Li Kurdistan û Mezopotamya yêkemîn dewleta pêşketî ya şaristaniyê Sumerî ne. Bingeha dewleta Sumeran xwe digehîne beriya 4 Hezar salan. Ev bingehe paşê dê bibe bingeha yêkem şaristanîya mirovahîyê ku Cîhan jê mifa wergire. Ev Desthilata mijara gotinê li Mezopotamya Jêr û jor dest pêdike û belaveyî hemû rojhilata navîn dibe.
Xanedana Sumeran beriya Zayinê, di Salên 2334-2279 an de ji aliyê Sargon ve hatiye avakirin. Sargon beriya Desthilata Sumeran ava bike, tevahiya Kurdistanê, Mezopotamya, Anadolu, îran xiste bin desthilatdariya xwe. Li Kurdistanê – Mezopotamya Bajarek bi nave Agade (Akkar) avakir ku heta niha ev bajare ne hatiye peyda kirin û çi vekolinên zanisti jî di van şûn û waran de nehatiye encam dan. Lê bes di hejmarek zor di nivîsên bizmari de hatiye destnişan kirin û gelek serpêhati, di hemû waran de, li ser vî bajarî hatiye nivîsîn. Xanedana Sumeran ku ji aliyê Sargon ve hati bû avakirin, di dîrokê de cîhek taybet heye ku bingeha zanisti, teknolojî, astronomî, bîrkarî, çîrok û serpêhatiyên edebî, helbest, stran, çandîniyê û cotkariyê de, bingeha evro ya zanistiyê ye. Li gorî çîrokên mitolojîk Sargon xwediyê kesayetek bi rîh û rîşale bûye, dil nizm û xwe bixwe perwerde kiri bû. Li gorî çirokê, baxçivanek di dema nav rez û baxên xwe de, kar dike zarokekî di nav Sevîkek dar li nav Çemê Firatê de peyda dike. Zarokek di dergoşê de ye û nave diya wî û babe wî nayê zanîn. Di nav malbata Baxçivan de mezin dibe û Navê wî dikin Sargon. Li gorî çîrokê ev serpêhatî li Başurê Mezopotamya 80 km nêzî bajarê Kîş ê rû dide. Bajarê Kîşê jî yêk ji bajarên girin yên serdama Sumeran ku piraniya serkirdeyên wê demê lê dijîyan. Paşê di tabletên bizmarî de diyar dibe ku diya wî Xwîşka (Rahîbe) bû ye û kiça Nûnerek Xweda yê Zîgorat ê bû ye. Zarok jî bi dizî ve çê bûye.
Ew bajarê Sargon lê mezin dibe, cîh û warên melik, xweda û xwedawendan bû ye. Bajarê Kiş cîhê pêşwazîya xwedayan û xwedavendên ser Zevîyê bû ye. Diyare pêwendiyek xurt ya dîplomasiya wê demê nebe kesek wisa zû mezin nabe, perwerde nabe û zanyari û zanistiyê fêr nabe. Li Bajarê Kîş di ciwaniyê de, dibe zilamê herî nêz yê Melikê bajarê Kîş ê. Dibe yêk ji wan kesayetan ku herî aqil, têgihişti û jîr û zîrek. Melikê bajarî gelek bawerî pê tê ku di hemû kar û xebatên xwe de serkeftî ye.
Ew qas serkefti bûye xelkî jê re digotin Sargonê Bîjî. Yanî Diya wî û Babe wî dîyar nine. Lê kesayetek gelek baş, rehm û dolsoz bû. Harikariya gelê xwe dikir. Xelkê wî ew qas jê razî bûye û heyranê wî bûne digotin: “Xwezî em jî bîjî bana”.
Serkeftina Sargon ya li hemberi Lugalzaggisê Uruk î, êdî rê vebû ku bibe Melikê hemû Mezopotamya û Kurdistan ê. Sargon 50 salan desthilatdariyê ma û piştî mirina wî Kurê wî Rîmoş hate desthilatdariyê lê kurê wî rastî serhildanan hat û paşê hat kuştin. Piştî Rimosh birayê wî Manishtushu hat cîhê birayê xwe lê ew jî rastî şerek dijwar hat û heman şeran de mir.
Desthilatdarîya Sumeran çima di ware zanistî de ew qas pêşket ? Xala sereke bi karanîna nivîsê bû ye. Bi nivîsa bizmarê kar û xebatên xwe rêvebirine û jibo paşeroja gel û mirovan, nivîs bikar anîne. Taybet karê zanistî, teknolojî û çandiniyê bi nivîsan jibo nifşê piştî xwe destnişan kirine. Ev rastiye bi hezaran tabletên bizmarî ve hatiye piştrast kirin. Bi vî şêwazî xizmetek mezin jibo şaristaniyê û mirovahîyê encam dane. Zanistiya Sumeran gelek pêşketi bûye di wê demê de: Di bîrkariyê de kirina 4 Jimare bikar anîye, geometri û grafikê de gavên giring avêtine û di ware astronomiyê de, vekolîn encam dane û pêşketinek mezin çêkirine.
Her wiha bi karanîna nivîsê, di mirovahiyê de gavek mezin havêtine ku tayer, hevcar, nîre, amanên xwerinê, avakirina xaniyên 2 qat û bikaranîna xerc û alavên avdankirinê de, fen, dermangerî, hekîmî, mitolojî, ol, feleknasî, sehir, fal uhd gavên mezin avêtine. Di dema Sumeran de ye ku cara yekê kisil û geç, tuxla, kerpîç û tan, jibo avahiyan bikar anîne.
Di serdema Sumeran de, nîjad nebû, pênasa netew, tune bûye. Ji ber vê rastiyê çi belge û pêzanîn tune ye ku Summer Samîne ango Arî ne. Lê xala balkêş ewe ku Zimanê bizmarê yê Sumerî di nav Zimanên Rojhilata navîn de, herî gelek nêzî Zimanê Kurdi ye. Lê vekolinerên ku li ser vî babetî kar kirine yan Ereb bûne, yan Rojavaiyên bin kontrola desthilata Ereban de bûne ku xwestine zimanê Sumerî bikin bingeha zimanê Erebî, yan jî Mesihi hatine ku xwestine bikin bingeha zimanên Mesihiyên Rojhilata navîn ku ew jî her Semitikin. Lê hemû vekolîn û veguhastina nivîsên bizmarê bê encam mane ku li ser Zimanê Kurdî û Sumerî ti xebatek ne hatiye encam dan.
Di heman demê de tirk û zanyarên tirkan hewil didin ku zimanê xwe ku ji Erebi, Kurdi, Farsi pêk hatiye, wek zimanê Sumeran nîşan bidin. Hejmarek Zanyar û vekolînerên wan ku li ser bingeha Nijadperestiya Tirk hatine perwerde kirin, îdda dikin ku zimanê Sumerî Tirkiya kevne. Lê kes tev li vê nêrîna Tirkên Nijadperst nabe û dibêjin: “Dûr nêz eleqeya zimanê Tirki ku zimanek nû ye û dursitkirîye, bi zimanê Sumerî tune ye. Ji xwe zimanê Sumerî zimanek miriye. Piştre zimanê Sumerî cîhê xwe ji Zimanê Akadî hişt ku heta berî 2000 salan jî zimanê Akadî zimanê herî berfireh yê xwendin, nivîsandin, diplomasî û pêwendiyan bûye. Jiber ku Zimanê Akadî jî zimanek hevpar yê Sûmerî-Akadî bû ye. Yanî pişti ruxina desthilatdarîya Sumeran hemû welat, bajarên di destê Sumeran de bûn, ketin bin kontrola Akad an. Zimanê Akadî, wek İngilîziya Evro di tevahiya cîhanê de, wek zimanek gerdûnî, cîhê xwe girti bû.
Lê hem zimanê Sumerî, hem jî zimanê Akadî wek rêziman, kod û bikar anîna, deng, nêzî zimanê Kurdî ye.
Nivîskar û vekolinerê Kurd Tehsîn Azîz di encama vekolina xwe ya 20 salan de Ferhenga bi nave “Şamarî Mada” çap kir. Di encama vê xebata berewerd kirina nivîsên bizmarê yên Sumeran û Kurdiya îro de, gelek nêzî heve. Ferheng ji 755 Rupelan pêk tê ku cîh daye filolojiya gotarên Sûmerî û Kurdi. Vekolîna Nivîskar û vekoliner Tehsîn Ezîz: Li Başûrê Kurdistan û Başurê Mezopotamya hatiye encam dan ku di wê demê de nifusa kurdan li wan deveran zêdetir bûye.
Di rastiyê de jî, li Rojhilata Navîn xelkê herî kevnare li ser vê xakê Kurdin, Tofana Nûh pêxamber, hebûna Ibrahîm pêxamber, destan, çîrok mitolojî, hemû xaka Kurdistan ê destnişan dikin. Cihên persetgehan yên herî kevin ku gelek beriya Sumeran bû jî, disa Kurdistan Girê Mirizan e. Di van şûn û warên dîrokî, Çiroka Gilgamiş, Şahmaran, Belqîs-zeogma, Xwedawend Iştar, Ninhursak, Afrodît yên li ser xaka Kurdistan û Mezpotamyane.
Jiber hindê Kurd gotina Afret bikar tînin: Bingeha xwe ji Afirandin û Afrodit digre ku afiranderiyê destnişan dike û di tabletên Sumeran de heye.
Nînhursak: Ninê li gelek malên Kurdistanê de wek kiça herî can, nazik û nazenîn, tên (Ninê devera Hekarî) tên binav kirin.
Çîroka Gilgamiş: disa li Kurdistanê ye. Qala çiya, dar û berên Kurdistanê dike. Ev Pêzanîn di tabletên Sumeran de paşê ji yên Akadan de mirov dikar bibîne. Ji xwe Tufana Nuh Pêxamber li gorî hemû pertukên Olî jî li Kurdistanê bûye. Hem jî di navîna Kurdistan bajarê Cizîra Botan bûye. Li Gorî Incilê jî li çîyayê Agrî bûye. Yanî hemû navnîşan Kurdistanê destnişan dike ku ev Gelê Kurd çi xwes xwediyê dîrokek bi rîh û rîşale ye. Ji ber vê dewlemendiya Dirokî bi tevî perçekirin û kiryarên xerap yên dagirkeran, şer û nav birinan, tevkujî û koçber kirinan, ji nav neçû û Kurd ji her demê zindîtirin. Zimanê wê jî hatiye tespît kirin ku yêk ji zimanên herî dewlemend yê Cîhanê ye.
Dê berdewam bîn….
Dennis Dargul-Basnews
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…