Kêş di Stranên Dîlankî yên Kurmancî de Destxetên Mela Xelefê Bafî Weke Nimûne

Muhammed İkbal DENİZ
Xwendekarê Doktorayê
Zanîngeha Bîngolê
Ziman û Edebiyata Kurdî
mideniz@bingol.edu.tr
Orcid: 0000-0001-2345-6789

Hemin Omar AHMAD
Dr. Öğr. Üyesi
Zanîngeha Bîngolê
Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî
heminahmad40@gmail.com
Orcid: 0000-0003-1985-9512

DOI: 10.56491/buydd.1414307

——————————————————————————-

Jêgir:[1]

DENİZ, M. İ. û AHMAD, H. O. (2024). Kêş di Stranên Dîlankî yên Kurmancî de (Weke Nimûne: Ji Devera Botan Destxetên Mela Xelefê Bafî. Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, 10(19), 32-53

Kurte

Stran cureyeke ji helbesta gelêrî ya herî berbelav e ku bi melodiyekê tê strîn. Ev helbestên ku dahênerê wan nediyar e, di her dem û warên jiyana gel de cih girtine û ketine nav zimanê gel. Li her deverê bi navekî hatibe binavkirin lê zêdetir navê stran hatiye pejirandin. Stran, beşek e ji helbesta folklorî ye û bi naverok û şêwaza xwe ji cureyên folklorî yên din vediqete. Divê naverok û şêwaza wan baş bêne dahurandin ku him şikl û forma wan a resen xirab nebe û him wate û fonksiyona wan berdewam bike.

Ev xebat li ser beşeke şêwazê ye ku li ser kêşa stranên dîlankî yên Kurmancî radiweste. Ji ber ku stran cureyek helbesta folkorî ya kêşdar e, bi taybetî xebat li ser helbestên folklorî yên kêşdar e. Ji stranan jî stranên dîlankî yên ku di lîstikên dawet û govendên Kurmancan de tê strîn, bi nêrîneke helbestane dadihûrîne û kêşên wê yên sereke tesbît dike. Cureya kêşa van stranan, hejmara wan a rîtmî, hejmara wan a birgeyî/kîteyî û rêjeya wan bi mînakan derdixe holê. Mînakên xebatê ji stranên destxêtên Mela Xelefê Bafî hatine wergirtin ku wî di navbera salên 1982-1986 berhev kirine.

Bêjeyên Sereke: Edebiyata Kurdî ya Devkî, Stranên Kurdî ya Gelêrî, Stranên Dilankî, Kêş, Mela Xelefê Bafî.

Destpêk

Stran wekî beşeke herî berbelav, zindî û berfireh di nava çanda Kurdî de cihê xwe girtiye. Hestên lîrîk ên gel, di nav xwe de hewandiye û ji mirin û windabûnê parastiye. Carina bi hestên xweş carina bi hestên nexweş rewşa gelê Kurd aniye zimên. Ev cure gelek caran bi kilaman re hatiye bilêvkirin û weke kilam jî hatine binavkirin; lê di rastiyê de di navbera wan de hin cudahî hene. Divê ev yek bi hin teknîkên lêkolînî ji hev bêne veqetandin. Yek ji van teknîkan jî teknîka şêwazê ye ku li rojava weke “stylistic” û li rojhilat weke “sebk” tê binavkirin. Di edebiyata Kurdî de jî ev têgih weke şêwaznasî û şêwazgerî tê bi nav kirin. Bi vê teknîkê em ê bikaribin stran û cureyên dinê yên wek heyran, lawik û kilaman bi hêsanî ji hev cuda bikin.

Stran weke berhemeke edebî li ser sê stûnên sereke: asta zimanî, asta rîtmî û asta xeyalî hatiye ava kirin. Bi rêya peyvan, awazek li ser tê danîn û bi rîtmeke ciwan tê strandin. Em ji vê cure helbesta gelêrî re dibêjin helbesta strankî. Mebest ji helbesta folklorî,, strana folklorî ye. Kamil Hesen Besîr dibêje ku: şi’r beşeke ji goran e; lewra di herduyan de jî wezn, qafiye û dengên taybet hene.[2] Wate ji wê derbirîna hest û sozên di nav ax û derûniya mirovî de hatiye hebûnê û bûye beşeke ji jiyana gelê Kurd ku ew xwediyê gencîneyeke gelek dewlemend e. Di strana folklorî de hemû cureya mijaran heye. Ji evînê heta mirin û şînê û ji çanda civakî heta folklora gel hemû reng û çêja kurdewariyê bi guhdaran dide bihîstin. Têkiliya muzîk û strana Kurdî ewqas xurt bûye ku stran weke navnîşana kurdewariyê hatiye dîtin. Her ji berê ve ev taybetmendî hebûye û dewlemendî û resenya xwe parastiye.

Kurtejiyan û Berhemên Mela Xelefê Bafî

Mela Xelef di 1ê Çileya sala 1940î de li gundê Bafê ji dayik bûye. Navê bavê wî Remezan e û ji eşîra Harûnan e. Gundê Bafê dikeve rojavayê çemê Dîcleyê û 35 km dûrî Cizîrê ye. Mela Xelef li Cizîrê û der û dora wê û li Botanê ilmên dînî xwendiye. Ebdurreqîb Yûsifê Zivingî[3] dibêje ku yek ji wan dersdaran jî bavê min Mela Yûsif bû. Mela Xelef li cem Hesenê Zivingî, Mela Ebdurrehmanê kurê Mela Ebdulkerîmê Xendekî dersa fiqha Îslamî xwendiye. Hinek li cem Ebdurreqîb Yûsifê Zivingî jî xwendiye. Piştî ku wî îmtîhana ku ji aliyê wezaret an jî Daîreya Ewqaf a Tirkiyeyê ve hatiye kirin, derbas kir, ew bû melayekî fermî li gundê Stewrikê ku dikeve aliyê rojava yê bajarê Cizîrê. Piştî sala 1977an ji aliyê kurê Seyid Eliyê Findikî, Mela Ebdurrehman ve ku wê wextê miftiyê Cizîrê bû, ew di mizgefteke Cizîrê de weke mela wezîfedar kir. Heta wefata xwe li Cizîrê ma. Ebdurreqîb Yûsif dibêje ku: destê wî di hûnandina şi‘rê de jî hebû, û pir qesîdeyên wî hene, û nihînî jî xizmet bo Kurdan kiriye vala, û westan nedizanî. Feqehê min mela Xelef îşekî gelek mezin kir di mideya deh salan de. Li ser daxwaziya Ebdurreqîb Yûsif diçe gundê Bêdarê[4] da ku Dîwana Axawokê Bêdarî ji neviyên wî peyda bike. Lê ji ber sermayê li Xesxêrê nexweş dikeve û dizivire. Mela Xelef di 31ê Gulana sala 1993an de li Cizîrê wefat dike.

Berhemên Wî

Name

Mela Xelef ji sêdî zêdetir name yên li ser edebiyat û folkora Kurdî nivîsiye û ji Ebdurreqîb Yûsifî re şandiye. Di van nameyan de derbarê gelek helbestên kilasîk ên windayi de agahî hene.

53 Defterên/Destxetên Muxtelif

Ev xebata Mela xelef ji 5391 rûpelan pêk tê.[5] Di van defteran çi keresteyên folklorî yên wek serpêhatî, nukte, sitran, çîrok, destan, gotinên pêşiyan, mamik û hwd. ku ji devê çavkaniyên zindî yên wek hîkayebêj, stranbêj û dengbêjan guhdar kiriye bêyî guhartin nivîsiye. 216 ji van defteran bi navê “Dîroka Mîrnişîniya Botan” ji hêla Dîlawerê Zengî ve hatiye tîpguhaztin.

Keşkol

Di vê xebata Mela Xelef de gelek helbestê şairên kilasîk ên muxtelîf hene. Xeynî van xebatan Mela Xelef wek Diwana Melayê Cizîrî, helbestên Mela Mehmûdê Hoserî, Axayokê Bêdarî û gelek helbestên kilasîk îstînsax kiriye û ji Ebdurreqîb Yûsifî re şandiye. Mela Xelef bi xwe jî wek te’lîf gelek qesîde û helbest nivîsiye.[6] Wek mînak di Destxeta 42an de destana Hesam Axa û Le’lîxan weke helbest nezimandiye û wê weke metneke şanoyê pêşniyaz kiriye. Serpêhatiya Feqiyê Teyran bi helbestkî nivîsiye. Dîsa di Destxeta 38an de zêmar û mersiyeke dirêj û qesîdeyekê heye ku wî bixwe nivîsiye.

Weku em ji jiyana Mela Xelef jî têdigihêjin, ew di karê berhevkariyê de û di keşifandina cih û warên kurdan de gelek bi eşq û şewq bûye. Çi keleh, qesr, bendav û asarên derdora Cizîrê hebûye ku hêj nehatiye keşifandin, wî keşif kiriye û qeyda wê girtiye. Piştî demekê Ebdurreqîb Yûsif jê re pêşnîyaz dike ku keresteyên folklorî jî berhev bike. Ew bi defteran kereste berhev dike û ji Ebdurreqîb Yusif re bi postê dîşîne. Lê mixabin carina posteya Silêmanî ew pirtûk teslîm nakin. Ji wan defteran ya 1em û 39em û ji 44an heta 53an jî xuyaye ku qeyd kirine lê winda bûne. Hersê defterên dawî ku bi hejmarên 56, 57 û 58an hatiye qeyd kirin ji hin têbîniyên Ebdurreqîb Yusif û çend wêneyên Mela Xelef pêk tê. Ebdurreqîb dema behsa naveroka keleporê dike dibêje ku kelepora me 5391 rûpel e[7] û tê de stran, metelok, serhatî, hikayetên mîrên Botan, jiyana stranbêjan û gelek mijarên dîtir hene.[8]

Ev xebata li ser stranên Mela Xelefê Bafî yên ji devera Botan tomar kiriye pêk tê. Mela Xelefê Bafî di navbera salên 1982 û 1986an de li deverê geriyaye û ji stranbêj û dengbêjên wî wextî gelek keresteyên folklorî guhdar kiriye û wan keresteyan di 47 defteran de weke destxet nivîsiye. Me hemû defteran qontrol kir û çi stran hebûn, latînîze kir. Di dawiyê de em gihîştin 44 stranan. Me ew stran li gorî rêza defteran her yekî rêz kir. Çi stranên me jê îstifade kir, pêşî bi hejmara helbestê paşê jî bi hejmara rêzikê da. Wek mînak: helbesta 4an û rêzika 2yan (4/2). Her çi cureyên weke kilam û lawikan ku me jê îstifade kir jî bi navê destxetê û rûpela wan me nîşan da. Weke mînak: Destxeta 32, r.2. Di van defteran de xeynî stranan, destan, kilam, çîrok, mamik, gotinên pêşiyan, agahiyên derbarê deverê û hwd. jî hene. Mela Xelef her defterê li ser navê Ebdulreqîb Yûsifî dinivîse û weke name jê re dişîne. Îro li ser malpera dîjîtal ya Ebdulreqîb Yûsifî ev defter hene. Her defterek bi qasî sed rûpelan e.

Di bikaranîna mînakan de me ji 44 stranên dîlankî yên ji devera Botan yên ku ji aliyê Mela Xelefê Bafî ve hatine tomarkirin sûd wergirt. Ew wek destxet di arşîva Ebdulreqîb Yûsif de bûn. Sînorê xebata me jî tenê ev stran in. Di vê xebatê de stran, wek helbesteke edebî ji aliyê kêşê ve hatiye vekolîn. Ji ber ku kêş him di xwendina helbestan û him di wateya wan de cihekî girîng digire. Dema mirov hay ji kêş û rîtmê tune be dibe ku mirov helbesta stranê kêm û zêde bi lêv bike an rîtma tê de pêk neyne. Di warê kêş û kêşesaziya helbesta folklorî an strana folklorî de çend heb xebat gihîşt li ber destê me. Yek ji van xebata Dastan Teha û ‘Ebdullah Hemû[9] bû ku li ser kêşa strana dîlankî ya Behdînan bû. Ev xebat tenê li ser kêşa xwemalî ya di asta rîtmî de bû. Xebateke din a Mihemed Bekr [10] bû ku li ser kêş û rîtma şi’rî a Folklora Kurdî bi giştî bû.

Li ser helbestên folklorî ji hêla kêşê ve hin xebatên wek me li jorê behs kir hebin jî, ew ne li ser hemû dever û hemû cureyan in. Bi taybetî jî li ser stranên Kurmancî ev xebat kêm in. Îca valahiyeke bi vî rengî ji bo vê arşîvê jî hebû, me jî bi vî xebatê bal kêşa li ser wê.

Kêş di Helbesta Folklorî de

1. Kêş

Kêş yek ji hêmanên sereke ên helbestê û perçeyeke ji muzîka derveyi helbestê ye ku di avakirina muzîka derveyi helbestê de roleke wê ya taybet heye. Herwiha kêş, yek ji wan bingehên sereke ye ku helbest û pexşanê ji hev cuda dike. Bixwe xwediyê çarçoveyeke zanistî ye û wek zagonekê çarçoveyekê bo helbestê ava dike û wê jî ji hev belavbûnê diparêze. Di derbarê avabûna kêşê de Ezîz Gerdî dibêje ku kêş di her zimanekê de ji çarçoveya giştî ya awaza derveyî helbestê pêk tê.[11]

Helbest ew derbirîne ye ku ji derûnî û axa helbestvan peyda dibe û ew hest bi rêya ziman derdikeve derve û di dilê kêş û serwayê de tê hebûnê. Ni’metullah Hamid, di pirtûka Şêwazgerî de amaje bi vê yekê kiriye ku kêşa helbestê di nav peywendiyên dengî de dirustkirina encamê û bikaranîna peyvan e ku ji peywendiyên delalî û rêzimanî nayê cudakirin ku ji vêga her neteweyek li dû taybetmendiya zimanê xwe cureyeke kêşa taybet bi kar tîne.[12] Weke nimûne: di zimanê Înglîzî û Yewnanî de kêşa eyembîk û di zimanê Frensî de elxandere ye. Lê bi şêweyeke giştî çar sîstemên cihanî hene: kêşa jimareyî, kêşa çonî, kêşa çendî, kêşa awazî. Piraniya rexnegirên Kurd wê çendê diyar dikin ku helbesta folklorî ya Kurdî li ser kêşa birgeyê hatiye danîn.[13] Kîte bi şêweyekê giştî roleke karîger di kêşa şi’rî de digire, anku awazekê bi alîkariya dengdêran û bi erka dabeşkirina peyvan re diyar dibe.

1.1.     Kêş di Edebiyata Kurdî de

Helbesta Kurdî di hemû zaravayên zimanê Kurdî de ji berê heta niha bi du cure kêşan hatiye danîn; kêşa erûzî, kêşa xwemalî.

1.1.1. Kêşa Xwemalî

Ev cureya kêşe, wek kêşa jimareyî, birgeyî, sîlab û penceyî jî tê zanîn. Ji dubareya hejmareke diyarîkirî ya birgeyan ava dibin. Kêş, li gorî hejmara kîteyan û cihê rawestana kîteyan tê diyarkirin. Di kêşa jimareyi de Dilşad Elî dibêje ku em dikarin jimareya birgeyan bi qasî penceyên destan bijmêrin, bo me Kurdan jî ew kêş xwemalî ye.[14]

Helbestvanên Kurd berî hatina Îslamê her çi beyt û lawik û heyran û çi jî stran be, hemû cureyên folklorî bi kêşa xwemalî vehonandine. Hemû helbestvanên neteweyî û hemû helbestvanên diyalekta Goranî bi kêşa birgeyî anku kîteyî helbest nivîsîne. Ji xeynî “Seyd” ê Hewramî, ku hinek helbestên xwe bi kêşa erûzî nivîsandiye. Cigerxwîn jî di kovara Hawarê, hejmar 22yan ya sala 1933an de[15] hewl daye ku hinek destepeyvên nû bi kar bîne. Cigerxwîn bo “lete şê‘r” ê peyva “gav” û ji bo “birgê” yê jî peyva “movik” daniye û hewl daye ku navê taybet bo “kêş”an bi kar bîne.[16]Ev agahî jî nîşan didin ku kêşa xwemalî anku kêşa birgeyî, kêşa netewî ya gelê Kurd e.

2. Helbesta Folklorî

2.1. Helbesta Folklorî ya Bêkêş

Ev cure helbesta folklorî ya Kurdî ji aliyê hejmara kîteya rêzan ve xwedî reseniyekê nîne. Li ser bingeha dubarekirina çend diyardeyên zimanî wekî brano, lê lê, lo lo û… hwd. e.[17] Weke strana serbest jî tê binavkirin. Cureya helbestên folklorî ya bêkêş ku berbelav in lawik, kilam û payizok in.

Kilama Mihemed Ronî

De loy lo, loy lo

Loy lo, loy lo,

De loy lo, loy lo

Mihemed Ronî,

De loy lo Mihemed Ronî min ê çi digot û

Tu xeyidî,

De, giyayê mêrga li mino, Mihemedê min

Seridî,[18]

Lawik

De lo lo lawikoooooo

De lo lo lawiko

Ezîzê li ber dilê mino

Minê digo vê sibê berî sed cara

Li min berîîîî

De birekî siwarê mala babê min rebenê

Xudê hatin

Li xêmê binê beriyê

Li hogica Mehmed Elî

Li binê dara xatûniyê[19]

Peyizuk/payizok

Ey lê ji îro pêde peyiz e min nekirye

Kar û barê çilê mihka vê kanûnê

De ezê ji serê bilindê oxilmê werbûme

Minê xwe avêtiye binya Dorebînê

De heta malê me li warê havînê bû

Te dey nekir…[20]

2.2. Helbesta Folklorî ya Kêşdar

Ev helbest bi kêşeke diyar hatine honandin û lîrîk in. Em ji van helbestên folklorî re bi gelemperî dibêjin stran. Ji van helbestan re stranên bikêşe jî tê gotin. Di edebîyata Kurdî ya devkî de di beşa nezmê de cûreya ku ji hemûyan dewlementir stran e. Peyva “stran”ê ji gotina “stirîn” ê tê. Stirîn ji bo gotinên bi rîtm û selîqe têne gotin.[21] Stranên dîlan û govendan, goranî, narînk, serê zava, beyt, şeşbendî, stranên zarokan û hwd. jî bi vî awayî têne vehonandin.

Ji van cureyan beyt û goranî ji aliyê Kurdên Behdînan û Botan ve zêdetir tê bikaranîn. Kurdên Serhedê di dewsa têgiha beyt de “destan” û di dewsa têgiha goranî de jî “stran” bikartînin. Beyt zêdetir, lehengî û destankî ne ku bi awayekî serbixe an jî di nav lawik û kilaman de wek menzûm têne gotin. Her miletek têgiha beytê li gorî helbest û vegêranê xwe pênase kiriye. Heta carna di nav deverên Kurdan de jî pênaseyên ji hev cuda derketine meydanê. Divê mirov li helbestên folklorî ya gel binihêre û biryarekê bide. Di nav helbestên me de beytên du rêz jî henin çar rêz jî henin. Di edebiyata gelêrî ya Kurdî de beyt, ne di wateya malik a edebiyata klasîk de ye. Beytên Kurdan ên navdar: Bersisê Abid, Zembîlfiroş, Memê Alan û hwd.[22] Di beytan de mijar zêdetir epîk bin jî lê mijarê evînî, mirin û hwd. jî henin. Çend mînak ji destxetên Bafî:

Beyt

Keçkê digo mîrê mino hey jariko li min jaro

Xelk û alemê girtibûn ji bo xuh dostiko yaro[23]

Serê Zava

Serê zavano li ‘Eliyo

Serê zavano

Serî bi şaşa gêlano

Xêlê te ji baqê gûlano

Zavakî nû o li ‘Eliyo

Zavakî nû o

Destmala ketî sitû o

Qurbankin dayk û xasû o[24]

3. Kêşa Xwemalî di Strana Dîlankî ya Devera Botan de

3.1. Kêş li Gorî Rîtmê

Strana dîlankî yek ji stranên şahî û semayê ye ku loma zêdetir li ber govend û reqsê tê gotin. Ji bo ku bikeve çokan û govendê bide reqisandin jî pêdivî bi kêş û pîvana dengî an wateyî heye. Ji ber vê yekê strana dîlankî, bi kêş û serwayê têne vehonandin.

Strana dîlankî li ser gelek kêşan hatiyê danîn û bêhtir li ser 7 kîteyan diçe. Xeynî 7 kîteyan bi kîteyên 6, 8, 10, 11, 13,14 û 15an jî hatine vegotin.

3.1.1. Kêşa 6 Kîteyî bi Rîtma 3+3 Kîte

Xafîro ezo lê (3+3) 6

Li hewlê biharê[25]

Tablo 1

1 2 3 4 5 6
Xa ro e zo
Li hew bi ha
rawestana wateyî rawestana wateyî

– Asta kêşê rast e: 6=6 kîte ye.

– Asta rîtmê: 2 rawestanên wateyî di her nîvedêrekê de hene.

– Kêşa 6 kîteyî bi rîtma 3+3 kîteyan e.

– Bilêvkirina li gorî kîteyê li ser înternetê heye.[26]

3.1. 2. Kêşa 7 Kîteyî bi Rîtma 4+3 an 3+4 Kîte

Ev cure kêşa 7 kîteyî, siviktirîn kêşeya xwemalî ye. Bi rejeyeke zêde, di strana kurmancî de hatiye bikaranîn. Bi rîtmên 4+3 an 3+4an hatiye honandin. Wek mînak:

Lo dîno, dîno dîno (3+4) 7

Evdalo dîno zalo[27]

Tablo 2

1 2 3 4 5 6 7
Lo no no no
Ev da lo no za lo
rawestana wateyî rawestana wateyî

– Asta kêşeyê rast e: 7=7 kîte ye.

– Asta rîtmê: 2 rawestanên wateyî di her nîvedêrekê de hene.

– Kêşa 7 kîteyî bi rîtma 4+3 an 3+4 kîteyan e.

– Bilêvkirina li gorî kîteyê li ser înternetê heye.[28]

Stranên dinê ku bi vê kêşê ne:

Weyla dêlê dêrikê (4+3) 7

Weyla dêlê dêrikê[29]

Cendirme hoy cendirme (4+3) 7

Xulam lawko cendirme[30]

3.1.3. Kêşa 8 Kîteyî bi Rîtma 4+4 Kîte

Cureyeke dinê ya kêşa folklora kurdî kêşa heyşt kîteyî ye. Ev kêş ji kêşên herî diyar û xuya yên helbesta Kurdî ya hevçerx e û ji kêşên din zêdetir karîger e û ji kêşên din zêdetir karîger e.[31] Weke mînak:

Sala heştê poşman ezo (4+4) 8

Wey gulê gulê gulê zar (4+4)8

Sala heştê poşman ezo

Çing çing çêdikim neqşê mîrzo[32]

Tablo 3

1 2 3 4 5 6 7 8
sa la heş poş man e zo
wey gu gu gu zar
rawestana wateyî rawestana wateyî

– Asta kêşeyê rast e: 8=8 kîte ye.

– Asta rîtmê: 2 rawestanên wateyî di her nîvedêrekê de hene.

– Kêşa 8 kîteyî bi rîtma 4+4 kîteyan e.

– Bilêvkirina li gorî kîteyê li ser înternetê heye.[33]

3.1.4. Kêşa 9 Kîteyî bi Rîtma 6+3 Kîte

Ew stranên ku li ser kêşa neh kîteyan hatiye honandin gelek kêm in. Strana ku bi neh kîteyan hatibû vehonandin, ev e:

Rabin narîn bînin wey Narê (6+3) 9

Rabin,

Narîn bînin delalêêêê[34]

Li ser kêmrêziya strana li jor du îhtimal hene: a yekem dibe ku rêzika duyem şikestiye, lê ev di helbestên folklorî de zêde xuya nake dibe ku weke sê rêzik derketibe holê:

Tablo 4

1 2 3 4 5 6 7 8 9
Ra bin na rîn nin wey Na
Ra bin na rîn nin de la
rawestan rawestan

A duyem kîteya dawiya rêzikên kêm bi qasî rêzika tam dirêj hatiye strandin. Ev cure strîn heye.[35] Ji bo bikaranîna duyem tabloya dinê:

Tablo 5

1 2 3 4 5 6 7 8 9
Ra bin na rîn nin wey Na
Ra bi i i i i i i n
Na rîn nin de la ê ê
rawestan rawestan

– Asta kêşeyê rast e: 9=9 kîte ye.

– Asta rîtmê: 2 rawestanên wateyî di her nîvedêrekê de hene.

– Kêşa 9 kîteyî bi rîtma 6+3 kîteyan e.

Strana Narê, her çiqas ji aliyê rîtma şi’rî ve bi rêk û pêk nexuyê jî, lê em dizanin ku di van cure stranan de carinan rêzikeke stranê dişkê û di rêzeke dinê de berdewam dike. Êdî kêş û pîvana rîtmê, stranbêj bi dengê xwe eyar dike. Jixwe di helbesta gelêrî de wezn û qafiye ne ji bo çav e, ji bo guh e.

3.1.5. Kêşa 10 Kîteyî bi Rîtma 7+3 an 5+5 û 6+4 Kîte

Ev kêşe di Kurmanciya naverast de zêdetir bi rîtma 5+5 xwe bide nîşan jî lê mînakên bi rîtma 7+3 û 6+4 jî henin.

Bûm qûma’l dorê çema yar yeman (7+3) 10

Bûm qûma li dorê çema dost yeman[36]

Tablo 6

1 2 3 4 5 6 7 8 9 10
Bûm ma’l do çe ma yar ye man
Bûm ma’l do çe ma dost ye man
rawestana wateyî rawestana wateyî

– Asta kêşeyê rast e: 10=10 kîte ye.

– Asta rîtmê: 2 rawestanên wateyî di her nîvedêrekê de hene.

– Bilêvkirina li gorî kîteyê li ser înternetê hene.[37]

Çend stranên din ên ku bi vê kêşê hatine vehonandin:

Lolo pismamo lolo pismamo, (5+5) 10

Lolo pismamo dotmam bi xulamo[38]

Mende mende mende hoy Mendê min, (6+4)10

Mende mende mende lewendê min[39]

3.1.6. Kêşa 11 Kîteyî bi Rîtma 4+4+3 Kîte

Li serê rêka dighemê Meyremê (5+3+3) 11

Li serê rêka dighemê Zalimê

Torînê qotiya derman û melhemê[40]

Tablo 7

1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11
Li se ka dig he Mey re
Li se ka dig he Za li
To qot ya der man û mel he
rawestana wateyî rawestana wateyî rawestana wateyî

– Asta kêşeyê rast e: 11=11 kîte ye.

– Asta rîtmê: 3 rawestan di her nîvedêrekê de heye.

– Kêşa 11 kîteyî bi rîtma 5+3+3 kîteyan e.

– Bilêvkirina li gorî kîteyê li ser înternetê heye.[41]

3.1.7. Kêşa 13 Kîteyî bi Rîtma 4+4+5 Kîte

Huy çem e çem e Mehmed Beg Çemê Cizîrê wey (4+4+5)13

Huy çem e çem e Têlî Beg Çemê Cizîrê wey[42]

Di strana li jorê de niveka rizikê şikestiye û weke rêzeke nû xuya kiriye; lê di rastiyê de ev stran du rêzik in.

Tablo 8

1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13
Huy çe me çe me Meh med Beg Çe Ci
Huy çe me çe me Beg Çe Ci
rawestan rawestan rawestan

– Asta kêşeyê rast e: 13=13 kîte ye.

– Asta rîtmê: 3 rawestan di her nîvedêrekê de hene.

– Kêşa 13 kîteyî bi rîtma 4+4+5 kîteyan e.

– Bilêvkirina li gorî kîteyê li ser înternetê heye.[43]

3.1.8. Kêşa 14 Kîteyî bi Rîtma 4+3+4+3 an 3+4+3+4 Kîte

Hey nêrgiz nêrgiz nêrgiz nêrgizê narê cwanê (3+4+3+4) 14

Hey nêrgiz nêrgiz nêrgiz sorgulê bêrîvanê[44]

Tablo 9

1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14
Hey nêr giz nêr giz nêr giz nêr gi na rê’c wa
Hey nêr giz nêr giz nêr giz sor gu va
rawestana wateyî rawestana wateyî rawestana wateyî rawestana wateyî

– Asta kêşeyê rast e: 14=14 kîte ye.

– Asta rîtmê: 4 rawestana wateyî di her nîvedêrekê de heye.

– Kêşa 14 kîteyî bi rîtma 3+4+3+4 kîteyan e.

– Bilêvkirina li gorî kîteyê li ser înternetê heye.[45]

Lê lê Kinê lê lê lê mala min ê wayi wey (4+3+4+3) 14

Lê lê Kinê lê lê ê mala min ê wayi wey[46]

Tablo 10

1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14
ki ma la mi wa yi wey
ki ma la mi wa yi wey
rawestana wateyî rawestana wateyî rawestana wateyî rawestana wateyî

– Asta kêşeyê rast e: 14=14 kîte ye.

– Asta rîtmê: 4 rawestana wateyî di her nîvedêrekê de heye.

– Kêşa 14 kîteyî bi rîtma 4+3+4+3 kîte ye

– Bilêvkirina li gorî kîteyê li ser înternetê heye.[47]

3.1.9. Kêşa 15 Kîteyî bi Rîtma (4+4+ 4+3) Kîte

Ez xelef im xelef im hawara mîr hawara mîr (4+3+4+4) 15

Ez xelef im xelef im ‘Ezdînşêr hakimê Botan e

Tablo 11

1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15
Ez xe lef im xe lef im ha wa ra mîr ha wa ra mîr
Ez xe lef im xe lef im ‘Ez dîn şêr ha’k Bo ta ne
rawestana wateyî rawestana wateyî rawestana wateyî rawestana wateyî

– Asta kêşeyê rast e: 15=15 kîte ye.

– Asta rîtmê: 4 rawestanên wateyî di her nîvedêrekê de hene.

– Kêşa 15 kîteyî bi rîtma 4+3+4+4 kîteyan e.

– Bilêvkirina li gorî kîteyê li ser înternetê heye.[48]

3.1.10. Kêşa 16 Kîteyî bi Rîtma (4+4+ 4+3) Kîte

Seyranê ji malê axa de rabe de rûne Seyranê (3+4+3+3+3) 16

Seyranê ji malê axa kotiyê mêra bi qurbanê[49]

Tablo 12

1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16
Sey ra nê’j ma a xa de ra be de sey ra
Sey ra nê’j ma a xa ko ti ra bi qur ba
Rawestana wateyî Rawestana wateyî Rawestana wateyî Rawestana wateyî Rawestana wateyî

– Asta kêşeyê rast e: 16=16 kîte ye.

– Asta rîtmê: 4 rawestanên wateyî di her nîvedêrekê de hene.

– Kêşa 15 kîteyî bi rîtma 3+4+3+3+3 kîteyan e.

– Bilêvkirina li gorî kîteyê li ser înternetê heye.[50]

3.2. Kêş li Gorî Piyên Dêr

3.2.1. Kêşa Saf

Ev kêş, ji dubarebûna yek cureya “pê” ava dibe. Anku pê di hejmara birgeyê de hemşêwe ne.[51] Di nav stranan de bi çar awayan derdikeve pêş.

3.2.2. Sê Birgeya Saf

3+3+3+3=12, 3+3+3=9, 3+3=6

Tirba min çêkin lê (3+3) 6

Li binê vê darê [52]

3.2.3. Çar Birgeya Saf

4+4+4+4=16, 4+4+4=12, 4+4=8

Şehmîranê Şehmîranê (4+4) 8

Mala bavê Şehmîranê[53]

3.2.4. Pênc Birgeya Saf

5+5+5=15, 5+5=10, 5=5

Bejn û bala te ji tayka sosinê (5+5) 10

Bejn û bala te ji tayka sosinê[54]

3.3. Kêşa Têkel

Ev cure kêş, ji du piyan ava dibe. Carina jî ji sê çar piyan ava dibin. Piyeke wan carekê tê û ên din jî du car û sê car tên.[55] Di nav stranan de bi pênc awayan derdikevine pêş.

3.3.1. Piyeke Çar Birgeyî û Piyeke Sê Birgeyî

4+3=7

Kember ketî fistanê (4+3) 7

Kember ketî fistanê (4+3) 7

Kember ketî fistanê

Kember ketî fistanê[56]

3.3.2. Du Piyên Çar Birgeyî û Piyeke Sê Birgeyî

4+4+3=11

Li ser serî qere poşî Meyremê 4+4+3=11

Li ser serî qere poşî zalimê

Torînê qotiya derman û melhemê[57]

3.3.3. Sê Piyên Çar Birgeyî û Piyeke Sê Birgeyî

4+4+4+3=15

Wextê dînê xwe dixemlînê lê lê dînê dîna min (4+4+4+3)15

Wextê dînê xwe dixemlînê hawar gidyê mala min [58]

3.3.4. Du Piyên Çar Birgeyî û Piyeke Pênc Birgeyî

4+4+5=13

Keçkê gundê me Mehmed Beg çûne ser bîrê (wey) (4+4+5) 13

Zerê gundê me Têlî Beg çûne ser bîrê (wey)[59]

3.3.5. Piyeke Pênc Birgeyî û Du Piyên Sê Birgeyî

5+3+3=11

Agirokê li nava deştê Meyremê (5+3+3) =11

Agirokê li nava deştê zalimê

Torînê qotiya derman û melhemê[60]

3.4. Kêşa Dewrî

Ev kêş ji du piyên cuda yên rêz bi rêz pêk tê. Yek li pey a din dubare dibe. Mînaka ev cure kêşan, ji dubarebûna du piyên çarî û du piyên sêyi derdikevin.[61] Ew jî weha ye: 4+3+4+3=14

Nîvê şevê lê bûm diz nêrgizê narê cuwanê (4+3+4+3) 14

Nîvê şevê lê bûm diz sorgulê bêrîvanê[62]

Dîsa mînakeke din

Sarê ti sara min î mehrûmê ti sara min î (3+4+3+4) 14

Sarê ti sara min î mehrûmê ti sara min î[63]

Tablo 13

Rêjeya Sedî Hejmara Stranan Cureya Kêşê Rêza Stranan
%2.27 1 Şeş Kîteyî 30
%22.73 10 Heft Kîteyî 5, 14, 19, 22, 24, 25, 27, 31, 42,44
%22.73 10 Heyşt Kîteyî 4,10, 12, 16, 20, 23,28, 29,34,39
%2.27 1 Neh Kîteyî 32
%11.36 5 Deh Kîteyî 6, 9, 15,38, 41
%11.36 5 Yazdeh Kîteyî 2, 3, 7, 37,43
%9.09 4 Sêzdeh Kîteyî 11, 18, 13, 40
%6.82 3 Çardeh Kîteyî 17, 26,36
%9.09 4 Pazdeh Kîteyî 1, 8, 21, 35
%2.27 1 Şazdeh Kîteyî 13

Ji xebata me kifşe dibe ku kêşa xwemalî di nav stranên dîlankî ya devera Botan de berbelav e û bi awayake tekûz di stranan de hatiye bi kar anîn. Ev xebat daye nîşan ku him di rîtm û strandina stranan de û him jî di parastina forma stranan de kêş çi qas roleke xwe yê girîng heye.

Encam

Edebiyata gelêrî ya Kurdî, ji aliyê helbestên folklorî ve gelek dewlemend e. Yek ji van helbestan jî stran e. Bi taybetî stranên dîlankî, bi kêş û pîvana xwe ji cureyên din hatine veqetandin û bûne cureyeke serbixwe. Kêş û pîvan, stranê dixe weke helbestê û estetîka wê ya şi‘rî temam dike. Wê ji zimanê asayî û rojane cuda dike. Herwiha kêş, ji bo rîtm û strandina helbesta folklorî dibe alîkar. Bi taybetî di helbesta dîlankî de roleke berbiçav digire. Û bi kêşa xwe ya bi rêk û pêk dikeve çokê reqqas û lîstikvanan. Di xebata me de jî li ser kêşa stranên dîlankî hatiye rawestin û hatiye dîtin ku stranên devera Botan bi kêşa xwemalî hatine vehonandin. Kêşa xwemalî, kêşa netewî ya gelê Kurd e. Bi salan ev kêş hatiye bikaranîn. Ji vê kêşê re kêşa birgeyî û penceyi jî gotine. Dema hejmara kîteyan deh be anku bi qasî hejmara tilîyên mirovî be, bi du rawestanan hatine vegotin; lê ku ji deh kîteyan zêdetir be, herî kêm bi sê rawestanan hatine vegotin.

Ji xebata me diyar e ku kêşa xwemalî, bi awayekê bi rêk û pêk di stranên dîlankî yên Kurmancî de xuya dike. Bi kêşê, me stranê di helbesta Kurdî ya gelêrî de ji cureyên din veqetand. Di pratîzekirina kêşên xwemalî de, me stranên dîlankî yên ku Mela Xelefê Bafî ji devera Botan tomarkiribû bi kar anîn. Helbet ew destxet hatibûne nivîsîn, me wan yek bi yek latînîze kirin. Ji xeynî stranan, kilam, lawik, gotinên pêşiyan, mamik û hin agahiyên derbarê deverê de jî hebûn. Ev keresteyên folklorî, îro li ser malpera înternetê a Ebdulreqîb Yûsifî hene û ji bo îstifade û gihaniyê vekirî ne. Ji ber ku mijara me stran bû, me tenê stranan latînîze kir. Me 44 defteran vekola û ji wan defteran 44 stranên dîlankî tesbît kir. Di stranan de kêşên hêrî zêde hatine bikaranîn di honandina strana dîlankî ya folklora devera Botan de, kêşa 7 û 8 kîteyî bû. (%22.73) Kêşên kêmtirîn, kêşa 6 û 16 birgeyî bûn. (%2.27) Li gorî hejmara piyan hersê cure kêş jî di stranan de berbelav in: Kêşa Saf, Kêşa Têkel û Kêşa Dewrî. Di stranan de kêşa zêdetir berbelav, kêşa têkel e.

Piştî van encaman em dikarin bêjin ku kêşa xwemalî, bi awayekê bi rêk û pêk di stranên dîlankî yên Kurmancî de xuya dikin. Ev jî dide nîşan ku ev stran ku ji aliyê Mela Xelefê Bafî ve hatine tomarkirin jî aliyê rêz û kîteyên xwe ve hebûna xwe ya resen parastine. Û ji aliyê kêşê ve di nav sînorên standarda helbesta gelêrî û strana Kurdî ya gelêrî de ye.

Çavkanî

Ahmad Barzan Taher, Di Helbestên Kanî De Muzîk, Zanîngehe Van Yüzüncü Yilê, Enstîtuya Zimanên Zindî, Teza Lîsansa Bilind, Van 2019

Bekr Mihemed, Kêş û Rêtmî Şi’rî Folklorî Kurdî, Weş. Aras, hej. 294, Hewlêr, 2004

Besîr Kamil Hesen, Mêjûy Rexnesazî, Çapa 1. Weş. Taran, Silêmanî 2015

Elî Dilşad, Binyatî Helbest Le Honrawey Kurdî da, Weş. Renc, Silêmanî 1998

Gerdî Ezîz, Kêşî Şî›rî Klasîkî Kurdî, Çapxaney Wezaretî Roşnibîrî, Ç.1, Hewlîr 1999

Gerdî Ezîz, Kêşnasî Kurdî, Dezgay Çap Pexşî Narîn, Hewlêr 2014

Goran ‘Ebdulla, Dîwanî Goran, çap 1, Tehran 1384

Jahany Parviz, Çiftci Hasan, Beytên Kurdî: Memê Alan Wek Mînak, Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi Yıl: 6, Cilt: 6 Sayı: 11, 2020/1, ss. 9-34

Kaplan Yaşar, Strana Kurdî (Kurmancî): Devera Hekarîyan Wekî Nimûne, Bingöl Üniveritesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, Yil: 1, Cilt 1, Sayı 2, Kasım 2015.

Kovara Hawar, hej. 22 çap 2, weş. Belkî, Diyarbakır 2012

Nihêlî Ni’metullah, Şêwazgerî-Teorî û Praktîk-, Weş. Sipîrêz, Hewlêr 2007

Qemerî Cewat, Kurtejiyana Xelef Remezanê Bafî, Kovara Kelhaamed, hej. 47 Zivistan 2020-21 r. 44-46

Teha Dastan, Hemu ‘Ebdullah, Kêş Di Strana Dîlankî Ya Devera Behdînan da, Kovara Poyêtîka, Hej. 1 Payiz 2022

Zengî, Dilawer, Dîroka Kelepora Mîrnişîniya Botan, Beyrûd 2005 r. 12

Çavkaniyên Dîjîtal

https://abdulraqib.net/ (12.12.2023)

https://www.youtube.com/watch?v=CeYeI5duQlU (20.12.2023)

https://www.youtube.com/watch?v=IwNLt8cJWGA (20.12.2023)

https://www.youtube.com/watch?v=sEarjTH_mHo (20.12.2023)

https://www.youtube.com/watch?v=mPL1sDuhyjE (25.12.2023)

https://www.youtube.com/watch?v=OmGX8KPlvWY (25.12.2023)

https://www.youtube.com/watch?v=rhrHaodEOHg (25.12.2023)

https://www.youtube.com/watch?v=yu2WV-UavZM (25.12.2023)

https://www.youtube.com/watch?v=Sw2r8bSylrs (25.12.2023)

https://www.youtube.com/watch?v=ULEVEN8IbCU (25.12.2023)

https://www.youtube.com/watch?v=ruCfRVAEf2Q (25.12.2023)

https://www.youtube.com/watch?v=3GChyyZ1hR4 (25.12.2023)

https://www.youtube.com/watch?v=oZ_alCuIX4k (25.12.2023)

https://www.youtube.com/@abdulraqibyosuf4957 (10.01.2024)

Pêvek

Çend Stranên jî Destxetê bi Nivîsa Latînî

Strana Zirav

Hay zirav e zirav e zirav e

Daykêw têla teşyê zirav e

Hay zirav e zirav e zirav e

Daykêw têla teşyê zirav e

Min diristo te digo xav e

Daykêw têla teşyê zirav e

Teşiya min ji darê merxê

Daykêw têla teşyê zirav e

Lê dirêsim biska û berxê

Daykêw têla teşyê zirav e

Teşiya min ji darêw bîyê

Daykêw têla teşyê zirav e

Lê dirêsim biskaw mîyê

Daykêw têla teşyê zirav e

Teşiya min ji dar hinarê

Daykêw têla teşyê zirav e

Lê dirêsim biskaw karê

Daykêw têla teşyê zirav e[64]

Strana Ez Xelef im

Ez xelef im xelef im hawara mîr hawara mîr

Ez xelef im xelef im ‘Ezdînşêr hakimê Botan e.

Xweyê şûrê bi sedef im hawara mîr hawara mîr

Xweyê şûrê bi sedef im ‘Ezdînşêr hakimê Botan e

Ji ‘eşîra bi keyf im hawara mîr hawara mîr

Ji ‘eşîra bi keyf im ‘Ezdînşêr hakimê Botan e

Ez xelefê şovî me hawara mîr hawara mîr

Ez xelefê şovî me‘Ezdînşêr hakimê Botan e

Xweyê şûrê misrî me hawara mîr hawara mîr

Xweyê şûrê misrî me ‘Ezdînşêr hakimê Botan e

Ji ‘eşîra bi hîvî me hawara mîr hawara mîr

Ji ‘eşîra bi hîvî me ‘Ezdînşêr hakimê Botan e

Ez xelefê kinik im hawara mîr hawara mîr

Ez xelefê kinik im ‘Ezdînşêr hakimê Botan e

Xweyê şûrê bi şirk im hawara mîr hawara mîr

Xweyê şûrê bi şirk im ‘Ezdînşêr hakimê Botan e

Ji ‘eşîra hindik im hawara mîr hawara mîr

Ji ‘eşîra hindik im‘Ezdînşêr hakimê Botan e

Hewrexê xweş hewrexê hawara mîr hawara mîr

Hewrexê xweş hewrexê ‘Ezdînşêr hakimê Botan e

‘Esker herkî ser şaxê hawara mîr hawara mîr

‘Esker herkî Şernexê ‘Ezdînşêr hakimê Botan e

Me şer e li ser Herzexê hawara mîr hawara mîr

Me şer e li ser Herzexê ‘Ezdînşêr hakimê Botan e[65]

____________________

[1]     * Ev gotar ji teza xwendevan ya Şêwaza Stranên Kurmancî -Destxetên Mela Xelefê Bafî Weke Nimûne- hatiye hilbijartin.

[2]     Besîr, Kamil Hesen, Mêjûy Rexnesazî, Çapa 1em Weş. Taran, Silêmanî 2015 r. 500

[3]     Ebdulreqîb Yûsifê Zivingî, bi eslê xwe ji Cizîrê ye û demek şûnde çûye aliyê Musilê û li wan deran mezin bûye. Nivîskar, dîrokzan û şûnwarnasekî Kurd e. Û gelek keresteyên folklorî tomar kiriye. Carina jî ji xelkê daxwaz kiriye carina jî xelkê weke diyarî ji wî re şandiye. Bi taybetî xebatên wî yên li ser cih û waran û li ser avahîsaziya Kurdî gelek berbelav e. Agahiyên cih û warên ku dîtîne bi nivîsê qeyd kiriye. Xeynî van li ser edebiyata Kurdî ya Klasîk jî lêkolînên wî hene. Yek ji wana, Dîwana Kurmancî ye ku li ser jiyana şairên Kurd ên navdar ên weke Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û hwd. e. Îro Ebdulreqîb Yûsif, hêj li heyatê ye û bi Kurdên başûr re roportajan dike û wana li ser qanala xwe ya youtubê parvedike. Ji bo agahyên zêdetir bnr. https://www.youtube.com/@abdulraqibyosuf4957 (10.01.2024) Ebdurreqîb Yûsif hemû berhevkarî û berhemên xwe yên dîtir li ser malpera xwe ya dîjîtal qeyd kiriye. Ji bo agahyên zêdetir bnr. https://abdulraqib.net/ (12.12.2023)

[4]     Ev gund di navbera Xesxêrê û Miksê de ye.

[5]     Ji bo agahiyên zêdetir bnr. Destxeta 56an r. 4f

[6]     Qemerî, Cewat, Kurtejiyana Xelef Remezanê Bafî, Kovara Kelhaamed, hej. 47 Zivistan 2020-21 r. 45

[7]     Ji bo agahiyên zêdetir bnr. Destxeta 56an r. 4

[8]     Ji bo agahiyên zêdetir bnr. Zengî, Dilawer, Dîroka Kelepora Mîrnişîniya Botan, Beyrûd 2005 r. 12

[9]     Teha Dastan, Hemu ‘Ebdullah, Kêş Di Strana Dîlankî Ya Devera Behdînan da, Kovara Poyêtîka, Hej. 1 Payiz 2022

[10]    Bekr Mihemed, Kêş û Rêtmî Şi’rî Folklorî Kurdî, Weş. Aras, hej. 294, Hewlêr, 2004

[11]    Gerdî Ezîz, Kêşî Şî›rî Klasîkî Kurdî, Çapxaney Wezaretî Roşnibîrî, Hewlêr 1999 r. 73

[12]    Nihêlî Ni’metullah, Şêwazgerî-Teorî û Praktîk-, Weş. Sipîrêz, Hewlêr 2007 r.191

[13]    Teha Dastan, Hemu ‘Ebdullah, h.g., r.39

[14]    Elî Dilşad, Binyatî Helbest Le Honrawey Kurdî da, Weş. Renc, Silêmanî 1998 r. 136

[15]    Kovara Hawar, weş. Belkî hej. 22 çap 2 gulan 2012 r.367-369

[16]    Gerdî Ezîz, Kêşnasî Kurdî, Dezgay Çap Pexşî Narîn, Hewlêr 2014, r. 239

[17]    Teha Dastan, Hemu ‘Ebdullah, h.g., r. 40.

[18]    Bafî, Mela Xelef, Destxeta 3, r. 144

[19]    Bafî, Destxeta 32, r. 2

[20]    Bafî, Destxeta 14, r. 54

[21]    Kaplan, Yaşar, Strana Kurdî (Kurmancî): Devera Hekarîyan Wekî Nimûne, Bingöl Üniveritesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, Yil: 1, Cilt 1, Sayı 2, Kasım 2015. r.159

[22]    Jahany Parviz, Çiftci Hasan, Beytên Kurdî: Memê Alan Wek Mînak, Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi Yıl: 6, Cilt: 6 Sayı: 11, 2020/1, r.16

[23]    Bafî, Destxeta 20, r. 104

[24]    Bafî, 23/1-2

[25]    Bafî, 7/3

[26]    Ji bo guhdarîkirina stranê bnr. https://www.youtube.com/watch?v=CeYeI5duQlU (20.12.2023)

[27]    Bafî, 19/1

[28]    Ji bo guhdarîkirina stranê bnr. https://www.youtube.com/watch?v=IwNLt8cJWGA (20.12.2023)

[29]    Bafî, 5/1

[30]    Bafî, 14/1

[31]    Elî Dilşad, h.b., r. 139

[32]    Bafî, 4/3

[33]    Ji bo guhdarîkirina stranê bnr. https://www.youtube.com/watch?v=sEarjTH_mHo (20.12.2023)

[34]    Bafî, 32/19

[35]    Ji bo guhdarîkirina stranê bnr. https://www.youtube.com/watch?v=oZ_alCuIX4k (25.12.2023)

[36]    Bafî, 6/3

[37]    Ji bo guhdarîkirina stranê bnr. https://www.youtube.com/watch?v=mPL1sDuhyjE û

https://www.youtube.com/watch?v=OmGX8KPlvWY (25.12.2023)

[38]    Bafî, 9/1

[39]    Bafî, 15/1

[40]    Bafî, 43/2

[41]    Ji bo guhdarîkirina stranê bnr. https://www.youtube.com/watch?v=rhrHaodEOHg (25.12.2023)

[42]    Bafî, 11/1

[43]    Ji bo guhdarîkirina stranê bnr. https://www.youtube.com/watch?v=yu2WV-UavZM (25.12.2023)

[44]    Bafî, 36/1

[45]    Ji bo guhdarîkirina stranê bnr. https://www.youtube.com/watch?v=Sw2r8bSylrs (25.12.2023)

[46]    Bafî, 17/1

[47]    Ji bo guhdarîkirina stranê bnr. https://www.youtube.com/watch?v=ULEVEN8IbCU (25.12.2023)

[48]    Ji bo guhdarîkirina stranê bnr. https://www.youtube.com/watch?v=ruCfRVAEf2Q (25.12.2023)

[49]    Bafî, 13/1

[50]    Ji bo guhdarîkirina stranê bnr. https://www.youtube.com/watch?v=3GChyyZ1hR4 (25.12.2023)

[51]    Ahmad Barzan Taher, Di Helbestên Kanî De Muzîk, Zanîngehe Van Yüzüncü Yilê, Enstîtuya Zimanên Zindî, Teza Lîsansa Bilind, Van 2019 r. 65

[52]    Bafî, 30/8

[53]    Bafî, 16/ 1

[54]    Bafî, 16/ 2

[55]    Goran ‘Ebdulla, Dîwanî Goran, Çapa 1em, Tehran 1384 r. 14

[56]    Bafî, 42/2

[57]    Bafî, 43/8

[58]    Bafî, 21/5

[59]    Bafî, 11/2

[60]    Bafî, 43/9

[61]    Ahmad Barzan Taher, h.b., r. 66

[62]    Bafî, 36/3

[63]    Bafî, 26/1

[64]    Bafî, helbesta 20em.

[65]    Bafî, helbesta 8em.

About Rêvebir

Check Also

NARSÎSÎZMA BÊDENG

Destpêk Narsîsîzm (narcissism) taybetmendiyeke kesayetiyê ye ku bi gelek aliyên xwe ve tê nasîn. Bi …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *