Stendhal, romanê weke neynika jîyanê pênase dike. Bêguman di nav cureyên edebîyatê yên ku li ser esasa vegotinê hatine avakirin da, neynika herî girîng roman e. Ev neynik, çi çê çi xirab jîyanê vedibêje lê bi awayeke fîktîf / çêkirî. Roman, di heman demê da cureyek vegotina serdema modern e û di pêvajoya netewesazîyê da, roleke girîng bi cih anîye. Lewma Albert Camus dibêje ku“Têgihîna serhildana mirovî û vejîna romanê di heman serdemê da bûye û dîroka mirovahîyê di encama rûdanên bi hev ra tekildar pêk hatîye.[1] Bêguman dîroka mirovahîyê, di pêvajoya guherînên girîng da derbas bûye û roman, ji vê pêvajoyê welidîye û bi domana demê ra li gor mijaran hatîye senifandin. Romanên dîrokî jî yek ji wan cure romanan e û fêkîyê bûyer û kesayetên dîrokî ye. Bûyerên ku di paşxaneya dîrokê da hatine estetîzekirin û çêkirin, di romanên dîrokî da bi şêweyekî hunerî tên şênber kirin. Rastîya romanê, rastîyeke xeyalî ye. Rastîya xeyalî jî di romanê da “bi lihevhatina rastîyan û xeyalan pêk tê.”[2]
Dîrokzan, bi bûyerên temambûyî ra mijul dibe û li pey rastîya zanistîyê ye. Lê roman, cîhaneke rengîn a xeyalan e. Dîrok bi alîkarîya ramanên kesane, hişmendîya kolektîf pêş ve dibe, hefizeya civakî diafirîne, meyla civakî dîyar dike û domdarîya herîkîna çandî mîsoger dike. Lê di romanê da rastîya heyî, bi xewn û xeyalên rengdar, bi leîtmotîfên balkêş tê xemilandin, bi vî awayî ji rastîyên jiyanê, cîhaneke hunerî tê avakirin. Wek ku Roger Acun jî dibêje “Romannûs tenê çîrokekê nabêje di nava wê çîrokê da endîşeyên felsefî, arîşeyên civakî, rûdanên sîyasî û bûyerên dîrokî di parzûnkê hişmendîya serdema xwe ra dadiwerivîne û bi gotara edebî mohra mêjî û dilê xwe lêdixe.”[3]
Jan Dost, bi gelemperî jînenîgarîya navdarên dîroka kurd û Kurdistanê wek mijar hildibêjêre; ji rastîyên dîrokê û kesayetên dîrokî sûdê werdigire lê bêguman bi awayeke fîktîf vedibêje. Dost, di axaftineke xwe da wiha dibêje: “Ez bûyerên dîrokî dikim roman, da ku em ji dîrokê îbret bigirin. Bi rêya romanê dîrok bê xwendin û em dersan jê bigirin.” [4] Romana bi navê “3 gav û 3darek” jî romaneke bi vî rengî ye û mijara nivîsa me ye.
Roman di şeveke dirêj û tarî da, bi meşa du serbazên ku di milê Şêx da dest pê dike û vegotina bûyerê bi du awayî diherike. Danasîna lehengan û bûyerê, ji alîyê vebêj va tê kirin. Dema ku dor tê vegotina bîranîn û serpêhatîyên Şêx vebêj, Şêx bi xwe ye ango di romanê da nêrîna îlahî û qahremanî bi hev ra hatiye bikaranîn. Di her du nêrînan da jî zimanekî zelal, hunerî û herîkbar bi şêweyeke hestyar hatîye bikaranîn. Serpêhatî û bîranînên Şêx, ne bi awayekî eşkere bi teknîka binhişî hatîye vegotin. Romannûs bi aweyekî bîrbir vê teknîka vegotinê bikar tîne. Lewra mebesta wî him danasîna lêhengeke dîrokî û rêberekî neteweyî ye him jî danasîna kesayeta Şêx a taybet e. Romannûs, bi vî awayî him rê li ber hest û ramanên Şêx vekirîye him jî keseyeta rêberê gelekî bindest, nekirîye benîştê devê serdestan.
Peyamên romanê, bi gelemperî di serpêhatî û bîranînên ku di binhişê Şêx da li bin guhê hev dikevin da veşartîne. Roman, ji serî heta binî bi metaforên rengîn hatîye xemilandin lê “av” “tîbûn”, “xîçikê di şimika Şêx da”, “gwîz” , “qub” û “gav” di seranserê romanê da mîna leîtmotîf hatine bikaranîn.
Mebesta vê nivîsê nirxandineke teknîkî û gelemperî nîne. Bi taybetî nirxandina hest û ramanên rêberekî li ber sêdarê rawestîyayî ye. Dê kerem bikin, em bi hev ra şimikên dilê xwe derxin û rêze fîlma ku ji serpêhatî û bîranînên rêberekî li ber sêdaran pêkhatî, bi dilekî pêxwasî temaşe bikin û mohra mêjî û dilê Jan Dost, çawa li berhemê ketîye bibînin.
Pêşgav
Beş, bi pêşnîyaza vebêj a “Şimikên dilê xwe deyne û dilxwas derbasî nav strîyên vê romanê be.” (11)[5] bi vî rengî dest pê dike. Nivîskar ji bo xwendineke sûdwer, daxwaza dilekî bêparaztî û paqij dike. Bi vî awayî xwîneran beralîyê xwendineke sûdwer dike. Lewra nivîskar di wê qeneatê da ye ku tenê dilên pak û hestyar dikarin ji êş û elemên di vê romanê da hatine vegotin têbigihêjin.
Şêx ji dema derdestkirinê hetan mirinê, weke rêbereke neteweyî tevdigere. Ji ber vê statuya xwe ya taybet, hestên ku di binhişê xwe da dijî, li hember neyaran nade der. Berevajî dest girêdayî û bi tîbûneke şor, di navbera du serbazan da dimeşe lê serê xwe natewîne, daxweza vexwarina qurtek avê ji wan nake; mîna ku nû ji ser kanîyeke hatibe tevdigere û ber bi sêdarê ve dimeşe. Lê ev halê tîbûyî ango hesreta serfirazî û a azadîyê di binhişê Şêx da mîna hevrîşimeke giranbûha tê ristin û bi mirina wî va bi dawî dibe. Em ji metafora tîbûnê têdigihêjin ku Şêx him ji alîyê laşî ve him jî ji alîyê derûnîyê ve tî ye. Tîbûna laşî bi vexwarina avê çareser dibe lê tîbûna daxaz û mirazan na. Tîbûna fikr û ramanên têkçûyî û tîbûna yekitîyê, tîbûna azadîyê di binhişê Şêx da her diçe zêdetir dibe û vebêj, vê tîbûnê dişibîne şorahîya heft okyanûsan û axeke bi salan bêbaran mayî.
Bêguman ji bo xwendineke sudwer pêdivî bi kurte pênasekirina lehîtmotîfa avê jî heye. Av ji bo candaran pêdivîyeke bingehîn e û bêwê jîyan nabe. Ji ber vê taybetmendîya xwe ya girîng, têgeha avê di pêvajoya dîrokê da him di qada tesewûfê da him di qada felsefê û hunerê da wateyên cuda vehewandîye. Her tradîsyonê li gor meşreba xwe wateyek li vê têgehê barkirîye. Li gor ehlê tesewûfê di kaînatê da çi candar çi bêcan her tişt bi taybetmendîyeke xwe ji Xwedê ra îbadetê dike, wek mînak gul, bi bêhna xwe ya xweş; av bi herîkbarîya xwe hw. Av, aşiqê cemala Xwedê ye ji vê bonê benavber û bêrawestan diherike û di lêgerîna cemala yezdanê dilovan da ye. Ji bilî vê em dizanîn ku têgeha avê di dîroka mirovahîyê da him di berhemên devkî him jî yên nivîskî da wek sembola pakbûnê, mesûmîyetê û vejînê hatîye bikaranîn. Ji vê bonê mirov kesayeta Şêx û daxwazên Şêx di çarçoveya lehîtmotîfên av û tîbûnê da bixwîne û binirxîne dê hest û ramanên rêberekî li ber sêdaran hêsantir werin fêmkirin.
Şêx, bi axaftina her du serbazên ku bi dengekî bilind û bitinaz bahsa tîbûnê û avê dikin ji cîhana xeyalan hişyar dibe û bi rastîya tal ve rûbirû dimîne. Serbazê yekê, mîna ku haya wî ji tîbûna Şêx hebe, ji cewdikê xwe avê vedixwe û ava mayî jî li ser cîzmeyên xwe direşîne. Dengê avê di hişê Şêx da olan dide û tevlî bêdengîya şeva tarî û dirêj dibe. Şêx, ji ber vê rewşê, xwe dispêre xudayê xwe û dîxwaze loman jê bike lê ji vê daxwazê poşman dibe. Ev rewşa dudilî di demên teng û hestyar da di binhişê Şêx da her dubare dibe û bi mirina Şêx ve bi dawî dibe.
Her çi qas di rêwîtîya mirinê da Şêx û serbazên romîyan di milê hev û din da bin jî di warê bîr û derûnîyê da ji hev dûrin. Ango aş li xeyalekî, aşvan li xeyalekî ye. Lê kalemêrê dilovan, ji hal û tevgerên serbazan têdigihêje ku her du jî westîyayî û ecizin û dixwazin karê xwe bi lez û bez pêk bînin. Şêx, bi dengekî nerm û bavane daxwaza aramîyê ji wan dike û bi şêweyeke metaforîk wiha dibêje: “ Bawer bikin mirina min ew qasî dirêj nake! Mirina min jî dê mina vê şoreşa min be.” ( hb. 23)
Di pêşgava mirinê da dem, nêzî şevaqa sibê ye, Şêx, li stêrkan dimêyîzîne û mirinê wiha pênase dike: ”Mirin mîna rojê ye, sterkên jîyanê di şewqa xwe da vedişêre lê sterk namirin.” (hb.20) Li gor Şêx; sterk razê şevê ne, şev jî raza vê gerdûna bêser û ber e. Gerdûn, destarê sterkan ne, her çi qas wan bihêre jî nav û dengên wan nayên ji bîrkirin lewra ew sterkên xuricî ne. Bêguman stêrkên xuricî, pêşengên binav û dengin in û nav û dengên wan di hefizeya gel da heta hetayê cih û war dibe.
Sêdar, mîna selexaneya ku laşên berxan bi çengelên wê va daliqandî xuya dike û di navbera Şêx û werîsê wî da sê gav maye. Sê gavên ku bibin sedema mirina wî. Ji vê rastîya tal, eciz dibe û xwe disipêre bîranînên xwe. Şêx, niha di nav cemaateke mezin da ye û murîdên wî li ser bêtifaqîyê diaxivin û mînakên balkêş didin. Yek ji wan, bêtifaqî û bêahengîya kurdan dişibîne du tifingên ku bi hev ra nayên teqandin. Murîdekî dinê, bêtifaqîyê dişibîne korên ku dikevin govendê lê ne dizanin şûna lingan bişopînin ne dizanin ser û bine govendê li kû ye û ne jî dizanin govend çima li dar ketîye. (hb. 25) Lê Şêx, hîn mîna murîdên xwe bêhêvî nîne û weke fermandarekî wêrek û hêvîdar tevdigere. Li gor wî îjar daweteke wisa hatîye lidarxistin ku ne tenê gundek ne tenê welatek, dê hemû dinya were vê govendê. Hêvîdar e îjar “gwîza ku biavêje ser qubê dê bigire. Lê mixabin encam ne wisa ye. Ji ber ku kurdan di nav xwe da yekitîyeke neteweyî ava nekirîye di pêvajoya dîrokê da serhildanên wan têkçû- ne. An av kişandine ser aşê dijminên xwe û aşên wan geştir kirinê an jî bûne bendê li dû hebanên wan û di warê mafên neteweyî da bêpar mane. Di encama vê bêtifaqîyê da welatê wan û mêjîyên wan hatîye parçekirin. Bi hêsanî bûne xizmetkar û canfîdayê dînên xwe lê ji bo mafên xwe yên neteweyî heman helwest nîşan nedane. Ango dîn ji alîyê desthilatdaran ve bi hêsanî weke alaveke sîyasî hatîye bikaranîn û kurd jî li hember vê rewşa xapînok hîşyar nebûnê. Xesesîyat û îtîfaqa der heqê dîn da hatîye nîşandan di warê mafên neteweyî da lawaz maye ev lawazî jî bi awayekî xwezayî bûye sedema têkçûna serhildanan. Nivîskar vê rewşê bi metaforên “destnimêja nimêjê û bi destnîmêja azadîyê” wiha vedibêje: “Dema ku tifingan ji bo kurdan azan dan kurd hemû nehatin nimêjê. Nimêja li mizgeftan bi destnimêjeke sivik bi avê yan jî bi axê dibû lê nimêja azadîyê? Destnimêjeke bi xwînê jê ra diva bû, loma jî her kes nehat!” (hb. 36) Ji ber van sedeman e ku dîrokeke hîn jî di bin sêdaran da dinale, rêweber hîn jî tên daliqandin û hêvîyên azadîyê hîn jî di qelûnên serdestan da bi erzanî tên şewitandin.
Li gor Şêx, ronîya rojê bi awayekî xwezayî stêrikan vedimirîne, nedîyar dike lê werîsê rûnkirî bi zaneyî û zordestî şoreşa wî rêş kiriye, têk birîye. Bi vê danberhevdanê nivîskar vê peyamê dide. Tekilîya di navbera roj û stêrkan da têkilîyeke xwezayî ye lê tekilîya werîsê rûnkirî û ji holê rakirina şoreşeke, tekilîyeke nexwezayî ye û tundîyê vedihewîne. ji ber vê danberhevdaneke xelet e. Şêx di binhişê xwe da, bi van fikir û ramanan ve mijûl e lê nişke va hay ji xwe dibe, vedigere rastîya tal û ji serbazên milê xwe ra vê hevoka metaforîk dibêje.”Binêre ev stêrik çawa dilerize! Haya wê jê nîne ku dê sibê dîsa biçirise.” (hb. 26) Ango Şêx dibêje ku ez û rêhevalên xwe, stêrkên gelên xwe ne. Hun dikarin îro ronahîya me vemirînîn, dawîyê li jîyana me bînin lê fikir û ramanên me, dem dem lawaz bibin jî wek stêrkên li ezman mayînde ne wê û hetan hetayê bijîn.
Dijmin dixwaze ku Şêx bi çavên serê xwe bibe şahidê daliqandina rêhavalên xwe. Ji vê bonê berê rêhevalên wî dûra ew tê daliqandin. Dîmênên termên daliqandî, dilê Şêx mîna “libeke genim” dihêre. Lê tiştek ji dest nayê. Xwe û rêhevalên xwe, dispêre xwedayê dilovan û ev lawa ji nav lêvên wî diherike. “Ew mêvanên erşê te ne xwedayê min, qurbanîyên ber dergehe te ne.” (hb. 26) Lê di vê şeva dirêj û tarî da, xwedê dev ji tiştên ku li bajarê Amedê li Qada Derîyê Çîyê da pêktên berdaye; pişta xwe daye bêdenê û çavên xwe girtine; guhên xwe şima kirine; devê xwe dirûtiye. Ameda ku berê du mehan ji pêşwazîya Şêx ra amadebû, niha bêdeng e û di xewa mirinê da ye. Haya paytexta dilan, ji sêdarên ku li Derîyê Çîyê hatine darxistin nîne. Di vê şeva tarî da bêyî Şêx, kesekî tî jî li Amedê nîne û Amedî, di kar û barê jîyana rojane da ne. Tu kes di hawara Şêx da nayê. Edî ji bo mirina Şêx sê gav mane. Şêx têdigihêje ku gavek, du gav, sê gav û li ber werîsê rûnkirî ye. Dizane ku îşev temenekî dirêj, di sê gavan da wê were qut kirin. Şêx di nav van hestan da gava xwe ya yekem diavêje û em bi vegotinekî binhişî diçin dema zaroktîya wî.
Gava yekem
Şêx, li ber sêdarê ye û mirin bi qasî du gavan nêzî wî ye. Bîranîn û serpêhatîyên wî mîna rêze fîlmekî li ber çavê wî ra diherike û em bi vî awayî diçin dema zaroktîya wî. Di vê beşê da vebêj, gava yekem a ber bi sêdarê û gava zaroktîyê ya yekem dişibîne hev. Li gor wî her du gav jî gavên bitirs in. Lê di gava yekem a zaroktîyê da, tirs û hêvî bi hev ra ye. Di gava ber bi sêdarê da hêvî nîne, dawî lêhatina temenekî dirêj heye. Ji bo zarokan avêtina gavên ewil, bitirs e û hêjmara van gavan çi qas zêde be, bawerîya meşê jî ew qas zêde dibe. Lê gava ber bi sêdarê… Di dema zarokatîya da dayîka Şêx jî weke her dayîkekê ji bo gavên yekem biewlehî bin, ben bi nava wî ve girêdabû lê niha ben dê li stûyê Şêx bigerîya. Mixabin peywira benê di navê da û yê ku di stûyê mirov da ne heman tişt bû. Wateya benê sêdarê, ne tenê mirina Şêx e, di heman demê da têkçûna serhildana milletekî ye. Şêx di nav van ramanan da bi awayekî hestyar li termên bi sêdaran va daliqandî, dinêhire û hemûyan ji nêz ve dinase. Ji ber vî dîmenî, dilê wî mîna libekî tirîyê ku di nav qîlên rovîyekî da, tê guvaştin.
Bayekî hênik li dora sêdaran digere û xewa serbazên westiyayî tîne. Şêx jî westîyayî ye lê li ber xwe dide û wiha dibêje: ”Na, jîyan hêja ye ku mirov heta sanîyeya dawîyê wê bibîne! Dê stêrikan bipêm, berbanga ku hindik maye were zayîn bibînim, bejnên wan şêx û mele û xweşmêran bi sêdaran vê daliqyayî bibînim.” (hb.38) Em ji vê hevokê têdigihêjin ku ji bo her kesî can şêrîn e û heta ku dilê mirov lêbide pêwiste ku mirov xatirê jîyanê bizane. Di heman demê da Şêx, dixwaze axaftina berî mirina hevalên xwe jî bibîhîse. Li pê vê daxwazê dîsa dikeve nav deryaya bîranînan. Serhildan têk çûye û êdî îxaneta Qasim Begê eşkera bûye. Qasim bi awayekî şeh, seat û destmala Şêx bidest xistîye. Qaso, pişta xwe sipartîye dewletê û bi awayekî bêperwa û bitinaz ji Şêx ra wiha dibêje: “Ha Şêx Efendî! Ev şeh dê nema bi kêrî te bê! Tu gihayî dawîyê heyran.” û simêla xwe pê şeh dike. Şeh dîyarîya Sarkîsê ermenî ye û ji bo Şêx wateya wî taybet e. Ji vê bonê bi dengekî bilind û bi hêrs ji Qasimê îxanetkar ra dibêje: “Qaso! Yê te şehek ji bo rûhê te yê ne pak lazim e, ne ji bona riha te.” (hb.39) Lê mixabin Şêx şehê xwe, meheke bi şûn da weke nîşana îxanetê di destê mudirê girtîgehê de dibînê û qahr dibe. Li gor wî êdî şeh bi her awayî gemar bûye lê pewiste ku daxwaza şehê xwe ji mudir bike. Mudir, bi awireke ji xwe bawar li Şêx dinêre û bitinaz dibêje: “Te hata demeke nêz, daw û doza miletekî û mafê wî dikir… Lê niha şehekî bênirx bi te xuya dibe.” (hb.40) Şêx bi awayeke aram û bibirryar li mudir vedigerîne: “Miletê ku min doza heq û huquqê wî dikir, ne tenê ez xwedîyê wî me û ne jî bi mirina min ra bêxwedî dibe lê ev şeh yê min e, milkê minê şexsî ye, çawa di destê te da bibînim û bêdeng bimînim.” (hb.40) Em ji vê hevokê têderdixin ku Şêx heqşinas e û mafê xwe yê şexsî û mafên gelê xwe ji hev cuda dibnîe.
Şêx li hember sêdaran bêçare ye û li hêvîya mûcîzeyekî ye. Bîra wî, bi çîrokên şêxan û kerametên ewlîyayên Xwedê û giregirên Nexşîbendîyan dagirtî ye. Şêx niha li dema feqetîyê ye û hevoka ku di Încîlê da xwendîye tê bîra wî. “Xwedayê min, Xwedayê min te çima dev ji min berda!” (hb.40) Em dizanin ku ev tekilîya germ û jidil tenê di navbera ehlê terîqetê da pêkan e û hedê her kesî nîne. Ji ber vê hevokê tenê wateya lomeya ji Xwedê nahewîne di heman demê da der heqê perwerdeya Şêx a berfireh da agahîyan dide me û bêhna tesawifê jî vedihewîne. Di vê mijarê da sohbetên Di navbera Şêx û bavên wî da balkêş in. (hb.41) Şêx, ji rêwîtîya binhişî vedigere rastîya tal û çavên xwe li rêza sêdaran û li ezmanê bêdeng digerîne û dibêje: “Ne wexta kerametan e Seîd.” (hb.41) û destê xwe vedike gilî û gazinên xwe bi metafora tîbûnê tîne ziman.
Serbazên ku di milê Şêx da, mîna ku stûyê wan di werîsê rûnkirî da be, hers dibin û destê Şêx ên kelepçekirî dişidînin. Canê Şêx diêşe û dibêje gelo serbaz ji mirinê ditirsin loma wiha dikin. Ev şîrove, wî dibe rojeke cejna qurbanê. Bavê wî ji bona serjêkirineke hêsan û bêtade şîretan li qesaban dike. Şîretên bavê Şêx, Şîretê rêz girtinê û merhametê ne. Lê mixabin di vê şeva tarî da, ew û rêhevalên wî bi awayeke hovane “…dibin qurban di cejna komareke nûzayî da û hemû qurbanî jî li ber hev tênê gurandin.” (hb.44)
Dîmenên zaroktîyê li ber sêdaran şêrîntir dibin û mîna xalîçeyeke ecem li ber çavê wî tên raxistin. Tiştên ku qet nedihatin bîra wî yeko yeko ji kewara wî derdikevin. Dîmenên sêdaran serpêhatîyeke wî û bavê wî tîne bîra wî. Ew û bavê xwe lî Erziromê ne. Erzirom bajareke wisa ye ku geh osmanî geh rûs geh ermen geh jî kurd desthilatdar in. Artêşa rûs, nû ji bajêr vekişîyaye û ji bilî berfê her tişt bi xwe ra birîye. Li ser vê mijarê, di navbera wî û bavê wî da sohbeteke tije şîret derbas dibe: Di vê sohbetê da bavê wî, der heqê taybetmendîyên desthilatdaran û xenîmetê da hin agahîyan dide Şêx. Mixabin Şêx van agahîyan, bi têkçûna serhildanê ve bi çavên serê xwe dibîne û berdêla wî jî bi canê xwe dide. Bavê Şêx: “Ev berfa wan gawirên rûsan e kurê min.” (hb.47) Şêx bi aqilekî zarokane û bi meraq ji bavê xwa dipirse: “Wan çima berfa xwe bi xwe ra nebirîye?” (hb.47) Bav bersiveke balkêş û bişîret dide kurê xwe: “Kurê min berfa wan ji wan zêde ye, ma wê çibikin, hema kû da diçin, berfê bi xwe ra dibin û li wir dihêlin.” (hb.47) Şêx dipirse: “Lê artêşa Osmanî, ew çi bi xwe ra dibe deveran? (hb.47) Bav dîsan dibersivîne: “Kurê min artêşa Alî Osmanî, sêdaran li pê xwe dihêle.” (hb.47) Li pey vê bîranînê dixwaze ku li rûyê her du serbazên ku milê wî zeft kiribûn bînêre lê dû ra naxwaze ku ristika bîranînên xwe xirab bike. Li ber sêdarê serpêhatî û bîranînên Şêx li bin guhê hev dikevin, her yek mîna masîyên di torekê da bin, yek dixwaze berî ya din derkeve. Bi van hest û ramanan, berî ku her du gavên mayî biavêje, tîbûna heft havînan di bin zimanê wî yê ziwa da dicive. Çemê Dîcleyê, mîna ku keseke tî nêzikî wî tine be diherike. Tîbûna bêbav, gotina rêberekî Neqşîbendîyan a jidil û şanaz tîne bîra wî. “Eger ku tu tî bûyî, avê di xeyalê xwe da sirgûn bike.” (hb.51) Em dizanin ku raperîna Şêx him motîfên neteweyî him jî motîfên dînî vedihewîne. Ev hevok jî di warê tesewûfê da têr û tije ye. Dîyar e ku ehlê tesewûfê di rêya Xwedê da çi qas êş û eleman bikişîne, ew qas nêzî Xwedê dibê û dibe însanê kamil. Li gor vê nêrînê êş û azar keseyata mirov dikamilîne û nefsa mirov terbîye dike. Ev jî kar û barê her kesî nîne. Şêx jî xwe dispêre vê nêrînê û bi vê awayî aram dibe.
Şêx bi vê tîbûna bêdeng û kujer, li ber sêdarê rawestîyayî ye û li stûyê rêhevalên xwe yên bi ser milên wan da xwarbûyî dinêre û hêsir ji çavên wî diherikin û xwe dispêre bîranînên xwe. Niha Şêx li Mûşê li cem xeratekî ermen e. Seydayê wî, dixwazê ji mizgeftê ra menbereke nû bide çêkirin. Seyda karê çêkirina menberê, dide xerateke ermen. Xeratê ermen, di karê xwe da pispor e û taybetmendîyên her cure darê dizane û wan taybetmendîyan dişibîne hin xisletên mirovan. Feqe Seîd, rojên înîyê, piştî xutbeyê diçe cem xeratê ermen û him hunera wî temaşe dike him jî guh dide gotinên wî yên metaforîk. Xeratê ermen, serhişkîyê, dîşibîne dara sindî û benafê; bêhişîyê, dişibîne dara hêjîrê; xwebînîyê, dişibîne dara çinarê û spîndarê; aqilmendîyê, dişibîne dara zeytûnê. Feqe Seîd, bi awayekî matmayî jê dipirse “Lê dara gwîzê?” (hb.55) Bersiv balkêşe “Dareke dîn e, ne tenê dîn e, mirovan jî dîn dike.” (hb.55) Bi vê bersivê, rê li ber lehîtmotîfa “gwîzên li ser qûbê belavbûyî” vedibe. Dewrêşekî Cizîrî, êdî dibe Xidirê Botî û dikeve nav refên hevalên Şêx yên Mûşê. Em êdî dibin şahidê sohbêtên balkêş yên ku di navbera feqe Seîd û Xidirê Botî da derbasbûyî.
Xidirê Botî, xwedî kesayeteke dewrêşane ye û “dînekî biaqil”e. Ji mal û halê dinyayê dûr e û bi metafora “gwîz û qubeyê” tê nasîn û aqilê wî di vê metaforê da asê maye. Nivîskar, di şûna peyva têkçûnê da motîfên wek “gwîza qub negirtî û gwîz li ser qubê nasekine “ bikartîne. Em ji van gotinên metaforîk têdigêhijin ku “qub” gel e, daw û doz e; gwîz jî “rêber” e. Ev gotinên metaforîk, serhildanên kurdan ên têkçûyî, vedihebînin.
Rojeke Şêx, ji Xidirê Botî dipirse: “Ev bû sê sal tu gwîzan diavêjî ser qubê lê encam, heman encam e, gelo mebest çî ye? (hb.61) Bersiv têr û tijî ye û dîroka têkçûna kurdan vedihewîne: “Ev gwîza Bedirxan Paşa ye, gwîza mîrê Botanê ye feqe, gwîza hêvîyên wî yên pelixî ye lê ax ez çi bikim? Suc ne sucê gwîzê ye, sucê qubê ye.” (hb.61) Xidirê Botî, piştî vê axaftinê, serpêhatîyên Bedirxanîyan ji feqe Seîd ra vedibêje. Dema ku diçe, mecidîyekî li pê xwe dihêle. Feqe Seîd, mecidîyeyê hiltîne û bangî Xidirê Botî dike: “Apê Xidir te mecidîya xwe ji bîr kir.” (hb.63) Xidirê Botî, li ser vê bangê bi awayeke xemgîn vê şîretê li feqe Seîd dike: “Kurê min li ba xwe bihêle, lê wekî mîrê me neke, şopa rumîyan li ser singa welatê me hilîne, ne li ser mecidîyan.” (hb.63)
Şêx, hîn li ber sêdarê ye, stêrka ku di despêka vê şeva tarî da di xeleka werîsê Şêx da diçirisî, êdî weke bişkoka ji ronîyê xuya dike. Lerza stêrkên ezman û stêrkên daliqandî, wek berê nîne. Bêdengîyeke bitirs li dinyayê bela bûye. Her tişt ji tirsa mirinê kerr û lal e û dora daliqandina Emerê Faro ye. Emerê Faro, bi mêranîya xwe û bi qelûnkêşîyê navdar e. Weke şêx û serokeşîrên ku tevlî serhildanê bûne, ji xwe bawar e ku dê di demeke kurt da paytexta dilan, ji destê dijmin bigirin. Dema serhildanê ye û hîn li dora Amedê ne, xeberdaneke wisa di navbera Şêx û Emerê Faro da derbas dibe: “Ez benî, min sund xwarîye ku tûtinê nekêşim, dû bernedim pişikên xwe, heta ku em bajêr bistînin.” (hb.66) Haya Şêx ji mêranîya Emerê Faro heye lê dizane ku şerê bi tûtinê re ne tenê bi mêranîyê ve girêdayî ye û wiha dibêje: Axa! Ev tûtin e ne hêsan e ha, ji romîyan jî bihêztir e, şerên pê ra mêran dixwaze.” (hb.66) Bi vê bîranînê, daliqandina Emerê Faro û gava yekem bi dawî dibe. Feqe Seîd, ji Mûşê vedigere Palo yê. Dîyarîya ku ji vê demê ji Şêx ra dimînê, îlmê ku xwendîye û gwîza ji Xidirê Botî mayî ye. Bi ya Şêx, dîyarîya Xidirê Botî, dîyarîyeke giranbûha ye û bareke giran daye ser milê wî.
Serwet Ornek-Amed
28 Berfanbara 2024an
Çandname
[1] Camus, Albert, Başkaldıran İnsan, Çev. Tahsin Yücel, Can Yayınları, İst. 2012, s, 305.
[2] Çıkla, Selçuk, Romanda Kurmaca ve Gerçeklik, Hece/ Türk Romanı Özel Sayısı, Yıl 5, Sayı, 53/54/55 ss.104-123,2010
[3] Acun, Roger, Rexneya Civakî, Sîyasî û Dîrokî di Romana Kurdî ya Dîyasporayê da, Zanîngeha Dîcleyê Beşa Ziman û Çanda Kurdî, Teza Doktorayê ya neçapbûyî, r. 1.
[4] Firatnews.eu /11.11.2007
[5] Dost, Jan, 3 gav û 3 darek, Avesta, İst, 2007
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…