Li Komeleya Nûbiharê Semînera “Hetê Nasnamayê Etnîkî ra Edebiyatê Kirdkî”

Li navenda Komeleya Nûbiharê ya Amedê bi sernavê “Hetê Nasnamayê Etnîkî ra Edebiyatê Kirdkî” semînerek hat lidarxistin. Nivîskar û lêkolîner Roşan Lezgînî semîner da û behsa nasnameya etnîkî ya berhemên edebî yên bi kurdîya zazakî kir.

Ji ber ku beşdarên semînerê hem kurdên kurmanc hem kurdên zaza bûn lewre Roşan Lezgînî jî axaftina xwe bi her du zaravayên kurdî kir. Roşan Lezgînî di serî de bal kişand ser navan û têgehan û got “Nav û têgeh masum nînin. Bitayebtî dewlet li gorî polîtîkaya xwe nav li tiştan dikin û têgehan çêdikin. Bo nimûne, navê Anadolê esas bi yûnanî ye, wek ‘Anatolia’ bi nav dikin, ev nav tê manaya ‘welatê rojhelatê’. Ev der, erdê alîyê rojhelatê Deryaya Egeyê ya Yûnanîstana kevin bû. Heta derdora Anqarayê dihat. Lê tirkan di hezîrana sala 1941 de, di ‘Birinci Türk Coğrafya Kongresi’ de sînorê Anadolê wek lastîk kaş kirin birin heta Qersê, Erdexanê, Agirî û Hekarîya. Wek perdeyekî kişandin ser navê Kurdistanê. Ne ku tenê li Bakur wisa ye. Ji bo Kurdistana Başûr jî dibêjin ‘Şîmalî Îraq’ yan jî ‘Kuzey Irak’. Ji bo perçeyên din jî wisa dikin. Dewletên miletên serdest navê welatê me înkar dikin, li gorî xwe navan li welatê me datînin, em jî, êdî navên ku dewletê danîne qebûl dikin. Gelek însanên me êdî dibêjin ‘Güneydoğu’, dibêjn ‘Ez diçim Quzey Îraqê…”

Roşan Lezgînî nimûneyeka wisa da ku navên tirkî çawa di nav miletê me de bicih dibin û neslên nuh ji rastîya welatê xwe çawa bi dûr ketine. Roşan Lezgînî got “Ez li rawestegehê bûm. Camêrekî got ‘Xwarzî, erebeya Kocaköy çûye yan na?’ Emre wî nêzî heftê salî bû. Min got  ‘Apo Kocaköy nîne, Karaz e.’ Camêrî got ‘Ez dibêjim Karaz, kes fêm nake, nizanin Karaz li ku ye. Ez bibêjim Kocaköy, hîn fêm dikin.’ Hal ev e ku Karaz dema gund bû jî navê wî Karaz bû, niha bûye navçe jî Karaz e. Dewleta tirkan navê wir kiriye tirkî, Kocaköy lê danîne. Miletê me navê rastîn ji bîr kiriye, navê tirkî qebûl kirine.”

Piştî vê destpêkê îcar Roşan Lezgînî sohbeta xwe hanî ser navê Zaza û behsa derketina Zazacîtî kir got: “Em miletê Kurd miletekî pir-dîn û pir-ziman in. Di nav miletê kurd de dînê îslamê, êzdîyatî û yarsanî hene. Her wisa, zaravayên kurdan jî pênc heb in: Kurmancî, Zazakî, Soranî, Hewramî û Lurî. Her yek tena serê xwe kurdî nîne. Ji bilî kirdan ku ji zaravayê xwe re dibêjin Kirdkî tu yekî navê Kurdî li xwe nekiriye. Lê kurdên Zaza ji qedîmî ve ji xwe re gotine Kird, ji zaravaya xwe re jî gotine Kirdkî…”

Roşan Lezgînî wisa dewam kir: “Kurmanc ji me re dibêjin Dimbilî. Li alîyê Dêrsimê dibêjin Kirmanc. Lê ev navê Zaza cara pêşî di Seyahetnameya Ewlîya Çelebî de wek îzafe derbas dibe, dibêje ‘Ekrad-i Zaza’ û ‘Eşiret-i Zaza’. Ewlîya Çelebî jî, muhtemelen ji metnên erebî ev nav bihîstîye ku wek ‘Zewazan’ yan jî ‘Zûzan el-Ekrad’ derbas dibe. Yanî, Ewlîya Çelebî di manaya ‘Kurdên Zozazan’ gotiye ‘Ekrad-i Zaza’. Ji wir ketiye devê tirkan. Jixwe Ziya Gökalp dibêje tirkan ev nav li wan kiriye, ew ji xwe re dibêjin ‘Kird’. Ev navê Zaza ji tirkan ketiye devê kurdan.”

Roşan Lezgînî got “Di eslê xwe de zêde zerareka wê nîne ku ji me re bibêjin Zaza, lê ji ber ku hin kes li ser vî navî fikrekî xelet belav dikin lewma îro ji me re bûye teşqele. Kurmanc jî di ser vî navî re xeletîyek dikin: Ji Kurmancî re dibêjin Kurdî, ji Kirdî re dibêjin Zazaca. Ev xelet e! Eger em bi tirkan re xeber bidin, em Kurmancî, Zazakî, Soranî, Hewramî yan Lurî jî xeber bidin, divê em bibêjin ‘Kürtçe konuşuyorum.’ Lê çi dema em di nav xwe de xeber bidin, rast nîne ku em bibêjin ‘Ez bi Kurdî diaxifim, tu bi Zazakî diaxifî’ yan jî em bibêjin ‘Em kurd in, hûn zaza ne!’ Ev xelet e…”

Roşan Lezgînî wisa dawî li semînera xwe anî, got “Zazacîtî di sala 1985 de li Sêwêdê ji alîyê tirkperestekî ve hat destpêkirin. Lê fikrê xelet di nav xelkê de zû belav dibin. Niha Zazacîyan komele danîne, heta partî jî danîne. Dewlet tezên doktora bi hinek kesan dide nivîsandin. Dîroka kurdên Zaza ji kurdan vediqetînin. Berhemên edebî ku kurdên Zaza afirandine, me anîne meydanê ji xwe re dikin mal. Nasnameya etnîkî ya edebîyata Zazakî Kurdî ye, mohra Kurdîtî li ser e. Lê ji ber ku em hay ji xwe nînin, em ferq nakin ku çi diqewime, xelk bi berhemên me Zazacîtî dike! Divê em di vê mijarê de hişyar bin, em navan û têgehan rast bikar bînin û xwedîtî li miletê xwe, li berhemên xwe bikin.”

Piştî ku Roşan Lezgînî axaftina xwe temam kir, îcar ji beşdaran jî gelek kesî fikrê xwe got û pirsên xwe pirsîn. Piştî ku Roşan Lezgînî bersiva pirsên beşdaran dan îcar kitêbên xwe bo xwendevanan îmza kirin û semîner bi awayekî serkeftî temam bû.

ji malpera Komeleya Nûbiharê hatiye wergirtin malper

Derbar ziman

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply