Dengbêjekî Bêmiraz: Seyadê Şamê û Zilfa Wî

Ji bo dostê min ê hêja Kek İsmet Aydemir…

“Esmer eman eman,

Dîlber eman delalê yeman,

Çi kulîlka dora çeman,

Xelk zewicî ez û tu man.”

Dengekî bi têra xwe tijî êş û keder, dengekî dawûdî, dengekî Serhedî, dengekî Bazidî tê guhên min…Çavên xwe digrim, li ser vî dengê kûr û hûr dibim. Ev deng ê kê ye ya Rebbî?  Ew Esmera ku behs dike kî ye? Ji bo çi ev dengbêj ewqas dike eman û yeman. Çîroka vê klamê çi ye? Ka çi bi serê wî de hatîye ku ewqasa ji dil û kezebê dilorîne.

Xwedîyê vî dengî dawûdî; Seyadê Şamê ye, firarê destê Roma bêbext e. Ew dengbêjê ku nêzî pêncî salan li xerîbî û xurbetê, ji welatê xwe dûr bû. Wek hemû Kurdistanîyên ku di sirgûna mecbûrî de ne, ew jî bêkes û bêwelat bû. Lê çîroka wî hinek cuda bû. Ji wî re digotin Seyadê Şamê, Seyadê Şamedîn, Seyadê Bazidî, Seyadê Serhedî…“Bilbilê radyoya Êrîwanê” ew bi xwe bû. Bi gotina birayê wî Veysel Çamlibel, “Qulingê Birîndar” bû. De werin temaşayê. De werin em bi hev re berê xwe bidin vî dengbêjê bêmiraz û em hinekî dil bisojin.


Dengbêj Seyadê Şamê kî ye?

“Ez Seyadê Şamê,
fîrarê destê Romê,
niha penaber im Rewanê”

Seyadê Şamê di sala 1922yan de li Bazîda Agirîyê ji dayik bûye. Seyadê Şamê ji ber hin sedeman di sala 1942an de li ser sînorê Rojhilatê (Îran) tê girtin û wî dişînin hepsa Erziromê. Piştî demekê Seyad ji hepsê derdikeve. Malbata Seyad ji ber Serhildana Agirîyê sirgûnî Alacaya Çorûmê dibe. Pençeya dewletê di sirgûnê de jî dev ji wan bernade û cendirme tên Seyad desteser bikin. Li gorî hin agahîyan Seyad wê demê bi Zilfînazê re destgirtî ye, lê hin kes jî dibêjin naxêr bi Zilfînazê re (“keçika herî bedew a nav eşîretê”) zewicî bûye. Seyad dixwaze firar bike û xwe teslîm neke lê malbata Seyad wî qanî dikin û wî teslîmî dewletê dikin. Seyadê Şamedîn car din dibin hepsa Erziromê. Piştî wextekî xeberek tê ji malbatê re: “Dibêjin, Seyad û çend hevalên xwe ji hepsê firar kirine.” Malbata Seyad ji vê xeberê bawer nake û dibêje; “Na welle Rom xayîn e, wan Seyad kuştine, me dixapînin, dibên firar e.”

Seyad ji hepsê firar dike

Seyad û çend hevalên xwe yên hepsê bi alîkarîya gardîyanekî ji hepsê direvin û dibin firarê dewletê. Seyad di zivistana 1945an de ji Erziromê lêdixe, xwe diavêje Îranê. Îran di wan salan de di bin kontrola Ûris de ye. Salekê şûn de Ûrîs ji Îranê derdikeve. Heta Komara Kurdistanê ya Mehabadê wê demê hêj yanzdeh mehî ye, lê ji ber îxaneta Ûrîs hildiweşe. Qazî Mihemed û hevalên wî li meydana Çarçirayê tên dardekirin. Di wê tevlîhevîyê de Seyad jî wek firar û penaberên din berê xwe dide Rûsyayê.

“Bilbilê Radyoya Êrîwanê”

Di sala 1955an de ji bo Kurdan bûyereke tarixî diqewime ku hêj jî di bîr û hafizeya millet de ye. Ew bûyer jî ew e ku di sala 1955an de li Rewana Ermenistanê di bin radyoya neteweyî ya Ermenan de; beşa Kurdî vedibe û her roj du saetan bi zimanê Kurdî weşanê dike. Pêşkêşvan dema “ancansan” (nûçeyan) pêşkêş dikir wiha digot: “Êrîwan xeber dide guhdarên ezîz, niha hûn ê bibihîzin deng û behsên teze.” Dema bernameya muzîkê dest pê bikira wiha bang dikir: “Guhdarên ezîz dengê radyoya Êrîwanê, klamê cimaeta Kurdan…”

Seyadê Şamê jî li ser pêşnîyara hevalekî xwe, li Radyoya Rewanê dest bi dengbêjîyê dike. Êdî deng û kesera Seyadê Şamê yê firar bi saya radyoya Rewanê digihîşt gund û bajarên Kurdistan û cîhanê. Kurd bi klam, stran, çîrok, hîkaye û xeberên Kurdî derd û kulên xwe bo demekî jibîr dikirin û xwe li ber vî dengî digirtin. Kesên ku ew roj dîtine dema behsa wan rojan dikin dibêjin; “Dema radyoyê dest pê dikir her kes li ber radyoyê kom dibûn û deng ji kesî dernediket…”

Seyadê firar piştî pêncî salan vedigere Bazîdê

Di serê salên 1990î de malbata Seyad pê dihese ku Seyadê Şamê sax e û li Êrîvanê dijî. Malbata Çamlibel berê xwe dide Êrîvanê û Seyad tînin Bazîda bav û kalan. Seyad êdî bûye pîrekî 70 salî. Civat çêdibe, nas û eqreba yeko yeko tên serdana Seyad. Herkesî bi Seyad re didin nasîn. Ne hindik e piştî 50 salan vedigere welatê xwe. Helbet wê hin kesan nas bike û hin kesan jî nas neke. Tam di wê noqte û sanîyeyê de çavên wî bi jineke pîr dikeve ku bala xwe daye dîwarê odê. Lê mêze dike û “hurmetê” nas nake. Ji birayên xwe dipirse, “Ka we her kesî bi min da naskirin lê we ew xwişka min neda naskirin.”

Wê demê zeman disekine. Bayê ku dileqe radiweste. Civata hazir xwe kerr û lal dike. Tu dibê qey wê lehzek şûn ve qîyamet rabe. Jixwe êdî qîyameta Seyad û Zilfê ye…Deng û hes ji kesî dernakeve. Seyad li jinik û li civatê dinêre. Zilfê serê xwe bi melûlî xistîye ber xwe. Ji civatê yek deng dide vê bêdengîyê û dibêje; “Ew ne xwişka te ye, ew Zilfînaza destgirtîya te ye…” Qîyamet û tofanek di rih û bedena Seyad de radibe…”Rih di qefesa singê wî de diperite.” Li ber xwe dinêre, şerm dike, serê xwe dixe ber xwe. Deng jê dernakeve. Wê demê erd biqelişe wê bikevîyê. Pelên daran diweşin, ba dileqe dibe tofan û bahoz. Çîya û gir mezin dibin. Çîyayê Agirî di dilê wî de dibe wolqanek, hindik maye biteqe…Kelogirî dibe. Pîrê heftê salî ji civatê fedî nekê dê bigirî. Dinya li ber çavên wî sar û tarî dibe. Çawa dibe ku Zilfa xwe nas neke. Ew Zilfînaza ku ev serê pêncî salan e li benda wî maye…

Seyad êdî hew lebat pê dikeve û vedigere Rewanê. Li radyoyê klama xwe ya bi nav û deng “Esmer eman eman”ê distirê…“Esmer eman delalê rindê / Vî bajarê tenê rind î / Tu bedewa nava gund î / Tu nazika nava gund î…” Ji ber êş û kerb û kesera nasnekirina Zilfa xwe êdî hew îdare dike. Lewre kezeb dişewite. Piştî çend mehan xeberek ji malbatê re tê; dibêjin Seyad wefat kirîye…

Bêguman lehenga vê çîroka rastîn Zilfînaz e ku pêncî salan li benda Seyadê Şamê maye.

Omer Bextiyar-Çandname

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Ey Hevalo De Were

Ey Hevalo De Were Îşev dilê min li ba işqê  mest û serxweş e Roj, …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *