Grotesk di edebiyat û hunerê de

Grotesk têgeheke wêjeyî û hunerî ye. Diyardeyek e ji rastî û xeyalê pêk tê yanî berhema têkilkirina rastî û xeyalê ye. Wek mînak, dibe ku grotesk rewş an cih an bûnewerekî tinazok, hevdij, neguncaw yan jî tirsêner be. Lewma wateya grotesk dikare gelek pênase û danasînan lixwe bigire.

Di zimanê ingilîzî de peyva grotesk tê wateya tiştekî ku bi şêweyeke bêzarker, kirêt an qerfok “îronîk” be. Bikaranîna peyva grotesk di sedsala 16an de destpê kir. Hîmê vê peyvê, peyva “grotto” ya îtalî ye ku tê wateya şikeft (mixare) û îşaretê dide wan şêwe û resmên ku mirovên seretayî yên ku di şikeftan de dijiyan, li ser dîwarên şikeftan diresimandin.

Hîm û binemayên hunerî yên sedsala 16an di piraniya wan resm û nîgaran de nebûn, lewra ji bo danasîna naverok û wateya hunera şêwekarî ya şikeftan, peyva “grotesk” dihat bikaranîn. Hinek ji wan nîgarên şêwekarî pir sosret û derasayî bûn û mirov û ajel têkilî hev dikirin. Lê îtaliyan ew şêwe û nîgar wek bêzarker, kirêt û tinazok wesf dikirin.

Di sedsala 16an de, peyva grotesk derbasî nav edebiyatê bû, nexasim edebiyata fransî. Grotesk bêhtir ji bo destnîşankirina kirêtî û neguncawiya forma fîzîkî û endamên laş dihate bikaranîn. Di sedsala 19an de, ev peyv li Brîtanya û Almanyayê jî belav bû û bi wateya karîkatûr an tinaz “karîkatûrê realîteyê” dihate bikaranîn. Romana “Piştqofê Notre Damê” ku gewdeyê karakterê wê yê sereke pir bêzarker e mînakek e berçav ya grotesk di edebiyatê de bû.

Lê ne hertim grotesk tirsêner yan bêzarker e. Wek mînakdi çîroka navdar “Pinokyo” de, Pinokyo qet ne tirsêner e. Di çîroka “Alîs li Welatê Ecêban” de, herçiqasî karakterên romanê dibe ku bi kêsima xwe tirsnak jî bin, lê belê reftar û tevgerên wan yên qerfok tirsê jinav dibin. Di vê çîrokê de, ne tenê karakter, lê atmosfera wê ya sosret û ecêb jî grotesk e.

Di sedsala 20an de, gelek bizavên wêjeyî û hunerî wek Ekspresyonîzma almanî, Suryalîzm, şanoya absurd (bêwategerî) û şanoya grotesk berê xwe dan tevlîhevkirina komedî û tirsandinê. Di sedsala 20an de, grotesk cihekî balkêş di edebiyatê de girt û gelek berhemên wêjeyî bi groteskê hatin xemilandin. Romana “Metamorfoz” ya Franz Kafka û çîroka “Bêvil” ya Nikolay Gogol mînaka berhemên grotesk in. Çîrok ji xwîner re hinekî xerîb û sosret tên û atmosferên komedî, tirsnak û suryalî lixwe digirin.

Grotesk ne girêdayî janreke edebî ya taybet e. Piraniya nivîskaran û hin kesên ku bi awayekî nû dinivîsin û zêde di teoriya edebiyatê de ne pispor in jî, têgeha grotesk di nivîsên xwe de bikar tînin. Di berhemên realîst de jî dibe ku grotesk di behskirina rewşên ecêb û sosret de yan kesayetiyên taybet de bê dîtin.

Grotesk bi giştî ji bo wênekirina fîzîkî ya laş tê bikaranîn. Di piraniya berhemên wêjeyî de bi têkilkirina mirov û ajel û tew mirov û riwekan (giya) û tiştên din derketiye holê. Di sînemayê de jî, Cyborg “sayborg ango mirovê nîv robot”, karakterên ecêb û sosret ên rêzefîlmê çeteyên Deryaya Karayib, yan ew darên ku di kêsima mirov de ne, hemû grotesk in. Di janra sînemaya tirsêner yan zanista xeyalî de jî, grotesk bi rengekî berfireh tê bikaranîn. Tew ew wêneyên ecêb û sosret jî ku bi Fotoşopê û bi mebesta demderbaskirin an bi hunera dijitalî tên berhemanîn, têgeha groteskê nîşan didin.

Edebiyat û kultûra devkî û bîr û baweriyên olî yên şêniyên rojhilat jî, ji têgeha groteskê ne xerîb in. Bûnewerên bi navê cinan ku piyên wan ji simê ajelan in, bûnewerên fena Yacûc û Macûcan, dayika Fuladizre di çîroka Mîr Erselanê Romî de, dêwê spî di Şaname de û gelek mînakên din hemû grotesk in. Nexasim bûnewerên neasayî beşek ji bîr û baweriyên olî yên rojhilatî û rojavayiyan pêk tînin û beşek ji pêrewên wan olan gumana wan ji rastiya wan bûneweran “wek cinan” nîne.

Ezîz Hekîmî/Rudaw.com 

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply