Bêjeyên ku navan û tiştan dîyardikin û diwesfînin re rengdêr tê gotin. Her wiha dirûv û teşeyên navan û tiştan bi rêya rengan, halan, işaretan, jimaran…dîyar dikin. Bi kurtasî rewşa navan didin nîşankirin. Rengdêr wexta bi navan re tên bikaranîn, tu qertafek tewandinê nagirin. Ji ber vê yekê rengdêr di komên bêjeyan de bêjeyên neguherbarin û di hevokan de bê nav nayên bikaranîn, wexta bi serê xwe bin û bi tenê bin wek navan tên hesibandin her dibin nav.
Xênjî rengdêrên nîşandanê rengdêr bi gorî zayend û jimarên navan nayên bikaranîn. Lê belê, wek di mînakên jêrîn de hatine nimandin, rengdêrên nîşandanê bi gorî zayendê û pirjimarîyê tên nivîsandin û gotin.
Vî-Ji bona zayenda nêr-heyînên nêzik û yekjimar
Vê-Ji bona zayenda mê- heyînên nêzik û yekjimar
Van-Ji bona zayendên nêr û mê- heyînên nêzik û pirjimar
Wî-Ji bona zayenda nêr- heyînên dûr û yekjimar
Wê-Ji bona zayenda mê- heyînên dûr û yekjimar
Wan-Ji bona zayendên nêr û mê- heyînên dûr û pirjimar
Vî kurik-î çi ji te re got.
Vê keçik-ê çi ji te re got.
Van kurik-an çi ji te re gotin.
Van keçik-an çi ji te re gotin.
Wî kurik-î çi ji te re got.
Wê keçik-ê çi ji te re got.
Wan kurik-an çi ji te re gotin.
Wan keçik-an çi ji te re gotin.
Meriv dikare rengdêran bi gelemperî wiha bibeşîne :
1-Rengdêrên bi Gorî Saziye
- Rengdêrên Xwerû
- Rengdêrên Hevedudanî
- Rengdêrên Afirandî
2- Rengdêrên bi Gorî Wateyê
- Rengdêrên Wesfîn û Çawanîyê
- Rengdêrên Dîyarkirinê
- Rengdêrên Nîşandanê ( İşarkî, pêşker )
- Rengdêrên Jimarîn
- Rengdêrên Jimarîn yên Eslî ( bingehîn )
- Rengdêrên Jimarîn yên Rêzîn ( rêzkirinê )
- Rengdêrên Jimarîn yên Parjimarîn ( pareyî )
- Rengdêrên Jimarîn yên Parvekirinê
- Rengdêrên Pirsîyarî
- Rengdêrên Nedîyarî ( Nebinavkirî )
RENGDÊRÊN BI GORÎ SAZÎYE
1.Rengdêrên Xwerû : Rengdêrên ku qertafên sazîyê nagirin û ji bêjeyek zêdetir saz nabin re rengdêrên xwerû tên gotin. Hinek mînakên rengdêrên xwerû wiha ne :
Baş, bedew, berz, ciwan, dirêj, ew, ewle, gêj, geş, germ, jîr, kal, kesk, kin, pîr, rind, reş, rast, sar, sax, sor, spî, şor, tiral, tûj, xweş, zend, zirav, zer, yek,…
Tasek ava sar bide min.
Li ser sêla sor nan dipijîne.
Halên merivên tiral û gêj wiha ye!
2.Rengdêrên Hevedudanî: Rengdêrên herî kêm bi du bêjeyan û ji du bêjeyan zêdetir, hatibin sazkirinê re « rengdêrên hevedudanî » tên gotin.
Hinek mînakên rengdêrên hevedudanî: Çar+çav, bal+kêş, bê+kar, bê+kes, çav+reş, ciwan+merd, dil+koçer, du+dilî, jê+hatî, jê+kirî, mêr+xas, por+dirêj, por+kej, ser+bilind, ser+jê+kirî, ser+zer, stû+xwar, war+winda…
Rengdêrên hevedudanî bi gorî sazîyê wek jêrîn tên dabeşandin.
- Nav+nav :
Bejn+rihan, ciger+xwîn, çav+ker, çav+xezal, dev+xwîn, dev+gale, dev+girêz, diran+befş, gerden+bilûr, guh+ker, kezep-şêr, nig+tapan, poz+beran, ser+ker, simêl+boq, simêl+qît zik+ker, zik+têr…
- Nav+rengdêr :
Bejn+bilind, bext+reş, çav+reş, çav+sor, gerden+zirav, guh+jêkirî, kezeb+şewitî, kêf+xweş, mêr+xas, per+şikestî, por+spî, rû+reş, ser+beredayî, ser+gir, war+wêran, ziman+dirêj…
- Rengdêr+nav :
Bilind+war, çar+goşe, du+dil, heft+reng, kêm+aqil, xweş+mêr, zir+bav, zir+ker…
- Nav+daçek+nav :
Rû+bi+ken, ser+bi+xêlî, dev+bi+xwîn, dev+ji+hev, çav+li+der
- Nav+lêker :
Bal+kêş, çîrok+bêj, çîrok+nivîs, dev+ken, dîrok+zan, esrar+kêş, kar+kir, ked+xur, mal+kir, mêr+kuj, mîrat+xur, nan+pêj, por+kur, xwîn+mij, por+weşîyayî, rast+go, şev+ger, şûr+kêş, xem+revîn, xêr+xwaz, xwîn+xwar …
- Rengdêr+rengdêr :
Reş+belek, sor+belek, sor+qemer, spî+çûr…
- Daçek+nav :
Bê+bext, bê+dû, bê+hal, bê+kar, bê+kes, bê+lome, bê+mal, bê+nav, bê+namûs, bê+rê, bê+şans, bê+xwedî, bê+xêr,
Bi+aqil, bi+ard, bi+av, bi+ber, bi+bext, bi+dar, bi+lome, bi+namûs, bi+naz, bi+rê, bi+tirs, bi+xêr, bi+xwîn,
Ji+ber, ji+der, ji+dil,
Li+cî, li+dar, li+kar, li+rê,
Ne+baş, ne+kes, ne+xweş…
- Daçek+daçek+nav :
Ne+bi+xêr, ne+li+rê…
- Daçek+lêker :
Bi+kuj, bi+kir, bi+ger,
Di hevokan de çend mînakên rengdêrên (xeysetnavên ) hevedudanî:
Ji wî lawikê devgirez çi xortekî derketîye!
Ew mêrxasê mala Hemo ket çi halî.
Ez ji însanê devken hezdikim.
Va qîzika çarçav hergav dersên xwe baş çêdike.
We malekî bêkes ji min re hîştîye.
Tu xortekî dudilî bû.
Kûçikê reşbelek yê me ye.
3.Rengdêrên Afirandî: Rengdêrên ku, ji rengdêran û ji bêjeyên din, bi qertafên sazîyê hatibin çêkirin re tên gotin.( birîn-dar, tirs-onek, xem-gîn, nerm-ij-ok, şerm-ok, kin-ik, rind-ik, yek-emîn, bez-ok ).
Di rengdêra « birîndar » de raya bêjeyê « birîn » e û bi gorî vatinîyê « nav » e. Ango ji navek bi qertafa « -dar » ê rengdêrek hatîye sazkirin. Di rengdêra « kinik » de raya bêjeyê « kin » e û bi gorî vatinîyê « rengdêr » e. Her wiha ji rengdêrek bi qertafa « -ik » ê rengdêrek din hatîye bidestxistin.
Rengdêrên afirandî herdem paşqertafan digirin. Mînakên hinek paşqertafên ku rengdêrên afirandî çê dikin, di tabloya jêrîn de hatine nimandin :
| Qertaf | Rengdêrên afirandî | Qertaf | Rengdêrên afirandî |
| -a
-ak -ane -awer -bar -bend -dar -de -e –ek -er -ewar -ezar -gîn |
bez-a, zan-a
mîn-ak, ron-ak mêr-ane, şêr-ane, ceng-awer, dil-awer dît-bar, guher-bar, tewang-bar sol-bend, nal-bend evîn-dar, guh-dar mayîn-de xwend-e, şand-e vir-ek, newêr-ek, wêr-ek bêj-er, kuj-er xwend-ewar, bend-ewar şerm-ezar, teng-ezar lez-gîn, xem-gîn, reng-în |
-ik
-î -în -kar -mend -mend -nak -ok -onek -otank -tir -van -war -waz -yar |
xweş-ik, rind-ik, reş-ik
şeliq-î, gund-î, Kurd-î, şimitok-î dar-în, derew-în xebat-kar, riya-kar, cot-kar dewle-mend, bawer-mend xeter-nak, tirs-nak ger-ok, şerm-ok, qirêj-ok, şimit-ok bizd-onek, tirs-onek reş-otank, pîr-otank pir-tir, reş-tir, xweş-tir şer-van, dilo-van, derge-van bende-war, bexte-war şaş-waz, pêş-waz zan-yar, kir-yar… |
Keçika kinik,keçika rindik de were!
Li pey erdhejê bajarê me xalî û xirabe maye.
Ez fêrgeha yekemîn de dixwînim.
REGDÊRÊN BI GORÎ WATEYÊ
Regdêrên Wesfin û Çawanîyê : Van rengdêrên hanê wesf, rewş, hal, teşe û reng û rûyên heyîn û navan nîşandikin û li pey navan tên bikaranîn. Bi pirsa « çawa » ( li navan pirs dibe, wek mînak : Gula çawa ? Gula sor.) bidest dikevin. Ji ber ku bi pirsa « çawa » tên kifşkirin û dîyarkirin, ji van rengdêran re « rengdêrên çawanîyê » jî tê gotin.
Mala minê, egîtên çawa me bi rê kirin!
Derba dawîn ya min e.
Sêva sor para min e.
Dayîn û standina pêşîn baş e.
Mêrivekî zîrek bû, heyfa wî.
Bi şeşderba dagirtî nelîze!
Desmala reş, li çav û birîyên belek dihat.
Di çadira qulqulî de em sitar nabin.
Mala xir û xalî ez çi bikim?
Merga direj para min ket.
Dêrîyê qirêj disa li xwe dike.
Serê min li sivdera niviz ket.
Ez ji merivên wiha hez nakim.
Sosretekî wilo kesî nedîtîye.
Jinên wisa merivan serfiraz dikin.
Gramera zêrrîn de va mijara hanê he ye.
Ezê kurekî wiha çawa bikim!
XURTKIRIN Û ZEXMKIRINA WATEYA RENGDÊRÊN WESFÎN
Ji ber ku wateya hinek rengdêrên wesfîn bên zexmkirin û xurtkirinê, hinek rêzik û qeydeyên cuda di Kurmancî de he ne û meriv dikare xal bi xal, wek mînakên jêrîn, binimîne.
1.Bi paşqertafên payeyê « -tir û -tirîn »
Kuro, gula sor av bide.
Di nav gulan de gula ji vê gulê sor-tir ji min re bîne.
Gula ji van gulan sor-tir-în ya mine.
Roja germ îro bû?
Roja ji wê rojê germ-tir îro bû.
Lê roja germ-tir-în kîjan roj bû?
Xebata zor-tir-în hêvîya min dihêlin.
-Wa mala mezin ya min e.
-Mala min ji ya te mezin-tir e.
-Bala xwe bidê, ya min ji herduyan jî mezin-tir-în e.
2.Bi pêşqertafek taybet « -ip »
Di vê xurtkirin û zexmkirinê de yekemîn tîpa bêdeng ya rengdêra wesfin li pey pêşqertafa zexmkirinê (-ip) tê bikaranîn. Ango, kîteyek li pêş rengdêra wesfîn çêdibe û qertafa «-ip », bi alîkarîya yekemin tîpa bêdeng, ya ku di despêka rengdêran de ye, « sar, s–ip-sar », dibe wek navqertafek û kîteyek li rengdêran zêde dibe. Bi vê kîteya nû jî, wateya rengdêra wesfîn nayê guherandin lê wateya rengdêra wesfîn tê zexmkirin û xurtkirin.
| Kesk kip-kesk
Kîp kip-kîp Mor mip-mor Nû nip-nû Paqij pip–paqij Pihêt pip–pihêt |
Reş rip-reş
Sar sip-sar Sax sip-sax Sor sip-sor Şidandî şip-şidandî Şil şip-şil |
Şîn şip-şîn
Rast rip-rast Tûj tip-tûj Vala vip-vala Zaha zip-zaha Zer zip-zer |
Ava sar / ava sipsar min li xwe kir.
Li pê mirina mamo malekî vala / malekî vipvala ma!
Şalekî zer / şalekî zipzer li xwe kiribû.
- Di hinek devokan de di navbera qertafa zexmkirinê û rengdêra wesfîn de tîpa « î » yê tê bikaranîn û bi vî awayî zexmkirina wateyê çêdibe.
Ripîreş, şipîşil, mipîmor…
- Zexmkirinê de wek mînakên jêrîn hinek bikaranînên cuda tên holê .
Vala—vipvala / vikvala
Rast—rip rast / rikrast
-
-
- Lê belê bikaranîna rast bi qertafa « –ip » ê ye.
-
- Di qisedanên me de « temiz—tertemiz , dûz—dimdûz » tên bikaranîn. Bikaranîn wiha bi gorî rêzik û qeydeyên Kurmancî nin in.
3.Bi hokerên çiqasîyê (yên zêdeyîyê)
Wek tê zanîn, hoker li ber rengdêran ( û li ber lêkeran û hokeran ) ji bo wateyên wan xurt û qels bikin tê bikaranîn. Her wiha ji ber ku wateyên rengdêrên wesfîn bên zexmkirin, hokerên çiqasîyê jî li ber rengdêran tên bikaranîn.
Kuro li vê dera însanên pir derewîn he ne.
Textê daha xwar firot min.
Cînarên gelekî baş bûn.
Şaşîya te ya herî mezin ev e.
Awahîyên zêde nizm de bêhna merivan diçike.
4.Bi ducarkirina bêjeyan
Di hevokan de ducarkirina bêjeyan jî watêya rengdêrên wesfîn û çawanîyê zexm û xurt dike.
Çavên min birije, maleke xir û xalî li pey xwe hîştibû.
Hergav gotinên tewşo mewşo qisedike.
Qatek kincê bi qumaşê şaxşaxî ji xwe re çêkiribû.
✍️Nasır KEMALOĞLU
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…