Welatê Yewnanê navend û destpêka şanoyê ye.
BÎ (Berîya Îsa) 550PÎ (Piştî Îsa) 220 de dema zêrîn a Şanoya Antîk bû.
Payîtext Atîna bi şano û şanogehên we cihê herî navdar bû
Helbestvan Thespîs şanogerê yekemîn e. (Koro-Bersiv)
Lîstîna şanoyê ji jinan re qedexe bû.
Karekterên jin ji alîyê zilamên ciwan yên bê simbêl ve dihatlîstin.
Feqîra nedikarî lîstikvanî bikira. Lîstikvanî tenê karê arîstokratan bû.
Arîstokratên şanoger nedizanîn şanogerîyê bikin. Ji ber vê vê rewşê bi maskeyan derdiketin ser dîkê. Ew maskeyên (Ken û Girî) dihatin bikaranîn niha bûne sembola şanoyê.
Şano ji bo Xwedayê Şerabê Dîonysus dihat lîstin. Ji Bo Dîonysus mîhrîcan dihat li darxistin. Gel bi tevahî ji bajaran qesta Atînayê dikir.
ŞANO
↪Tragedya ↪Komedya

TRAGEDYA
Peyva Tragedya (Trajedî) ji Tragoîdîa tê. Tragos “bizin” e û oîdîe “stran/klam” e. Tragoîdîa tê wateya “Strana Bizinan”.
Bizin koleyê Dîonysus in. Ji bo wî dûa/taat dikin.
Serê pêşî lîstkvan û koro çermê bizinê li xwe dikirin û derdiketin ser dikê.
Ji wan stranên koroyê Şanoya Tragedya derket meydanê.

Taybetîyên Tragedyayê
Tragedya ji efsane û mîtolojîyan pêk tên.
Mijarê wan Xweda û Arîstokrat in.
Tragedya yek perde tê lîstin.
Çêr/xeber û gotinên nexweş qedexe ne.
Di tragedyayê de dans û koro heye.
Etîk karê herî girîng e.
Cih, wext û bûyer bi hev ve girêdayî ye.
Bûyerên nexweş li ber çavên temaşevanan nayê lîstin.

Aîskhylos (Bî 484-406)
Dema zerîn a tragdeyayê di dewra wî de pêk hatîye.
Cara pêşî maske ji alîyê wî ve hate bikaranîn.
Dema karekter diguherî an jî rewşa derûnî diguherî pê re maske jî dihat guherandin.
Ji bo herkes bibînin maskeyên mezin dihat bikaranîn.
Di şonoyê de lîstikvanê duduyan lê zêde dike.
Berhemên wî: Agamemnon, Prometheus, Oresteîa…

Sofokles (BÎ 496-406)
Sofokles asta Tragdyeyê bilind kirîye.
Bi helbestên û pîyesên xwe bandorek mezin li însanan kirîye.
Cara pêşî dekor di lîstikên wî de hatîye bikaranîn.
Di şonoyê de lîstikvanê sêyan lê zêde dike.
Berhemên wî: Antîgone, Oîdîpus, Elektra…
Eurîpîdes
Nexweşê jina ye (Kazanova) û timî li ser jina nivîsandîye.
Bê tirs însan û îktadar rexne kirîye.
Pîyesên wî bêtir dişibin melodraman.
Girîng nedaye koroyê û wezîfeya wan kêmtir kirîye.
Şanonemaya Kîklops ya Satîrî ji alîyê wî ve hatîye nivîsîn. Di qada Satîrîyê de ev berhem tenê heye.
Li gorî Eurîpîdes, Jin candarên herî trajîk in.
Berhemên wî: Medea, Bakha, Alkestîs…

KOMEDYA
Mijarên komedyayê mijarên rojane ne.
Bûyer li ser însanên cêhil, nezan û qurre ye.
Tiştên pêkenokî yên însan, rewş û bûyerê nîşan dide.
Komedya ji espirîyan pêk tê.
Armanc kenandin û fikirandine.
Çêr/xeber û gotinên nexweş têne gotin.
Bûyerên nexweş li ber çavên temaşevan tê lîstin.

Arîstofanes (BÎ 450-388)
Ji mijarên rojane îlham girtîye.
Cara pêşî mijara evînê ji alîyê wî ve hatîye nivîsîn.
Rexenyên tûj li parlemonto û sîyasetê kirîye.
Berhemên wî: Çûk, Ewr, Beq
Mela Mihyedîn
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…