Ciwanên Hêja!
Di Toreya Kurdî de rûmeteke pir zêde ji bo jinan heye. Rûmeteke wisan zêde ku dema jinek xwe bavêje yekî, ne mikun e ku daxwaza wê neyête pejirandin. Ji vê zêdetir gava şerek di navbera zilamên Kurd de çêdibe û jinek an çend jin dikevin navbera wan, pêre pêre dest ji şerê hevûdu berdidin.
Di Toreya Kurdî de navê zayenda mê ya mezin bi giştî JIN e û vajiyê wê jî MÊR e. Li ser van herdu peyvan gotineke pêşiyên me jî weha heye: JIN Û MÊR, TEVR Û BÊR.
Lê belê ji bo rêzgirtinê di hin çîn û cûnên civata kurdewariyê de, ev navê JINê tê guhertin, wek mînak:
– Ji bo jina Paşê, qiral, mîr, beg û xuyaniyekî Kurdistanê re XATÛN tê gotin. Mesela: Xatûna Key Erdeşêr, xatûna Viştaspê Qiralê Medan, xatûna Evdal Begê Miksî (bavê F. teyran) û gwd.
Ev nasnav di hin destanên Folklora Kurdî de jî hatiye gotin û di Destana Zembîlfiroş de weha ye:
”Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im
Zarok birçîne li mal in
Ji Rebê jorî nikarim”
– Ji bo jina kesên wek mele, şêx û kesekî olnas jî, HEREM tê gotin.
Mesela: Herema Şêx Fethulah Werqanisî, Herema Mele Mihyedîn Hawêlî, Herema Seyîn Riza Dêrsimî, Herema Hezretê Norşênî, Herema Îhsan Nûrî Paşa û gwd.
– Ji bo jina kesekî dewlemend, xuyanî û maqûl jî XANIM tê gotin.
Mesela: Xanima axayê gund, xanima parêzerê bajêr, xanima Hecî Rostemê Babikî û hwd.
– Dema jineke nenas bê dîtin, jê re HIRMET gotin (Hirmet ji hurmeta rebî ye û bi wateya rûmetê ye).
– Ji bo jina kesekî jar, belengaz û bêpîşe jî, JIN tê gotin.
Mesela: Jina gavanê gund, jina Keywanê Nêçîrvan, jina Eloyê Tîrvan, jina Hemoyê rêncber û hwd.
Lê mixabin kultura Kemalîzmê, di Sedsala Bîstî de hemû bizmar û boxrîk û badonekên ku Çanda Kurdî radigirtin, ji cih leqandine û hilweşandine.
Hêvîdar im ji Yezdanê dilovan ku hêz û zanîneke bêsînor bide ciwanên Kurd, da ew jî karibin serweta bav û kalan ji binê kavilên hilweşandî derxînin û bidin jiyandin.
03/ 12/ 2015
pencinar.z@gmail.com
Zeynelabidin Zınar
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…