Zanîngeha KOÇê Mamosteyên Kurdî Distînê

Bernameya Zimanên Biyanî ya Zanîngeha Koçê ji bo mamosteyên nîvdemî yên zimanê kurdî serlêdanan distînê (Destpêk, Sibata 2022).

Tê payîn ku di beşa kurdî de berendamên jêhatî yên xwedî doktora an jî yên ku beşa Ziman û Wêjeya Kurdî qedandine karin serê lêxin.

Bi taybetî namzedên ku di asta zanîngehê de di warê hînkirina kurdî de tecrûbeyên wan a berê heye, ji bo serlêdanê têne teşwîq kirin.

Ji berendamên serketî tê hêvî kirin ku li gorî hewcedariyên xwendekaran her sal 6 qursan di astên cihêreng de bidin.

Zanîngeha Koçê ku li Stenbolê (Sarıyer), Tirkiyeyê ye, zanîngehek pir bi navûdeng e. Zimanê perwerdeyê bi Îngilîzî ye.

Agahiyên zêdetir li ser malpera Zanîngeha Koçê kanin werin standin ( http://www.ku.edu.tr  )

Serlêderên eleqedar divê heya roja Îniyê, 25ê Mijdara 2022an serîlêdanên elektronîkî bi forma pdf bişînin navnîşana e-maîla jêrîn.

Cemre Kıratlı

CKIRATLI@ku.edu.tr

  • Agahiyên pêş
  • Serpêhatîya min
  • Agahdariya pêwendiya du referansan

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *