Ziman û Mirov

Nivîskarê navdar, Maksîm Gorkî di zaroktîya xwe de li bajarê Nîjnîy Novgorodê di firinekê de li berdestê nanpêjekî dixebitî. Li vî bajarî zaroktîya wî di nav peyvan û li pey şopa peyvan derbas bû.

Rojek ji rojan çîrokek Tolstoy dikeve destê Gorkîyê biçûk de. Bi coşek mezin dest bi xwendinê dike û zûzûka berhema di destên xwe de diqedîne. Wê roja ku berhmê diqedîne, Gorkî radihêje berhmê û difikire: “gelo di nava berhmê de ango li ser rûpelên wê tiştên sihrî hene ku vê çîrokê dike tiştekî muazzam?” Carek din rûpelên berhemê li pey hev diqulubîne lê li ser kaxiza spî ji xeynî tîpên kirîlî tiştekî nabîne.

Ya ku Gorkîyê biçûk û xwendevanan dibin tesîrê xwe de dihêle û wan bi awayekî sihrî şaş û matilmayî dihêle ew nivîsên li ser kaxiza spî hatine reşandin bi xwe ne. Ew tîp in ku gava bi tena serê xwe bin bêmane ne lê gava bi awyekî rêk û pêk tên ba hev wê çaxa wek lehîyê hemû xwendevanên xwe dibin bandora xwe de dihêlin û hêstên wan sertaser bi peyvên xwe dinixumînin.

“Di destpêkê de ‘Peyv’ hebû. Peyv û Yezdan bi hev re bûn û Yezdan Peyv bi xwe bû” (în prîncîpîo erat verbum et verbum erat apud deum et deus erat verbum); wiha destpê dike kitêba pîroz Mizgînî (Incîl).

Peyv tiştek wisa ye ku têsîrê wê ji têsîra hertiştî zêdetir e. Têsîrê peyvê ebedî ye ne beşerî ye. Bi sedansala heman peyv tê gotin û tu carî bi qasî misaqalekê jî tiştek ji maneya xwe wenda nekirîye.

Zilm û neheqî beşerî ye û mecbûrî ye ku biqede. Ew gulleya ji bo zilmê tê bikaranîn bi xwe jî beşerî ye û bi demê re hemû jî zengar digirin û ji mirovan re dibin şîret. Lê ya ebedî ew e ku ji bo van neheqî û zilmê dengdayîne û ew dengdayîn çiqas sal bi ser de derbas bibe jî weke roja pêşî can dimîne.

Di nav cureyên zargotinê de “Gotinên Pêşîyan” hene. Ev gotinên bi derb in. Cih ji xwe re çêkirine di nava civakê de. Cihên wan ewqasî saxlem e ku kesek nikare wan ji nava ziman û mejîyê gel biavêje. Gava ku di nav axaftinê de bê bikaranîn derba xwe li gotinê dixe û yê li hemberî xwe bêdeng wekî lalan dide sekinandin.

Peyv e a ku mirovan dike mirov û a ku şaristanîyê ava dike. Ne peyv baya ne mirov dibûn mirov û ne jî şaristanî ava dibûn.

Gava pêşî a pêşketina mirovan bikaranîna peyvê dest pê dike. Li ser bingeha peyvê hemû ilmên din ava bûne. Qonaxa duduyan jî nivîs bi xwe ye; nivîs e ya ku peyvê dike nemir û wê noqî deryaya ava heyatê dike.

Herf îşareta dengan e û peyv jî dengên bi hibir in.

Îşaretên bi deng an jî ên bi nivîskî tişta razber dike şênber. Tişta ne li ber çavane tîne ber çavên xwînerên xwe. Meriv dikare bi nivîsê an jî bi gotinan daran bide axiftin û mirîyan jî sax bike.

Emanet hay ji gotinên xwe û hay ji nivîsên xwe hebin.

Mela Mihyedîn

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply