman û Çanda Kurdî, Teza Doktora an jî Neçapbûyî, r. 1.
4 Firatnews. eu /11.11.2007
5 Dost, Jan, 3 gav û 3 darek, Avesta, Stenbol, 2007.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…