Xalîd Begê Cibirî

Di sala 1882an de li Gimgimê (Wartoyê) ya girêdayȋ Mûșê tê dinyayê,lawê Mehmûd Beg e. Mehmûd Beg him serokê Êla Cibrane, û Qaymeqamê Wanê bû, di dema Osmaniyan de, Diya wî meta Şêx Ebdullahê Melekane, Xaltiya Şêx Seîd Efendî ye,ew di heman dem de bi Şêx Seîd Efendî û Şêx Abdûllahê Melekan re kûrmet û kûrxaltiyê hev in, Şêx Seîd Efendî di heman dem de, xwişka wȋ Fetma xanimê hevjȋna Şêx bû .
Di dibistana Eșȋretan li Sitenbûlê xwenidiye ,di dibistana leşkerî bilind de, yên Osmanîyên de dixwîne, dibe Mîralayê leșkerȋ,bi zimanê Erebȋ û Farisȋ baș di axivȋ û dinivȋsand ,tev zinanê xwe yê zikmakȋ Kurdȋ û zimanê xwendina wȋ Tirkȋ.

Demekê li Filistînê leșkerȋ kiriye,di Şerê Cîhanê yê yekem de li Erzîromê û Agirȋ, dijî Rûsên şer dike ,di nav leșkerê Osmaniyan de ,di sala 1920‘an de wek mîralay li Erzîromê dest bi karê leșkerȋ dike.
piştî Komkujiya Ermeniyan dikeve nav hewldana rêxistina Kurd û dikeve ware xebata netewȋ û dibe endamê: komela Tealȋ Kurdistan û komikên wê li kurdistanê ava dike, û li gund û bajaran digeriya , ji bo yekȋtiya miletê kurd pêk bê , û xebat bikin dijȋ hovberên Toraniyan, bi aramanca serxwebûna kurdistanê, û hem jȋ pirtûkên kurdȋ belav dikir weke dȋwana Ehmedê Xanȋ ,Memozȋn bi kurdȋ.

Di sala 1921‘ê de rêxistina Azadiyê dadimezirînin , di vê rêxistinê de gelek şêx û mîrên Kurdan cîh digirin , bi taybetî jî, mebûsê Bidlîsê Ûsiv Ziya di warê birêxistin kirina gel de ristek mezin dilîze. Ji xwe ber vê yekê jî di gel gelek çavkaniyan de Xalid Beg him wek serok, him jî wek berpirsiyarê leşkerî, Ûsiv Ziya jî wek ber pirsiyarê siyasî tê ravekirin .

Mistefa Kemal ew vexiwend bo beșdariya civȋna kongera Milȋ li Erziromê,lê ew beșdar ne bû , du caran Mistefa Kemal pê re civiya da ko dev ji riya xebata netewiya kurdȋ berde, ji ber vê yekê biryara binҫav kirina wȋ ji alȋ Mistefa Kemal derket, û di roja 20 kanûn 1924 de li Erziromê tê girtin û wî dibin zindana Bidlîsê. Wê demê Yisûf Zîya Beg jî dîl dikeve, dadigeha Bedlȋsê biryara bi dar vekirina wȋ dide.

Dewleta tirk û hemû dîroknasên Toraniyan dixwazin rol û pêşengiya rêxistina Azadiyê di Serîhildana Şêx Seîd da bincil bikin, vê serîhildana kurdan ya netewî wek serîhildaneke Olȋ (dînî) û ji bo paşdeanîna şerîetê nîşan bidin, Lê rastî ne wiha, divê kurd dîroka xwe bi xwe binivîsin û van derewên dijmin xuya bikin.

Mixabin hîn jî piraniya kurdan Xalid Begê Cibrî, Ziya Beg û rêberên wek wan nas nakin, di Serîhildana Şêx Seîd da hîn haya piraniya kurdan ji rol û pêşengiya rêxistina Azadyê nîne. Tenê navê Serîhildana Şêx Seîd bihîstine hew. Divê siyasetmedar, rewşenbîr û dîroknasên kurd, dîroka kurdan bi nifșê nuh bide nasîn û zanȋna wan yê dîrokê xurt bike. Ev yek berpirsiyariyeke netewî ye.

Di roja 14’ê avrêla 1925‘an de li Bidlîsê ,ew bi tevî Ûsiv Ziya û çar hevalên xwe yên din têne darvekirin.
Li gorî rojnameyên Tirkên ên wê demê, li Bidlisê beriya ku wî daleqȋnin wiha digot:
“Ez li hemberê we ne tenê me. Li pişta min, li Îranê, li Mezopotamyayê û liTirkiyeyê neteweyeke mezin, Kurd dijî. Hûn îro min ji holê radikin lê baş bizanin ku sibê, wê sibê neviyên me we ji nav bin”.

Xalid Begê Cibrî kurdperwerekî mezin û serokê rêxistina Azadiyê bû, canê xwe di riya serxwebûna Kurdistanê da feda kir. Divê em tu carî van şehîdên xwe ji bîr nekin, tim bibîr bînin.

Derbar Çand Name

Check Also

Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî …

Leave a Reply