Çima em Kurd wiha jar û bindest in?
Digel ku em wiha gernas û leheng in
Çima em kurd wiha jar û bindest in?
Digel ku em wiha zîrek û wêrek in
Çima em kurd wiha jar û bindest in?
Digel ku em wiha mêrxas û egîd in
Çima em kurd wiha jar û bindest in?
Digel ku em di şer de mîna şêr û piling in
Çima em kurd wiha jar û bindest in?
Digel ku em wiha telebkar û bixwestekin
Çima em kurd wiha jar û bindest in?
Digel ku em wiha jîr û xwezdar in
Çima em kurd wiha jar û bindest in?
Digel ku em xwedî hezar reng in
Ji dîrokê heta roja me
Wiha gelcoyî ye rewşa me
Ku yekî Kurd dibe desthilat
Yê din li ser direşînin zinar û lat
Em ji hev xeyidî ne, me ji vegerandiye hev sû
Me bi xwe şikestandiye ser û hestî û parsû
Em ji hev re bûne xayîn mîna qewmê kew
Bûyerê hatine serê me, me hişyar nekir ji xew
Kîn û hesûdî û rikdarî û xayîntî
Ji me re aniye tim dîlî û bindestî
Çavresî û çavnebarî û zikreşî û xwebînî
Ev in hemû encamê cahiltî û nezanî
Gelo em çi bikin ji bo vê rewşê
Em çawa çareser bikin vê şerêşê
Divê en guh bidin nemir Ehmedê Xanî
Dibê em der bixin ji nav xwe cahiltî û nezanî
Ji bo em pêş ve biçin xwe bighînin
Divê em her dem û wext bixwînin
Ger em xort û keçê xwe yê ciwan
Bidin xwendineke bisûd û dilovan
Û em derfêt bidin van xwendekara
Em ê xuya bikin mîna kara xezala
Berjewendî û doza neteweyê xwe
Bidin pêşiya xwestek û berjewendiyê xwe
Pêk bînin yekîtî, bidadmendî bikin tevger
Ji bo ziman û maf û çanda me şer bikin rêber
Divê em bi pêş bixin hunerê xwe yê ramanî û fikrî
Ne ku em bibin berazê xwe digevizîne li nav herî
Ev ê daxwaza min ji Yezdanê dilovan
Ku em Kurd nebin pezê li dû şivan
**Gazind serê xeydê dişkêne.
Emre MÛHARGÎNÎ
AMED/ 08.02.2016
www.candname.com