Xewna Mişk Heydo

Leylo neviya Heydoyê Mişk e. Nola her sibe wê sibeyê jî ji xew rabû, dest û ser çavê xwe şûşt…

Ji bo taştê çû kîlerê; hinek penêrê helandî, hinek jî genimê sor girt û danî ser sêniyê. Bi kilam û stran, bi kêf û şahî xwe dihejand, taştê amade dikir. Piştî ku taştê amade kir, çû bang li kalê xwe Heydo bike.

Leylo çi bibîne! Kalê wê di nav xwêdanê de maye. Leyloya mişk tirsiya got belkî kalê wê jî weke diya wê û bavê wê di lasera avê de fetisiyê. Leylo qêrîn û haho kir: “Kalo kalo! Min tenê nehêle. Kalo kalo, de rabe! Heydo bi tirs şiyar bû. Hîn jî xwêdan dida. Wechê wî pirmilî bûye, wer bawer bikin ku meriv di wê reşbûna mûyê wî de eyarê wî, wekî şimayê zerbûyî didît.

Heydo rabû ser piyan:

– Leyloya min î, bêkesa min, netirse! Kalê te li ba te ye.

Leylo:

– Kalo ez qurban çi bi te hatiye? Çima te ewqas xwêdan daye.

Heydo:

– Leyloya min, ruhê kalê xwe! Ez naxwazim serê te biêşînim. Lê ez ê ji te re behsa xewna xwe bikim. Di xewna min de Leylek û serekê dijminê me Feroyê mar, bi hev re li ser me û eşîra me plan çêdikirin. Wey lê Leyloya min! Ez çawa xewna xwe ji te re bibêjim nizanim. Tişta min di xewna xwe de dît; Feroyê mar û zarê wî li wir bibî nî leylek pir xirab bûn.

Leyloya min, bêkesa min! Halê me qet ne baş bû… Tirsa min ew e ku xewna min rast derkeve.

Leylo:

– Kalo ez maran nas dikim, lêbelê leylek çiye, ez nizanim.

Heydo:

– Leyloya min! Delala kalê xwe, leylek marê du ling in…

Heydo:

– Leyloya min! Di xewna min de, Leylo û serekê dijminê me Feroyê mar, li ser me û eşira me piştî ku plan çêdikirin, serekê dijminê me Feroyê mar û zarê wî hatin xwe avêtin ser hêlîna me û gundê me. Ew çi tofan bû çi qêrîn bû di xewna min de Leyloya min? Dîtin û gotin nabin wek hev, wekî ku qiyamet çê bi bû qareqara zar û zêçan bû. Lê ez Heydo me, ez mîna Cirdo me, heya ji destê min dihat min xwe diavêt pêşiyê. Min nedihişt Feroyê mar û zarê wî xwe bigihînin te û gundiyên me.

Piştî ku Heydo xewna xwe got, bi destê Leyloyê girt kû here taştê bixwe; çi bibîne, xewna wî rast derketibû. Feroyê mar û zarê wî wekî ewrên reş, mîna barana meha nîsanê di ser wan de bibare, êrîş dikirin. Heydo û gundiyan nizanibûn dê çi bikin.

Xewna Heydo rast derketibû. Qareqara zar û zêçan bû. Heywax heywaxa Heydoyî bû!

Di wê qareqarê de, Feroyê mar û zarê wî xwe avêtin ser wan… Dengê wan biriyan.

Heydo nola xewna xwe bikirana jî, tu feyda wî tune bû.

Ax û waxa Heydo bû, tu xwe bikî weke Cirdo jî, tu xwe bikî weke Şêr jî tu feydeya wê tune ye.

Feroyê mar û zarê wî weke tofanê bûn, gundiyên Reşo û neviya wî, di vê jiyanê de bûn xwarina wan…

Eylem Akinci-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply