Zanîn Xeternak e!

     İgnorance is bliss: Nezanî (Cahiltî) şadî û bextewarî ye.

Ez bawer im pirî kesên ji we leqayê vê hevokê hatine an jî wê bihîstine. Pirî caran min jî vê hevokê ji devê hin kesan bihîstiye û hin caran jî di hin pirtûkan de ez leqayê wê hatime. Herî dawî di helbesteka Thomas Gray de ez leqayê vê hevokê hatim. Thomas Gray di dawiya helbesta xwe a bi navê “Ode on a Distant Prospect of Elton College” de wiha nivîsandiye:

“ (…) Cihê ku nezanî (cahiltî), şadî û bextewarî be

Zanabûn bêaqilî ye.”

Gelo bi rastî jî cahiltî şadî û kamranî ye? Awê ku hun jî dizanin cahiltî, ji zanabûna rastiyê bêparbûn û xwe bi tiştên pûç xapandin e.[1] Gelo mirov çawa û çima xwe bixapîne? Dibe ku ji ber rastî mirov diêşînin be? Pirî caran rastî xewn û xeyalên mirov bi serê mirov de hildiweşînin. Ji ber vê yekê jî pirî mirov wêrekiya rû bi rû man a bi rastiyan re nîşan nadin û di piraniya jiyana xwe de bi tiştên pûç û vala û tewşomewşo xwe dixapînin. Zanîn mirova bi rastiyan re rû bi rû dihêle. Ji ber vî jî zanîn xeternak e. Lewra hizûra mirov xera dike û meriv pê diêşê. Di helbesteka xwe de Pablo Neruda jî li ser vê yekê sekiniye û wiha gotiye: “Zanîn êş kişandin e” Mirov çiqas bizanibe ewqas serê mirov di gêjahiyê de ye. Lewra zanîn bêgunehiya meriv lekedar dike.[2] Zanîn pêta agir e. Meriv dişewitîne û diêşîne. Ji ber vê yekê jî pirî mirov naxwazin wê pêta agir hilbigirin. Ên ku wê pêta agir hildigirin jî nikarin ji wê xelas bibin. Her diçe ew pêta agir geştir dibe û tê asta şewata wan. Xewê li wan diherimîne û nahêle ew bi dilekî rehet razên. Şev û roj li wan diherimin. Lewra ew her mêjiyê meriv dikurisîne û mirova dilteng dike û bêhn li wan diçikîne. Bi zanînê re mirov dibe berpirs û barek giran hildigire ser milên xwe. Ev yeka ha jî mirov bêhizûr dike. Pirî mirov dixwazin bibin endamên garanê û di nav girseyan de bêyî ku bêne dîtin bijîn. Dixwazin bibin mirovek ji rêzê. Bêyî ku balê bikişînin ser xwe dixwazin ji xetereyan dûr bijîn. Ji bo ku bibin endamên baş û bextiyar ên civakê jî çiqas kêm bizanibin dê ewqas ji bo wan baş bibe.[3] Çiqas bizanibin dê ewqas pêçîka xwe têxin qulê û li ser nirx û norm û pîr û pergala civakî û olî û aborî û desthilatiyê bifikirin û dibe ku tiştên ne li rê û xerab rexne bikin. Ev yeka ha jî gelek xeternak e ji bo wan. Pir kêm mirov vê wêrekiyê nîşan didin. Ên ku vê wêrekiyê nîşan didin jî bi piranî bêhizûr û dilnerehet in. Jiyaneke dilgivêş û gebsoyî dijîn. Şadî û bextewarî ji wan dûr e. Nikarin ti tehm û çêjek ji jiyanê bigirin. Di hiş û mêjiyê wan de gurme gurma ewr û asîman û şîrqe şîrqa brûskan e. Bi xwarin û vexwarin û zewac û sex û mûçe û mal û milk û samanên dinyayê dilê wan şad nabe. Lê li dijî vê yeke bi dest xistina van tiştên ha amanca herî mezin a mirovên ji rezê ne. Bi dest xistina wan re şadî û bextewariyê jî bi dest dixin. Li ser vê yekê Friedrich Nietzsche wiha dibêje:[4] “Ka vê pirsê ji xwe bikin: Kî di ewlehiyê de ne, kî asûde û dilaram in, kî hetahetayê dilşad û dilxweş û şad û bextewar û kamîran in? Ez bersiva vê yekê ji we re bibêjim: Bi tikûtenê ev ên kêmaqil û şêt û dîn ango ev ên ji rêzê (reşemirov) û zarok in.”

130-150 sal piştî Nietzsche di civatekê de min ji devê gundiyekî me, ku ew kes ne xwendin û nivîsandina wî heye û ne jî di emrê xwe de navê Nietzsche bihîstiye, vê hevokê bihîst: “Ev dinya ji nezanan(cahil) cinnet (bihûşt),  ji bo zanayan jî cehnem(dojeh) e” Ew gotina gundiyên me di ser vê gotina Nietzsche de, bi awê hevalekî min ê qedirbilind û hêja ku digot, bû avdonka ku meriv li ser savar bike.

Ez serê we neêşînin. Bi kurt û kurmancî awê ku pêşên me jî gotine “Nezanî rehetiya canî” ye.

 

Emre MÛHARGÎNÎ

    18.03.2020

 

[1] Kıran, Abdullah,2014, Ferhenga Zanistên Civakî, Çapa Yekem, Weşanên Nûbihar, r: 41

[2] Elî, Bextiyar, 2017, Hinara Dawî ya Dinyayê, wer: Besam Mistefa, Çapa Yekem, Weşanên Avesta, Stenbol

[3] Huxley, Aldous, 1999, Brave New World, wer: Ümit Tosun, Weşanên İthakî, r: 32

[4] Yalom, İrvin D. , 2012, When Nietzsche Wept, wer: Aysun Babacan, Çapa 47’an, Weşanên Ayrıntı, r: 223

Derbar ziman

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Şiroveyek

  1. Ahmed Tewfîq

    Dest xweş Emre can,ez li Hewlêrim û îşev mêhvanê
    hevalek xwe yî ji vêderê bûm.
    Tenê em herdu…
    Û bi Dilekî gellek bi kul û bi azar, naveroka şevbihêrka me jî her evbû.
    Hema win ê ku li jorin hay ji xwe hebin(pişik reşî nebin) û zêde gazinan nekin.Serfirazbî.

Leave a Reply