Zimannas Elî Paksirêşt: Kurdên soran kar dikin û yên kurmanc jî tenê sloganan didin

Niha perwerdeya bi kurdîya kurmanciyê bi tenê li bakurê Kurdistanê û li Rojhilatê Kurdistanê tuneye. Rewşa Bakur ligel ya Rojhilatê di di warê hebûna weşanxane, kovar, hebûna çend beşên zankoyan ji ya Rojhilatê welêt baştir xwiya dike û hejmara kurmancîaxivan jî herî zêde li van herdu parçeyên Kurdistanê ye. Li Îranê û Rojhilatê çi metirsî li ser kurmanciyê hene hene?

Eger mebest ji perwerdeyê xwendina li dibistanan an zanîngehan be, li vir hîn kurmancî di perwerdeyê de tuneye. Lê di warê weşanxane, kovar û çapemeniyê de divê bibêjim kurdên me yên kurmanc gellekî tiral in, çima? Ji destpêka Şorişa Îslamî ya 1979an ve tenê li parêzgeha Kurdistanê ji 430yî pirtir kovar, heftename, rojname… bi kurdiya soranî hatine weşandin an jî tên weşandin. Rê bo wergirtina destûra van tiştan bo hemûyan vekirî ye, mixabin kurdên kurmanc li vir her tiştî bi berçavka siyasî lê dinêrin yanê çanda xwe siyasî kirine lê kurdên soran siyaseta wan a çandî heye û sînorê çand û siyasetê tevlihev nakin loma jî serkeftî ne. Yanê kurmanc hema îro jî dikarin wekî soranan kovaran… derxînin. Heya vê gavê tu kovar an heftenameyeke bigiştî kurmancî li Îranê derneketiye û tenê carinan di çend rûpelên dawîn ên çapemeniyên soranî de bi kurmancî hebûne.

Demek e ez dixwazim kovara Kurmancnameyê bi kurmancî derxînim û min ji hemû kesên nas dikin re jî gotiye lê kes nanivîse û eger kêm zêde hebin jî bi farisî dinivîsin. Li TVya SAHARê jî biqasî du saetan bernameyên bi kurmancî hene lê kesên li wir ne pispor in û tenê li berjewendiyên xwe yên ferdî digerin, bernameyên wan pirr lawaz in, li Ûrmiye, Meşed, Bijnûrd, Tehranê jî radyoyên bi kurmancî hene lê asta bernameyên wan xurt nîne.

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply