GIZÊ GAZO – LÎSTIK

Listîka Gizê Gazo bi şiv û çend lîstikvanan tê lîstin. Lîstikvan tev topê ser hev dibin û yek ji wan yek bi yek û kîte bi kîte hevalan dijmêre;

Ji bo keçan: “ E-kil çî-kil, ça la çî-kil. Zo-zan dî-ne mê-rê wê miş-ko bû ser-sot û şe-wi-tî”

Ji bo lawan: “ E-kil çî-kil, ça la çî-kil. Ba-ran dî-ne ji-na-wî miş-kê bû ser-sot û şe-wi-tî”

Jimartina dawî li ser kê bisekine ew dişewite û dikeve holê, li ber holê dimîne û dibe Gizê Gazo

Her listîkvan serê şiv an çoyê xwe bi tiliya şahdê pê digire û binê şivê jî li ser pozê sola xwe dadîne. Lingê xwe li ba dike heya ku jê tê davêje dûr. Lîstikvan şivê çiqas bi dûr ve bavêje baştir e. Ew kesê di holê de ye, erka wî; wan şivan topê ser hev bike û bîne holê. Ew kesên di holê de ye wexta ku here wan şivan tev top ke divê bêhna xwe negre û bideng bibeje: “Gizê Gazo, Gizê Gazo, Gizê Gazo…”

Yê li ber holê ku wan şivan bi lez gişk topê ser hev kir, li gor lîstikê erka xwe hanî cî, ku neşewite ev kesa ji holê der dikeve û dora xwe derbas dike. Yan jî BÊHNA xwe berde û bêhn bigire îja ev kesa dîsa dişewite di holê de dimîne. Dîsa dibe “Gizê Gazo” li ber holê disekine.

 

Şems Yusuf Derdere

Gotin: Şemsettîn Karaaslan

Dever: Gundê Qerto Çêrmûg-Diyarbekir

Temen: 44

Perwerde: Lîse

(Ji kovara Çandnamê hatiye wergirtin: Hejmar 2, Gulan 2020)

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply