Wê Ev Jî Derbas Be

Di demek gelekî dûr û kevnare de mîrekî bêhnteg û ji halê xwe aciz hebû. Her daîm bêkeyf bû. Çi dikir û çi nedikir keyfa wî nedihat cî.

Rojekê gazî hemû wezîrên xwe kir. Ji bo vê pirsgirêka wî rê û rêbazek daxwaz kir û ji bo vê yekê wext da wan.

Her wezîrek ji bo tedaviyekê bibîne ket ser rêya xwe û berê xwe dan welatê xerîb.

Di nava wan de yekî zîrek hebû. Ji bajarê xwe derneket û li ser vê pirsgirêka mîr mijûl bû. Fikrek gelekî baş dît û rabû çû ba zêrînker. Gustîlkek zêrîn da çêkirin û li ser gustîlkê hevokek da neqişand.

Piştî ku wext qediya her wezîrek rêya qesra mîr girtin û hatin hizura wî. Lê di destên wan de tedaviyê bextewarî û kêfxweşiyê nebû. Mîr ji wan pirs kir lê kesekî bersiva mîr neda û her yek ji wan serê xwe tewand. Tenê wezîrê zîrek rabû ser piya û hat kêlaka mîr. Ji berîka xwe gustîlka zêrîn derxist û teslîmî mîr kir. Ji mîr re wiha got:

“Mîrê min kengî tu aciz bûyî û kêfxweşî ji te dûr bû li tiliya xwe binêre û nivîsa li ser gustîlkê bixwîne wê demê tu yê bextewar bibî”.

Mîr rabû û gustîlk xist tiliya xwe û nivîsa li ser gustîlkê xwend. Li ser gustîlkê ev hatibû  nivîsandin:

“Wê Ev Jî Derbas Be.”

 Çîrok: Ferîdudîn Attar

Wergêr: Mela Mihyedîn

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply