İlyas SAYIM
Xwendekarê Doktorayê
Zanîngeha Muş Alparslan
Ziman û Edebiyata Kurdî
i.sayim@alparslan.edu.tr
ORCID: 0000-0001-8606-0773
M. Zahir ERTEKİN
Prof. Dr. Zanîngeha Mardîn Artuklu
Beşa Ziman û Çanda Kurdî
zahirertekin@hotmail.com
ORCID: 0000-0003-3519-9892
DOI: 10.56491/buydd.1413575
——————————————————————————-
Jêgir:
SAYIM, İ. û ERTEKİN, M. Z. (2024). Yekemîn Încîla Kurdiya Kurmancî û Hin Taybetmendiyên wê. Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, 10(19), 16-31[1]
Kurte
Încîl, ji aliyê bawermendên xwe ve wekî metneke pîroz tê qebûlkirin. Bi vê taybetiya xwe hertim bûye bingeha mîsyona teblîxê ya belavker û herwiha ji mêj ve li gelek zimanên cîhanê hatiye tercumekirin. Hin ziman cara ewil bi wergera Încîlê bûne zimanekî nivîskî û di hin zimanan de herçiqas berê berhemên menzûm hebin jî pexşanên pêşîn bi saya wergera metnên pîroz peyda bûne. Tradîsyon û pêvajoya pêşveçûnê ya wergerên Încîlê di her zimanekî de cuda ne û tevkarî, bandor, nîqaş û reaksiyonên curbicur li hemberî wan, mijarên hêjayî lêkolînê ne. Xeyn ji vê perspektîfa dîrokî û teolojîk, tê dîtin ku ji ber ku Încîl metneke bihecm e, di nav xwe de gelek malzemeyên zimanî dihewîne. Ev taybetî dikare ji bo lêkolînên zimannasiyê jî bibe bingeh. Lewra dengnasî, hevoksazî, watesazî, ferhengnasî, wergernasî û gelek qadên din ên lînguîstîkê dikarin li ser metna behskirî usûlên xwe yên taybet tetbîq bikin. Ev xebat li ser wergera Încîlê ya ewil ya bêkêmasî hatiye kirin û hin taybetmendiyên zimanî yên ku di nusxeya tam a sala 1872yan de tên dîtin hatine nirxandin. Taybetîyên vê berhemê bêyî ku li gorî pîvanên îroyîn ên rêzimana standart bên nirxandin, li gor dewr û konteksa xwe ya xusûsî hatine pêşkêşkirin. Xeyn ji vê yekê di derbarê naveroka berhemên din ên ku bi herfên ermenîkî hatine nivîsandin de û li ser mentiqê lîteratûra kurdî ya ku bi alfabeya ermenîkî hatiye sazkirin û li ser sedema pêwîstiya metnên bi vî şiklî agahî hatiye dayîn û şirove hatiye kirin.
Peyvên Sereke: Încîl, werger, kurmancî, alfabeya ermenî.
1. Destpêk
Încîl, Mizgînî yan Peymana Nû ji bo şopgerên doktrîna Îsa Mesîh metneke xwedayî û pîroz e. Kesên ku baweriya xwe bi pîrozbahiya Încîlê anîne wek ‘Îsewî, Mesîhî, Xaçparêz, Xaçperest, Xaçhebîn, Xirîstîyan’ an jî di zimanê gel de wek “Fileh” tên binavkirin. Îro baweriya Mesîhîtîyê yek ji mezintirîn dînên ser rûyê erdê ye û li gor hin statîstîkan hejmara xaçparêzan ji hejmara bawermendên din zêdetir e.
Miletê ermenî bi piranî miletekî xaçparêz e û zimanê wan zimanê ermenîkî ye. Zimanê ermenîkî di nav xwe dibe du şax: Ermenîkiya rojhilatê û ermenîkiya rojavayê. Piştî ku Krapar, zimanê klasîk ê ermenîkî ji holê radibe zimanê rojane dibe zimanê nivîsê û ji ber dûrahiya erdnîgariyê û têkiliya zimanên cîran, du cureyên axaftin û nivîsînê dertên meydanê. Di herdu zaravayan de jî heman alfabe tê emilandin, lê di xwendina wan de cudahiyeke mezin heye. Miletê ermenî xeyn ji zimanê xwe yê zikmakî zimanên din jî bi kar anîne û bi wan zimanan gelek berhem çêkirine ku tercumeyên Încîlê tenê qismek ji vê mîrata nivîskî ye.
Tekst û naveroka Încîlê ji bo fêrbûna jiyana Îsa Mesîh pir giring e û di nav xwe de xeyn ji agahiyên biyografîk gelek agahiyên olî û dîrokî jî dihewîne: Mûcizeyên Şandiyan ango Hewariyan (Arîkarên Îsa Mesîh), Nameyên Pavlus, Nameyên Giştî û xewna/pêşbîniya Yûhennayê beşên sereke yên Încîlê ne. Ji ber vê giringî û bingehînbûnê ye ku hemû neteweyên xaçparêz xwestine ku Încîlê bi zimanê xwe yê dayikî bixwînin û di vê rêyê de gelek westiyane. Dewlet û rêxistinên xaçparêz jî ev armanc ji xwe re kirine mîsyon û di daîreya mîsyoneriyê de xebatên sîstematîk ên tercumeyê meşandine. Bi saya vê xebatkariyê ye ku îro herî kêm di hezar û pênc sed zimanan de[2] Încîl tê xwendin û gelek ziman bi wergera Încîlê bûne xwedî alfabe û nivîsê an jî ji nezmê derbasî pexşanê bûne. Di Încîlê de behsa giringiya belavkirina peyama îlahî wiha tê tarîfkirin: Û wî (Îsa) ji wan re got: «Herin her çar aliyên dinyayê û Mizgîniyê li hemû afirînê bidin bihîstin. Yê ku baweriyê bîne û bê imadkirin (waftîzkirin) wê xilas bibe, lê yê ku baweriyê neyne wê sûcdar bê derxistin. Û ev nîşanên ha wê bi yên ku baweriyê tînin re bin: Bi navê min wê cinan derxin, wê bi zimanên nû bipeyivin, wê maran bi destê xwe bigirin û eger ew tiştên bi jehr jî vexwin, qet ziyanê nabînin. Ewê destê xwe deynin ser nexweşan û nexweş wê qenc bibin.»[3]
Di ayetên jorîn de amaje bi fêrkirina Xebera Xweş ango Mizgînîyê û peyivîna zimanên nû hatiye kirin. Tevî ku di vê kontekstê de ev yek wek keramet an bûyereke derasayî hatibe îfadekirin jî şopînerên xaçparêziyê ji bo belavkirina peyama Încîlê dest bi xebatên wergerê kirine û xwestine ku pirtûka wan a pîroz bigihîje hemû welatên dinyayê. Ji destpêka avabûna dewletên xaçparêz heta roja me ya îro wergêriyê dewam kiriye, lê ev pîşe û mîsyon bi taybetî di sedsala 19em û sedsala 20em de bi pêş ve çûye.
Zimanê kurdî jî ji tevgera giştî ya wergerê bêpar nemaye û metna Încîlê ji destpêka nîveka qirna 19em heta vê serdemê gelek caran hatiye tercumekirin.
1.1. Teorî û Rêbaza Xebatê
Ev xebat li ser tercumeya ewil ya bêkêmasî hatiye kirin ku qonaxa sêyem ya wergeran e ku pê helqeyên tercumeyê yên Peymana Nû temam dibin. Pêşî çavkaniyên çapkirî hatine peydakirin û li gor rêza dîrokê di derbarê naveroka wan de û heta ku derfet çêbûye li ser nivîskarên wan agahî hatiye dayîn. Ji pirtûkên din ên bi tîpên ermenîkî jî (wek pirtûka ewil ya zarokan û helbestên/îlahiyên olî) ku derveyî mijara nusxeyên Încîlê ne, bi kurtasî behs hatiye kirin.
Mebesta sereke ya vê xebatê ev e ku li ser naveroka nusxeya bêkêmasî ya Încîlê raweste ku di sala 1872yê de li Stembolê hatiye çapkirin û çend cihetên wê yên lînguîstîk analîz bike. Di vê çarçoveyê de ji bineşaxên zimannasiyê wek fonolojî, semantîk, sentaks û leksîkolojîyê sûd hatiye wergirtin û ji metna orîjînal îqtîbas hatine dayîn.
Di transkrîpsîyonê de metoda W. M. Thackston hatiye şopandin ku ji aliyê usûla fonetikê ve xwedî sîstemeke hevgirtî ye û dikare hemû dengên kurdiya kurmancî nîşan bide. Li pey tabloya alfabeya ermenîkî û muqabilên wê ya kurmancî çend tekstên nimûneyî ji Încîlê hatine parvekirin. Divê ku di pêvajoya tîpguhêziyê de adaptasyon, ango rastnivîseke modern neyê şopandin, lewre formên standardîzekirî nikarin bi teqezî nûneriya metnên dîrokî bikin ku bi alfabeyeke din hatine nivîsîn. Helbet rastnivîseke hevpar ku xwendina metnê hêsan dike tiştekî ne bêqîmet e lê ev yek ji bo xebatên zanistî zêde ne guncav e.
Du têgihên zimannasiyê hene ku di prosesa nirxandina taybetmendiyên metnekê an zimanekî de roleke giring dilîzin: (i) rêzimana tewsiyeker û (ii) rêzimana sêwirkar. Di ya yekem de rêzimana zimanekî diyarkirî bi hemû beş û binebeşên xwe ve li gor rêziknameyeke kifşkirî tê tarîfkirin, lê di ya duyem de zimannas an vekolîner daneyan kom dike, li taybetmendiyên berbiçav mêze dike û di tesbîtkirin û qeydkirina wan de krîtera wî ji teoriyê zêdetir pratîka ziman e.[4]
Wekî ku Seyari û Aktaş jî di xebata xwe de îfade dikin “di xebatên ku bi rêbaza zimannasîya şayesî (descriptive linguistic) û teknîka zimannasîya kargîn (functional linguistics) tê kirin de guherînên ziman ên dîrokî bi nêrîneke dîyakronîk nayên analîzkirin û bi nêrîneke rêzikparêz (prescriptive) li ser rastbûn û şaşbûna taybetiyên ziman nirxandin nayên kirin.”[5]
Kurdiya sedsala 19em helbet ji kurdiya îro cudatir e û ji ber vê yekê di metna mijara lêkolînê de usûla gramera şayesî hatiye şopandin.
1.2. Tesbîtkirina lîteraturê/çavkaniyên nivîskî
Bingeha vê xebatê nusxeya tam ya wergera Încîlê ye ku di sala 1872yê de çap bûye. Ev tercumeya bêkêmasî ku di nav xwe de hemû beşên Încîlê (bi tevahî 27 beş) dihewîne girêdayî metnên berî xwe ye. Ji ber vê yekê jî du çapên ewil ên berî wê jî bûne mijara vekolînê.
Di pêvajoya lêgerîna çavkaniyên nivîskî ên bi tîpên ermenîkî de, pênc pirtûkên cuda jî hatine tesbîtkirin ku her yek ji wan wek beşeke ji Încîlê hatine weşandin. Ev pirtûk piştî Încîla tam hatine weşandin û wergêrên wan ji hev cuda ne û bi vî awayî, ne berdewama wê ne. Ji ber ku her yek ji wan bi tena serê xwe dikarin bibin mijara xebateke berfireh û derveyî sînorên vê xebatê ne, di derbarê wan de agahiyên sînorkirî hatine dayîn.
Navên pirtûkên Încîlê yên çapkirî li gor rêzê wiha ne:
1- Încîlê Xodêê Me Îsa El Mesîhê, Nivisandin Bi Destê Madteos[6]
2- Încîl, Xodêê Me Îsa El Mesîhê, Nivisandin Bi Destê Madteos, Markos, Lukas û Hanna[7]
3- Peymanê No Ê Xoîyê Me Îsa El Mesîh[8]
4- Încîla Rabbê Meî Hîsus Krîsdos Ko Madteos Nvîsî[9]
5- Încîla Rabbê Meî Hîsus Krîsdos Ko Margos Nvîsî[10]
6- Încîla Rabbê Meî Hîsus Krîsdos Ko Ẍugas Nvîsî[11]
7- Încîla Rabbê Meî Hîsus Krîsdos Ko Ẍugas Nvîsî[12]
8- ‘Emelê Resûla[13]
Xeyn ji van pirtûkan ku hemû wergerên Încîlê ne, pirtûkên din ên bi alfabeya ermenîkî jî hene. Ev cure berhem jî bi xêra naverokên xwe yên têr û tije dikarin bibin vekolînên serbixwe. Ji ber ku di pirtûkxaneyan de bi rehetî nedihatin peydakirin di nirxandina van berhemên jorîn de ji kopiyên dîjîtal sûd hatiye wergirtin. Ji aliyê rûpelan ve di van kopiyên elektronîk de kêmasî tune bû û hemû metn bi zelalî dihatin xwendin. Di encamê de kêmasiya nusxeyên çapbûyî nebû sedema nuqsaniyeke şênber.
2.1. Tradîsyona Wergêriya Pirtûka Pîroz
Încîl ji bo wê pirtûka pîroz tê gotin ku wek Peymana Nû tê zanîn. Di vê binavkirinê de telmîhek heye ji gotina Hz. Îsa re ku di Şîva Dawîn de ji Hewariyên xwe re gotiye: Gava wan (Hz. Îsa û Hewariyên wî) xwarin dixwar, Îsa nan hilda, şikir kir, ew şkand, da şagirtan û got: «Bigirin û bixwin, ev bedena min e». Piştre wî kasek hilda, şikir kir, da wan û got: «Hûn hemû ji vê vexwin. Çimkî ev xwîna min a Peymanê ye ku ji bo lêbihûrtina gunehan di ber gelekan de tê rijandin.»”[14]
Peymana Kevn jî ew pirtûk e ku ji Tewratê dest pê dike û di nav xwe de wehyên din ên pêxemberên Benî Îsraîl (Zarokên Hz. Ye‘qûb) dihewîne. Peyva peymanê di Tewratê de ji bo wê peymanê tê gotin ku di navbera Xwedê û Hz. Mûsa de hatiye danîn: Û Mûsa derket hizûra Xwedê û Xudan (Rebb) ji çiya bangî wî kir û got: Tuyê ji mala Aqûp re wusa bibêje û tuyê ji lawên Îsraêl re bigehîne. We dîtin ku min çi ji Misiriyan re kirin û we çawa di bazikê qertel de bar kirin [kişandim û ji xwe re anîm]. Û niha, ger hûn, bi rastî jî gotina min guhdarî bikin û bi peymana min bigirin, hûn ê ji min re, ji hemû neteweyên zêdetir û xastir bibin netewe, ji ber ku hemû dinya ya min e û hûn ji min re bibin qiraletiya kahînan û gelê pîroz. Gotinên ku tuyê ji lawên Îsraêl re bibêjî, ev in.[15]
Ev herdu peyman bi hev re Pirtûka Pîroz an Kitêba Muqeddes teşkîl dikin. Divê ku dîroka wergerê ya van herdu pirtûkan di her zimanekî de cuda werin nirxandin. Lewra metna Peymana Nû di hin zimanan de hatiye tercumekirin lê Peymana Kevn hêj bi temamî nehatiye wergerandin.
Herdu beşên Pirtûka Pîroz jî li kurdiya kurmancî hatine wergerkirin. Destpêka wergeran, geşedanên wan û qonaxên wan ên dawîn mijarên girîng in ku di her zimanekî de ev proses cihê ye. Bi gotineke din ji bo her zimanekî destpêk û berdewamiya wergeran çîrokeke cuda ye. Di zimanê kurdî de wergêriya Pirtûka Pîroz di sala 1856ê de bi Peymana Nû ango Încîlê û ji beşên Încîlê jî bi Beşa Madteosê dest pê kiriye. Temambûna wê tesadufî sala 1872yê dike. Peymana Kevn (Pênc Pirtûkên Hz. Mûsa, Pirtûkên Pêxemberan, Pirtûkên Dîrokî, Zebûra Hz. Dawûd û ên din; bi tevahî 39 beş) di demeke nêzik de, di sala 2004ê de hatiye temamkirin.
2.2. Wergerên Încîlê Ên Bi Alfabeya Ermenîkî
Di Încîlê de 27 heft beş hene. Di hin zimanan de bi temamî û di hin zimanan de tenê wergera qismekê hatiye kirin. Beşên Încîlê bi zaravayê kurmancî bi temamî hatine tercumekirin û serenavên wan bi rêzê wiha ne:[16]
– Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Metta
– Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Marqos
– Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Lûqa
– Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Yûhenna
– Karên Şandiyan
– Nameya Pawlos a ji Romayiyan re
– Nameya Pawlos a pêşî ji Korîntiyan re
– Nameya Pawlos a diduyan ji Korîntiyan re
– Nameya Pawlos a ji Galatiyan re
– Nameya Pawlos a ji Efesiyan re
– Nameya Pawlos a ji Filîpiyan re
– Nameya Pawlos a ji Kolosiyan re
– Nameya Pawlos a pêşî ji Selanîkiyan re
– Nameya Pawlos a diduyan ji Selanîkiyan re
– Nameya Pawlos a pêşî ji Tîmotêyos re
– Nameya Pawlos a diduyan ji Tîmotêyos re
– Nameya Pawlos a ji Tîtos re
– Nameya Pawlos a ji Filêmon re
– Nameya ji Îbraniyan re
– Nameya Aqûb
– Nameya Petrûs a pêşî
– Nameya Petrûs a diduyan
– Nameya Yûhenna ya pêşî
– Nameya Yûhenna ya diduyan
– Nameya Yûhenna ya sisiyan
– Nameya Cihûda
– Peyxama Yûhenna
Di sala 1856ê de beşa yekem ya Încîlê li Stembolê bi navê ‘Încîlê Xodêê Me Îsa El Mesîhê, Nivisandin Bi Destê Madteos’ tê weşandin. Ev berhem di dîroka çapemeniyê de yekem pirtûka kurmancî ye ku hatiye çapkirin. Bi tevahî 112 rûpel e. Li ser berga pirtûkê an di berga hundurîn de di derbarê wergêrê wê de agahiyek tune ye. Agahiyên giring ên bi vê terzê encax ji raporên mîsyoneran, ji kovarên rêxistinên mîsyoner an jî ji belgeyên wek name, meqbûz, mezbete, nîşeyên taybet û hwd. tên peydakirin.
Xweşbextane di çend çavkaniyan de navê wergêrê wê hatiye destnîşankirin. Li gor van agahiyan navê mutercimê wê Stepan e û ermeniyekî ji Hênêya Amedê ye.[17] Stepan karê wergerê bi teşwîq û arikariya mîsyonerên amerîkayî pêk tîne û piştî ku metna wergerê ji tesdîqa mîsyonerê navdar ê rêxistina ABCFMyê (American Board of Commissioners For Foreign Missions) William Goodell derbas dibe, li Stembolê di çapxaneya A. P. Çirçîlê[18] de tê weşandin; hejmara kopiyan 3000 hezar e.[19]
Piştî salekê, di sala 1857ê de, dîsa bi destê rêxistina mîsyonparêz BFBS (The British and Foreign Bible Society) û bi xêra heman wergêrê çar beşên Încîlê ku wek Încîlên kanonîk (ên fermî û yasayî) tên zanîn li payitexta Dewleta Osmaniyê tê çapkirin. Vê carê çapxane ne çapxayaneya berê ye; xwediyê vê çapa Încîlê Kayol e (bi navê xwe yê tam Henri Caillol/Cayol ê Marsîlyayî ku digel eqrebeyê xwe Jacques Caillol li ser axa împaratoriyê teknîka lîtografyayê dane nasîn).[20] Pirtûk 398 rûpel e. Di vê çapa nû de hin şaşîtiyên çapa ewil hatine sererastkirin û li ser rastnivîsa hin peyvan jî guherîn çêbûye.
Piştî 15 salan di sala 1872yê de Încîl bi tevahî tê çapkirin. Vê carê rêxistina sponsor ABS (American Bible Society) bû û xwediyê metbeeyê jî A. H. Boyaciyan bû ku di heman demê de serokatiya civata ermeniyên Stembolê dikir.[21] Çapa ewil ya sala 1857ê ku çar beşên Încîlê dihewend dubare çap dibe û li serî jî 23 beşên mayîn tên zêdekirin. Ev, di dîroka kurdiya kurmancî de wergera ewil ya temam e. Pirtûk ji 627 rûpelan pêk tê û mezinahiya wê 19.5 × 13 sm. ye.
Di çavkaniyan de di derheqê wergêrê vê berhemê de ku 23 beşên mayî tercume kiriye agahiyên gelek kêm hene. Navê wî Tamo ye (Tovmas) û wezîfeya wî dîyakozî ye (arîkariya keşîşî).[22] Di prosesa wergerandinê de teftîş û edîtorî di destê mîsyonerê aktîf Isaac Grout Blissê (1822-1889) de ye. Blîss di nav 25 salan de ku li Dewleta Osmanî derbas kiribû karûbarên tercumeya Pirtûka Pîroz îdare dike û di vê muddetê de di 30 zimanan de salane 17000 heb kopîyên beşên Tewrat û Încîlê tên çapkirin û li çar aliyên împaratoriyê tên belavkirin.[23]
Bi van sê wergeran tercumeya Încîlê bi dawî dibe. Di Încîlê de carinan uslûbeke helbestane hebe jî bi pexşanê hatiye nivîsîn[24] û bi temambûna wergera metna Peymana Nû nimûneyeke berfireh ya pexşanê jî derketiye meydanê û ev yek ji perspektîfa zimanê nivîskî û dîroka ziman jî pir giring e. Tercumeya duyem ya bêkêmasî encax piştî 129 salî, di sala 1988ê de hatiye weşandin.[25] Di vê navbera dûr û dirêj de helbet tercumegerî didome, lê tenê qismek ji Încîlê tê tercumekirin û çapkirin.
Yek ji wan tercumeyên parçeyî ku bi tîpên ermenîkî gihaştiye çapê di sala 1891ê de tê weşandin. Ev, beşa yekem ya Încîlê ango Încîla Madteosê, bi temamî wergereke nû ye, yanî ne berdewam an dubareya tercumeyên berî xwe ye. Bi sponsoriya ABSyê li Stembolê çap dibe; navê çapkerê wê A. H. Boyaciyan e û ji 148 rûpelan pêk tê. Li ser bergê navê wergêr tunebe jî tê zanîn ku sê werger hene û navên wan wiha ne: Bedros Amîrxanyan, Ẍ. Der Ẍazaryan û Kavîne Aflakadyan. Ev her sê wergêr jî peywirdarên dêrê ne û tercumeya sparîşkirî di bin kontrola James Barton, sekreterê ABCFMyê kuta dibe.[26] Di rastnivîsa vê wergerê de û di yên de ku li pey wê peyderpey hatine çapê, sîstemeke kamiltir tê bikaranîn ku ji aliyê nûneriya dengên kurdî û çareserkirina aloziyên xwendinê ve serkeftîtir e.
Pirtûka duyem ya vê silsileyê, Încîla Margosê, bîst sal paşê, di sala 1911yê de tê çapkirin. Pirtûk bi tevahî 87 rûpel e. Di heman salê de beşên din ên Încîlê tên çapkirin ku bi rêzê wiha ne: Încîla Ẍugasê (148 rûpel), Încîla Hovhannesê (109 rûpel), ‘Emelê Resûla (138 rûpel). Hemû pirtûkên vê silsileyê ku di sala 1891ê de bi beşa Madteosê dest pê dike û di sala 1911yê bi ‘Emelê Resûla diqede û bi tevahî di nav xwe de 5 berg in, li Stembolê hatine çapkirin û çapxaneya wan (li ser bergê basmaxane derbas dibe) aidî A. H. Boyaciyan (di îmlaya orîjînal de Boyacyan) e. Wisa xuya dike ku rêxistina arîkar xwestiye ku temamê Peymana Nû bi destê van her sê wergêran bide temamkirin lê ev proje nîvco maye.
3. Pirtûkên Din ên bi Tîpên Ermenîkî
Xeyn ji wan pirtûkên jorîn ku behsa wan hatiye kirin çend berhemên din jî hene ku bi alfabeya ermenîkî û bi zimanê kurdiya kurmancî hatine çapkirin. Ev cure berhem bi wesfên xwe yên pêşengî[27] û bi vekirina asoyên nû di dîroka nivîskî ya kurmancî de cihekî giring dadigirin.
Pirtûka ewil ku ne wergera Încîlê ye “Alîfbecuz” e ku bi du zimanan, bi ermenîkî û kurdî û digel wêneyên balkêş ji bo fêrkirina alfabeyê, hejmaran, navên ajelan, duayên dînî, agahiyên dîrokî, neteweyî û hwd. hatiye hazirkirin. Navê wê yê tam wiha ye: ‘Ayppenaran Kürderen Yev Hayeren, Alîfbecuz Kurmancî û Armenî’. Nivîskarê wê Migirdîç Dîkranyan e ku li ser bergê wek rêberê rûhanî yê herêma Kurdistan û Paloyê tê danasîn. Di bin agahiyên kunyeyê de hevokeke bi ermenîkiya rojavayê jî hatiye nivîsîn: “Mirov ji heywanan bi ilmê xwe û bi qabiliyeta xwe ya afirandinê tê cihêkirin.” Pirtûk di sala 1860î de li Ẍalatîa, Gostantnubolîsê (Galata, Stembol), di çapxaneya H. Mühendîsyan de hatiye çapkirin.[28] Heman pirtûk piştî salekê digihîje çapa duyem jî.[29]
Di vê pirtûkê de tiştê enteresan ew e ku zimanê kurdî wek zimanekî navgînî hatiye bikaranîn da ku zarokên ermenî ku zimanê xwe yê neteweyî nizanin fêrî wî bibin. Ji ber vê çendê ye ku heman metn berê bi kurdî, piştre jî bi ermenîkî hatiye pêşkêşkirin. Di pêşgotinê de ku serenavê wê wek ‘Almat’ (malat < milet) derbas dibe, mebestên pirtûke wiha hatine ravekirin: “1. Vê elîfbacuz, hat çêkirin, bi rêyê kurt û kin ji boyê xelkê Kurdistanê qewmê ermenî. 2. Loma pêş me danî bi rêz luẍetan bi izmanê Kurmancî, û paşê li ber wan bi izmanê Ermenî, ku çaẍê xwandinê zaroyan yek car izmanê ermenî jî hîn bibin. 3. Û ji boyê dilê zaroyan şazkirinê her çî ku sûret bin destê me hazir hebû, her yekî cîyê xwe de me danî. 4. Nîhayet her çî ku ji destê me dihat ji boyê zaro re îlmê xwandin şîrin xuyayîkirinê me kir. 5. Û li pişt Elîfbe jî, ji hemî pêştir lazim bû neqlîyatek ji boyê hînbûna zaroyan me danî. 6. Hîvîya me hene ku ji vê pê ve, herke ẍeyretek xuyayî bibe, ji wê gelek qencî re dest dibe bavêjim xuyayî kirinê.”[30]
Pirtûka din ya bi tîpên ermenîkî “Tasakîrkê Kurmancî” ye. Peyva ‘tasakîrk’ê bi wateya kitêba dersê ye. Pirtûk di sala 1868ê de li Nor Yorkê (New York) di çapxaneya ‘Amerîgatsî Dedragî Ingerutyan’ de hatiye çapkirin.[31] Di derbarê nivîskarê/a wê de qeydek xuya nabe. Hejmara rûpelan 44 e. Naveroka wê pedagojîk e û bi danasîna tîp û peyvan fêrî xwendina zimanê kurmancî dike. Wek pirtûka Alîfbacuz wê jî çend peyvên kurdî digel muqabilên wan ên ermenîkî rêz kirine. Ji vir tê têgihîştin ku yek ji armancên pirtûkê ew e ku dixwaze bi wasiteya kurmancî fêrî zimanê ermenîkî bike. Piştî egzersîzên herf û kîteyan metn tên. Di metnan de li gor ola Xirîstiyaniyê şîret û pend tên dîtin. Teksteke nimûneyî ji vê berhemê wiha ye: “Hemû zarok gunehkar in; zehf gunehê te jî heye; wekî usa ye her êvar û her sibe dua bike, ko Hîsus gunehê te ef bike. Dilê te jî xirab e; dua bike ko Rûhê Paqij wî paqij bike û nû bike, ko gava ti bimirî herî ezman.”[32]
Pirtûka dawîn ku dê behsa wê were kirin ‘Yerkaranê bi Kurmancî’ ye ku di sala 1880yî de li Xarpêtê hatiye çapkirin.[33] ‘Yerkaran’ bi maneya ‘pirtûka îlahiyan’ e. Di berhemê de xeyn ji pêşgotina bi sê zimanan (kurdî, ermenîkî û îngilîzî) 103 îlahî hene. Hejmara rûpelan digel rûpelên pêşgotinê û beşa dawîn ku serenavên îlahîyan dihewîne 115 e. Navê çapxaneyê ‘Kollêc’ e ku amaje bi koleja/mekteba dînî ya Xarpêtê dike. Xarpêt di nîveka sedsala 19em de dibe merkeza olî û ronakbîrî bo ermeniyan, bi taybetî jî bo ermeniyên herêma Serhedê.[34]
Straneke olî ya vê pirtûkê wiha ye:
“Were Şahê Bi Qewet
Were Şahê bi qewet,
Navê te î bi izet
Em hemd bidin;
Tu ku li her cî Reb î,
Dayîm ferehçî dibî,
Em reca dikin.”[35]
4. Hin Taybetmendiyên Wergera Tam ya Sala 1872yê
Çawa ku berê hatiye gotin di nav çapên wergerên Încîlê de wergera tam ya sala 1872yê cihekî xusûsî digire. Ev xusûsiyet ji ber temambûna metna wergerê pêk tê ku di nav xwe de materyalên dewlemend ên zimanî dihewîne. Ev materyal alîkî ve bi qaydeyên rêzimanê re, alîkî ve jî bi binebeşên lînguîstikê re girêdayî ne. Bi gotineke din metna wergerê ku hejmara ayetên wê nêzikî 8000 hezar in, bi hemû hevok û peyvên xwe ve dikare bibe mijara vekolînên gramerê û li gor usûlên modern ên zimannasiyê were nirxandin.
Çend taybetiyên fîzîkî ên pirtûkê wiha ne: Metn bi tevahî 624 rûpel e û digel tabloya xeletî û rastiyan hejmara rûpelên wê dibe 627. Di pirtûkên serdema Osmanî de tabloya rastî û xeletiyan bi tirkî wek ‘hata-savâb cedveli” dihat binavkirin û di dawiya pirtûkê de mîna zeyl (pêvek) dihat weşandin. Di vê pirtûkê de jî bi serenavê “Ẍeledî”yê şaşîtiyên metnê û formên wan ên rast hatine nîşandan.
Di rûpelên metnê de zêde valahî nayê dîtin û li ser her rûpeleke tije herî zêde 33 riste hene. Mezinahiya wê 19.5 × 13 sm. ye ku bi vê taybetmendiya xwe ji pirtûkên mezin tê hesibandin.
4.1. Hin Taybetmendiyên Rastnivîsê Yên Vê Berhemê
Wergera tam ya Peymana Nû bi alfabeya ermenîkî ya rojavayê hatiye çapkirin. Her çend alfabe aidî zimanê ermenîkî bibe jî ziman kurdî ye. Ji ber hindê ji bo xwendina wê divê him alfabeya ermenîkî û him jî zimanê kurdî bê zanîn. Wek hemû alfabeyên adaptekirî alfabeya ermenîkî ya kurdî jî ji bo temsîliyeta dengan hatiye nûjenkirin.Tîpên alfabeya ermenîkî ya kurdî bi rêzê wiha ne:
Transkrîpsîyon (Muqabîlên Herfên Ermenîkî Bı Latînî)
| Ermenîkî | Kurdî | ||
| Majuskul | Mînuskul | Majuskul | Mînuskul |
| Ա | ա | A | a |
| Բ | բ | P̠ | p̠ |
| Գ | գ | K̠ | k̠ |
| Դ | դ | T | t |
| Ե | ե | YE/Y | ye/y |
| Զ | զ | Z | z |
| Է | է | E/Ê | e/ê |
| Ը | ը | I | i |
| Թ | թ | T | t |
| Ժ | ժ | J | j |
| Ի | ի | Î | î |
| Լ | լ | L | l |
| Խ | խ | X | x |
| Ծ | ծ | DZ | dz |
| Կ | կ | G | g |
| Հ | հ | Y | y |
| Ձ | ձ | TS | ts |
| Ղ | ղ | X̠ | x̠ |
| Ճ | ճ | C | c |
| Մ | մ | M | m |
| Յ | յ | H/Y | h/y |
| Ն | ն | N | n |
| Շ | շ | Ş | ş |
| Ո | ո | VO/WE | vo/we |
| Չ | չ | Ç | ç |
| Պ | պ | B | b |
| Ջ | ջ | Ç̠ | ç̠ |
| Ռ | ռ | R̠ | r̠ |
| Ս | ս | S | s |
| Վ | վ | V/W | v/w |
| Տ | տ | D | d |
| Ր | ր | R | r |
| Ց | ց | TS | ts |
| Ւ | ւ | V/W | v/w |
| Փ | փ | P | p |
| Ք | ք | K | k |
| Օ | օ | O | o |
| – | և | – | yev |
| Q | q | ||
| e | |||
| Էօ | ö | ||
| Ու | ու | U/Û | u/û |
| Իւ | իւ | Ü | ü |
Di alfabeya ermenîkî de 38 herf hene; xeyn ji wan herfan semboleke taybet heye ku tenê ji bo gihaneka ‘û’yê tê bikaranîn: ‘և’ (yev). Ev sembol di seranserê metnê de tenê yek car tê dîtin. Ji bo dengê ‘u’ya kin û dirêj du herf bi hev re tên nîşandayîn: ‘o’ + ‘v’. Heman mentiqa rastnivîsê di zimanê yewnanî de jî tê dîtin ku ji bo ‘u’yê du tîp tên nivîsin. Ji ber ku yewnanî baş dizanibû, çêkerê alfabeya ermenî Mesrob Maşdots (361-440) bi îhtîmaleke mezin ev kombînasyon ji wî zimanî girtiye. Ji bo dengên ‘ö’ û ‘ü’yê jî kombînasyon hene ku li gor rêzê wiha ne: e+o=ö, i+u=ü. Ev herdu deng tenê ji bo rastnivîsa peyvên biyanî ku ji tirkî/osmanî hatine girtin tên bikaranîn. Du herfên zêde ku ji bo kurdî hatine çêkirin ev in: ‘e’, û ‘q’.
Çawa ku alfabeya ermenîkî alfabeyeke serbixwe ye, wisa jî xalbendîyên ku di vî zimanî de tên şixulandin cuda ne.[36] Li jêrê xalbendiyên zimanê ermenîkî û wezîfeyên wan (ku di metna kurdî de jî bi heman şêweyê hatine bikaranîn) hatine şirovekirin:
: (xalecot): Ev sembol di dawiya hevokan de tê dîtin û şûna xalê digire.
. (xal): Ev sembol ji bo hevokên pêreyî, berî îzahatê yan jî axaftina kesekî/ê tê bikaranîn û şûna bêhnokê an xalêbêhnokê digire.
՞ (pirsnîşan): Ev sembol ji bo pirskirinê tê bikaranîn. Teqez ne lazim e ku li dawiyê bê danîtin; pirs li ser kîjan peyvê bibe li ser wê tê danîtin.
՝ (bêhnok): Ev sembol ji bo cudakirina hevokan an jî hevokên bê lêker tê bikaranîn. Şûna bêhnokê û xalebêhnokê digire.
, (bêhnok): Ev sembol ji bo cihêkirina peyvan an hevokan tê bikaranîn.
’ (dabir): Ev sembol di zimanê ermenîkî de ji bo dengên jêkirî tê bikaranîn, lê di metna kurdî de ji bo dengê ‘eynê (ع) hatiye xebitandin. Di dirêjahiya metnê de tenê çend caran tê dîtin.
՛ (kirpandin): Ev sembol ji bo kirpandina peyv an dengdêrekê tê bikaranîn.
՜ (baneşan): Ev sembol ji bo xitabkirinê tê bikaranîn.
4.2. Hin Taybetmendiyên Sentaksê yên vê Berhemê
Sentaks an hevoksazî ew şûbeya zimannasiyê ye ku bi usûlên rêzandina hêmanên hevokê re elaqedar dibe. Di zimanekî mueyyen de hevokek tenê li gor rêzikên diyarkirî tê sazkirin û bêyî şopandina wan qaydeyan çarçoveyeke mentiqî pêk nayê. Helbet zimanê kurdî jî ne derveyî vê taybetmendiyê ye û nivîsa standart an axaftinên herêmî (devok) tev girêdayî sentaksê ne.
Gelek ziman di prosesa avakirina zimanê neteweyî de pêşî ji wergerê arîkarî dibînin[37] û di metnên wergerkirî de ji ber bandora zimanê jêderkî (source language) hin formên çewt, an çewt nebin jî seyr, tên dîtin. Di dîroka nivîskî ya kurdiya kurmancî de jî metnên destpêkî werger in û dema ku mirov li hevoksaziyê mêze dike bi hêsanî bandora zimanê tirkî/osmanî dibîne. Ev mesele ji aliyekî ve bi wergêriyê re têkildar e û ji terefê din bi têgiha ‘kontakta zimanan’ re jî têkildar e. Zafer Açar vê fenomenê wiha tîne ziman: “Îja, ji ber ku kontakta kurdî bi çend zimanan re ye, em guherîna di kurdî de eşkere dikarin bibînin. (…) Guherîn hem di deng û tîpên kurdî hem di peyv û ferhenga kurdî, hem di sazkirina hevokan hem jî di wateyê de pêk hatiye.”[38]
Çend nimûyen hevoksaziyê ji wergera tam ya Încîlê û paralelbûna wê bi zimanê tirkî re wiha ne:
– “(…) li Beytelehmê û dor̠a wî da bûn hemî k̠ur̠êt̠ p̠iç̠ûk̠an…” (r. 6)[39]
(Beytlehem’de ve çevresinde olan bütün küçük çocukları…)
– “Û bi dîtinê aw cematan li ç̠iyê r̠abû…” (r. 10)
(Ve o cemaatleri görmekle dağa çıktı…)
– “Îsa go jê r̠a, Erki dixwazî tekmîl bûn” (…) (r.49)
(İsa ona dedi: Eğer kemale ermek istiyorsan…)
– “(…) li ber Xodê mümkünê hemî t̠işt̠an heye.” (s. 49)
(Tanrı’nın önünde her şeyin mümkünü vardır.)
Helbet pêkan e ku hevşibînên bi vî terzî muheqqeq bi bandora tirkî yan zimanekî din neyên îzahkirin. Dibe ku di wergerê de hostatiya wergêr kêm be an jî ji ber kêmaniya mînakên nivîskî ên berî xwe nikaribe bi uslûbeke herikbar û rûniştî binivîse. Lê ne hewceyê gotinê ye ku zimanê fermî bivênevê tesîreke mezin îcra dike li ser zimanên neteweyên din û sentaks jî ne derveyî vê peywendiyê ye. Eger dereceya vê danûstandinê ji sînoreke maqûl derbas bibe, li wir dejenere û pûçbûn dest pê dike û xetereya wendabûna ziman dertê holê.[40]
4.3. Hin Taybetmendiyên Morfolojîk yên vê Berhemê
Morfolojî bi metodên çêkirina peyvan, wezîfeya qertafan, kesandina lêkeran û bi hemû cureyên formên ziman re elaqedar e; berê ev têgih tenê di zanista jîndarnasiyê de dihat bikaranîn lê îro wek têgiheke muhim ya lînguîstîkê jî tê bikaranîn ku şaxeke serbixwe ye û li ser morfên (guherînen) şiklî ên hêmanên zimanekî radiweste.[41]
Di metna wergera tam ya Încîlê de gelek mînakên formsaziyê hene û gire (pêşgir û paşgir) qismeke muhim ên guherînen sûretan e. Li jêrê çend mînakên qertafan û fonksîyonên wan ên rêzimanê hatine nîşandan:
–oẍ: Gireya dariştinê ye, ji lêkeran kirde çêdike; li ser koka dema borî ya kesê sêyem tê îlawekirin. Mînak: Ceribandoẍ (kesê/a ku diceribîne), gotoẍ (kesê/a ku dibêje), nihêroẍ (kesê/a ku dinihêre), çûndoẍ (kesê/a ku diçe).
–êt: Formeke veqetandekê ye ku ji bo pirjimariyê tê bikaranîn. Mînak: Xuşkêt vîa, rûhêt napakan, şagirdêt wî.
–ê: Forma kurt ya veqetandeka ‘–êt’ê ye. Mînak: “Xodê dikari ji kavirê[t] han weledê[t] Îbrahîm derxîne.”
–tir: Gireya kêşanê ye, ji bo berawirdê tê bikaranîn, bi wateya zêdebûnê ye. Mînak: Pêtir, zêdetir.
–îtî/tî: Gireya dariştinê ye, ji navdêran navdêrên razber çêdike. Mînak: Qancîtî, mecbûrîtî, zarûtî, dirûtî (durûtî), padîşahîtî.
–cî: Gireya dariştinê ye, ji navdêran navdêr çêdike, amaje bi çêkerê dike. Ev qertaf bi eslê xwe ve tirkî ye: Mînak: Gümrügcî, xancî, şeraatcî.
4.4. Hin Taybetmendiyên Leksîkolojiyê yên vê Berhemê
Leksîkolojî ew şaxa zimannasiyê ye ku li ser ‘leksîs’an ango peyvan dixebite û xweza, wate, dîrok û bikaranîna wan dinirxîne.[42] Di metna wergerê ya tam de vokabulereke dewlemend û rengîn heye ku dikare bibe babeta xebateke xusûsî. Ji ber ku werger aidî metneke olî ye, tê de gelek leksîsên olî hene. Ji ber ku mîletê kurd miletekî misilman e, pirsa ‘termînolojiya dînî ya xaçparêziyê bi çi awayî hatiye îfadekirin’ tê bîra meriv. Wergêrên Încîlê di vê meseleya biproblem de usûleke wiha şopandiye: Ji bo hin têgihan ji zimanê ermenîkî sûd hatiye wergirtin, hin têgih ji wergerên osmanî ku di nav xwe de gelek hêmanên erebî û farsî dihewîne hatine girtin û hin têgih jî bi derfetên zimanê kurdî hatine avakirin. Ji ber vê yekê ye ku di etîmolojiya peyvan de çeşîtdarî balê dikşîne.[43] Li jêrê çend peyvên nimûneyî û zimanên wan ên jêderkî hatine destnîşankirin:
Xodê (kurdî): Hêza mezin ê Teslîsê (sîstema îlahî ya Sê Xudayan ango Xwedayên Sisêyî). “Zîra padîşahîtîê Xodê bi sözan nin e, lê bi quwwet e.” (r. 398)
Rûhe’l-Quds (erebî): Hêza mezin ê din ji teslîsê. “Az wé, tahfîl dikim bi av ji boyê toba; hama li p̱ey mi hatox̱ ji min taqatlî e, û ez sole wî gar̠andinê nahêjim, awê wé dê tahfîl bike bi Rûh el quds û bi agir.” (r. 7)
Îsa (erebî): Hêza mezin ê tir ji Teslîsê. Navkî taybet e ku di zimanê ermenîkî de wek ‘Hîsus’ tê bilêvkirin. “Wê çax̠ê Îsa cematan berda, û li mal hat; şagirdê wî hatin li balê, û gon: Temsîlê zîwanê zevîan ji me r̠a bihakîne.” (r. 34)
Kurê Meruv (kurdî): Leqeba Hz. Îsa ye. “Ji boy vî hûn jî hazir bibin, çima ko li wusan saatkî, ko hûn texmîn nakin K̠ur̠ê mer̠uv t̠ê.” (r. 64)
dacar (ermenîkî): Perestîşgeh; Mabeda Hz. Suleyman, perestgeha mezin ya cihûyan. “Û çax̠ê ji qelebe r̠a go Îsa: Mi girtinê weka li ser diz hûn bi kêran û bi daran r̠abûn? Her r̠o li nav dacar da bi we r̠a dir̠onişdibûm û talîm dikiribûm û hûn mi negirtin.” (r. 72)
tahfîl (erebî): Tehfîl, vaftîz, şûştina zarûyan ji wê gunehê ku ji Hz. Adem derbasî ziryetê wî bûye. “Nua her̠in hemî mîlletan talîm bikin, û tahfîl bikin wan bi navê Bav û K̠ur̠ û Rûh el quds; …” (r. 79)
bayram (tirkî): Cejn; di dîroka cihûyan de roja xilasbûnê ji qralê Misirê. “Û digotibûn, li vî bayram da nebe, ki li qawm da nebe ko welwelekî bibe.” (r. 119)
yerets (ermenîkî): Êxtiyar, rûsipî. “Û bîst û çar yeretsan û çar haywanan ketin û secde kirin ji Xodê r̠a, ko li ser taxtê r̠odine, bi gotinê: Amîn, Alelûîa.” (r. 617)
Xeyn ji van hêmanên dînî di peyvên din de jî çeşîdiyeke mezin ya etîmolojîk xuya dibe. Tê dîtin ku wergêrên Încîlê di bikaranîna peyvên biyanî de zêde dudilî nebûne û ew bi rehetî tevî metnê kirine. Dibe ku ev helwest karê tercumeyê ji wergêran re hêsantir kiribe, lê di xwendin û têgihiştina metnê de carinan dibe sedema alozî yan serwextnebûnê. Çend unsurên biyanî ku di metnê de derbas dibin wiha ne:
başlamîş kirin (tirkî): Dest pê kirin. “Û kînga ko aw ç̠ûn, Îsa başlamîş kir ji cevat r̠a gotinê ji boy Hanna.” (r. 26)
düşümîş bûn (tirkî): Fikirîn. “Û düşümîş mebin hûn li nav xo da bêjinê, erki bavê me Îbrahîm heye, ji we r̠a dibêm, erki Xodê dikari ji k̠avirê han weledê Îbrahîm derxîne.”
kelb (erebî): Kûçik. “Û arzû dikir ko ji sufrayê aw zengînê hati ketin ji hûrikê nanan zikê xo t̠ijî bike, û hem jî kelban dihatibûn û brînêt̠ wî dalêstin.” (r. 186).
yemîş (tirkî): Mêwe. “A nwa ji toba r̠a layiq yemîş bînin.” (r. 8)
- Metneke nimûneyî ji wergera tam ya Încîlê
Li jêrê metneke nimûneyî ji wergera tam ya Încîlê heye. Berî transkrîpsîyonê sûreta orîjînal ya vê metnê hatiye berpêşkirin.
Tîpguhêziya metnê li gor rêbaza W. M. Thackston hatiye kirin. Di vê rêbazê de ji bo dengdarên bêhilm, ‘r’ya qelew û ji bo dengên ku ji erebî derbasî kurdî bûne binxêz hatiye bikaranîn.[44] Reqemên biçûk ên metnê hejmarên ayetan in.
Ev metn ji beşa şeşem ya Încîla Madteosê hatiye girtin[45] û yek ji giringtirîn duayên xaçparêziyê ye ku wekî ‘Duayê Rebê’ an ‘Bavê Me’ tê zanîn. Transkrîpsîyona wê bi alfabeya latînî ya kurdî wiha ye:
“₁₀ Yá bavê me ko li azümanday, navê t̠a azîz bibe; padîşahîtîyê t̠a bê; meramê t̠a bibe, çawan ko li azümanda, wusan jî li ser ardê. ₁₁ Nanê me hemû r̠oyan îr̠o me r̠a bide.
₁₂ Û deynê me ji mer̠a baxş bike, çawan ko em jî baxş dikin ji deyndaranê xor̠a. ₁₃ Û me li tercubeyê mebe, lế ji şer̠ê xalas bike, çima ko êt̠aye padîşahîtî û quwwet û hamd ebedil ebed; amîn.”
Eger heman metn li gor rastnivîsa îro ji nû ve bê nivîsin dê wiha xuya bibe:
“₁₀ Ya bavê me ku li azuman da y[e], navê te ezîz bibe; padîşahîtîya te bê; merama te bibe, çawan ku li azuman de, wusan jî li ser erdê. ₁₁ Nanê me hemû royan îro ji me re bide.
₁₂ Û deynê me ji me re bexş bike, çawan ku em jî bexş dikin ji deyndarên xwe re. ₁₃ Û me li tecrubeyê nebe, lê ji şerê xelas bike, çima ku ya te ye padîşahîtî û quwwet û hemd ebedu’l- ebed; amîn.”
Lê belê li vir pirsgireka mudaxeleyê dertê meydanê û reseniya metnê xerab dibe. Xeyn ji vê yekê gengaz e ku heman metn ji ber nêrînên cuda, bi şêwazên cihê were latînîzekirin. Ji hêla din, eger ev cure metn bi meqsedeke pragmatîk an populîst werin standardîzekirin û ji daîreya teng ya akademiyê derkevin, gelek kes dikarin ji wan xeberdar û sûdmend bibin. Bi gotineke din herçend xebatên akademîk pabendî bi metna resen û tîpguheziyeke hûr bixwaze jî ji bo gihîştina girseyên mezin standardîzekirin, zelalkirin, kurtasîkirin an usûlên bi vî rengî ji faydeyê ne dûr in.
Encam
Berhemên kurdiya kurmancî yên bi alfabeya ermenîkî hêmanên giring ên ji dîroka nivîskî ya vî zimanî ne. Lê ji ber ku bi alfabeyeke kêmnas hatine çapkirin bandora wan sînordar maye û li ser wan, xebatên akademîk an derveyî akademiyê hebin jî zêde nehatine zanîn.
Xusûsiyeteke van berheman ew e ku yekemîn nimûneyên çapkirî ên zimanê kurdî ne û xeyn ji pirtûka ‘Yerkaranê bi Kurmancî’ tev bi pexşan hatine weşandin. Bi qewlekî din bi qasî ku hatiye tesbîtkirin pexşana zaravayê kurmancî bi wan dest pê kiriye û her ku çûye ji aliyê uslûb û vegotinê ve bi pêş ketine. Eger berhema ewil ya sala 1856an û berhema dawîn ya sala 1911an bi hev re werin berawirdkirin, ev rastî bi hêsanî dê were fêmkirin.
Alfabe, pêdivîyeke sosyolînguîstîk a neteweyan e. Ji ber şert û mercên wê demê ermenîyên kurdîaxiv ji bo cimeata xwe çi te’lîf bibin çi werger, di wan de şaşitiyên rêzimanê hebin an tune bin, zêde bên xwendin an hîç neyên xwendin, di encamê de metnên kurdî saz kirine û ji bo ku bi hêsanî bigihîjin armancên xwe alfabeya xwe ya neteweyî bi kar anîne. Ji bo adaptosyonê jî alfabeya ermenîkî li gor taybetmendiyên fonetîk ên zimanê kurdî guherandine. Bi kurtî, kêmjimareke xeyrî muslim ji qewet û pratîkbûna kurdî sûdmend bûye û bi vî zimanî baweriyên xwe û hestên xwe yên neteweyî anîne ziman.
Gelo bandora pirtûkên kurdî bi alfabeya ermenîkî li ser cimeata ermenî çi bû? Destpêkirina karê wergera Încîlê, berfirehkirina van wergeran, temambûna wergera hemû beşan, çapkirina pirtûka dibistanê ji bo zarûyan, ji nû ve çapkirina wê, çêkirina stranên rûhanî (yerkaran) ji bo dêrê û ji nû ve çapbûna wê di sala 1938ê de li Sûriyeyê[46] û destpêkirina wergereke nû ya Încîlê ku bi temamî ji wergera ewil cuda ye, tev nîşan didin ku bandora berhemên kurdî bi alfabeya ermenîkî bi tu awayî biçûk an bêqîmet nebû.
Di vê xebatê de danasîna van berhemên giranbiha hatiye kirin û bi taybet jî çend taybetmendiyên wergera tam ya Încîlê bi navê ‘Peymanê No Ê Xoîyê Me Îsa El Mesîh’ hatine hilsengandin. Di dawîya xebatê de hat dîtin ku di nivîsîna peyvan de ji devokên Serhedê sûd hatiye wergirtin. Ji ber ku ji zimanekî din hatiye tercumekirin û hewceyî bi termînolojiya dînî çêbûye tê de peyvên biyanî gelek in. Uslûb ew çend ne herikbar e. Carina îfade ne zelal in an jî biqisûr in û ji ber wan têgihiştin dijwar dibe. Ji aliyê peyvan ve gelek dewlemend e û ev yek tenê bi serê xwe dikare bibe mijara xebateke berfireh.
Di encamê de mirov dikare bibêje ku wergera Încîlê ya tam, metneke dîrokî ye û tê de çiqas kêmasî yan xeletî hebin jî di hindura xwe de materyalên dewlemend ên zimanî jî vedişêre û bi xusûsiyeta xwe ya pêşengî ji bo pexşan û wergera kurdî dikare bibe mijara gelek xebatan.
JÊDER
__ (1856), Încîlê Xodêê Me Îsa El Mesîhê Nivisandin Bi Destê Madteos, Çapxane: A. P. Çirçîl, Istambûl.
__ (1857), Încîl Xodêê Me Îsa El Mesîhê Nivisandin Bi Destê Madteos Markos Lukas û Hanna, Çapxane: Kayol, Istambûl.
__ (1868), Tasakîrkê Kurmancî, Amerîgatsî Dedragî Ingerutyan, Nor York.
__ (1872), Peymanê No Ê Xoîyê Me Îsa El Mesîh, Çapxane: A. H. Boyacyan, Isdambol.
__ (1891), Încîla Rabbê Meî Hîsus Krîsdos Ko Madteos Nvîsî, Çapxane: A. H. Boyacyan, Stambol.
__ (1911) ‘Emelê Resûla, Çapxane: A. H. Boyacyan, Stambol.
__ (1911) Încîla Rabbê Meî Hîsus Krîsdos Ko Hovhannes Nvîsî, Çapxane: A. H. Boyacyan, Stambol.
__ (1911) Încîla Rabbê Meî Hîsus Krîsdos Ko Margos Nvîsî, Çapxane: A. H. Boyacyan, Stambol.
__ (1911) Încîla Rabbê Meî Hîsus Krîsdos Ko Ẍugas Nvîsî, Çapxane: A. H. Boyacyan, Stambol.
__ (1911), Peymana Nû Mızginıya İsa Mesih (İncil), Bı Kurdi (Devok A Kurmanci), Wergêr: Seidê Dewrêş, Resûlê Qereqoçani, Gute Botschaft Verlag, Dillenburg, Germany.
__ (2005), Încîl Mizgînî, Kitab-ı Mukaddes Şirketi, İstanbul.
__ (2011) Kitêba Pîroz, Derketin 19: 3-6, Wergêr: Said Alpaslan (Seîdê Dewrêş), Resul Yıldırım (Resûlê Qereqoçanî), Komela Hêvî û Jiyanê, Biefeld, Germany.
Açar, Zafer (2022), Sosyolînguîstîk Hin Têgehên Serekî û Sehayên Xebatê Yên Vê Zanistê, Rêzegotarên Zimannasiya Kurdî, Destpêk û Têgehên Sereke, Peywend, Van.
Ayaydın, Cebe – Günil, Özlem (2009) 19. Yüzyılda Osmanlı Toplumu Ve Basılı Türkçe Edebiyat: Etkileşimler, Değişimler, Çeşitlilik, Doktora Tezi, Türk Edebiyatı Bölümü Bilkent Üniversitesi, Ankara.
del Castillo, Jesús Martínez (2013), Semantics and Lexicology, Almería.
Dîkranyan Migirdîç (1860), Ayppenaran Kürderen Yev Hayeren Alîfbecuz Kurmancî û Armenî, Gostantnubolîs.
Dîkranyan Migirdîç (1861), Ayppenaran Kürderen Yev Hayeren Alîfbecuz Kurmancî û Armenî, Gostantnubolîs.
Filson, Floyd V. (1948), How Much of the New Testament Is Poetry?, Mccormick Theological Seminary, Journal of Biblical Literature, Vol. 67, No. 2, Jun.
Hinkel, Eli (?), Descriptive versus Prescriptive Grammar, TESOL Encyclopedia of English Language Teaching, Seattle Pacific University.
Karjagdiu, Lirak – Mrasori, Naser (2021), The Role of Literary Translation in the Development and Enrichment of National Literature, Journal of Language and Linguistic Studies, 17(4), 2332-2345.
Nort, M. Eric (1938), The Book of a Thousand Tongues, The American Bible Society New York.
Rzepka, Marcin (2009), Protestants among Kurds and some problems of translations of the Bible into Kurdish in the 19ᵗʰ century, Orentala Chrstana Cracovensa 1.
Rzepka, Marcin (2013), Konfesyjność przekładu Kulturowa historia kurdyjskich tłumaczeń Biblii, Uniwersytet Papieski Jana Pawła II w Krakowie Wydawnictwo Naukowe, Kraków.
Rzepka, Martin (2017), Translation, Power and Domination: The Postcolonial Explorations of the Bible in the Kurdish Context, “Palgrave Studies in Cultural Heritage and Conflict, Rediscovering Kurdistan’s Cultures and Identities, The Call of the Cricket”, Gewerbestrasse, Switzerland.
Sakayan, Dora (2021), Western Armenian For the English-speaking World A Contrastive Approach, Yerevan State University.
Sayım, İlyas (2020), Hasköy Kurmancî Ağzının Bir Kısım Özellikleri, Muş, Tarih, Toplum, Siyaset ve Hafıza, Pınar Yayınları, İstanbul.
Serfiraz, Mesûd (2015), Kurd, Kitêb, Çapxane Weşangeriya Kitêbên Kurdî di Dewra Osmaniyan de (1844-1923), Peywend, Stenbol.
Seyari, Ahmet – Aktaş, Murat (2023), Pêşgira Dariştinê ya ‘Ve-’ yê û Fonksîyonên Wê yên Morfosemantîk di Berhemên Klasîk ên Kurmancîya Jorîn da, Kurdiname, Jimar: 9, Mijdar.
Stepanyan, Hasmik (2018), Hayeri Bîtlîsum Yev Hayadarr Krderen Dzerragir u Dpagir Grakanutyuni, The Countries and Peoples of the Near And Middle East.
Thackston, W. M. (?) -Kurmanji Kurdish- A Reference Grammar with Selected Readings.
Thomas, Kenneth J. (?), BIBLE viii. Translations into other Modern Iranian Languages, The Encyclopaedia Iranica.
Ẍazaryan, Ẍ. Der (1938), Yerkêd Rûhanî Bi Zimanê Kurmancî, Haleb.
Wendland, Ernst – Noss, Philip (2023), Bible Translation, Stellenbosch University.
Yule, George (2001), The Study of Language, Cambridge University Press, Cambridge.
[1] Ev gotar bingeha xwe ji vê tezê digire: Sayım, İ. (2024). Yekemîn Încîla Kurdî Bi Alfabeya Ermenî, Transkrîpsîyon û Lêkolîn (Teza Doktorayê), Enstîtûya Zimanên Jîndar, Bîngol, Türkiye. (This article is based on this thesis: Sayım, İ. (2024). The First Kurdish New Testament with Armenian Alphabet, Its Transcription and Analysis (Doctoral Dissertation) Institute of Living Languages, Bingöl, Türkiye.)
[2] Ernst Wendland, Philip Noss, Bible Translation, Stellenbosch University, 2023, r. 5.
[3] Încîl Mizgînî, Marqos 16: 15-18, Kitab-ı Mukaddes Şirketi, İstanbul, 2005, r. 109-110. (Peyvên ku di nav kevaneyan de hatine dayîn aîdî min in. Î. S.)
[4] Eli Hinkel, Descriptive versus Prescriptive Grammar, TESOL Encyclopedia of English Language Teaching, Seattle Pacific University, r. 1.
[5] Ahmet Seyari, Murat Aktaş, Pêşgira Dariştinê ya ‘Ve-’ yê û Fonksîyonên Wê yên Morfosemantîk di Berhemên Klasîk ên Kurmancîya Jorîn da, Kurdiname, Jimar: 9, Mijdar 2023, r. 1.
[6] Încîlê Xodêê Me Îsa El Mesîhê Nivisandin Bi Destê Madteos, Çapxane: A. P. Çirçîl, Istambûl, 1856.
[7] Încîl Xodêê Me Îsa El Mesîhê Nivisandin Bi Destê Madteos Markos Lukas û Hanna, Çapxane: Kayol, Istambûl, 1857.
[8] Peymanê No Ê Xoîyê Me Îsa El Mesîh, Çapxane: A. H. Boyacyan, Isdambol, 1872.
[9] Încîla Rabbê Meî Hîsus Krîsdos Ko Madteos Nvîsî, Çapxane: A. H. Boyacyan, Stambol, 1891.
[10] Încîla Rabbê Meî Hîsus Krîsdos Ko Margos Nvîsî, Çapxane: A. H. Boyacyan, Stambol, 1911.
[11] Încîla Rabbê Meî Hîsus Krîsdos Ko Ẍugas Nvîsî, Çapxane: A. H. Boyacyan, Stambol, 1911.
[12] Încîla Rabbê Meî Hîsus Krîsdos Ko Hovhannes Nvîsî, Çapxane: A. H. Boyacyan, Stambol, 1911.
[13] ‘Emelê Resûla, Çapxane: A. H. Boyacyan, Stambol, 1911.
[14] Încîl Mizgînî, Metta 26: 26-28, r. 62. (Peyvên ku di nav kevaneyan de hatine dayîn aîdî min. Î.S.)
[15] Kitêba Pîroz, Derketin 19: 3-6, Wergêr: Said Alpaslan (Seîdê Dewrêş), Resul Yıldırım (Resûlê Qereqoçanî), Komela Hêvî û Jiyanê, Biefeld, Germany, 2011, r. 133. (Di jêgirtinê de peyva Xudan wek XUDAN hatiye nivîsîn. Î. S.)
[16] Di rêzkirina beşan de di navbera mezhebên Ortodoks û Katolîkan de ferq hene lê ji aliyê naveroka hejmara beşan ve cudahiyek tune ye.
[17] M. Eric Nort, The Book of a Thousand Tongues, The American Bible Society New York, 1938, r. 200.
[18] Navê çapxaneyan di heman demê de navên xwediyê çapxaneyan e jî. Wergêr Stepan navê çapxaneyê bi tîpên ermenîkî wek ‘A. P. Çirçîl’ nivîsiye, rastnivîsa wî yê bi tîpên Latînî ‘A. B. Churchill’ e. Navê vî yê tam Alfred Black Churchill (1825–1870) e û kurê çapxanevanê navdar William Nosworthy Churchill (1796–1846) e.
[19] Marcin Rzepka, Konfesyjność przekładu Kulturowa historia kurdyjskich tłumaczeń Biblii, Uniwersytet Papieski Jana Pawła II w Krakowie Wydawnictwo Naukowe, Kraków 2013, r. 146.
[20] Cebe Ayaydın, Özlem Günil, 19. Yüzyılda Osmanlı Toplumu Ve Basılı Türkçe Edebiyat: Etkileşimler, Değişimler, Çeşitlilik, Doktora Tezi, Türk Edebiyatı Bölümü Bilkent Üniversitesi, Ankara, 2009, r. 148.
[21] Rzepka, b.n., r. 149.
[22] Kenneth J. Thomas, BIBLE viii. Translations into other Modern Iranian Languages, The Encyclopaedia Iranica.
[23] Rzepka, b.n., r. 149.
[24] Floyd V. Filson, How Much of the New Testament Is Poetry?, Mccormick Theological Seminary, Journal of Biblical Literature, Vol. 67, No. 2, Jun., 1948, r. 125-126.
[25] Peymana Nû Mızginıya İsa Mesih (İncil), Bı Kurdi (Devok A Kurmanci), Wer: Seidê Dewrêş, Resûlê Qereqoçani, Gute Botschaft Verlag, 1998, Dillenburg, Germany.
[26] Rzepka, b.n., r. 153-154.
[27] Mesûd Serfiraz, Kurd, Kitêb, Çapxane Weşangeriya Kitêbên Kurdî di Dewra Osmaniyan de (1844-1923), Peywend, Stenbol, 2015, r. 207.
[28] Migirdîç Dîkranyan, Ayppenaran Kürderen Yev Hayeren Alîfbecuz Kurmancî û Armenî, Gostantnubolîs, 1860, r. 1.
[29] Hasmik Stepanyan, Hayeri Bîtlîsum Yev Hayadarr Krderen Dzerragir u Dpagir Grakanutyuni, The Countries and Peoples of the Near And Middle East, 2018, r. 237.
[30] Dîkranyan, b. n., r. 2. (Ji ber ku ev jêgirtî tenê ji bo danasînê ye di transkrîpsîyonê de bi mebesta hêsankirina xwendinê rastnivîsa modern hatiye tercîhkirin. Î.S.)
[31] Tasakîrkê Kurmancî, Amerîgatsî Dedragî Ingerutyan, Nor York, 1868.
[32] B. n., r. 25-26. (Di rastnivîsa latînî de çend guherînên biçûk hatine çêkirin. Î.S.)
[33] Yerkaranê Bi Kurmancî, Çapxaneya Kollecê, Xarpêt, 1880.
[34] Martin Rzepka, Translation, Power and Domination: The Postcolonial Explorations of the Bible in the Kurdish Context, “Palgrave Studies in Cultural Heritage and Conflict, Rediscovering Kurdistan’s Cultures and Identities, The Call of the Cricket”, Gewerbestrasse, Switzerland, 2017, r. 203.
[35] Yerkaranê Bi Kurmancî, r. 1-2. (Di rastnivîsa latînî de çend guherînên biçûk hatine çêkirin. Î.S.)
[36] Dora Sakayan, Western Armenian For the English-speaking World A Contrastive Approach, Yerevan State University, 2021, r. 17.
[37] Lirak Karjagdiu, Naser Mrasori, The role of literary translation in the development and enrichment of national literature, Journal of Language and Linguistic Studies, 17(4), 2332-2345, 2021, r. 2339-2340.
[38] Zafer Açar, Sosyolînguîstîk Hin Têgehên Serekî û Sehayên Xebatê Yên Vê Zanistê, “Rêzegotarên Zimannasiya Kurdî, Destpêk û Têgehên Sereke”, Peywend, Van, 2022, r. 158.
[39] Hejmarên rûpelan aîdî metna wergerê ya sala 1872an e.
[40] İlyas Sayım, Hasköy Kurmancî Ağzının Bir Kısım Özellikleri, “Muş, Tarih, Toplum, Siyaset ve Hafıza”, Pınar Yayınları, İstanbul, 2020, r. 258-259.
[41] George Yule, The Study of Language, Cambridge University Press, Cambridge, 2001, r. 75.
[42] Jesús Martínez del Castillo, Semantics and Lexicology, Almería, 2013, r. 8.
[43] Marcin Rzepka, Protestants among Kurds and some problems of translations of the Bible into Kurdish in the 19ᵗʰ century, Orentala Chrstana Cracovensa 1, 2009, r. 92.
[44] W. M. Thackston, -Kurmanji Kurdish- A Reference Grammar with Selected Readings, r. 1-4.
[45] Peymanê No, 1872. r. 14.
[46] Ẍ. Der Ẍazaryan,Yerkêd Rûhanî Bi Zimanê Kurmancî, Haleb, 1938. (Ev, pirtûka dawî ya bi alfabeya ermenîkî ye. Mixabin xeyn ji sê rûpelan di destê min de nusxeya wê ya çapkirî an dîjîtal tune ye. Î. S.)
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…