Ziman, ziman û dîsa jî ziman

Ziman nasnameya bingehîn a her milletekî ye. Ji bo wê yekê jî, eger neteweyek bixwaze kesayetiya xwe li ser rûyê zemîna îroyîn bi cih bike û derîne pêş, di destpêkê de ziman ji bo xwe dike armanca yekemîn.

Di zimên de, her tişt parastî ye: hest û wijdan û heta awayê hizirandina li tiştekî yan li fikrekê. Wek mînak hestên mirovekî ji neteweyekê eger ne bi zimanê dayikê bin ew hest tim ji wî mirovî re biyanî xuya ne. Anku eger ew kes deqekî wêjeyî binivîse her pê dihise ku muxateb ne ji neteweya wî ye, ne dayik û bav û bira û xûşk û xizmên wî ne. Ev diyarde li ba min bi xwe jî hate ber ҫavan. Bi taybetî jî piştî ku min yekemîn romana xwe ya bi erebî Xwîna li ser Minareyê nivîsî. Heta ji min hatibû min hestên tenik nivîsîbûn, bi zimanekî bilind û rewanbêjiyeke pirr li gor ku rexnegirên ereban gotin. Mijar mijareke kurdî bû lê ziman bi erebî bû (ҫima bi erebî bû, ew ҫîrokek din e dibe ku ez rojekê bi ferehî derbarê de binivîsim). Lê ez her pê dihisiyam ku ev wêjeya “bilind“ tiştek jê kêm e, ez nizanim ҫi navê lê bikim! Gelo giyaneweriya (rûhiyeta) kurdî ye! hestiyariya kurdî û rasteqîniya wê ye! ez nizanim. Lê her ew deq edebî ku navê wê roman e û bi erebî hatiye nivîsandin dilê min rihet nekiriye. Li vir ҫîroka zanyarekî dînîyî kurd î mezin tê bîra min. min di pirtûka Hedîqeya nasirî ku bi farisî ye de xwendiye ku, zanayekî kurd hebû piştî ku nimêj dikir, bi erebî dua dikirin, paşê diquliband farisî û dengê xwe pê de berdida, û dawî jî duayên xwe bi kurdî dikirin û pê re jî digiriye. Ewî zanyarê dînî wisa texmîn dikir ku dikare bi kurdî bêtir nêzîkî xwedayê xwe be.  

Baş e êdî mirov dê ҫawa bike ku nifşên ayendeyê bikaribin tenê bi kurdî bifikirin û bi kurdî binivîsin? Bi baweriya min nifşê niha pirr bi şanstir e ji nifşên berê. Niha imkanên fêrbûna zimanê dayikê zêdetir in. Eger mirov rewşê bide ber hev dê di aliyê fêrbûna ziman û derfetên wê de bibîne ku niha fersendek dîrokî heye û divê mirov ji dest nebe.

Berî her tiştî irade divê. Xwezî û xewn têrê nakin ku yek zimanê xwe ji mirinê xelas bike. Ziman prosesek kollektîv e. Ew ne girêdayî takekesekî bi tenê ye ku bibêje ha ez fêr bûm ҫîrok qediya. Mesela ziman, mesela milletekî ye ku ji bo wê kampaniyayek ji dil divê(ne tenê kampaniyayên bi sloganê xwepêşdanekê re deng pê dikeve û ku ew xwepêşandan diqede kesên xwepêşander diҫin malên xwe û wek xwe dimînin). Divê qedrê ziman di medyayê de, di rojnameyan de, di hilbijartinan de, di xutbeyên rojên înan de, di kirrîn û firotinan de, di otubusan de û li her deverê were zanîn û ew bibe tayê ku xelkê digihîne hevdu. Ji ber ku şerê li dijî zimên bûye şerekî sîstematîk bû, divê rizgarkirin û xwedîlêderketina wî jî sîstematîk be. Ziman eynî mîna afrîdeyekî giyandar e: diwelide, mezin dibe, xurt dibe, lawaz dibe, nexweş dikeve, tê ber mirinê, dimre yan jî zindî dimîne.

Mixabin gelekan ji me fêm kiriye ku ziman ew ҫend gotinên silavê ne tu fêr bibî te mesele safî kir. Lê di rastiyê de ne weha ye, ziman eger nebe darek û hemû alîyên jiyanê sî neke, felsefe pê neyê nivîsandin, zanist pê neyê nivîsandin, stêrnasî, matematîk, sosyologî, tarîx, diyanet û teknologî, wê bimîne zimanekî xizan î ku dê nikaribe di salên li pêşiyê de li ber xwe bide. Li vir bi dîtina min divê kesên li ser meseleyên zimên dixebitin teng lê nenêrin û ne tundrew bin û nebêjin ka em illeh peyvên resen bînin. Na, em wek milletkî ku divê zimanê wî ji metirsiya mirinê xelas bibe, divê mîna farisan yan wek osmaniyan bin, xwerûyî û pakiya zimanan efsaneyek e, tunebûna peyvên biyanî di zimanekî de tê wateya ku ew ziman pasîv e, neketiye têkiliyan bi zimanê din re û ne tesîr lêbûye û ne jî dikare tesîrê bike.

Jan Dost

www.zamankurdi.com

Derbar Çand Name

Check Also

Bêtifaqî û nebûna yekîtî û hevgirtina kurdan di helbestan de

Li dinyayê her netewe û miletek bi çend taybetmendî û sîfetan tê naskirin. Li Rojhilata …

Leave a Reply