Li ser dîwarên Stenbolê xêzên bi kurdî

Ji ber ku xêzkirina dîwaran pirî caran îllegal tê dîtin, di derengiya şevê de, bi piranî li taxên kenar wek taxên mixalif û karker lê dijîn tên çêkirin. Van fikrên di medyayê de an jî di qada kamusal de nikarin cîh bigrin pirî caran ji bo dewletê sûç dihundirînin.

Li Tirkiyayê xêzkirinên li ser dîwaran piranî bi komên çepgir tê zanîn. Gelek xwandekarên di nav van koman de li dîwarên zanîngehê û li kolanan fikrên xwe dineqişandin. Ser van xêzkirinên îllegal dihatin qebûlkirin, roja din bi boyaxa gewr ya şaredariyê dihate girtin.

Satır içi resim 3

Xêzkirinên dîwaran bi gelemperî di dema bûyerên Parqa Geziyê de ketin qada kamusal. Di dema van bûyeran de gelek xêzkirinên dîwaran yê afiriner di medyaya civakî de ketin nava tiştên herî pir tê parvekirin. Her çendî xêzkirinên dîwaran nebe jî boyaxkirina pepelûkên Stenbolê û piştî wê girtina bi rengê reş ji hêla şaredariyê ve derbarê xêzkirina dîwaran de delîlan di de me.

Di pevçûnên dawî yê li Kurdistanê ku dewlet ketibû pozîsyona “mixalefetê,” li qadên şer dirûşmên wek; “Esedullah, PÖH, JÖH, Pîçên Ermeniyan, Dewlet hat” li ser dîwaran hatibû nivisîn. Dewlet ku dixwest bi nivîsan li wir hebe, di heman demê de dixwest hukumraniya xwe bi sembolên li ser dîwaran nivisiye bi dest xe.

Satır içi resim 5

Nifşê nû yên xêzên dîwaran #hashtag

Xêzên dîwaran ku bi piranî bûyerên civakî bi bîr dixin, hiş û bîra mekanê zindî dihêlin, bi medyaya civakî re şiklên xwe guherandin. Ku em dikarin bibêjin hashtag nifşê nû yên xêzên dîwaran in di xûyabûna bûyerên civakî de rola sereke lîstin.

Satır içi resim 1

“Rêyek din ku li bajar bê jiyîn nîn e”

Bi sala 2016’an ve li piraniya taxên Stenbolê nivîsên kurdî li ser dîwaran hatin xêzkirin. Ez ketim pey van risteyên helbestên kurdî, gotinên kult yê kevneşopiyê, nivîsên derûnî û nêrîna xortên kurd dide der ku li ser dîwaran hatibûn xêzkirin. Piştî ku min bi A.K. re pêwendî danî, em li ser çîroka van nivîsên li ser dîwaran axivîn.

Satır içi resim 12

A.K. xwandekara Zanîngeha Stenbolê ye ku li taxên cur bi cûr nivîsan li ser dîwarên Stenbolê dineqşîne. Wiha bersiv dide pirsa me ya, tu çawa dikarî li cihên cur bi cûr nivîsan binivisî; “Ez xwe bi awayek wek Flaneura nûjen dibînim. Na ku hema di nava bajêr de derbas bibim, serê xwe bilind dikim û hewl didim li neqşên avahiyan binêrim. Helbet bandora xilasbûna ji tengavbûna bajêr jî di xêzkirina min de heye. Ez dixwazim bi nivîsên xwe li kolana her roj tê de derbas dibim baxçeyek xêzkim û kulîlkan li nav deynim. Bi vî awayê belkî gewrtiya bajêr hindik bibe û tengezariya wê bê kişandin. Di vê pêvajoyê de astengiya herî mezin ji bo min pereyê spreyê ye, ji ber ku ez xwandekar im.”

Satır içi resim 13

A.K. dibêje ku nivîsên li ser dîwar hewldana xwe nîşandayînê ye û sedema nivîsan çima bi kurdî dinivisîne waha bi lêv dike: “Ez naxwazim kurdî tenê girtiyê çar dîwarê malê be. Ku kolan perçeyek ji jiyana min a rojane ye û ez dixwazim di vê pariyê de jî zimanê xwe bidim nîşandayîn. Ger min li kolan helbestek bi kurdî bidîta dê ezê gelek kêfxweş bibûma, ez ji bo kesên din kêfxweş bikim li kolanan helbest dinivîsim. Bo xwe bigihînim zêdetir kesan di medyaya civakî û di bloga xwe de jî perve dikim.”

Satır içi resim 11

Wek piraniya nifşên kurd yê nû problema A.K. jî bi rêzimana kurdî re heye û A.K. wiha vê mijarê pênase dike: “Ji ber ku ez rêzimana zimanê xwe ji dû re hînbûm di van nivîsan de dibe mijara min. Her çiqas ez bi kurdî biaxivim jî; rêzimana ziman ez di zarokatiya xwe de an jî li dezgehek perwerdeyê hîn nebûm û her ji min re beyanî dixwiyê. Ev nelivkirina min a rêziman bû sedem ku ez beşa zimanasiyê bixwînim û her û her rêziman di jiyana min de be. Bê wî di nivîsên xwe de rolên ku ji hêla civakê ve hatî qebûlkirin dadaxim qada nîqaşê, wek mînak; Mêro Xwarin Çiye? Hemû nivîsên min yên li ser dîwaran wiha dikare bê pênasekirin; çi êş di nava min de hebe diherika ser dîwaran.”

A.K. ku hin caran bi hevalên xwe re li ser dîwaran nivîs xêz dike, sedema nebûna tirsa xwe wiha dide der: “Na, ez natirsim. Kî ditirse ji xêzkirina helbestan li ser dîwar? Ez ne baweri im ku sucek di vî karê de hebe.”

Satır içi resim 6

Jiyan: “Helbesta li ser dîwar û li kolanê bê xêzkirin bi hêztir e”

Di nav nivîsên A.K. ê ku li kolanan xêz kirî ye de risteyên ji helbestên Rênas Jiyan jî heye. Wek ku tê zanîn Jiyan jî yek ji wan kesan e ku herî zêde ji hêla xortên kurd ve tê hezkirin û şopandin. Ji bo vê mijarê me serî li fikrê Jiyan da. Jiyan got ku helbestên li kolanan hatî xêzkirin bêtir rihê helbestê dide der û waha berdew kir: Ez gelek kêfxweş bûm ji vê agahdariyê ku helbest li kolanan tên xêzkirin û helbestên min jî di nav de hene. Ji bo min bû mizgîniyek. Helbest ku dakeve kolanan bêtir cihê xwe digre. Helbest bo di pirtûkan de genî bibe, bireze nay nivîsandin. Rûhê jiyanê di kolanan de ye û li kolanan de baştir diherike dilê mirovan. Helbesta li ser dîwar û li kolanê bê xêzkirin bi hêztir e

Nûçe: Aziz Tekin

Satır içi resim 7

Satır içi resim 10

Satır içi resim 4

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply