Westayê Edebiyata Kurdî

Ehmedê Xanî westayê edebîyata Kurdî ye. Dîtin û ramanên wî, berhema wî Mem û Zîn nemir e. Ew pêşevayê welatparêzîyê ye. Wî ji vir 325 sal berê di berhema xwe Mem û Zîn de hîmê ramanên welatparêzîya Kurdan danîye.

 

Di nav edebîyata dinê (cîhanê) de Romeo û Julîyet’a  Shakespeare, Leyla û Mecnûn’a Fuzulî çîye, Mem û Zîn’a Ehmedê Xanî jî ew e. Pirtûka wî ya bi navê Mem û Zîn bi naveroka xwe wek deryayê ye. Têde hemû tişt heye. Pirtûkek wek Mem û Zîn bi her awayî dewlemend bi kurdî hêj nehatîye nivîsandin. Di nav edebîyata Kurdî de pirtûka sereke Mem û Zin e. Di pirtûkê de zanîn, bawerî, evînî, netewayî û gelek cureyên din bi westatî hatîye honandin. Di pirtûkê de tema, aheng, rêzkirin, hunandin, kurguya (honaka) bûyeran, wisan bi zanîstî hatîye danîn ku….. ! Mirov nizanê çawan tarîfa wê bike, an jî çawan qal bike, çawa rave bike.

 

Belkî ji henîkan re şaş û ecêp bê, lê ev rastîyek e; Wî 325 sal berê di nivîsandina Mem û Zînê de metoda dîyalektîkê bi kar anîye. Rewşa cîvakî û aborî, nakokîya li dij hev û du, durûtî, fesadî, guherandin, psîkolojîya mirovan, rêça çûndina berbi netewayetîyê û ji bo kurdan pêwîstiya dewletbûnê, bi zimanekî xweş û realîst û lîrîk nivîsandîye.

 

Ehmedê Xanî yê nemir, di evîna Mem û Zîn’ê de evîna kurd û Kurdistanê anîye zimên. Ji bo şîyarbûna gelê Kurdistanê, ji bo hebûn û pêşveçûna çanda kurdî, ji bo guherandina tradîsîona gelê kurd, ji bo yekîtîya gel, û ji bo dîtin û ramanên evînî û berfirehbûna zanîstîya azadîyê, wî pênûsa xwe wek çek bi kar anîye.

 

Ehmedê Xanî di şexsîyeta Mem û Zînê de evîna kurd û Kurdayetîyê anîye zimên. Ev nixtêk pirr girînge, divê baş bê fêmkirin. Wî sedemên ku ji bo çi pirtûka xwe, ’Mem û Zîn’ê bi kurdî nivîsandîye gelek sedemêk girînge. Wî 325 sal berê netewayetîya kurdan û di bin yek alêk de civandina kurdan parastîye.

Cîhê berhema netewayî a kurdan, Mem û Zînê nahê tijîkirin. Ew bingeha edebîyata kurdî ye û sê sed û bîst û pênc sale vê bingehîyê berdewam dike. Mem û Zîn berhemêkî nemir e. Di vê berhema bi rûmet de kîmya, astronomî, felsefe, folklor, huner, dîrok, û zanîstîyekî pirr kûr heye. Ji bo vê jî; Ev berhem cewher e, derya ye. Divê her kurd vî berhema nemir bixwîne.

 

Ehmedê Xanî di sergotara ”Derdê me” de perçebûnîya kurd û Kurdistanê û dagirkerîya tirk, ereb û eceman tînê ziman. Ew dibêjê ger beglerên – mîrên – kurdan bibûna yek, ger pêşevayekî kurda jî hebana û wan di bin yek alekî de bicivandana, dê kurd azad bibana, zimanê kurda, kurdî dê pêş biketana, dê qîmet û rûmeta hunera kurdî hebana. Ehmedê Xanî, şermîya bindestîyê usan bi şêweyek tînê ziman ku hetanî nûha, li rûyê dinê (cîhanê) tu gelekî bindest, şermîya bindestîya xwe bi vê awayî nehanîye ziman.

 

Ehmedê Xanî berhemên xwe bi zanatî bi zimanê kurdî nivîsandîye. Nivîsandina wî ya bi kurdî raperîneke (serîhildaneke) li dij dagirkerên tirk û farisan e. Wî li gel vê serîhildanê bi nivîsandina xwe ya kurdî, şêrînîya zimanê kurdî derxistîye holê, û bi zanîstî huvîyeta kurdî derxistîye pêş.

 

Ehmedê Xanî hem şaîrekî mezin û bi nav û deng, hem fîlozof û hem jî pîsporê edebîyatê bûye. Ew ne tenê di qada axa Kurdistanê de, di rojhilata navîn de, welatevîn û miletperwerê yekem e. Jîyana wî bi gerê, bi lêkolînê derbas bûwe. Di sedsala 17’dan de ew zanmend, zanîşwer, zanîstekî kurdperwer bûye û herweha fîlozofê kurd bûye.

 

Di naveroka berhema wî ya nemir de, di dostanîya Mem û Tacdîn de û di evîna Mem û Zînê de gelek ramanên kûr hene. Têkilîyên Sitî û Tacdîn têkilîyên pêşketî û modern in. Herdu jî ji hev û du hez dikin. Di nav herduwan de wekhevî heye. Evîna Sitî û Tacdîn evîna cîvakên pêşketî ye.

 

Rewşa Zînê rewşa gelên bindestî ye. Zîn ji bo Kurdistanê Sîmge ye, sembol e, remz e. Heta mirov dikarê bêje ku Zîn bi xwe Kurdistan e. Zîn jî wek Kurdistanê azad nîne. Çawan ku qedera Zînê ji alî Mîr ve têt beylukirin, qedera Kurdistanê jî ji alî Şah û Padîşah’ên tirk û eceman/farisan/ têt beylukirin. Ji bo vê jî evîna Mem û Zînê, evîna gelê kurd a ji bo Kurdistanek xweser, azad û serbixwe ye.

 

Ehmedê Xanî ji bîla sebe, bê sedem, destpêka evîna Mem û Zînê di roja Newrozê de destpênake. Ew bi zanatî vê evînê di roja Newrozê de dest pê dike. Ew dizanê ev roj ji bo gelê Kurd roja destpêkirina berxwedanê û serîhildanê ye. Roja şahî û azadîyê ye.

 

Wexta ku Mîrê Botan dawîyê dibêjê ezê Zînê bidim Mem, Zîn baz dide diçe Zindanê cem Mem û jê re dibêjê Mîr wî bexişandîye û ger ew derkevê hizûra Mîr, dê bikaribin bi hev û du re bizewicin. Wê gavê gotinek gelek balkêş û pirr bi mane dibêjê. Mem dibêjê ku:

 

– ”Ez naçim hizûra tu Mîr ek. Ez nabim koleyê kolan.”

 

Ev gotin gelek bi maneyekî kûr e. Rewşa Kurdistanê tînê ber çavan. Mîr bi xwe koleyê dagirkeran e. Ehmedê Xanî Mem nake koleyê koleyan. Ew bi van gotinan li dij koletîtê derdikeve. Ew bi van gotinên xwe Mîr piçûk dibînê, li dij wî derdikevê, li ber wî serî xwar nake. Di şexsîyeta Mîr de dagirkerîyê, koletîyê protesto dike. Rîya têkoşînê û serîhildanê nîşan dide. Ji bo Mem û Zînê evîna wan azadîya wan e. Her çiqas ew vê azadîyê nejîn jî, westayê mezin Ehmedê Xanî bi rîya evîna wan azadîyê wek amanç dide nîşandan.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply