DESTPÊKA FELSEFÊ

Felsefe bejeyeke Yewnanîye. Felsefe ji du bêjeyan pêk tê. Felsefe an ku philosophía (φίλος, phílos: “hezkirin”; û σοφία, sophía: “zanabûnî” pêk tê. Dema em vê têgehê vegerînin zimanê Kurdî felsefe tê maneya ‘hezkirina zanabûniyê’. Kesê ku bi felsefê rê alaqadare jê re ‘fîlozof’ tê gotin. Di diroka cîhanê de felsefe li Yewnana Kevn destpêdikê. B.Z sedsala 6. de felsefe li şaristaniya Yewnan destpêdike. Felsefe çalakiyeke ‘hişî’ye. Li gor çavkaniyên felsefê filozofê yekem Thales e.

Gelo çima felsefe cara yekem li şaristaniya Yewnanê derketiye? Bêguman gelek sedemên vê pirsê hene. Lê emê li ser çend xalên girîng rawestin.
1- Azadiya raman
Li Yewnan sîstema cumhuriyet û demokrasîye hebû. Di vê sisteme dê her kesî (kesên azad) dikarîbû ramanê xwe bi awayekî azad bîne ziman.
2- Koletî
Ji ber ku her kar û barê kesên azad koleyan bicîh dianî kesên azad dibûn xwedî demên vala. Ev demên vala ji bo kesên azad bû sêdema fikirkirin ê.
3- Mîrateya zanabûna şaristaniyên dî
Yewnan ji şaristaniyên derdora xwe gelekî sudwergirtiye. Ji zanîna Mezopotamya, Misra Kevn, Hînd, Îran, Sumer, Asur û Çîn gelek agahîyên zanistî, ramanî, astronomî, matematikî wergirtine.
Ev her sê sedêmên sereke wek encam bû sedema destpêka felsefe ya li Yewnana Antîk.

Piştî ku felsefe wek çalakiyeke hişî destpêkir, pirsa xwe ya yekem jî kir. Arkhê an ku ‘Sedema Yekem’ çiye? Fîlozof li ser vê pirsê ketin pey bersivên wê. Her filozof li gor zanebûn û têgihiştina xwe bersiva vê pirsê dan. Li gor van bersiva;
Thales: Av
Anaksimandros: Aperion
Anaksimenes: Hewa
Heraklitos: Agir
Empedokles: Ax, Av, Hewa, Agir (an ku çar anasir)
Demokrîtos: Atom
Lao Tse: Tao
Wek hat ditîn her fîlozofek li gor zanebûna xwe bersiva arkhê daye. Sedema ku bersivên her fîlozofî ji hev cûda ne ev e: Ji ber ku çalakîya felsefê xebateke subjektîv e. Her kes li gor ramanê xwe arkhê şîrove kiriye.

Di serdema felsefeya antîk de mijareke dî jî mijara ‘Guhertine’ye. Di vê mesele de Heraklitos û Parmenides ramanên ji hev cûda tînin ziman. Li gor Heraklitos her hebûn her dem dinav tevgereke guhertinê de ye. Ji bo vêna Heroklitos: ‘Mirovek du cara nakevê çemekî de.’ dibejê. Li hember vêna Parmenides guhertina hebûnan qebûl nake û dibejê ku: ‘Hebûn heye û nayê guhertin.’

Di vê serdemê de fîlozofê wek Sokrates, Platon, Aristo, Konfuçyus, Diojen, Epîkuros, Cicero, Seneca û Marcus Aurelius hene. Bêguman ji van kesan Sokrates, Platon û Aristoteles mohra xwe hem li felsefeya serdema xwe hem jî li felsefeya cihana îroyîn jî xistine.

DILAZAD A.R.T-Corduene 2023

About Dilazad ART

DILAZAD A.R.T (Jiyan û Berhem) Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024 û TigrisSophia de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî ye. Filmografî Dokumenter 1- Dom – Şêwirmend 2- Bûkên Sûri – Senaryo 3- Fotograf – Senaryo, Derhenêr Kurtefilm 1- Hêvî – Senaryo, Derhenêr 2- Yanlış Bilgi – Senaryo, Derhenêr 3- Mîras – Senaryo, Derhenêr Wekî dî di saziyên sivîl yên civakî de aktîv dixebitê. Saziyên Sivîl yen Civakî 1- Mezopotamya Sanat Derneği – Pêşewa (Serok) 2- NuspekDer – Endamê Reveberiye 3- Piling Spor Kulubü – Endamê Reveberiye 4- Mezopotamya Barış Akademisi – Pêşewa (Serok) 5- Mezopotamya Kültürel Miras Araştırmaları – Pêşewa (Serok) Heta niha 55 pirtûk weşandine. (31ê Kanuna 2024) BERHEMÊN KURDÎ 1- Destana Evînê, 2010, 2- Ramanên Azad, 2010, 3- Tûrik, 2011, 4- Winda, 2012, 5- Lêkolînên Kurdî I, 2013, 6- Lêkolînên Kurdî II, 2013, 7- Tûrikê Çîrokan, 2015, 8- Çanda Xwarinê, 2016, 9- Lêkolînên Kurdî III, 2017, 10- Helbestên Binbêjingê, 2017, 11- Bexçê Çîrokan, 2017, 12- Çîrokên Şevên Direj, 2017, 13- Demsala Pirpirînkên Azadiyê, 2017, 14- Sînemaya Cîhanê, 2017, 15- Sînemaya Kurdî, 2017, 16- Kaos 2.0, 2018, 17- Destpêk û Dîroka Sînemayê, 2018, 18- Kurdîpedîa, 2019, 19- Lêkolînên Folklorê I, 2019, 20- Lêkolînên Folklorê II, 2019, 21- Lêkolînên Folklorê III, 2020, 22- Tenê Guhdariya Bêdengiyê Dikim, 2020, 23- Dengvedana Derengmayî, 2021, 24- Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî, 2022, 25- Reşbelek, 2023, 26- Felsefe Şoreşa Hiş û Rêya Rastiye, 2024 Berhemên Ku Wergerandine Kurdî 1- Rîsala Aborîye, 2010, 2- Wateyên 12 Suretên Qur’an a Pîroz, 2011. PIRTÛKÊN TIRKÎ 1- Nûpelda, 2001, II. Baskı 2012, 2- Taşa Yazı Yazmak, 2010, 3- Kurşunlar Yürek Ağlattı, 2011, 4- Yolcu, 2011, 5- ġagird, 2012, 6- Başkaldırı Şiirleri, 2012, 7- Dijle‟nin Çocukları, 2012, 8- 35 Bomba Roboskî, 2012, 9- Dom Kayıp Kavim, 2017, 10- Üçüncü Cephe, 2017, 11- Kürt Sendromu, 2017, 12- Komist, 2017, 13- Şemamok Kokusu, 2017, 14- Corduene Tabletleri, 2018, 15- Papyrus, 2018, 16- Karantina Günlerinde, 2020, 17- Yeni Bir Bakış Açısı İnşa Etmek, 2020, 18- Vahşi Toplumlar, 2021, 19- Sosyolojik Analizler, Ekim 2021, 20- Sosyolojik Analizler II, Kasım 2021, 21- Sosyolojik Analizler III, Aralık 2021, 22- Peripatetik Retorika, Ocak 2022, 23- Tabula Rasa, Şubat 2022, 24- Aile Olabilmek, Mart 2022, 25- Eğitim Üzerine Araştırmalar, Ocak 2023, 26- Apologia, Mayıs 2023, 27- Mimesis, Haziran 2023.

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *