Hinek Termên Derûnasiyê

Adaptekirin (Adaptation): Kêmbûna bersivdayînê di guhêzerekî hestî an pergaleke hestî de ku ji ber stimûlasyona (hişyarî) dirêj an dubare pêk tê. Adaptekirin dikare taybetî be, mînak, ji bo arestekirina hişyarkerên (oriyentasyona stimuleke) taybet.

Adet (Habit): Reftarek an rêzeke reftaran a baş-fêrbûyî ye ku bi qasî rewşê taybetî ye û bi demê re bûye refleksîf û ji bandora motîvasyonî an venasînî serbixwe bûye – yanî, bi kêmniyeta hişyar ve tê kirin. Mînak, kiryara badana porê di dawiyê de dikare bêyî hişyariya takekesî pêk were.

Alîgirî (Bias): Meyleke an pêşdaraziyeke ji bo an li dijî tiştekî.

Anksiyete (Anxiety): Hesteke ku bi fikar û nîşanên laş ên rageşiyê tê nasîn ku tê de kes texmîna xeterek, felaket an bêbaxtiyeke nêzîk dike.

Anksiyeteya veqetandinê (Separation anxiety): Fikariya normal e ku ji aliyê zarokekî/a biçûk ve dema ku dûrî (an li hember dûrbûnê) kesê/a ku ew pê ve girêdayî ye (bi taybetî dêûbav) tê tecrûbekirin. Anksiyeteya veqetandinê di navbera 6 û 10 mehiyê de herî çalak e. Veqetîna ji hezkiriyên di salên paşê de dikare anksiyeteya hevşêwe derxe holê.

Anoreksiya (Anorexia): Tunebûn an windabûna xwarin û vexwarinê, yan kêmtir, xwestekên din (weke zayendî), bi taybetî dema domdar.

Astengiya fêrbûnê (Learning disability): Rewşek e ku dibe sedema zehmetiyên fêrbûnê, bi taybetî dema ku ne bi astengiya fîzîkî ve girêdayî be.

Astengkirin (Inhibition): Pêvajoya xweragirtina han an reftara xwe ye, bi hişyarî an derhişiyî, ji ber hêmanên weke kêmbûna baweriyê, tirsa encaman, an dudiliyên exlaqî.

Avahiya venasînî (Cognitive structure): Çarçoveyek zihnî, model an şema ye ku laşek agahiyê ya têkildarî mijarekê taybet diparêze û rêk dike.

Bandora Mezinahiyê (Effect size): Rêbazeke hêsan a çendanîkirina cudahiya di navbera du koman de ye ku gelek avantajên wê li ser bikaranîna tenê testên giringiya statîstîkî hene.

Bêhişî (Impulsive): Tevger an nîşandana reftara ku bi kêm an ti ramana pêşwext, bîrbirinê, an nirxandina encamên kiryarekê, bi taybetî yên ku rîskan dihewînin, tê nasîn.

Bengîbûn (Addiction): Rewşa girêdana derûnî an fîzîkî (an herdu) bi bikaranîna alkol an madeyên din. Ev peyv gelek caran weke termeke hevwate ji bo girêdayîbûna madeyê tê bikaranîn û carinan ji bo bêpergaliyên reftarî yên weke bengîbûna zayendî, înternetê û qumarê jî tê sepandin.

Bêpergalî/Nexweşî (Disorder): Komek nîşan ku tevgerên nenormal an rewşên fîzyolojîk, xemgînî an zehmetiya domdar an tûj an xerabûna fonksiyona fîzyolojîk vedihewîne.

Bêpergaliya kesayetiya sînorî (Borderline personality disorder): Di DSM-IV-TR û DSM-5 de, bêpergaliya kesayetiyê ya ku bi modeleke dirêj a bêîstiqrariyê di xemgînî, têkiliyên navtakekesî û îmaja xwebûnê de tê nasîn ku ewqas giran e ku dibe sedema xemgîniya zêde an destêwerdana di fonksiyona civakî û karî de.

Bêpergaliya kesayetiyê (Personality disorder): Modeleke kûr a reftarê ya cûreyekî taybet e ku bi awayekî berbiçav ji normên reftara bi gelemperî pejirandî dûr dikeve, bi gelemperî heta dema sêpûyê xuya dibe û dibe sedema zehmetiyên dirêj di têkiliyên kesane an di fonksiyona civakî de.

Bêpergaliya sewesî-zorlêtî (Obsessive Compulsive Disorder): Bêpergaliya sewesî-zorlêtî (BSZ) nexweşiyek derûnî ye ku tê de mirov fikir, hest, raman, hîs (obsesyon) û reftarên nexwestî û dubare hene ku wan neçar dikin ku tiştekî dîsa û dîsa bikin (kompulsiyon).

Bêpergaliya piştî trawmayê (Posttraumatic Disorder): Tevliheviyên hestî an yên din in ku nîşanên wan piştî ku takekesek serpêhatiyeke trawmatîk derbas kiriye, derdikevin holê. Bêpergaliyên piştî trawmayê yên gelemperî di nav de bêpergaliya stresa piştî trawmayê, bêpergaliya stresa tîj, bêpergaliyên disosiyatîf û hin cûreyên fobî û bêpergaliyên anksiyeteyê, û herwiha bêpergaliya depresyonê û psîkoza rewşî hene.

Bêpergaliya xwarinê (Eating disorder): Her bêpergaliyek ku bi sereke bi xerabûna patolojîk a helwest û reftarên têkildarî xwarinê tê nasîn, di nav de anoreksiya noroza, bulimiya noroza û bêpergaliya xwarina zêde. Bêpergaliyên din ên têkildarî xwarinê di nav de pika û kavîn hene, ku bi gelemperî di zaroktî an zaroktiya pêşwext de têne teşxîskirin.

Bexşîn (Remission): Kêmbûn an kêmbûna berbiçav a nîşanên nexweşî an bêpergaliyekê, an dema ku ev pêk tê. Remîyona nîşanan ne pêwîst e ku nîşan bide ku nexweşî an bêpergalî hatiye tedawîkirin.

Bibîranîna serbest (Free association): Pêvajoyeke bingehîn di derûnkolînerî û formên din ên derûnterapiya psîkodînamîk de ye ku tê de nexweş tê teşwîqkirin ku bêyî sansûr an hilbijartin her fikir û ramanên ku tên bîra wî/wê, çiqasî şermezarker, bêmantiq an bêeleqe bin jî bi devkî bibêje. Armanc ew e ku destûrê bide keresteya derhişiyê, weke fikir û hestên astengkirî, serpêhatiyên trawmatîk an hanen bi gef ku derkeve rûyê avê (hiş) ku li wir dikarin bên şîrovekirin. Tê pêşniyarkirin ku bibîranîna serbest herwiha alîkariya nexweş dike ku hin ji hestên ku vê materyalê bi awayekî zêde li ser wî/wê kontrolkirine, derxe.

Bîr (Memory): Şiyana parastina agahî an nûneriya serpêhatiya borî ye ku li ser pêvajoyên zihnî yên fêrbûn an kodkirinê, parastin di navbera demekê de û bîranîna dîsa an çalakkirina bîrê ava dibe.

Bîra veşartî (Implicit memory): Bîra rûdanek an serpêhatiyek berê ye ku bi nerasterast tê hilberandin, bêyî daxwazeke eşkere ya bîranînê û bêyî hişyariya ku bîr tê de beşdar e. Mînak, piştî dîtina peyva “dikan” di çarçoveyekê de, kesek dê kurtepeyva “d_k_n” weke “dikan” temam bike ne weke “dîkan”, tevî ku ew bi bîr nayîne ku “dikan” demeke nêzîk hatibû dîtin. Bîra veşartî dikare hebe dema ku bîra hişyar an eşkere têk diçe, wek di amnezî û nexweşiya mejî de çêdibe.

Bîranîn (Recall): Bîranîna rûdaneke borî anîna bîra xwe û gelek caran dayîna wesifeke ya ku hûn bi bîr tînin.

Bîrçûn (Amnesia): Windabûna bîrê ya giştî an beşek jê.

Qidûmşikestinî (Burnout): Westana fîzîkî, hestî an zihnî ku bi kêmbûna motîvasyon, performansa kêm û helwestên neyînî li hember xwe û kesên din re tê.

Cudakirin (Discrimination): Şiyana cudakirina di navbera hişyarker an heyberên ku ji hev bi awayekî çendanî an çawanî cuda dibin.

Çalakiya zêde (Hyperactivity): Rewşek e ku bi çalakiya masûlkê gir a xweber an bêaramiya ku ji bo temenê takekesî zêde ye, tê nasîn. Her çend taybetmendiyeke berbiçav a bêpergaliya kêmbûna baldarî/çalakiya zêde ye jî, ew ji bo ti bêpergaliyeke taybet teşxîsker nîne û divê bi encamên din re bê girêdan da ku teşxîsa guncaw were nasîn.

Dahûrîna hêmanan (Factor analysis): Malbateke berfireh a pêvajoyên bîrkarî/matematîkî ye ji bo kêmkirina komek têkiliyên di navbera guherbarayên diyar de bo komeke biçûktir a guherbarayên veşartî an hêmanan. Mînak, hejmarek testên şiyana mekanîkî dikarin bi hev re bên girêdan da ku dahûrîna hêmanan wan bo çend hêmanan, weke koordînasyona masûlkê hûr, lez û baldarî kêm bike.

Dane (Data): Dîtin an pîvan, bi gelemperî çendanî ne û di çarçoveya lêkolînê de têne bidestxistin.

Demans (Dementia): Xerabûna giştî û berbelav a bîrê û herî kêm yek fonksiyona venasînî ya din, weke ziman û fonksiyoneke rêveber, ji ber sedemên cûrbecûr. Windabûna şiyanên hizrî (ramanî) ewqas giran e ku destêwerdanê di fonksiyona rojane û çalakiya civakî û pîşeyî ya takekesî de dike.

Deqkirin (Stigma): Helwesta civakî ya neyînî ye ku bi taybetmendiyeke takekesekî ve tê girêdan ku dikare weke kêmasiyeke zihnî, fîzîkî an civakî were dîtin. Deqkirin tê wateya nepejirandina civakî û dikare bi neheqî bibe sedema cudakarî û dûrxistina takekes.

Derhişî (Unconscious): Di teoriya psîkanalîtîk de, herêma psîkeyê ye ku bîranîn, nakokiyên hestî, xwestek û hanên tepisandî dihewîne ku rasterast ne gihîştbar in ji hişmendiyê re lê bandorên dînamîk li ser fikir û reftarê hene. Sigmund Freud carinan peyvê derhişiya dînamîk bikar dianî da ku vê têgehê ji ya ku bi awayê wesfî derhişiy e lê “statîk” e û giringiya wê ya derûnî kêm e, cuda bike.

Derîn (Deduction): Encamek ku ji hêmanên fermî bi rêbazeke derbasdar a raman derînî hatiye derxistin.

Derman (Drug): Her madeyek, ji bilî xwarinê ku bandorê li pêvajoyên masûlkî, hestî, venasînî an laşî yên din dike. Derman bi gelemperî ji bo armancên ezmûnî, teşxîsî an tedawiyê tên bikaranîn lê herwiha ji bo armancên demborî jî tên bikaranîn da ku bandorên taybet bi dest bixin.

Derûnkolînerî (Psychoanalysis): Nêzîkatiyeke li hişmendî, kesayetî, bêpergaliyên derûnî û tedawiya derûnî ye ku di destpêka sedsala 20an de ji aliyê Sigmund Freud ve hatiye pêşxistin. Taybetmendiya derûnkolîneriyê pêşgiriya ku gelek çalakiya zihnî derhişî ye û fêmkirina mirovan şîrovekirina wateya derhişî ya ku di bin reftar an diyarbûna wan a eşkere de vedişêre, hewce dike.

Derûnnasê/a klînîkî (Clinical psychologist): Kesek ku bi pîşeyî di yek an çend şax an jêrbeşên derûnnasiya klînîkî de hatiye perwerdekirin.

Derûnnasiya civakî (Community psychology): Şaxekî derûnnasiyê ye ku geşedana teorî, lêkolîn û pratîka têkildarî têkiliyên dualî di navbera takekes û pergalên civakî yên ku çarçoveya civakî pêk tînin de teşwîq dike.

Derûnnasiya edlî (Forensic Psychology): Sepandina prensîp û teknîkên derûnnasî li rewşên ku pergalên hiqûqî yên medenî û cezayî dihewînin. Fonksiyonên wê di nav de xizmetên nirxandin û tedawiyê, pêşkêşkirina parêzvanî û şahidiya pispor, dahûrîna polîtîkayê û lêkolîna li ser mijarên weke hesabên şahidan, reftara sûcdar, lêpirsîn û pratîkên lêkolînê dihewîne. Herwiha jê re derûnnasiya qanûnî tê gotin.

Derûnnasiya ezmûnî (Experimental Psychology): Lêkolîna zanistî ya reftar, han an venasînê di laboratowarê an cihekî din ê kontrolkirî de ye da ku reftar an diyardeyên din ên derûnî pêşbînî bike, rave bike, an bandor li wan bike. Derûnnasiya ezmûnî armanc dike ku têkiliyên çendanîkirî û teoriya raveker bi rêya dahûrîna bersivan di bin rewşên cûrbecûr ên kontrolkirî de û senteza hesabên teorîk ên têrker ji encamên van çavdêriyan ava bike.

Derûnnasiya geşedanê (Developmental Psychology): Şaxa derûnnasiyê ye ku veguherînên – fîzîkî, zihnî û reftarî – ku ji destpêka ducaniyê heta pîrbûnê çêdibin lêkolîn dike û hêmanên cûrbecûr ên biyolojîk, norobiyolojîk, genetîk, derûnî, civakî, çandî û jîngehî ku bandor li geşedanê di tevahiya jiyanê de dikin, lêkolîn dike.

Derûnnasiya klînîkî (Clinical psychology): Şaxê derûnnasiyê ye ku di lêkolîn, nirxandin, teşxîs, nirxandin, pêşîlêgirtin û tedawiya bêpergaliyên hestî û reftarî de pispor e.

Derûnnasiya peresanî (Evolutionary psychology): Nêzîkatiyeke lêkolîna derûnî ye ku venasîn û reftara mirov di çarçoveyeke berfireh a Darwînî ya adaptasyonê li jîngehên fîzîkî û civakî yên pêşketî û çelengiyên hişî yên nû de dibîne. Ew bi sereke ji sosyobiyolojiyê bi giraniya xwe ya li ser bandorên hilbijartina xwezayî li ser pêvajoya agahiyê û avahiya mejiyê mirov cuda dibe.

Derûnnasiya pîşesazî û rêxistinî (Industrial and Organizational Psychology): Şaxa derûnnasiyê ye ku reftara mirov di jîngeha kar de lêkolîn dike û prensîpên derûnnasiya giştî li pirsgirêk û mijarên têkildarî kar dide sepandin, bi taybetî di warên wek hilbijartina personelê, perwerdehiya personelê, nirxandina karmend, şertên kar, pêşîlêgirtina qezayan, dahûrîna kar, qenaeta kar, serokatî, bandora tîmê û motîvasyona kar. Derûnnasên I/O lêkolînên ezmûnî dikin ku armanc dikin ku reftar û tevgera takekesî û komî di nav rêxistinan de fêm bikin û encamên xwe bikar tînin da ku bandora rêxistinî û refahiya karmend baştir bikin.

Derûnnasiya tendirustiyê (Health Psychology): Jêrbeşa derûnnasiyê ye ku balê dikişîne ser (a) lêkolîna têkiliyên di navbera hêmanên reftarî, venasînî, psîkofîzyolojîk û civakî û jîngehî û avakirina tendirustiyê, parastina wê û zirargihandina wê; (b) yekkirina encamên lêkolînên derûnî û biyolojîk di sêwirandina mudaxeleyên bi bingeha ezmûnî de ji bo pêşîlêgirtin û tedawiya nexweşiyê; û (c) nirxandina rewşa fîzîkî û derûnî berî, di dema û piştî tedawiya bijîşkî û derûnî.

Derûnnasiya venasînî (Cognitive Psychology): Şaxê derûnnasiyê ye ku li ser xebata pêvajoyên zihnî yên têkildarî têgihiştin, baldarî, fikirîn, ziman û bîr, bi piranî ji rêya encamgirtinên ji reftarê, lêkolîn dike.

Derûnterapî / Çareseriya derûnî (Psychotherapy): Her xizmeta derûnî ye ku ji aliyê pisporekî/a perwerdedîtî ve tê pêşkêşkirin ku bi sereke formên ragihandin û têkiliyê bikar tîne da ku bertekên hestî yên nexweş, awayên fikirînê û modelên reftarê nirxandin, teşxîs, tedawî û çareser bike.

Devera Broca (Brocas area): Herêmeke beşa paşîn a konvîzyona eniya jêrîn a nîvkurekî mejî ye ku bi hilberîna axaftinê ve girêdayî ye.

Devera Wernicke (Wernickes area): Herêmek e li ber paşiya gyrusa temporal a jorîn a nîvkureya çepê ya cerebrum ku bafta noronî ya têkildarî şîrovekirina dengan dihewîne. Herwiha jê re devera axaftina Wernicke tê gotin. Herwiha binêre devera axaftinê.

Dîlema (Dilemma): Rewşeke ku biryardaneke di navbera du alternatîfên wekhev xwestbar an nexwestbar de pêwîst dike. Derûnnas, aborînas an civaknasan dikarin dilemayan çêkin û wan pêşkêşî takekes an koman bikin da ku biryardanê lêkolîn bikin.

Domdar (Chronic): Rewş an nîşanên ku ji bo demeke dirêj berdewam dikin an pêş dikevin û li hemberî dermankirinê berxwe didin.

Dopamîn (Dopamine): Guhêzereke noronî ya katekolamîn e ku di tevgera masûlkî de roleke giring dilîze û di gelek rewşên zihnî û halên hestî de tê dîtin (binêre hîpoteza katekolamîn; hîpoteza dopamîn). Ew di noronên dopamînerjîk ên mejî û cihên din de tê dîtin.

Doz (Dose): Miqdareke derman an madeyeke ku tê stendin an tê pêşniyarkirin ku di demeke taybet de bê stendin.

Duçarhiştin (Exposure): Rewşa ku ti parastinek li hember tiştekî zirardar tune ye.

Êrîşkarî (Aggression): Reftara ku armanca wê zirargihandina fîzîkî an derûnî ya kesên din e. Ji hêrsê cuda ye ji ber ku hêrs li ser serdestbûna armancê ye lê ne bi riya zirar an xirabkirinê.

Erknebûn (Dysfunction): Her cûre xerabûn, bêpergalî an kêmasî di reftar an fonksiyonê de.

Ezî (Ego): Xwebûn, bi taybetî hişmendiya hişyar a xwebûnê (Latînî, “Ez”). Di wateya xwe ya populer û nîv-teknîkî de, ezî hemû diyardeyên derûnî û pêvajoyên ku têkildarî xwebûnê ne û helwest, nirx û fikarên takekesî dihewîne, vedibêje.

Fobî (Phobia): Tirseke berdewam û bêmantiq a rewş, tişt an çalakiyek taybet e (mînak, bilindahî, kûçik, av, xwîn, ajotin, firîn), ku di encamê de yan bi zehmetî tê paşguhkirin an bi xemgîniya berbiçav tê tehemulkirin.

Geşedana tevgerê (Motor development): Guherînên di şiyanên tevgerê de ne ku di tevahiya jiyanê de çêdibin, ku pêşketin û xerabûna koordînasyona masûlke û kontrolê nîşanî me didin û herwiha ji aliyê taybetmendiyên kesane, jîngeh û têkiliyên van herdu hêmanan ve têne bandorkirin.

Guherbara serbixwe (Independent variable): Guherbareke di ezmûnekê de ye ku bi taybetî tê manîpûlekirin an tê dîtin ku beriya guherbara girêdayî, an encam, çêdibe, da ku bandora wê were nirxandin. Guherbarên serbixwe dibe ku bi guherbara girêdayî re têkildar bin an nebin. Di dahûrînên statîstîkî de – weke dahûrîna rê, dahûrîna regresyonê û modelkirina hevkêşeya avahî – dibe ku li guherbara serbixwe wek guherbara sedemî, guherbara raveker, an guherbara pêşbînker were referans kirin.

Hêrsbûn (Irritability): Rewşa hêrs, acizî an bêsebriyek zêde û bi hêsanî provokebûyî.

Hest (Emotion): Modeleke bertekê ya tevlihev e ku hêmanên tecrûbeyî, reftarî û fîzyolojîk dihewîne, bi rêya wê takekes hewl dide ku bi mijarek an rûdaneke kesane re mijûl bibe. Çawaniya taybetî ya hestê (mînak, tirs, şerm) ji aliyê giringiya taybetî ya rûdanê ve tê diyarkirin. Mînak, eger giringî gef be, dibe ku tirs were çêkirin; eger giringî nepejirandina ji aliyê kesekî din ve be, dibe ku şerm were çêkirin. Hest bi gelemperî hestiyariyê dihewîne lê ji hestiyariyê cuda ye bi têkiliya vekirî an veşartî ya bi cîhanê re.

Hestyarî (Affection): Hezkirina nerm, dilovanî û ecibandin, bi taybetî ya ne-zayendî. Girêdanên hestî di navbera kesan de, bi taybetî ji bo zarokên biçûk û lênêrên wan tê gotin. Ev bi taybetî ji bo teoriya girêdanê giring in, û hebûna wan bi tevgerên nêzîkbûnê û xemgîniya hevpar eger windabûn an veqetandina bêdil çêbibe, tê dîtin.

Hevsaziya klasîk (Classical conditioning): Cûreyek fêrbûnê ye ku tê de hişyarkerek bêalî ya destpêkê – hişyarkera merc – dema ku bi hişyarkereke ku bertekeke refleks derdixe – hişyarkera bêmerc – re tê têkilkirin, dibe sedema bertekeke fêrbûyî, an mercî dema ku tê pêşkêşkirin.

Hevsaziya mercî (Operant conditioning): Pêvajoya ku tê de guherîna reftarî (yanî, fêrbûn) weke fonksiyonek encamên reftarê çêdibe. Mînak, hînkirina kûçikekî ku fênd bike û xelatkirina guherîna reftarî di zarokekî xirabreftar de (binêre terapiya reftarî).

Hîpokampûs (Hippocampus): Beşeke mejî ya bi şiklê hespê behrê ye, di herêma binî ya navîn a lobê demjimêrî de ye, ku ji bo bîra deklaratîf û fêrbûnê giring e. Ji ber ku dişibe qoça beranekî, anatomîstên mejî yên sedsala 19an navê “qoça Ammon” (cornu ammonis; CA) lê kirin, ji bo qoça beranê ku xwedayê Misrî Ammon temsîl dikir. Paşê beşên hîpokampûsê weke CA1, CA2, CA3 û CA4 hatin binavkirin; ev destnîşankirin hîn jî ji bo herêmên cuda yên hîpokampusê tên bikaranîn.

Hîsterî (Hysteria): Navê dîrokî yê rewşa ku niha bi piranî wek bêpergaliya veguherînê tê senifandin, lê nîşanên wê di nav teşxîsên fermî yên din de jî belav bûne (mînak, bêpergaliya kesayetiya hîstriyonîk). Her çend ji hêla teknîkî ve kevn bûye jî, ew gelek caran wek peyveke giştî ji bo her bêpergaliya psîkojenîk tê bikaranîn ku bi nîşanên wek felcbûn, korî, windabûna hestê, û halûsînasyon tê nasîn û gelek caran bi pêşniyarbarî, teqînên hestî û tevgerên hîstriyonîk ve tê.

Hişyarkera bi merc (Conditioned stimulus): Hişyarkereke bêalî ye ku bi hişyarkereke bêmerc re tê têkilkirin (binêre cotbûn) heya ku ew şiyana derxistina bertekekê bi dest dixe ku berê tunebû.

Îmaja laş (Body image): Wêneya zihnî ya ku mirov ji laşê xwe yê tevahî çêdike, di nav de taybetmendiyên fîzîkî (têgihiştina laş) û helwestên mirov li hember van taybetmendiyan (têgeha laş).

Îndûksîyon (Induction): Encamgirtin, prensîp an raveyeke giştî ye ku bi fikrînê ji nimûne an çavdêriyên taybet tê derxistin.

Îstismar (Abuse): Têkiliyên ku tê de kesek bi awayekî zalim, tundûtûj, bêrûmet an destdirêj li hemberî kesekî din an ajalekê tevdigere. Ev peyv bi piranî tundiya fîzîkî tîne bîra mirov lê herwiha îstismara zayendî û derûnî (hestî) jî vedihewîne.

Îtaet (Obedience): Reftar e di lihevhatina bi fermaneke rasterast, gelek caran a ku ji aliyê kesekî di pozisyona otorîteyê de tê derxistin. Mînak, zarokek ku odeya xwe paqij dike dema ku dêûbav jê re dibêjin û leşkerek ku fermana efserekî/a bilind bi cih tîne.

Jîrî (Intelligence): Şiyana bidestxistina agahiyê, fêrbûna ji tecrûbeyê, adaptebûna li jîngehê, fêmkirin û bi rast bikaranîna fikr û hişê.

Kamilbûn (Adolescence): Qonaxa geşedana mirov ku bi destpêkirina sêpûyan (10-12 salî) dest pê dike û bi gihîştina fîzyolojîk (nêzî 19 salî) bi dawî dibe, lê temenê rast li gorî kesan diguhere. Di vê demê de, guherînên mezin di taybetmendiyên fîzîkî, zayendî û eleqeya zayendî de bi lez û bezên cûda pêk tên ku bandoreke giring li ser îmaja laş, têgihiştina xwebûnê û rêzdariya xwebûnê dikin.

Katatonî (Catatonia): Rewşeke hişkbûna masûlkeyan an bêpergaliyeke din a tevgera masûlk, weke katalepsî, çalakiya zêde an misogerkirina pozîsyonên ecêb.

Kêmhişiya zihnî (Mental retardation): Di DSM-IV-TR de, bêpergaliyek e ku bi fonksiyona hişî ya bi awayekî berbiçav li jêr navincê tê nasîn: bi taybetî ya takekesekî bi IQya pîvandî ya 70 an jêr li ser testên bi sapana standard a 15, ku reftara adaptîf a wî/wê xerab bûye û ku rewş di dema geşedanê de, ku bi awayên cûda wek di bin temenê 18 an 22 de tê pênasekirin, xwe dide der.

Kêmkirin (Reduction): Kiryara biçûkkirina tiştekî, an tiştekî ku biçûk dibe, di mezinahî, miqdar, pile, giringî, hwd. de.

Kiryara tawanbarî (Criminal act): Kiryara sûc

Kompleksa kêmaniyê (Inferiority complex): Hesteke bingehîn a têrnekirinê û nebawerbûnê ye, ku ji kêmasiya fîzîkî an derûnî ya rastîn an xeyalî çêdibe, ku dikare bibe sedema derbirîna reftarî ji paşvekişîna fedîkirina bêtevger heya hevrikiya zêde û êrîşkariyê.

Korpeyvî (Dyslexia): Astengiya fêrbûnê ya ku bingeha wê noronî ye û bi zehmetiyên giran di xwendin, rastnivîs û nivîsandina peyvan de û carinan di matematîkê de xwe dide der. Korpeyvî/Disleksî bi xerabûna di şiyana pêvajoya dengan de, yanî çêkirina têkiliyên di navbera tîpên nivîsî û dengên wan de tê nasîn; karê nivîskî bi gelemperî bi şaşiyên berevajîkirinê tê nasîn. Weke Korhesabî (Dyscalculia) û Kornivîsî (Disgraphia).

Lêkolîna rewşê (Case study): Lêkolîneke kûr a takekesekî, malbatekê, rûdanekê, an heybereke din.

Lêkolîna têkildarî (Correlational research): Cûreyek lêkolînê ye ku tê de têkiliyên di navbera guherbar de bi hêsanî tên dîtin bêyî ku kontrol li ser rewşa ku ev têkilî tê de çêdibin hebe an manipulasyonek ji aliyê lêkolîner ve hebe.

Lênêr (Caregiver): Kesek ku li pêdiviyên kesekî din dinêre û alîkariya wî dike ku bi tevahî serbixwe nîne, weke zarokeke biçûk an mezinek nexweş.

Lihevhatî (Conformity): Rêkxistina ramanan, darazên an kiryarên mirov da ku ew bêhtir bi (a) raman, daraz an kiryarên kesên din an (b) standardên normatîf ên komeke civakî an rewşekê re hevaheng bin.

Mandele (Denial): Mekanîzmayeke berevaniyê ye ku tê de fikir, hest, xwestek an rûdanên nexweş tên paşguhkirin an ji hişmendiya hişyar tên derxistin. Ew dikare bi formên weke redkirina rastiya nexweşiyeke giran, pirsgirêkeke aborî, bengîtiyekê an bêbextiya hevparê xwe derkeve holê. Mandele pêvajoyeke derhişiye ku ji bo çareserkirina nakokiya hestî an kêmkirina anksiyeteyê fonksiyon dike.

Maniya (Mania): Bi gelemperî, rewşa heyecan, çalakiya zêde û tevgera psîkomasûlk e, ku gelek caran bi xweşbîniya zêde, mezinahî, an darazên xerabûyî ve tê.

Mekanîzmaya berevaniyê (Defense mechanism): Di teoriya psîkanalîtîk a klasîk de, modela bertekê ya derhişiye ku ji aliyê ezî ve tê bikaranîn da ku xwe ji anksiyeteya ku ji pevçûna derûnî derdikeve biparêze.

Mester (Sample): Beşek an miqdareke biçûk e ku armanc dike nîşan bide ku tevahî çawa ye.

Nakokiya navtakekesî (Interpersonal Conflict): Nepejirandin an neahengî di navbera mirovan de derbarê armanc, nirx an helwestan.

Nenormal (Abnormal): Ne asayî. Rewş, şert an reftareke ku ji ya asayî cuda ye an ne normal e.

Nest (Instinct): Hêzeke biyolojîk a xwezayî û taybet-cure ye ku organîzmayekê dide kirin, bi taybetî ji bo kirina karekî taybet an bersivdayîna bi awayekî taybet li hişyarkerên taybet.

Nexweşiya Cemserî/Bîpolar (Bipolar disorder): Her yek ji komek bêpergaliyên xemgîniyê ku tê de nîşanên maniya û depresyonê vediguherin.

Nizmezî (Id): Di teoriya psîkanalîtîk de, parçeya kesayetiyê ye ku hanên xwezayî, biyolojîk dihewîne ku enerjiya bingehîn an lîbîdo dide psîkeyê. Sigmund Freud nizmezî weke parçeya herî destpêkî ya kesayetiyê difikirî ku di asta herî kûr a derhişiyê de ye; ti rêxistina navxweyî tune û li gorî prensîpa zewqê fonksiyon dike. Bi vî awayî, jiyana zarokê bi xwesteka têrkirina lezgîn a nestan, weke birçîbûn û zayendê, tê serdest kirin heya ku ezî dest bi pêşketinê dike û li gorî rastiyê fonksiyon dike.

Noroderûnnasî (Neuropsychology): Şaxa zanistê ye ku pêvajoyên fîzyolojîk ên pergala noronî lêkolîn dike û wan bi reftar û venasînê ve girê dide, hem ji aliyê fonksiyona wan a normal û hem jî pêvajoyên nexweş ên bi zirarên mejî ve girêdayî.

Norotîzm (Neuroticism): Rewşa norotîkbûnê an meyla norozê.

Nûşiyan (Resilience): Pêvajo û encama adaptekirina serkeftî li serpêhatiyên jiyanê yên zehmet an çelengerî ye, bi taybetî bi rêya nermî û rêkxistina zihnî, hestî û reftarî û guncandinê li gorî daxwazên derxweyî (derve) û navxweyî (hundur).

Otîzm (Autism): Bêpergaliyeke geşedana noronî ye ku bi têkiliyên civakî û ragihandinên devkî û ne-devkî yên têkçûyî; eleqeyên teng; û tevgerên dubareker tê nasîn.

Paşragihandin (Feedback): Agahî derbarê pêvajo an têkiliyekê ye ku ji pergal an aktorê birêveber re tê dayîn û ji bo rakirina pirsgirêkan an optimîzekirina fonksiyonê tê bikaranîn. Ew dikare paşragihandina neyînî ya stabilîzeker an paşragihandina erênî ya zêdeker be. Kokên vê peyvê di endezyarî û sibernetîkê de wê wateyeke taybet a modelên têketin-derketin didinê ku bi heman awayî li ser bikaranîna berfireh a ku di derûnnasiyê de tê dîtin, wek biyofeedback, paşragihandina agahiyê û paşragihandina civakî, nayê sepandin. Bide ber pêşragihandinê.

Patolojîk (Pathologic): Lêkolîna zanistî ya guherînên fonksiyonel û avahî ye ku di nexweşî û bêpergaliyên fîzîkî û derûnî de beşdar in.

Pergala noronî (Nervous system): Pergala noron rê û baftên têkildar e ku bi hev re bi pergala endokrîn re, çalakiyên organîzmayê li gorî sinyalên ku ji jîngehên navxweyî û derxweyî têne wergirtin, koordîne dike.

Pergala Noroniya Navendî (Central Nervous System): Tevahiya kompleksa noron, akson û baftên piştgir ên ku mejî û stunapiştê pêk tînin.

Pevçûn (Conflict): Rûdana hêzên dijber ên hevdij, di nav de rûdan, reftar, xwestek, helwest û hest heye.

Pîvan (Scale): Pergalek e ji bo rêzkirina bersivên testê di rêzek pêşketî de, da ku taybetmendiyek, şiyan, helwest an tiştekî wisa bipîve. Mînak, pîvaneke razîbûnê ya ku li ser lêpirsîneke helwestê tê bikaranîn dikare heft vebijêrkên bersivê hebe ku ji bi tûndî nerazî (1) heya bi tûndî razî (7) dirêj dibe, bi ne nerazî ne jî razî (4) wek xala navîn. Binêre pîvana Likert; pîvana nirxandinê.

Qayîmker (Reinforcer): Eger tiştek ramanekê an dîtinekê qayîm bike, ew bêhtir delîl an piştgiriyê pêşkêş dike û dike ku ew rast xuya bike.

Qayîmkirina erênî (Positive reinforcement): Pêvajoya teşwîqkirin an avakirina modeleke reftarê ye bi pêşkêşkirina xelatan dema ku reftar tê nîşandan.

Qeyran (Crisis): Rewşeke (mînak, guherîneke trawmatîk) ku stresa venasînî an hestî ya giring di kesên ku tê de ne de çêdike.

Aramî/Refahî (Wellbeing): Rewşa rehet, saxlem an bextewar bûnê ye.

Reftar (Behavior): Çalakiyên organîzmayekê di bersiva hişyarkerên derxweyî an navxweyî de, di nav de çalakiyên ku bi awayekî objektîf tên dîtin, çalakiyên ku bi têramanê tên dîtin (binêre reftara veşartî) û pêvajoyên ne-hişyarker.

Reftara neadapte (Maladaptive behaviour): Reftarên neadapte şiyana we ya ku bi awayekî tendirust li rewşên taybet adapte bibin, asteng dikin. … Gelek caran ji bo kêmkirina anksiyeteyê tên bikaranîn, reftarên neadapte encamên ne-xweş û bêfeyde derdixin holê – bi gotineke din, ew zêdetir zirardar in ji alîkariyê.

Reftara rêxistinî (Organizational behaviour): Kiryar û helwestên takekes û koman li hember hev û li hember rêxistinê bi tevahî û bandora wê li ser fonksiyonkirin û performansa rêxistinê.

Reftara xwezayî (Innate behavior): Reftar e ku xuya dike bêyî perwerdehî an serpêhatiya taybet pêşketiye û derketiye holê û bi vî awayî bingeheke genetîkî ya xurt heye. Bi gelemperî tê pejirandin ku piraniya reftaran ne bi tevahî xwezayî ne û ne jî bi tevahî ji ber fêrbûn an tecrûbeyê ne.

Reftarên armancdayî (Goal directed behaviour): Reftara ku ji bo gihîştina armancekê tê kirin.

Reftarên hevpar (Collective behavior): Kiryarên hevpar an wekehev ên ku ji aliyê endamên komekê ve tên kirin, bi taybetî dema ku ev kiryar ji bo heman kesan li derveyî komê ne asayî bin.

Reftarên komê (Group behavior): Kiryarên ku ji aliyê komekê weke tevahî an ji aliyê takekesan dema ku beşek ji komekê ne, tên kirin. Di rewşa dawî de, bi taybetî li ser wan kiryaran tê sepandin ku (rasterast an nerasterast) ji aliyê komê ve têne bandorkirin û ji kiryarên ku heman takekes dema bi tenê ne dikin, cuda ne.

Reftargerî (Behaviourism): Nêzîkatiyeke derûnnasiyê ye ku di sala 1913an de ji aliyê John B. Watson ve hatiye formulekirin, li ser lêkolîna rastiyên objektîf û dîtbarî ye, ne li ser pêvajoyên subjektîf û çawanî yên weke hest, han û hişmendî.

Rêje (Rate): Leza ku ji tiştekî pêk tê an vediguhere, an miqdar an hejmara caran ku ew di demeke taybet de pêk tê an diguhere.

Rola zayendî (Sex role): Rol an reftara ku ji aliyê kesekî ve weke minasib ji bo zayenda xwe hatiye fêrbûn ku ji aliyê normên çandî yên serdest ve tê diyarkirin.

Sedemîtî (Causality): Di felsefeyê de, pozisyona ku ji bo hemû rûdanan sedem hene, yanî ew encamên rûdanên berê ne.

Serebrûm (Cerebrum): Beşa herî mezin a mejî ye, piraniya pêşmejî pêk tîne û li pêşiya û li jor serebelûmê ye.

Şêwaza dêûbavîtiyê (Parenting style): Mezinkirina zarokan û hemû berpirsiyarî û çalakiyên ku tê de ne.

Şêwazên perwerdehiya zarokan (Child rearing styles): Modeleke mezinkirina zarokan ku ji bo civakekê, çandeke biçûk, malbatekê an demeke dîroka çanda taybet e.

Şêwirmendî (Counseling): Alîkariya pîşeyî di serederîkirina bi pirsgirêkên takekesane re, di nav de pirsgirêkên hestî, reftarî, pîşeyî, zewacî, perwerdehî, rehabilîtasyon û qonaxên jiyanê (weke teqawîdbûn)  vedihewîne.

Şipestayî (Hallucination): Têgihiştina hestî ya sexte ye ku hisa rastiyê ya bawerpêker dide tevî tunebûna hişyarkerekî derxweyî. Ew dikare bandorê li her hestê bike, lê halûsînasyonên bihîstinî û dîtbarî herî gelek in. Halûsînasyon bi gelemperî nîşaneke bêpergaliyeke psîkotîk e, bi taybetî şîzofrenî, lê herwiha dikare ji ber bikaranîna madeyê, nenormaliyên norolojîk û rewşên din jî çêbibe. Giring e ku mirov halûsînasyonan ji îlûzyonan cuda bike ku şaşiyên têgihiştina hişyarkerên hestî yên rastîn in.

Şipeste (Delusion): Fikir an baweriya gelek kesane ye ku ji aliyê çand an jêrçanda mirov ve nayê pejirandin ku tevî bêmantiqî an delîlên berevajî bi bawerî tê parastin.

Şîzofrenî (Schizophrenia): Bêpergaliya psîkotîk e ku bi tevliheviyên di fikirînê (venasîn), bersivdayîna hestî û reftarê de tê nasîn, bi temenê destpêkê bi gelemperî di navbera dawiya salên nûciwan û nîvê 30î de.

Tawanbarî (Guilt): Hesteke xwe-hişyar e ku bi nirxandina êşdar a kirina (an fikirîna) tiştekî çewt û gelek caran bi amadekariya kirina çalakiyên ku vê çewtiyê vegerînin an kêm bikin tê nasîn. Ew ji şermê cuda ye ku tê de tirsa zêde ya ku kiryarên mirov li ber darazê an henekê ya gelemperî bên eşkerekirin jî heye.

Têgihiştin (Perception): Şiyana dîtin, bihîstin an hişyarbûna tiştekî bi rêya hisan.

Têkilî (Relation): Her cûre girêdana bi wate di navbera du an zêdetir rûdan an heyberan de. Xwezaya taybet a vê girêdanê li gorî çarçove û dîsîplînê diguhere. Di zanistê de, mînak, têkiliyek bi sereke têkiliya sedemî ye.

Teoriya kesayetiyê (Personality theory): Kombinasyona taybetmendî an çawaniyan e ku karakterê takekesî yê cudaker pêk tîne.

Teoriya psîkodînamîk (Psychodynamic theory): Ew formên derûndermaniyê ne ku di nav kevneşopiya psîkanalîtîk de ne an jê çêbûne, ku takekesan weke bersivdayîna hêzên derhişiyê (mînak, motîvasyon, han) dibînin, balê dikişînin ser pêvajoyên guherîn û pêşketinê û giraniyê didin xwe-fêmkirinê û wateyakirina ya derhişiyê. Piraniya terapiyên psîkodînamîk hin taybetmendiyan parve dikin, weke giraniya li ser mijûlbûna bi derhişiyê di tedawiyê de û dahûrînkirina veguhêziyê.

Têraman (Introspection): Nêrînek bîrbirî ya navxweyî (hundurîn): lêkolîna fikr û hestên xwe.

Terapiya dînamîk (Dynamic therapy): Formeke derûnnasiya kûr e, ya ku armanca sereke ya wê eşkerekirina naveroka derhişiya derûna şêwirmend e da ku zehmetiya derûnî kêm bike.

Terapiya gestalt (Gestalt therapy): Formeke derûndermaniya hebûnparêzî/tecrûbeyî ye ku giraniyê dide berpirsiyariya kesane û balê dikişîne ser serpêhatiya takekesî ya di kêliya niha de, têkiliya terapist-şêwirmend, çarçoveyên jîngehî û civakî yên jiyana kesekî û rêkxistinên xwe-rêveber ên ku mirov ji ber rewşa xwe ya giştî çêdikin.

Terapiya hebûnparêzî (Existential therapy): Şêwazeke terapiyê ye ku giraniyê dide rewşa mirov a tevahî. Derûndermaniya hebûnparêzî nêzîkatiyeke erênî bikar tîne ku şiyan û xwestekên mirov pîroz dike di heman demê de sînordariyên mirov jî nas dike.

Têrbûn (Satisfaction): Hisa xweş e ku hûn werdigirin dema ku hûn tiştekî ku we dixwest werdigirin, an dema ku we tiştekî ku we dixwest kir an dikin.

Teşxîs (Diagnosis): Pêvajoya nasîn û diyarkirina xwezaya nexweşî an bêpergaliyekê bi nîşan û semptomên wê, bi bikaranîna teknîkên nirxandinê (weke test û muayene) û delîlên din ên berdest.

Tevlihevî (Confusion): Bêpergaliya zihnî ya ku bi serêşiyê, neşiyana fikirîna zelal an biryardana qetî û wendakirina oriyentasyon ji bo dem, cih û kes tê nasîn.

Tevliheviya nasnameyê (Identity confusion): Nebawerbûna derbarê nasnameya xwe de ye, ku gelek caran di dema sêpûyê (ciwam) de diqewime lê dikare di qonaxeke paştir a jiyanê de jî çêbibe.

Tirs (Fear): Hesteke bingehîn û tûj e ku bi hişyarbûna gefa lezgîn ve tê çêkirin, tê de berteka lezgîn a alarmê heye ku organîzmayê bi çalakkirina komek guherînên fîzyolojîk mobîlîze dike. Van guherînan lêdana dilê bilez, veguhestina xwînê ji dor ber bi roviyê ve, girjbûna masûlkeyan û mobîlîzasyona giştî ya organîzmayê ji bo çalakiyê vedihewînin.

Tundûtûjî (Violence): Reftara ku hêza fîzîkî ya ku armanc dike birîndar bike, zirar bidê an bikuje, kesekî an tiştekî, dihewîne.

Vekişandin (Withdrawal): Kiryara derxistina pereyê ji hesabekê.

Vîn/Îrade (Will): Xwestek, razîbûn, an daxwazê diyar dike.

Westar (Fixation): Mijûlbûna asûwas bi fikir, han an armanceke tenê, weke ramana westar (idée fixe).

Xapandin (Deception): Her cûre çewtkirin an veşartina rastiyê bi armanca şaşkirina kesên din. Mînak, lêkolerek ku armanca rastîn a ezmûnekê ji beşdarekî re aşkere nekiriye, bi xapandinê mijûl bûye.

Xem (Worry): Xemgîniya zihnî an tevgerî ye ku ji ber fikarê, bi gelemperî ji bo tiştekî ku tê hêvîkirin an pêşbînîkirin, çêdibe.

Rewşa derûnî/Gêwil (Mood): Her rewşa hestî ya demkurt, bi gelemperî ya şideta kêm (mînak, rewşa derûniya kêfxweş, rewşa derûniya aciz/ne-xweş).

Xerabûna bîrê (Memory impairment): Windabûna bîrê ya bi bêpergaliya bîrê ve girêdayî.

Xwebawerî (Self-efficacy): Xwebaweriya têgihîştî bal dikişîne ser baweriyên mirovan derbarê şiyanên wan ên kontrolkirina çalakiyên xwe.

Xwebûn (Self): Tevahiya takekes e ku hemû taybetmendiyên karakterîstîk, hişyar û derhişiyê, zihnî û fîzîkî vedihewîne. Ji bilî referansa xwe ya bingehîn a nasname, hebûn û serpêhatiya kesane, bikaranîna vê peyvê di derûnnasiyê de berfireh e.

Xwedîkirin (Nurture): Tevahiya hêmanên jîngehî ne ku bandorê li pêşketin û reftara kesekî dikin, bi taybetî hêmanên civakî-çandî û ekolojîk ên weke taybetmendiyên malbatê, pratîkên mezinkirina zarokan ên dêûbavan û rewşa aborî.

Xwejêvedan (Avoidance): Pratîka an nimûneya xwe dûr girtina ji rewşên taybet, derdoran, kesan an tiştan ji ber (a) encamên neyînî yên texmînkirî yên hevdîtineke wiha an (b) hestên fikarî an êşdar ên têkildarî wan.

Xweperestî (Narcissism): Evîna xwe ya zêde an xwebîntî.

Zayend (Gender): Rewşa nêr, mê an nêtar bûnê ye. Di çarçoveya mirovî de, cudahiya di navbera zayend û ganê de bikaranîna van peyvan nîşanî me dide: Gan bi gelemperî bal dikişîne ser aliyên biyolojîk ên nêrbûn an mêbûnê, lê zayend aliyên derûnî, reftarî, civakî û çandî yên nêr an mê bûnê vedibêje.

Zayendî (Congenital): Rewş an bêpergaliyeke ku di dema zayînê de heye.

Zewq (Pleasure): Hest an hisa ku ji kêfxweşî an çaverêkirina tiştê ku baş an xwestî tê hesibandin, tê çêkirin.

Çavkanî: https://brahimaluci.blogspot.com/2024/11/hin-termen-derunnasiye.html?m=1

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Çend Nexweşî

Jarbûna Bazên Dil: Dil, xwe li gor tevgera bedenê dilivîne û dipîve. Beden çiqasî di …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *