Di Dîrokê de Sumer û Kurd (B.Z 4000 – 4350) -II-

Dennis Dargul

(Li Kurdistanê û Mezopotamya yêkemîn dewleta pêşketî şaristaniyê Sumeran e. Bingeha dewleta Sumeran xwe digehîne beriya 4 Hezar salan. Ev bingehe paşê dê bibe bingeha yêkem şaristanîya mirovahîyê ku Cîhan jê mifa wergire. Ev Desthilata mijara gotinê li Mezopotamya Jêr û jor dest pêdike û belavî hemû rojhilata navîn dibe.

Xanedana Sumeran beriya Zayinê, di Salên 2334-2279 an de ji aliyê Sargon ve hatiye avakirin. Sargon beriya Desthilata Sumeran ava bike, tevahiya Kurdistanê, Mezopotamya, Anadolu, Îran xiste bin desthilatdariya xwe. Li Kurdistanê – Mezopotamya Bajarek bi nave Agade (Akkar) avakir ku heta niha ev bajare ne hatiye peyda kirin û çi vekolinên zanisti jî di van şûn û waran de nehatiye encam dan. Lê bes di hejmarek zor di nivîsên bizmari de hatiye destnişan kirin û gelek serpêhati, di hemû waran de, li ser vî bajarî hatiye nivîsîn. Xanedana Sumeran ku ji aliyê Sargon ve hati bû avakirin, di dîrokê de cîhek taybet heye ku bingeha zanisti, teknolojî, astronomî, bîrkarî, çîrok û serpêhatiyên edebî, helbest, stran, çandîniyê û cotkariyê de, bingeha evro ya zanistiyê ye. Li gorî çîrokên mitolojîk Sargon xwediyê kesayetek bi rîh û rîşale bûye, dil nizm û xwe bixwe perwerde kiri bû. Li gorî çirokê, baxçivanek di dema nav rez û baxên xwe de, kar dike zarokekî  di nav Sevîkek dar li nav Çemê Firatê de peyda dike. Zarokek di dergoşê de ye û nave diya wî û babe wî nayê zanîn. Di nav malbata Baxçivan de mezin dibe û Navê wî dikin Sargon. Li gorî çîrokê ev serpêhatî li Başurê Mezopotamya 80 km nêzî bajarê Kîş ê rû dide. Bajarê Kîşê jî yêk ji bajarên girin yên serdama Sumeran ku piraniya serkirdeyên wê demê lê dijîyan. Paşê di tabletên bizmarî de diyar dibe ku diya wî Xwîşka (Rahîbe) bû ye û kiça Nûnerek Xweda yê Zîgorat ê bû ye. Zarok jî bi dizî ve çê bûye…)

Desthilata Sumeran li ser xaka Mezopotamya  Dewletek lihevhatina Bajaran bûye. Bi gişti ji 35 Dewlet Bajar pêk dihat.

Di Serdema Sûmeran de Baweriya Olî û Mîtolojî:

Di Dewleta Sumeran de baweriya bi Xweda gelek ji xeyal, rastiya xwezayê pê ve. nêrînên ji rastiyan dûr pêk dihat. Li gel baweriya bi Xweda, wer dizanîn  her hebûnekê jî xwedayê xwe heye. Ew senemên ku nûnerîya xwedayên wan dikirin, bawer dikirin ku hêz û qaweta wan, ji yê mirovan gelek mezintire. Her çend bi şiklê mirovandestnişan bikirne jî, bawerî bi hêza wan ya mezin hebûye. Xwedayên Sumeran çi daxwezek ji civakê nedikirin, lê bes bersiva daxwez û hêviyên civakê didan. Wete civakê bi rêya Ziggoratan daxwezên xwe jibo Xwedayan bilind dikirin. Civaka Sumerî bi rêya Zîggoratan pêwendi li gel xwedayan dursit dikirin. Pêwendiya ji derveyî Zîgoratan sedema mirina hem Xweda û hem jî mirina Civakê bûye. Di van Ziggoratan de, Nûnerên xwedayan hebûn û wan hêvî û daxwezên civakê bi cîh dianîn. Yanî navbeynkarê xweda û civakê bûye. Çi daxwezên civakê hebûne wek dayîna qurbaniyan, xwe efûkirin, hêvi daxwez û sedeqe, bi rêya Nûnerên Ziggoratê ve di gehandin xwedayan. Rahîp, li pêşiya seneman disekinî û dûa dikirin. Zigurat jî li deverek bilind dihatin avakirin ku herî deverên baş yên nezî Xwedayê Esmanan bû ye. Ev Nûnerên xwedayan yên li Ziggoratan ji aliyê Melikên Desthilatê ve dihatin erkdar kirin. Ji xwe Rahib û Rahibeyên li Zîggoratê jî Melikên Sumeran Nîv-Xweda  dipajirandin û ev Melikene jî ji aliyê Rahîb û Rahibeyan ve dihate hilbijartin. Desthilata Nûnerên Olî, di jiyana rojane ya civakê de bê sinûr bûye.  Lê gotina dawiyê Melikan digot û dihat cêbicê kirin.

Xweda û Xwedavendên Zîggorat an:

Anu: Xwedayê Yêkem û yê Mezin û Xwedayê Esmanan

Ki: Jina Xwedayê Yêkem û xwedayê Erdan

Enlil: Xwedayê Heway û Babê hemû xwedayên piştî xwe.

Enki: Xwedayê Zanistiyê.

Ninmah: Xwedevanda Daykê

Nanna: Xwedaya Heyvê

Utu: Xwedaya Rojê û Kurê Nanna ye.

Ecem: Melikeya Xwedayan.

İnanna: Xwedavenda Evîn û Bereketê.

Aşnan: Xwedayê Dexil û danî

Lahar: Xwedavenda Çêl ê.

Endamên civaka Sumeran hêvî û daxwezên xwe, xêr û qurbaniyên xwe, jibo van xwedavendan dibin. Mirov di vê rastiyê de jî dibîne ku bingeha hemû Olên Rojhilata Navîn bi şêwazeke zanistî, li Sûmeran destpêkirîye. Ji destpêkirina Ayinên yêk xweda bigre heta Evro, ji her aliyan ve  kêm zêde dişibin hev û din.

Ziguratên beriya 4-5 hezaran salan li cîhên bilind avadikirin û wer dizanîn nêzî xwedayê Esmanan dibin. Kinîşe, Dêr û paşê Mizgeft her wiha li cîhên bilind û asê avadikirin û wer dizanin nêzî rehmeta xwedayê Esmanan dibin. Mizgeft jî her wiha çi deverek stratejî hebe, lê dursit dikin ku wer bawer dikin nêzî xwedayê mezin dibin. Di derdema Sumeran, bi dehan xweda û cahêlî hebûn her cahêliyekê-nezaniyekê xwedayek  xeyalî ku em jê re Mistîk û fantestîk dibêjîn jibo xwe dursit kiri bû.  Lê niha jî ew xwedayên Dema Sumeran de bûye Yêk xweda, lê ebdên xwedayan û nûnerên xwedayan her berdewame. Çawe ku wê demê hemû qurbanî, zêr mal û milk, jibo efukirina xwe, hêvî û daxwezên xwe dîyarî Zîggorat ê dikirin, Niha jî Civaka me Mal û Milkê xwe diyarî Dêran û Kinişeyan, Mizgeftan dikin, daku li Cennetê perçek erdi roja qiyametê wergirin.

Sistema Oldariya Sumeran ku heta Evro jî bandora wê berdeame,  tirsandina civakê, pêlîstina hest û baweriyên xelkî, bi dest xistina male dinyayê, xala herî giring jî temen dirêjkirina kursiya Desthilatdariyê bû ye. Lê di nav vê desthilata Sumeran de, ji bilî layanê Oldariyê û rola Zîggoratan,  di zaniest û afirandêriyê de jî, gavên giring avêtine.

Dê berdewam be….Beşê-III

Dennis Dargul-Basnews

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *