Xwendin û Xwendin

Hevalên hêja û birûmet!

Feylesofê navdar Platon (Eflatûn) dibêje: “Ji bo her tiştî, xala herî girîng destpêk e.” Rast e, xala herî girîng destpêk e. Belê xala destpêkê ya herî girîng jî xwendin e. Lewre her tişt bi xwendinê dest pê dike. Ku xwendin tune be, destpêk nezanî ye. Nezanî jî ne bi kêrî destpêkî tê û ne jî dikare mirov ber bi encamê ve bibe. Xwendin, kilîda gencîneya deriyê zanebûnê ye. Ji bo ku mirov xwe ji nezaniyê reha bike, pêdivî bi xwendinê heye. Bêguman her xwendin mirov ber bi rastiyê ve nake; yanî her xwendin ne rêya heqîqetê ye. Belê rastî û heqîqet her gav bi xwendinê bi dest dikevin. Bi vegotineke din, heqîqet û rastiyê di xwendiê re derbas dibe. Bi kurtayî, ji bo ku mirov bi ser riya heqîqetê vebe, divê bixwîne.

Kesên ku xwe li qiramê xwendinê digirin, zana dibin û tu carî kêmaniyê nabînin. Ne mal û milkên bideramet, ne qesr û qonaxên biheşmet, ne jî meqam û şûngehên birûmet dikarin bi qasî xwendin û zanînê girîng û qîmetdar bibin. Ramanwerê hêja Arîstoteles jî dibêje: “Zanîn; di rojên xweş de serwet û hebûn, di rojên teng de rêber û stare ye.” Xwendin û zanîn star, parêzgeh û qiramên her mirovî/ne. Li her derê her gav û di her warî de, di hawara mirov de tên. Xwendin; pîvana têgihîştin û serwextbûna jiyanê ye. Xwendin, azineya şerdebûn, şarezabûn û hemdemîbûna civakê ye. Xwendin, rêbaza mirovbûn, civakîbûn û gerdûnîbûna cîhanê ye. Xwendina ku sûd û feydeyê nede der û dor û civakê hişyar neke ne xwendin e.

Xwendina ku cîhanê û tevê mirovahiyê ronîdar neke, ne xwendin e. Xwendina ku bandoreke erênî li ser hest û hizrên mirov nehêle û jiyana mirov neguherîne ne xwendin e. Lewre xwendin, mirov radikişîne asta rûmet û payeberziyê. Lewre xwendin mirov digihîne pileya rênasî û rêbertiyê. Lewre xwendin mirov derdixe merhaleya ramanwerî û peyamberiyê. Mirov dixwazin mêjiyê xwe pêşde bibin, divê berî her tiştî pir bixwînin. Heke mirov dixwazin hest û hizrên xwe kamil bikin, divê berî her tiştî pir bixwînin.

Heke mirov dixwazin di kar û barê xwe de bi ser bikevin, divê berî her tiştî pir bixwînin. Heke mirov dixwazin dixwazin xwe perwerde bikin divê bixwînin. Heke mirov dixwazin zimanê xwe hîn bibin, divê bixwînin. Heke mirov dixwazin axaftina xwe sererast bikin, divê bixwînin. Heke mirov dixwazin liv û tevgerên xwe biedilînin, divê bixwînin. Heke mirov dixwazin pêwendi û danûstandinên xwe tekûz bikin, divê bixwînin. Ji bo ku mirov bikaribin kilîda deriyê pêwendiyên civakî vekin, divê bixwînin. Ji bo ku mirov bikaribin şêwaza hînkirina hînbûnê bi dest bixin, divê bixwînin. Ji bo ku mirov bikaribin wateyekê bidin jiyanê, divê bixwînin. Ji bo ku mirov bikaribin sedema hebûna xwe fehm bikin, divê bixwînin.

Ji bo ku mirov bikaribin bi serbilindî bijîn, divê bixwînin. Ji bo ku mirov bikaribin pirsgirêkên xwe yên civakî çareser bikin, divê bixwînin. Ji bo ku mirov bikaribin wekî mirovên payedar, rêzdar û hêzdar tevbigerin, divê bixwînin. Ji bo ku mirov bikaribin wekî kesên bihimet, bihişmet, û biheybet werin dîtin, divê bixwînin. Ji bo ku mirov bikaribin hebana gotinên xwe û gencîneya peyvên xwe zêde bikin, divê bixwînin. Ji bo ku mirov bikaribin, axaftin, vegotin û bilêvkirina xwe biedilînin, divê bixwînin. Ji bo ku mirov bikaribin axaftina xwe durist bikin, bixwînin. Ji bo ku mirov bikaribin di kar û barê xwe de bi ser bikevin, divê bixwînin. Ji bo ku mirov bikaribin her gav dilgeş, şanaz û rûgeş bimînin, divê bixwînin.

Ji bo ku mirov bikaribin wekî kesên pêşbir, rewşenbîr û ronakbîr bên dîtin, divê bixwînin. Ji bo ku mirov bikaribin wekî xwîner, bîner û axifgerên xurt werin dîtin, divê bixwînin. Ji bo ku mirov bikaribin wekî nûser, dahûrîner û lêkolînerên baş bêne zanîn, divê bixwînin. Ji bo ku mirov bikaribin wekî rênas, rêzan û rêberên gel, bêne pejirandin, divê bixwînin. Ji bo ku mirov bikaribin wekî mirovên şareza, şerde û perwerde bên ecibandin, divê bixwînin. Ji bo ku em bikaribin xwe wekî mirovên birûmet, azad û serbixwe bidin çespandin, divê bixwînin. Ji bo ku em bikaribin wekî benî, xulam û dîlê tu kesî, neyên dîtin, divê bixwînin. Ji ku mirov bikaribin wekî mirovên berxwedêr li ber xwe bidin, divê bixwînin.

Ji bo ku mirov bikaribin wekî mirovên xêrxwaz, xêrdoş û aştîxwaz bên bibîranîn, divê bixwînin. Çi hîn bûn, têgihîştin û fehmdariyên ku hene, hemû bi saya xwendinê gihîştine armanca xwe. Çi şerde, perwerde û hîndekariyên ku hene, hemû bi saya xwendinê derketine merhaleya herî bilind. Çi ber, berhem û şahkariyên (serberhemên) ku hene, hemû bi saya xwendinê hatine afirandin. Çi civirîn, kelbengî û şaristaniyên ku hene hemû bi saya xwendinê hatine avakirin. Çi kawdan, rûdan û geşedaniyên ku hene, hemû bi saya xwendinê pêk hatine. Çi dahênan, peresîn û nûvedaniyên ku hene hemû bi saya xwendinê derketine holê. Çi qelibîn, şoreş û wergerînên ku hene hemû bi saya xwendinê hatine bidestxistin.

Çi aştî, azadî û aramiyên ku hene bi saya xwendinê hatine parastin. Çi hêminî, ewleyî û xwe-ewleyiyên ku hene hemû bi saya xwendinê hatine misogerkirin. Çi kêşe, gelemşe û arîşeyên ku hene, hemû bi saya xwendinê hatine çareserkirin. Zarokên şîrîn û delal! Xwendin çandinî ye; çandiniya herî bi xêr û bêr e. Xwendin, dîtin, hisandin û têgihîştin e. Xwendin, navandin, ravekirin û şîrovekirin e. Xwendin, pirsiyarkirin, nirxandin û watedayin e. Xwendin, hezkirin, qedirdayîn û rêzgirtin e. Xwendin, azwerî, bengînî û dildariya herî esîl e. Û esîlbûna ji bo jiyaneke mişt-tijî, hêja û birûmet e.

azadiyawelat.info

Derbar Rêvebir

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply