Mirovên dema bi vîna xwe azad nejî dikeve binê bandora kevneşopiyê çanda bi girêdey baweriya teqlîdî û mîrasa bavûkalan, û nikare hunera xwe nasbike û hunera ku di xwezaya miroven de veşartiye bike nasnama xwe.
Mexabin mirov dema bi hunerê xwe re lihevhatî nejîn, nikare tehemûla kesên bi hunerjî bike û nava sergêjiya rengande difetise û dibe hesûdkar, nexweşiya hesûdîtiyê seviya mirovan dixe û aramancên negatîf nabe nasnama mirovan.
Di qada her asta jiyanê de qedextî tevgereke bi pirsgirêke, mirovan dike nava cûdahiya fikrên pîskolojîk û hesûdîtî dibe qalûgotinê beredey û jê nexweşî çêdibin.
Ji bona ku qedexetiya ku weke qanûna tendirûstî û ewlekariya jiyanê erenîbe, hewcetî bi qanûna ku bi girêdey dadê binirxbe heye û wî demê mirov li tevgerekê neyînî nagerin.
Mirov dema bi bandora hunerê xwe ê xwezayî neyêt nasîn û hunera wî nebe nasnama esasê jiyana erenî, mejiyê mirovan wî demê dibe mêjiyê ku hêlîna berhevkirina xeraviyan.
Dilopê qirêja mêjiyê mirovên hesûdkar, nahêle şane ê mêjî bikeve nava tevgera hunerê veşartî û bibe xweşiya jiyanê, mexabin di rewşeke ewha megatîf de civakjî jê sûdwar nabe.
Mexabin civaka ku binedest û bê dewlet di destpêka nasîna bi jiyanêre bi pirsgirêk nasîn dibin û tevahî kodên heskirin û armanca esasî li gora şertû mercên pirsgirêkên civakî dibe nexweşî û dikeve nava fikrû şeklê jiyana civakê.
Lewra jiyana civaka ku bê vîna azad tim bi tirse û hemû tirsên dijwar û zerar di jiyanê de heye weke şirîta fîlman dikeve nava fikrû xeyalê jiyana mirovan.
Lê belê divê mirov pêşî bitirse ji bona ku jiyanê nasbike, ji ber ku bê tirs hezkirin ne mimkûn e. Lewra mejiyê bi tirs dibe nexweşî û dikeve laşê mirovan, laş, hiş, wijdan û baweriya mirovan xwe ji kevneşopiya civakê xelas nake.
Di civakên ku azad û di ewlekariya dewletê de dijîn, tirs kilîta herî girînge ku deriyê hezkirinê vedike.
Ji berku meriv ji tenêbûnê ditirse, lewra pediviyê bi daxwaziya bi heval be bihevre bijîn û wekî mînak ji bona sitar bin li malekê peyda bikin anjî avadikin.
Civaka ku bi vîna xwe azad nejîn nezanin û mirov ji nezaniyê ditirse, dest bi zanînê dike û evîndarê zanînê dibe, mirov ditirse ku malbata xwe winda bike û hêstên hezkirinê malbatê hembêz dike ji bona ku ji malbata xwe kesî wenda nekin bendê hezkirinê qewî dikin.
Bi gotineke din, bingeha hemû evînan pêşî tirse, û paşê dibe bendê evînê û baweriya bihevrê bi bendê girêya ku qet venebe bê dawî dibe bendê jiyana bihevre.
Mirov digêhêja endcama ku Xweda mirovan û mirovahî bi kodê hezkirin û tirsê, lê bi vîna azad bijîn afirandiye.
Behçet Ateş: 01-06-2022
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…