Îro Pîrê Xerzanê rêzdar Ebduleh Celanî pirsa van çend peyvikê li jêrê ji min pirsî:
. KONFERANS çiye?
. KURS çiye?
. KOMCIVÎN Çiye?
. PANEL Çiye?
. SEMÎNER Çiye?
. SEMPOZYOM çiye?
Bi rastî jî rojane ev her şeş peyv têne guhên meriv.
Lê pir kes hene ku wateya wan nizanin.
Ez jî li sere rawestiyan û min bi nivîsî li vê rûpela xwe weşand, da ku kesên nizanibin jî, sûd jê werbigirin.
1) KONFERANS:
Peyveke frensî ye weke conférence tê xwendin û li piraniya welatan her wisan jî tê bikaranîn. Bi kurdî jî weke Qonferans an Konferans tête bilêvkirin.
Di konferansê de axaftinin dirêj çêdibin, agahdarî li ser mijarên cuda cuda têne dayîn. Li ser babetên vêje, huner, dadmendî, zanist û hwd têne dayîn.
Konferans celebek navnîşan e, li ser prensîba peydakirina agahdariyê ye.
Konferans bi piranî li cihên akademîk têne dayîn ku tezek an ramanek li ser mijareke kifş tê şirovekirin.
Kesê ku konferans dide, divê ku xwediyê zanîneke berfireh be, ji ber ku amaca konferansê, hoybûna temaşevanan e.
Di beşdariya konferansan de zanîna beşdaran pir zêde dibe.
Li Swêdê heta sala 2004-5an jî, her rojên şemî û yekşeman bi taybetê li Stockholma paytex, bi sedan konferansên Kurdan çêdibûn.
2) KURS:
Bilêvkirina KURSê bi kurdî weke “qurs” tê gotin. Ev peyvika ingilîzî
weke “kurş” tê gotin.
Zemanê qursan, çar meh û nîv e. Li welatên Ewrûpayê 20 puwan ji bo qursekê didin beşdaran. Kesê ku heşt qursan bixwîne, dîplomayeke zanîngehê jî didinê.
Gelek texlîtên cuda yên qursan hene weke qursên xwendin û nivîsandinê, qursên pîşe û teknîkî, qursên civakî û çandiyê, herweha qursên li ser lêkolînên cuda cuda jî têne vekirin.
Mamosteyên taybet li qursan ders didin.
Qursên vêjeyî, bi piranî li ser peyvên zimanan, term, werger û tewrên axaftinê, toreyên herêmî û hwd in. Herweha li ser devokên cuda yên zimanan jî perwerde dibin. Bi giranî li ser pirsgirêka xwendin û nivîsandinê tê rawestin.
3) KOMCIVÎN Çiye?
Komcivîn, civînên piçûkû herêmî ne. Bi piranî yên siyasî, çandî, bazirganî û tiştên wisa çêdibin.
4) PANEL
Civînek nakokî ya ku ji hêla komek kes ve tê lidarxistin e. Naveroka wê nîqaşa li ser pirsgirêkên civakî, siyasî, zanistî û meseleyên wisa ye.
5) SEMÎNER:
Semîner komcivînek e ji aliyê kesekî zana ve agahdarî dide beşdaran. Bi taybetî li ser mijareke ku berê hatiye pîlankirin çêdibe. Di semîneran de bi piranî tenê kesen dipeyive, lê dibe ku çend kes jî tê de bipeyivin.
Piştî kutakirina kesê ku dipeyive, temaşevan pirsên xwe dipirsin.
Ji bo semînerên watedar, divê kesên akademîk û çandî, kesên xwedî perwerde û yên pispor bin.
6) SEMPOZYUM
Sempozyûm cureyek ders e.
Peyvika sempozyomê bi ingilîzî û frensî ye. Lê piştre her wisan ketiye nava piraniya zimanan. Bi Latênî “symposium” e û bi kurdî jî Sempozyûm tê gotin.
Sempozyûm komcivîneke pisporan e ku bi hevûdu re suhbet dikin. Di sempozyoman de gelek mijarên zanistî û wekî din ên akademîk têne nîqaşkirin. Berî destpêka sempozyomê, naveroka mijaran têne diyarkirin û navê serok û kesên ku tê de bipeyivin têne eşkerekirin. Di dawiya sempozyûmê de jî biryarên ku hatine girtin, têne weşandin û li raya giştî têne ragihandin.
Di sempozyoman de komeke zanist û rewşenbîr hene, ji ber hindê ji komcivînên vekirî û cûreyên din ên nîqaşan, cudatir in.
Armanc ew e ku çareseriyek ji pirsgirêkan re bête dîtin.
Bi hêviya lêkolîneke berfireh ji aliyê ciwanên me ve li ser van babetan, her şad û serkeftî bin…
Zeynelabidin Zinar
10/ 06/ 2024
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…